Vegir

Dibêjin li asîmanan gelek cîhan ên dibe ku ji cîhana me xweştir, mezintir, biçûktir, xerabtir û delaltir hebin. Hiş, bîr û asta zanîna mirov hîn negihiştiye gerdûnê tev bibîne û xwe bigihîneyê. Heta mirov li hember rewşên xwezayî ewqasî bêparastin û bêçareye ku derveyî mirinê tiştek ji dest nayê.

Herçendî mirov xwe pir pêşketî, zana, jîr û serdestê xwezayê bibîne jî, di seranseriya dîrokê de derketiye holê ku ev yek ne rast e. Xweza ji mirov bihêztir e, ji ber mirov tenê çirûskek ji agirê xwezayê ye.

Di van rojên dawî de, hema bibêje ji serê sala 2020an û pê de bi vegirxanekê re serê mirovan ketiye nav êş û azareke bêçare. Tev lêkolîn dikin bê ev vegirxan ji ku hat û çima bela xwe ji wan venake.

Çîroka wê ez ji we re bibêjim.

Rojek ji rojan demek ji deman qirnek ji qirnan, hîn ne xwezaya mirovan hebû, ne ev cîhan hebû, ne jî jiyana li ser ruyê vê cîhanê. Di gerdûna bê serûber de kevirekî mezin hebû. Ew kevir ewqasî mezin bû, ewqasî mezin bû êdî di hundirê xwe de hilnedihat. Taybetiyeke wî kevirî hebû, her tişta li derdora xwe dikişand nava xwe û roj bi roj girstir û têrtir dibû. Kevirên biçûk ên li derdora wê li ber digeriyan û digotin: Kevirê mezin bes me bixwe. Li zikê xwe binêre dike biteqe, bihêle em jî bijîn.

Lê kevirê mezin hingî xwaribû çavbirçî bûbû û guh nedida ser gotina yekî jî. Kî bi ber ve dihat diavêt devê xwe û dadiqurtand.

Lê tiştek hebû, her kevirekî wê dadiqurtand xwediyê taybetiyekê bû. Hinek ji avê hatibûn çêkirin, hinek ji gazê, hinek ji metalan, hinek ji dar û beran. Li ser hinekan zindî dijiyan, li ser hinekan tenê ax û kevir hebû.

Ev tev diketin hundirê kevirê mezin û di wir de teng dibûn , fireh dibûn, diêşiyan û aciz dibûn. Rojekê ev kevirên biçûk ên di zikê kevirê mezin de li hev ketin û pevçûneke dijwar di navbera wan de derket. Her yek ji ciyê xwe ne dilxweş bû û ji yê din re digot bi wir de here. Ji ber her kevirekî nû dihat cî li wan tengtir dibû. Roja pevçûn derket, kevirê mezin gelek kevirên biçûk daqurtandibû û ji ber vê yekê pir giran bûbû, li hundir jî hema bibêje cî nemabû. Ji ber vê yekê kevirên biçûk ji hatina kevirên din ên biçûk aciz bûbûn û bi hev ketibûn. Ev pevketin veguherî şerekî mezin û her yekî çi di dilê xwe de heye, derxist derve. Yê av pîjiqand, yê gaz pîjiqand, yê gilokên metalê avêtin, yê deng derxist û her wekî din.

Bi tiştên ji nav xwe derxistin û liv û tevgera pevçûna xwe cî zêdetir li xwe teng kirin û êdî nema di zikê kevirê mezin de hilatin. Kevirê mezin bûbû wek nepoxeke ku ji hundir ve derziyek tê rabe. Bi carekê re gurminî pê ket û teqiya. Ewqasî bi dijwarî teqiya, ku her kevirek bi ciyekî ve pengizî û kevirê mezin jî parçe parçe bû û her parçeyekî wî bi aliyekî ve çû. Li holê ne kevirê mezin ma û ne jî kevirên biçûk, tev li gerdûnê belav bûn û êdî her yek bi serê xwe ma, hinek nêzî hev ketin, hinek dûrî hev ketin, lê belê kes bi kesî ve girêdayî nema û her yek bû xwediyê hebûneke serbixwe.

Ev cîhana niha em li ser dijîn jî bi wê teqînê re pengizîbû û li vê kêleka gerdûnê li ber kevirê hîvê rawestiyabû. Gerdûn pir sar bû, lê him hîv him cîhan bextewar bûn ku nêzî kevirê rojê ketibûn û dikarîbûn xwe pê germ bikirana. Kevirê rojê ji metal û gazan çêbûbû, gava kevirê mezin teqiyabû, kevirê gazê û yê metalan di derketinê de bi dest hev girtibûn û wiha firiyabûn, ji berê ve di navbera wan de evîniyek hebû, ji bo wê bi rê de agirek bi dilê wan ketibû û êdî nema dikarîbûn vî agirî vemirînin, bi evîna hev wiha bûn pêt û her çû agirê wan geştir bû. Kevirên li derdorê ji vê yekê sûd girtin û xwe pê germ kirin, xwe ji sermaya dijwar parastin.

Yek ji van jî cîhana me bû. Gava tava rojê da ser, qeşaya wek qaşûlekî xwe lê pêçaye heliya û bû av. Avê jiyan afirand û çîrokeke dûdirêj a heta roja me tê destpê kir. Em cîhana me li vir bihêlin û herin li cîhaneke din binêrin, a bi navê vegiristan.

Vegiristan jî kevirek ji wan keviran bû ku di navê de gelek gazên cûr bi cûr hebûn. Gava bi teqînê re pengizî bi rê de di nav toz û tirabêlka gerdûnê re derbas bû û ji van gazan hinek şewitîn û xwe guhertin, hinek bûn zindî, hinek bûn mirî, her yek bi awayekî nû guherî. Ji ber kevirê herî sivik ew bû, pir ji kevirên din dûr ketibû, lê ciyê lê ketibû ji sermayê, ji germayê, ji hişkiyê, ji nermiyê, ji her tiştî dûr bû. Ew parçeyên gazê ewqasî biçûk û hûrik bûn yekî yek nedidît, lê bi hîsên xwe dizanîbûn li ba hev in û bi hev re dipeyivîn. Ji ber pir biçûk bûn, dikarîbûn bi hêsanî ciyê xwe biguhertana, bifiriyana, rawestiyana û her liv û tevger bikirana. Hingî pir liv û tevger dikirin, enerjiyeke mezin bi wan re çêdibû û vê yekê hiş û mejiyê wan pir zêde bi pêş de dibir. Di demeke kin de zanîna xwe ewqasî bi pêş de birin, ku dilê wan çi dixwest êdî dikarîbûn bikirana. Ji kevirê xwe çûna ba kevirekî din bi wan pir hêsan dihat êdî. Tenê ji xwe re bigotana ez dixwazim biçim vir, wê yekê têrê dikir ku ciyê xwe biguherin. Ne ev tenê hin ji wan xwediyê hunerên cuda jî bûn. Dikarîbûn di derbarê mirin û jiyîna zindiyên din de biryar bidana. Ji ber ku nedihatin dîtin, ti zindiyeke din nikarîbû li hember wan şer jî vekira.

Ji ber rewşa wan ewqasî bi pêş de çû û her roj gelheya wan zêdetir bû, rojekê biryar girtin, ku êdî her sal şilhek ji wan veqete û li ser kevirekî din bi cî bibe, li wê derê jiyaneke vegir bide destpêkirin. Ji ber dikarîbûn zû vegirin ser ciyekî, navê vegir li xwe kiribûn û navê kevirê xwe jî kiribûn vegiristan. Wan niha dixwest vegirin tevayî gerdûnê û bi vî awayî hunera xwe li giştiya gerdûnê belav bikin.

Demek ji deman, salek ji salan, rojek ji rojan li vegiristanê dîsa şilhek hat berdan û xatirê xwe ji şilhên din xwest û derket ser rê ku were li ser hîvê bi cî bibe. Ev demek e vegiran dixwestin şilhekî xwe bişînin wir. Lê ev şilh ewqasî mezin bû ku hîv lê biçûk hat û biryar dan xwe bikin du beş. Beşek li ser hîvê bimîne û beşek xwe hîn jêretir berde û êdî ew daketin ser ruyê cîhana me.

Hema bibêje dawiya sala 2019ê bû. Ew hatin û li nava me bi cî bûn. Bi me re, bê ku em wan bibînin dest bi jiyînê kirin. Xwe li ser xwarinên em dixwin danîn, li ser rêyên em tê re diçûn û dihatin pal vedan, ketin siwareyên em pê diçin û tên, di odeyên me de bi me re raketin û rabûn, li xwendegehan bi me re tev li dersan bûn, bi me re çûn kargehan, li bankeyan xwe li ser pereyan danîn, li nexweşxaneyan çûn û hatin û bi kinayî di her warê jiyanê de xwe tev li me kirin û xwestin me nas bikin.

Ji bo wê tevî li her ciyî û li her aliyî bi me re xwe tev li jiyana me kirin jî ne me ew dîtin û ne jî wan xisarek da me. Derdê wan fêhmkirina awayê jiyana me bû û dixwestin zanibin bê em „vegir“in çawa ne?

Her piştî şopandinekê nêrîn û hizrên xwe ji hev re digotin û bi vî awayî parvekirineke zanînî di navbera xwe de çêdikirin. Ji ber me ew nedidîtin, hayê me ji vê yekê jî çênedibû.

Ji parvekirineke vegiran gelek tiştên balkêş derdiket holê. Dawî biryar dan ku van tiştên balkêş wek raporekê ragihînin vegiristanê û matmayîna xwe ya li hember vegirên navê „mirov“ li xwe kirine, bi wan re parve bikin. Di rapora şandin de wiha nivîsîbûn:

Vegirên delal ên li welêt. Ev demeke dirêj e, em ji we veqetiyane û hinek ji me li ser kevirê bi navê hîv bi cî bûn û ji ber ew der li me teng hat, em daketin ser kevirê bi navê cîhan. Me dît, li ser kevirê bi navê „cîhan“ê gelek vegirên din hene, lê ew pir mezin in. Em nizanin bê çima ewqasî xwe mezin kirine, dibe ku ew jî rojekê her yek ji wan biteqe û parçe parçe bibin. Piştî şopandina çend kêliyekê em têgihiştin bê çima wiha mezin in. Ew wek me, xwe bi xwe li xwe zêde nakin û bi lez zêde nabin. Ji bo li xwe zêde bikin, divê cotecot bigihên hev û çirkeke ji dema me rawestin, ew jî li vir dibe saleke wan. Ji çirkeke me re ew dibêjin salek. Ji bo kesekî li xwe zêde bikin bi dema xwe salekê radiwestin, lê li aliyê din di rojeke xwe de, ku saleke wan sêsedûşêstûşeş roj in, bi dehan û carinan bi sedan kesî ji xwe dikujin. Bipêşdebûna asta mejiyê me û asta zanîna li welatê xwe em gihiştinê, em hîn tênegihiştiye mebesta vê yekê, bê çima ji bo yekî li xwe zêde bikin salekê hewl didin û di rojekê de bi sedan ji xwe dikujin. Gava em têbigihêjin sira vê yekê, emê dîsa bi we re parve bikin.

Li vir qiymetekî mezin didin kaxez û metalan, lê wî qiymetî nadin hev. Tiştekî jê re dibêjin „pere“ ji xwe re kirine xweda û ji bo parastina wê parêzgehên pir mezin û xweş çêkirine lê ew bi xwe bi pirayî di avayiyên wekî koxikan de dijîn.

Ji bo xwe zana bikin xwendegeh çêkirine, lê bi sedhezaran ên ji van xwendegehan derketine, hesinek girtine destê xwe û pê mirovên din dikujin. Ji bo kuştina hev çima bi salan diçin xwendegehê ew jî hîn nehatiye zanîn.

Tişta tê dîtin mirov vegirên pir lewaz in ku ji bo xwe nexweşxane saz kirine. Her roj diçin van nexweşxaneyan û tên, lê nikarin xwe zindî û sax bihêlin qet wek xwe jî namînin, ew bi demê re kal û pîr dibin û rojekê diçilmisin, diçin. Gava yek li wan zêde bibe, dilxweş dibin, lê gava yek biçilmise li xwe didin. Tiştekî balkêş e, tevî dizanin hatin û çûn dikare herdem çêbibe jî çima wisa dikin nayê zanîn.

Ew pir tirsonek in, ewqasî ditirsin ku ji bo xwe ciyên wek dêr, mizgeft, sînagog çêkirine û bi riya van tirsa xwe vedigirin mirovên din. Van ciyan wek pîroz didin pêş û ji tiştekî jê re dibêjin xweda re bergerê dikin da li wan biborîne, ji ber ew gunehkar in. Çima gunehan dikin û çima lêborînê dixwazin ev yek nayê zanîn.

Ji bo vê xwediyê jiyaneke durû ne, bi hev re ne rast in. Hinek ji sibehê heta êvarî kar dikin, hinek rûdinin kêf dikin, hinek xwediyê jiyaneke dewlemend in, hinek xwediyê jiyaneke perîşan in, li hin deveran her tiştê mirovan heye, li hin deveran nan tineye bixwin, li hin deveran gund û bajar û avahî hene, li hin deveran kon û xirbe hene, bi kinayî ew wek me bi hev re û wekhev najîn ew bi hev re lê newekhev dijîn.

Piştî şopandineke dûdirêj a li ser vegirên bi navê mirov, me biryar da ku em wekheviyê bi wan bidin nasîn, ka gelo hizra we vegirên li vegiristanê çi ye, me xwest em hizra we jî bistînin û wiha bikevin nav liv û tevgerê. Ger em wekheviyekê nexin nava van mirovan û hinekî hişê wan neyînin serê wan, emê nexwazin li vir bimînin û bibin çavdêr û şahidê evqase bêmafî newekhevî û bêhişmendiyê.

Li vegiristanê vê nameyê pir deng veda û hemû vegirên li wir lê mat man bê zindiyek çawa dikare bi destê xwe xerabiyê bi xwe bike. Ji bo vê hema bi lez biryar dan û biryara xwe wiha şandin ji vegirên li ser ruyê cîhanê re:

Vegirên xweşik, hûn keybanûyên cîhanê ne, bêguman hûnê wekhevî û dadmendiyê li wir saz bikin û ji hemû mirovên li wir re bibêjin, ku ew tev yek in û divê ji hev hez bikin.

Lê ji gotinên we diyar e, ku hûnê hinekî zehmetiyê bikişînin heta hûn hişê mirovan tînin serê wan. Dibe ku gelek ji wan we cidî negirin û li ber xwe bidin, wê demê divê hûn bi hêza xwe ya dadwer wan veqetînin malikên laşê wan. Ew ji vê yekê re dibêjin, mirin, lê ewê tev li axê bibin, bihelin, ji zindiyên din re bibin xwarin û bi vî awayî wê bigihêjin asta wekhevbûnê.

Heta ew dev ji komkujiyên xwe berdidin, heta dev ji xapandinên xwe berdidin, heta dev ji newekheviyên xwe berdidin, divê hûn dev ji wan bernedin.

Ger li xwendegehan dixwînin û bi zanîna xwe çekan çêdikin û bi van çekan jî hev dikujin, wê demê divê ew deriyê xwendegehan bigirin.

Ger ew dêr û mizgeft û sînegogan çêdikin û li vir mirovan dicivînin û wan dixapînin, divê êdî nikaribin wiha bikin û ev cî bêwate bimînin, êdî mirov neçin van ciyan.

Ger ew ji parçeyek kaxeza dibêjin pere ya bi xwe çêkirine re bergerê dikin û ji bo parastina wê avayiyên xweştirîn ji avayiyên xwe çêdikin û ji parastina xwe zêdetir wê diparêzin, divê deriyê wan jî were girtin û ew parçeyê kaxezê were bêqiymetkirin.

Ger ew gava tên ba hev bi hev re ne durist, ne wekhev û ne dilsoz in, divê êdî her yek di qula xwe de bimîne û neyên ba hev. Ger ji hev hez nakin, heta hezkirin di dilê wan de şîn neyê bila tirs ji ser wan kêm nebe.

Êdî hûn li wir di nava wan mirovên vegir de ne, hay ji xwe hebin, bila xerabiya xwe derbasî we jî nekin, lê pir bi zanistî tevbigerin û wan biguherînin. Bila êdî ew jî bigihêjin çêja wekhevî, hezkirin û parvekirinê.

Li ser vê yekê vegirên li ser ruyê cîhanê li bajarekî Çînê yê bi navê Wohan dest bi liv û tevgereke veguhertina mirovan kirin. Mirovan destpêkê guh nedan ser diyardeyên van vegiran û ji xwe re nekirin xem. Li wî bajarî gelek kargeh hebûn û mirov bi pereyekî kêm ji welatên din re didan karkirin. Bêmafiya li ser mirovan ewqasî dijwar bû, ku vegiran ji wir destpê kiribûn. Lê kesên rayedar hîn jî ew didan karkirin û guh nedidan liv û tevgera vegiran. Gava gihiştin sersala 2020an êdî vegiran biryar da bi dijwarî xwe bidin hîskirin û hişê mirovan bînin serê wan.

Mirov hêdî bi hêdî pê hisiyan, ku li cîhana xwe ne tenê ne. Hin kes hatine mêvandariya wan ew mirovan dibînin, lê mirov wan nabînin û ew niha ji mirovan aciz bûne û dixwazin jiyana wan biguherînin.

Mirovan ev yek ne wekî qenciyeke bi wan tê kirin, wekî xerabiyekê bi dest girt û li ser laşê mirovan dest bi lêkolînê kirin. Di encamê de çend vegirên ketine hundirê laşê mirovan da wan biguherînin, bi riya cîhazên hûrdît dîtin û nêrîn her yek ji van tacek li ser serê wan e. Mirovan nizanîbûn ku ew key in, ji ber tenê tac dîtin û tiştê li paş tacê nexwestin bibînin. Ji ber vê yekê navê korona li vê vegirê kirin. Êdî ji wê rojê û pê de navê vegiran bû korona û li tevayiyê cîhanê li ser hat axavtin.

Tevî li Wohan hat dîtin û mirovên nehatin ser rê jiyana xwe ji dest dan jî, mirovên din henekên xwe pê kirin û gotin korona bi destşuştinê dimire, korona, li ber tavê dimire, korona bi xisar e û bi vî awayî qet xwe nêzî têgihiştina wê nekirin û nexwestin ji wê sûd bigirin û wekheviyê, dadmendiyê bi pêş de bibin. Dîsa şer û pevçûn û perehezî û xerabiyên xwe bi heman lezê domandin.

Gava mirovan wiha kir, vegir an bi navê nû korona biryar da xwe vegire tevayiya cîhanê. Girseyek ji xwe şand nav meclîsa Îranê, ji ber bi biryarên wê meclîsê zindan hatibûn dagirtin û her roj mirov dihatin dardakirin. Koronayê wiha li wan kir, ku pêwîst man girtiyan azad bihêlin û êdî nikaribin dardakirinan pêk bînin.

Piştre derbasî Îtalyayê bû, ji ber li wê derê ti maf nedidan penaberan, wiha li wan kir ku ker li korê wan rawestand. Welatên cînarê Îtalya ji vê yekê ders negirtin û deriyên xwe hîn zêdetir li ber penaberan girtin, wê demê koronayê girseyeke xwe şand Almanya, yek şand Fransa û kom bi kom li hemû Ewropayê belav bûn û gotin, tevî hûn bi çekên çêdikin li welatên wan jiyanê li wan tengkirin didin û piştre gava ew welatê xwe terk dikin hûn deriyên sînorên xwe li wan digirin, êdî hûnê jî nikaribin di van sînoran re gava xwe biavêjin derve. Yan hûnê hemû sînoran rakin, yan jî hûnê di mala xwe de hepsî bibin.

Korona ji Ewropa derbasî Amerîkayê bû û hemû balefirên wan ên şer daxistin xwarê û got, êdî tu jî li mala xwe rûnê û neçe welatên din xwe tev li şer û pevçûnan neke.

Niha cîhan ewqasî aram bûye ku, şer kêm bûne, balafir zêde ranabin, gaz û jehra febrîqeyan xwezayê qirêjî nake, kes dernakeve çolê û ajalan nakuje, restaurant ne vekirî ne ku her roj bi hezaran ajal werin serjêkirin û mirov li wir bixwin, benqe girtîne û kes nizane pere demekê hebûn yan tinebûn, xwendegeh girtî ne, di xeyala kesî de tine ku bixwîne û bibe leşker, polîs, serokdewlet û mirovên din bikuje. Mizgeft, dêr û sînagog tev hatine girtin û êdî kes nayê xapandin.

Mirov ewqasî tirsiyan e ku ji malên xwe dernakevin. Ne dikarin li ber xwedayê xwe bigerin, ne li ber koronayê, ji ber ew koronayê hîn wekî dijmin dibînin, lê nabînin bê çi wekhevî û dadmendî daxistiye nava wan. Guhertinên di dilê wan de çêdibe jî nabînin, tevî ku her roj banga hezkirina ji hev dikin.

Cara yekê ye dewlemend, feqîr, karker, karsaz, jin, mêr, zarok tev bi hev re di heman çalakiyê de hatin ba hev û bi heman hestî li çepikan dan. Ev hêza koronayê ji mirovan re wê bibe destpêka dîroka wekhevî û hezkirina ji hev.

Tu çi dibî bila bibî, hev mekuje, ji hev hez bike, ji bo hev kar bike, cîhanê li hev xerab meke, xweştir bike, di mala xwe de hepsî bimîne ku tu bi qiymetê azadiyê zanibî û mirovên din neavêjî zindanê. Bila di jiyana te de pere bêwate bibe, ku tu ji bo parastina pereyan avayiyên ji jîngeha mirovan xweştir û saxlemtir saz nekî. Bi hezaran mirov di avayiyên xirbe de bi erdhejekê wê bimirin, ewê ne xema te be, lê ji bo parastina çend milyon kaxezên te bi xwe çêkirine, tu avayiyên li hember erdheja herî dijwar berxwedêr lêdikî, ma korona vê yekê ji te re dihêle?

Koronayê niha berê xwe daye dewleta tirk a li ser gelên herêmê zilmê dike. Ewqase tanq û top û leşkerên şandin ser gelê Kurd û gelên din tev bêwate hişt, niha ketine nav tirsa çawa karibin xwe ji wir rizgar bikin. Koronayê ne tenê şer, nijadperestî jî bêwate kir.

Mirov niha li riyên tinekirina vegirên koronayê digerin. Lê ev vegir ne ji vê cîhanê ye, ew xwediyê zanisteke bilind e, ew dikare bê xwarin û vexwarin li xwe zêde bike, di nava kêliyeke biçûk de xwe ji yekê bigihîne milyonan, ew dikare bifire yan bi daxwazeke xwe cî biguhere.

Ewê kengî ji cîhana me biçe yan li cîhana me bimîne jî dev ji me berde?

Kengî mirov tev bigihêjin asta hezkirina bêberamberî, jiyaneke bê kuştin û mirin û şerkarî, parvekirin û dadmendiya navbera mirovan, jiyaneke bê zîndan, girtin, kuştin û mafxwarî.

Kengî em çi dewlemend, çi feqîr, çi reş, çi spî, çi zer, çi gewr, çi biçûk, çi mezin tev li xweşkirin û parastina xwezayê û mafê mirov, ajal û şînayiyan bigerin û li şûna riyên kuştin û înkarkirina hev, li jiyandin û pejirandina hev bigerin, ji dil ji hev hez bikin, hev bi pêş de bibin, dev ji dagirkerî, sermayedarî, nijadperestî, xwînxwarî û zordariyê berdin, korona wê me rehet berde û ew jî bi me re di nava aramiyê de bijî.