Gotarên sala 2016an

HESEN HUSEYîN DENîZ

RAYEDARÊN TIRKIYÊ BI QEDERA WELATÊ XWE DILEYIZIN

BI ÇAVEKÎ DIN KOLANÊN IRAQÊ

DADGEHÎKIRINA SADAM, REWŞA KURDAN Û DERSÊN JI 27 SALÊN TÊKOŞÎNA PKKÊ

YA ENCAMÊ TAYÎN BIKE, NE NIYETA KOMPLOSAZAN, WÊ VÎNA GELAN BE

XWEDÎDERKETINA LI ZIMANÊ XWE, XWEDÎDERKETINA LI RÛMETA XWE YE

DEWLETVANÎ DEREWKARÎ YE                         

KOMAR BI QIRÊJIYA ŞERÊ TAYBET RE RÛ BI RÛ TÊ

DI BINÊ HER KEVIREKÎ DE ÇETEYEK DERDIKEVE

BIKARANÎNA ZIMAN PÊWÎST E

ZAYÎNA ROJÊ JÎNDAYÎNA XWEZAYÊ YE                       

BIKARANÎNA ZIMANÊ ZIKMAKÎ ERK Û RÛMETEKE NETEWÎ YE

BERPIRSYARIYA NIVÎSKARÎ

Bİ HÊVİYA YEKSERBÛNA RÊZİKÊN RÊZİMAN Û AWAYÊ RASTNİVÎSANDİNA ZİMANÊ KURDÎ…

BI XÊR HATÎ ‘AZADIYA WELAT’

BILA DÎROK DUBARE NEBE

‘ŞÛJINA DI ÇAVÊ XWE DE NABÎNE, HEWL DIDE DERZIYA DI ÇAVÊ XELKÊ DE DERXE!’

JI BîR NABE JANA DANE SER DILAN!

BERSIVEKE PIŞTGIRÎ JI BO NIVÎSA BIRÊZ EZÎZÊ CEWO

DI VÎ ÎŞÎ DE ŞAŞITIYEK HEYE!

Li ser hevbeşbûna rêzikên rêzimanê Kurdî NAMEYA VEKIRÎ

HEWLÊRA RENGÎN NÛ AVA DIBE!                    

JI BO KONFERANSA QAZAXISTANÊ YA BI NAVÊ ‘NETEWA KURD: REWŞA NIHA Û PÊŞEROJÊ`

KOMARA TIRKIYÊ NE BI ZAGONA TÊKOŞÎNA LI DIJ TERORÊ, PÊWÎST E BI ZAGONA BIRAYÎBÛNA CIVAKÊ BIMEŞE

ÎLANKIRINA AGIRBEST Ê SERKEFTINEK E

AGIRBEST  BI HÊVIYA AŞTî û DEMOKRASIYÊ HAT BEYANKIRIN

AGIRBEST REWŞEKE Nû DIAFIRîNE

HÊVIYEKE ÇARESERIYÊ JI BO GELAN

PAYÎZÊ  SERÎ DA DER

PIRSGIRÊKA MEXMÛR BI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESER DIBE

LI GUNDEKÎ KURDISTANÊ PÊŞWAZÎKIRINA PAYÎZÊ

ÇARESERÎ DIVÊ ÇARESERIYÊ BÎNE

KEVNEŞOPIYÊN KURDÎ BILA NEMRIN

PIRSGIRÊKA DERKETINA AMERÎKA JI IRAQÊ   

BI HESTêN ‘KîNDARî DEMOKRASî LI Pêş NAKEVE

REWŞA JINA KURD                                         

PÊWÎSTÎ BI FELSEFEYEKE NÛ HEYE               

LI HEMBERÎ ZORDARIYA LI SER JINÊ, DIVÊ HERKES DI KESAYETE XWE DE RAWESTE                                 

RÊVEBIR Û XEBATKARÊN HÊJA Ê RADYOYA DENGÊ MEZOPOTAMYA

DESTKEFTIYÊN HENE DIVÊ WERIN PARASTIN

JI BO SERBESTBÛNA ZIMAN, BIKARANÎNA ZIMAN PÊWÎST E

Ji bo rêvebirî û endamên PEN-KURD NAMEYA PÊŞNIYARI YA PIŞTGIRIYÊ

2007 LI GELÊ KURD PÎROZ BE!

XWEZÎ BI WAN ROJAN!                                    

Bi Hêviya Kurdistaneke Azad Û Yekbûyî.

RAYEDARÊN TIRKIYÊ BI QEDERA WELATÊ XWE DILEYIZIN

Ev demeke dirêje ku Rêberê Koma Komalên Kurdistanê birêz Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re nikare hevdîtinê çêbike û bi vê sedemê ji hebûn û tinebûna wî, ji tenduristî û rewşa wî ti agahî nayê sitendin. Sedem çi tê nîşandayîn bila were nîşandayîn ev yek berya her tiştî bêmafî û bêdadiyeke herî mezin a li hemberî mafên mirov e.

Berya bikevim mijarê, dixwazim ji dîroka bav û kalê Tirkan mînakekê bidim. Lê ne tenê di dîroka Osmaniyan de, di demên kevin de tê zanîn ku dema di şer de fermandarekî aliyekî dîl hate girtin nêzîkatiyeke wekî mêvanekî lê tê kirin. Osmanî jî di vî warî de ji zarokên xwe yên niha gelekî pêşketîtir bûn. Dema Yawûz Selîm, Romen Diyojen dîl digre, wî di giravekê de bi salan ji her tiştî mehrûm nahêle. Ev tê zanîn. Bila rayedarên niha yên Tirkiyê vê yekê bînin ber çav û -ku hebe- pozê wana bişewite.

Tevî vê rêberê KKK, ne tenê di rewşa dîlgirtinê de, ji vê zêdetir divê neyê jibîrkirin ku ew bi komployeke global hate revandin. Ger mirov li rastiyê bigere, di zagonên gerdûnî yên ehlaqî de revandina mirovekî sûc û şerma herî mezin e. Lê mixabin ev yek li ber çavê rayedarên cîhanê û bi pişgiriya gelekan ji wana pêk hat.

Niha li gorî soz, peyman, pevkirin, îmze û mohra Ewropiyan Kurd nînin. Ji bo vê mafê Kurdan nîne. Welatê Kurdan nîne.  Tiştekî ku tinebe nikare tiştekî bixwaze jî. Ji bo vê têkoşîna Kurdan rewa nayê dîtin û bi terorîstî tê binavkirin. Ji bo vê rêberekî ku ji Kurdan re maf bixwaze û di vî warî de têbikoşe divê bikeve binê heft zindanan. Divê yek gotin ji devê wî dernekeve ku kes bi vê eyba mezin a Ewropiyan û têkildarên wan nehise.

Mesele tev ev e. Ger hûn bala xwe bidinê di demeke ku di navbera Tirkiyê û Ewropa de nêzîkbûnek li pêş ket, hevdîtinên Birêz Ocalan hatin sekinandin. Ji ber ku hevdîtin berdewam kiribana, belkî Serokatî alîkariyek bidaya vê pêvajoyê û ev pêvajo bi leztir û hêsantir li pêş biketa. Lê mixabin ne Yekîtiya Ewropa, ne jî rayedarên Tirkiyê ji dil naxwazin pêvajoya ketina YE. li pêş bikeve. Sedemên vê gelek in. Ewropa di vî alî de du rû nêzîkî Tirkiyê dibe û Tirkiyê jî du rû nêzîkî xwe dibe.

Durûtiya Ewropa çi ye? Ewropa ne ji aliyê çandî, ne ji aliyê aborî, ne jî ji aliyê ramyarî ne amade ye ku Tirkiyê bigre nava xwe û gelek ji wana vê yekbûnê naxwazin jî. Lê ji aliyekî ve jî naxwazin Tirkiyê ji xwe dûr bixin. Çima? Ger Tirkiye ji Ewropa dûr bikeve, ji pêwîstî wê xwe nêzîkî Rojhilata Navîn û Asya Pêşîn bike, heta Qefqasan destê xwe dirêj bike. Di van hêreman de dikare bibe hêzek ku li hemberî berjewendiya Ewropa –û bi taybetî ya Amerîka- tevbigere. Ev yek ne li hesabê Ewropa ne jî li yê Amerîka tê. Ger hûn bala xwe bidinê, ji bo vê Wezîra Karê Derve ya Amerîkayê bandora xwe li ser hemû wezîrên hemkarê xwe çêkir ku tevlêbûna Tirkiyê bipejirînin. Îngiltere jî di vî warî de pir hewil da; sedem dîsa ev yek bû.

Tevî vê naxwazin ku Tirkiye bi vê rewşa xwe bikeve YE jî. Rast e hevdîtin dest pê kirine, lê Xwedê dizane bê çend salan wê bidomînin.

Di pêvajoyeke wiha de hevdîtinen bi birêz Ocalan re asteng kirin. Li kêleka gelek sedeman sedemeke grîng ev pêvajoya ketina Y.E. ye. Ger Ewropî li ser Tirkiyê bandorê bikin û  du-sê heyetên xwe ji bo tenduristiya birêz Ocalan rêbikin Tirkiyê wê di cih de ev qedexe rabe. Lê di vê pêvajoyê de vê yekê nakin û kirina wê li hesabê wana nayê, ji sedemên ku me li jorê dan diyarkirin.

Wekî din li Tirkiyê jî bi vê pêvajoyê re konseptek ketiye dewrê û ji sedema vê konseptê xwestin ku pêşveçûnan ji Rêbertiyê qut bikin. Gerek asta têkoşîna Kurdan a di roja me de gîhiştiyê, gerek asta pêşveçûnên li cîhanê hatine qadeke wiha ku siyaseta îmha û înkarkirina li ser Kurdan êdî nikare were meşandin. Êdî nema dikarin bêjin, ‘Kürtler dağlı Türktür, Kürt diye bir şey yoktur.” Û her ku diçe pejirandina hebûna Kurdan û dayîna mafên wan ji bo Tirkiyê dibe qederek ku nikare jê bireve. Lê rayedarên Tirkiyê di vê xalê de di nava lêgerîneke cuda de ne û bi vê gera xwe ya cuda jî bi qedera xwe dileyizin.

Di vê pêvajoyê de tişta rast ku rayedarên Tirkiyê bimeşînin, lihevdûhatineke bingehîn bi Gelê Kurd û rêberê wê re ye. Rêka vê jî diyar e. Li ser navê gelê Kurd ê ku sîh sal in têkoşîn daye û ji aliyê gel ve hatiye pejirandin, muhatabê vê lihevhatinê ye. Ger rayedarên Tirkiyê li gorî vê tevbigerin wê qedera wan ronahî be.

Lê ku wekî di van mehên dawî de dikin –û berê jî dikirin- ; vê helwesta xwe bidomînîn qedera wan qet ronahî diyar nake. Rayedarên Tirkiyê bi zanabûn an bi nezanbûn di kewara barûtê de bi agir dileyizin. Dixwazin bi kesên ku di jiyana xwe de ji bo azadî û serfiraziya Kurdistanê mûyekî xwe nelebitandine, hêzeke xwediyê Kurdistanê û pêşengê gelê Kurd çêbikin û doza gelê Kurd bi vana re çareser bikin. Ji bo vê dibêjin, ‘Ji birêz Ocalan re hevdîtin qedexe! Bila kes rêz nede Birêz Ocalan! Peyva Birêz bi kar neyne! Li wî xwedî dernekeve! Bila were jibîrkirin!’

Dema ku bikaribin çepereke wiha li derdora Birêz Ocalan çêbikin, pê re wê zilamên xwe derxin pêş û wê bêjin, ‘ Vaye Kurdên hemdem û dilê wan li ser Kurdistanê ev in. Bi van Kurdan re em dikarin aştî bikin!’

Belê dikarin bi wan Kurdan re aştî bikin, ji ber ku bi wan Kurdan re ti caran li ser mafekî Kurdinî şer nekirine- Aştiya bi wan Kurdan re bikin berdewamkirina nîzama wan û careke din kirîna Kurdên wiha ye.

Lê aştiyeke ku bi Birêz Ocalan re bikin wê bibe heşkerekirina hemû zulm, zordarî û bêmafiya Tirkan a li ser Kurd û Kurdistanê meşandine. Aştiyek bi Birêz Ocalan re wê bibe xweînkarkirina di her warî de ya rayedarên Tirkiyê û polîtîkayên wan ên bi sed salan.

Herkes li cem xwe dikare van mînakan zêdetir bike û rewşa tengezar a Tirkiyê tê de zelaltir bibîne. Bi vê yekê re pêwîst e kes hesabekî şaş neke. Gelê Kurd ne gelê berya sed salan e. Niha hişyar û zana ye. Dizane bê kê ji bo wê xwîna xwe rijandiye, canê xwe daye, ji jiyana xwe û her tiştên xwe fedekarî kiriye. Gel ji bo vê girtin û mirinê dide ber çav û li rêbertiya xwe xwedî derdikeve. Ger rayedarên Tirkiyê nexwazin vê rastiyê bibînin û  tersî vê bixwazin vê rastiyê berûvajî bikin sedî sed wê bi qedera xwe bileyizin. Wê welatê xwe û gelê xwe ber bi şerekî navxweyî ve biajon ku pişt re bi heft qalib sabûn jî nikarin qirêj û gemara xwe paqij bikin.

Hîn ku dem zû ye û nebûye dereng, ji bo selametiya her du gelan em hêvîdar in ku rayedarên Tirkiyê û yên Yekîtiya Ewropa hişê xwe komî serê xwe bikin û dawî li vê rewşa nayê pejirandin a li ser rêbertiya KKK bînin. Ger tevî hemû hişyariyan vê yekê nekin û di leyistok, komplo û senaryoyên xwe de israr bikin, bila bizanibin ku kesê xerabiyê bike zû-dereng her di xerabiya xwe re derdikeve.

23/Mijdar/2005

BI ÇAVEKÎ DIN KOLANÊN IRAQÊ

Xaka iraqê her çiqasî germ be jî payiz dest bi dawîbûnê dike û hewa êdî her dice sartir dibe. Lê çiqasî hewa sar bibe jî rewşa aloz a heye ji harbûna xwe tiştekî danaxîne. Ger rojek bê teqîn û gurmîn derbas be, mirov dikevin nava şik û gumanan ka çima bêdengî heye! Êdî buyer bûne tiştekî ji rêzê. Ji xwe berya bibe êvar kes li kolanan namîne. Herkes berê xwe bi lez dide male. Dikan tev tên girtin. Lê bi roj jiyan her berdewam dike.tevî her tiştî mirov dadikevin kolanan, pêdiviyên xwe dikirin, diçin ser kar û xebata xwe.

Dema mirov li kolanan digere, bixwaze-nexwaze ji xwe hinek pirsan dike ango hinek pirs ji ber xwe ve tên ser hişê mirov. Hin pirs ji vana li ser rewşa şer û aloziya heye bin jî, zêdetir pirsên bersiva wan di dîrokê de êrîşî hişê mirov dikin. Ji vana jî pirsa herî grîng di aliyê çanda şaredariyê de û civakîbûnê de ye. Welatekî ku şaredariya yekem lê dest pê kiriye divê niha xwediyê çandeke bi bingehîn ba ya. Dema mirov li kolanan digere di her gave de dikare kevirekî ji berya zayînê bi sed salan maye bibîne û ev yek hestên pir dîrokî bi mirov re çêdike. Mirov dixwaze biçe hemêz bike… lê ji qirêj, gemar û bêhna pîs mirov nikare xwe nêzîkê bike. Pir heyf e ku ew dîrok wiha di nava qirêjê de dirize û diçe.

Qirêj û gemar ne tenê li warên dîrokî, li hemû kolanan berçav diyar dike. Mirov pir mereq dike cihekî dayika şaredariyê be, çawa di bajarê wê de ev sê hezar sal in sazûmaneke binerd a kanalîzasyonê nehatiya avakirin. Pîsiya dikanan û malan tev di ser ruyê erdê re diherike. Ji bo vê jî li nexweşxaneyan rê û rêwanî nîne. Xweş! Nexweşxane jî ne kêmî kolanan in. Yekî saxlem bibe wir di saetekê de dikare têra xwe nexweş bikeve.

Destpêkê min digot qey ev yek ji sedema şer e. Lê her ku mirov li Iraqê dimîne, digere û dibîne ku ji şer zêdetir çandek e. di Iraqê de çanda paqijiyê lawaz e. bi rehetî gemara mala xwe dikarin bi trempêla xwe bibin biavêjin cihekî dûr ango bixin hundirê warîlekê û bişewitînin, lê li şûna vê deriyê xwe yê hewşê ango yê dikanê vedikin û fir didin diavêjin kolanê. Kesek ji vê yekê aciz jî nabe. Ji ber vê dibêjim çanda paqijiyê lawaz e û sedema vê ne şer e, çanda ji bîrûbaweriyê tê ye.

Dilê min pir bî Iraqê ve dimîne. Cihekî ewqasî dîrokî divîbû ne di vê rewşê de ba ya! Lê ez gîhiştim vê baweriyê ku şer bi dawî bibe jî, nebe jî; ger gelê Iraqê di warê zîhniyetê de guhertineke bingehîn jiyan neke Iraq careke din bi ser xwe ve nayê. Pêwîstiya mirovan bi guhertineke bingehîn a çanda di her warî de heye. Di vî warî de hinek guhertin hene; rewş ne wekî dema Sadam e.Lê ev guhertin hîn derbasî çand û zîhniyetê nebûne. Mirovên Iraqî hîn nû bi nû bi televizyona pirqanal, computer, internet û telephone hevnasînekê çêdike. Bi deh salan e ji vana dûr hatibû hiştin. Ji xwe di dîrokê de jî, ji roja ku îslamiyetê paşketin jiya û pêşveçûna xwe ya zanyarî da dest ewropiyan her gav bi paş de diavêtin. Ewropiyan zanyarî ji vê xakê girtin û îroj gîhandin qadeke wiha ku navbereke kûr xistin navbera xwe û Rojhilata Navîn. Îslamiyet hîn jî li Iraqê bi bandor e û hîn jî weyna paşdekêşandinê dileyize. Bi pêşveçûnên teknîkî nivşê nû dixwaze xwe ji vê yekê veqetîne jî, nivşa kevin zû bi zû rê nadeyê û derî li ber digre. Heyf e ku di warê pêşketina çand û bîrûbaweriyê de hêzeke rêbertiyê bike jî nîne.  Hêzên hene yên dibêjin ku ji bo azadiya Iraqê têdikoşin wiha diyar e ku Iraq bikeve destê wana, wê ji dema bihevketina xalîfeyan xerabtir bikin. Niha hinekî çavê wanî vedibe jî wê koretir bikin. Vêgavê hêzek ku li berjewendiya gel û xaka Iraqê bigere û di xeyal û bernameya xwe de avakirineke Iraqeke demokratîk a hemdem hebe nîne. Ji ber vê dilê mirov bi vê xaka dîrokî ve dimîne. Mirov  di warê pêşeroja xwe de di nava fikarên kûr de ne. Li kolanan ku tu bi xortan re biaxivî pirahî di hişê wan de çûna ‘xaric’ heye. Dibêjin ku Iraq êdî bi ser xwe nayê. Ji xwe ew di avakirina Iraqa Nû de xwe berpirsyar nabînin. A heyf jî ev e. Welatek ku zarokên wê di avakirina wê de xwe berpirsyar nebînin, hûn li hale wî welatî bifikirin!

Li aliyê din xwenûkirineke diyar li aliyê Kurdistanê tê dîtin. Kurdistana bi sedsalan di nava şer de û bêxwedî, niha wekî nexweşeke xwîn biçe ser birînên wê, goştê laşê xwe teze dike. Gundên nû tên avakirin. Di dema partiya Baas de warên hatibûn hilweşandin û koçkirin, ji nû ve tên ser jiyanê. Li her alî rêk, pir, qanalîzasyon û avahiyên nû tên çêkirin. Lê ya ji vê grîngtir çanda demokratîk a di giyana kurdan de ye. Ku mirov li bajarekî kurdan bigere li kolanan dikare mirovên bi her awahî cil li xwe kirine bibîne. Kes di vî warî de dest azadiya kesî nade. Li aliyê ereban ne wiha ye. Ev ferqî hêviya pêşketinê û xweguhertinê dide. Kurd ji pêşketin û xweguhertinê re ji tevan zêdetir vekirî ne. Ev yek hêvî dide mirov ku Kurdistana Mezin û hemdem ketiye ser rê. Îroj li Başûr, sibe li Bakur, duzbe li Rojhilat û sêzbe li Rojava…

Ji şopandinên Musil&Hewlêr

25 11 2005

DADGEHÎKIRINA SADAM, REWŞA KURDAN Û DERSÊN JI 27 SALÊN TÊKOŞÎNA PKKÊ

Dema dadgehîkirin destpê kir, gelek kesên Iraqî baz dan ber televizyonan û li serokê xwe yê demekê temaşe kirin. Hinekan dilê xwe pê dişewitandin û hinekan xeber jê re didan. Hinekan hîn bawer ango hêvî dikirin ku Sadam careke din vegere ser serdariyê û diyar bû hîn tirsa wî di dilê xwe de dijiyan. Iraqeke bê Sadam nikarîbûn xeyal bikin û bipejirînin. 

Ev rewşeke balkêş a psîkolojîk diyar dike. Dema mirov bi salan di binê desthilatdariyê de ango dîktatoriyekê de dimînin, ji pêşeroja xwe wiha bêhêvî dibin ku rewşeke nû derkeve pêşberî wana jî zû bi zû bawer nakin. 

Dema min ev rewş di giyana hin kesên Iraqî de dît, di cih de pirsgirêka Kurdistanê û desthilatdariya li ser tê meşandin û rewşa giyana pirahiya kurdên me hat ber çavên min. Bi taybetî li hemberî dewleta Tirkiyê di nava kurdan de tirseke wiha çêbûye ku ji ya Sadam li ser gelê Iraqê çêkiriye xerabtir e. PKKê her çiqasî di vî warî de guhertin û pêşketin dabe çêkirin jî hîn gelek kes wiha dibêjin:

– Yabo wele dewleta Tirkiyê serî danayne. Kî pê dikare bavo, xurt e! Tirkiyê ma kengî pirsgirêka Kurd çareser dike? Tu rojê sed kesî jê bikujî jî ne xema wê ye! Bavo dinya tev li pişta wê ye, wele em pê nikarin…

Ji ber çi dixwazim bale bikêşînim ser vê nêrînê? Ji ber ku ev nêrîn ne tenê ya çend kesên bêbawer an xwenenas e. Îroj li Kurdistanê ji her demê bêhtir derfeta çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina Kurdistaneke azad û yekbûyî heye. Di giyanê de, di têkiliyan de, di pişgiriyê de, di xwedîderketina li hev de û di gelek waran de him daxwaz û him rewşa yekbûnê pir bi xurtahî heye.

Gelê Bakur li ser piyan e. Gelê Rojhilat li ser piyan e. Gelê Rojava bi mirin û mayinê ji rabûnê re amade ye. Gelê Başûr rewşeke diyar bi dest xistiye. Di vê xalê de pêwîst e her çar parçe dest bidin hev û yek bi yek hevûdu rakin ser lingan. Lê heta niha tişta diyar dike, yê rabûye ser lingan dibêje; ez rabûm ser xwe bes e, yên din jî ger dixwazin, bila wekî min bikin, wê rabin.

Ev polîtîka di welatekî wekî Kurdistanê de encam nagre, berûvajî vê ji xeteriyan re rê vedike. Bav û kalên me herdem ji me re serpêhatiya çar çêlekên li mêrgê û gurê birçî digotin. Hemû Kurd vê çîrokê dizanin ji ber vê hacet nîne were dubarekirin. Kî rizgarbûna xwe, dixwaze bi tenê sere xwe jiyan bike, wê ew di encamê de bi tena xwe bimîne û ji neyaran re bibe pariyekî hêsan. 

Niha li Iraqê dema hilbijartinan e; him dadgehîkirina Sadam û him kiryarên wî ji bo denggirtinê tê bikaranîn. Ji xwe bi vê sedemê vê care dema dadê bi kurtî li paş xistin. Xuya ye heta hilbijartin çêbibin dixwazin di rojevê de be. Dil dixwest ku dadgehîkirin û diyarkirina kiryarên Sadam nebaya malzemeyeke berjewendiya kesan, berûvajî vê bibaya nîşaneyeke hesappîrsîna mirovahiyê ji xwînxwar û xwînrêjan. Dema mirov di van rojan de li televizyonên Başûr dinêre rojê deh caran qirkirina Halepçe û valakirin û koçberkirina gundan nîşan didin. Nîşandayîna van tiştekî baş e lê çima tenê di dema hilbijartinan de hat bîra van televizyonan. Baş e ku piştî hilbijartinan jî jibîr nekin û bidomînin emê spaziya wan bikin.

Ev yek nîşaneya derxistina pêş a berjewendiya kes, eşîret û partiyan e. Di vê de berjewendiyeke netewî û hesabeke li ser vê yekê nîne. Ev yek jî mirov dixe nava fikaran ku xetariya ji bo pêşeroja Kurdistanê bi xwe re tîne. Îroj partiyek an eşîrek ku bibe deshilatdarê welatê xwe dive xwe ji bin bandora eşîrtî û partîbûnê derxe û bi awayekî netewî tevbigere. Lê mixabin heta niha ev yek pir zêde lawaz e.

Lawazbûn ji ku derê tê? Dîsa tirsa ku zordarî û deshilatdariyê di dil û giyana mirov û rêxistinan de çêkiriye ji vê yekê re dibe bersiv. Bi taybetî tirs û xova dewleta Tirkiyê ji Kurdên Bakur zêdetir ketiye nava dilê Kurdên Başûr. Rast e; dewleta Tirkiyê di herêmê de dewleta herî xwînxwar, zordar, xwînrêj û înkarker e. Lê ev rastî nayê wateya ku mirov xwe jê bitirsîne û teslîmê wê bike. Berûvajî vê dive mirov bêhtir xwe bi cesaret bike û rêkên çûna bi ser de derxîne hole. Ger dijmin çiqasî parçebûna me dixwaze dive em ewqasî yekîtiya xwe ava bikin. Ne ku em xwe jê bitirsînin û parçeyî bigrin ku bi ser me de neyê. Niha di nava hinek rêxistinên me de polîtikayeke wiha heye, dibêjin; eman ha eman bila hût hişyar nebe, ji bo vê jî nefesa xwe jî nedin û nestînin.  Ê bavo, ji xwe hût jî vê yekê ji te dixwaze. Di vê demê de xwesteka hût ne daqurtandina te ye; lawazkirin û bêdengkirina te ye. Ger tu ji tirsa wî re vê yekê pêk bînî ev nayê wateya jiyandin û serkeftina te, tê wateya biserxistina hut e. Lê tu ku hinekî rêka jiyanê ji xwe re dibînî, dibêjî; ‘temam vaye ez bi ser ketim.’ Lê dîrok diyar dike ku serkeftina te bi tena te nabe. Ger hûn her çar hişyariya hevûdu nekin, bi destê hev negrin û hevûdu li ser piyan nehêlin, hûnê ji aliyê gurê birçî ve yeko yeko werin daqurtandin. 

Ji bo ev yek bi sere me Kurdan de neyê, destpêkê dive em tirs û xova dijmin ji dil û giyana hinek kes û rêxistinên me derxin. PKK di rastiyekê de ji bo vê yekê derket holê û kar kir. Yanî bi awayekî çalakiya PKKê ya herî mezin, kuştina tirs û xova dijmin a di dilê gel de çandibû bû. Teqîna guleya yekem dihat vê wateyê. Bi vê teqînê digot ku, ‘ey dijmin êdî ez ji te natirsim!’  Ev gotin wiha ne hêsan e. Min got ku hinek kes û rêxistinên kurd bûne dewlet jî newêrin vê gotinê heşkere bîqêrin. Bawerke hinek hene ku newêrin bi dizî jî bînin ser ziman. Dibêjin guhê dîwaran heye! Ya ku dijmin bibihîse?

Lê PKKê ev gotin û qerdayîn cesaret kir. Ji xwe çalakiya PKKê ya herî mezin yek jê jî heşkerekirin û qêrdayîna rastiyan e. Dibe ku gelek kes rastiyan bizanibin, lê ji sedema newêrekbêna xwe di dilê xwe de dihêlin. Lê PKK di vî warî de bi zimanê xwe nikare, dive îla bi herkesî bide bihîstin. Ji bo vê yekê jî dibe hedefa neyaran. Ji Tirkiyê bigir heta Amerîka û Ewropa herkes ji aliyê xwe ve bi ser PKKê de çima diçe? Ji bo ku devê wê bigrin.  Dibêjin tu çima eybên me heşkere dike û diqêre?

Bi vê sedemê cîhanê tev dît ku di rojên dawî de bi ser Roj Tv de jî çûn. Sedem çi bû? Tenê qêrdayîna bûyera Şemzînanê bû. Pratîka Roj TV bi giştî di hedefa Tirkiyê de ye, lê rojevîkirina girtina wê ya di van rojên dawî de bi sedema heşkerekirina vê bûyerê bû. Ger Roj TV jî wekî çapemeniya Tirkan ev bûyer di ser guhê xwe re biavêta ango rastî ewqasî bi dengekî bilind neqêriyaba, rayedarên Tirkiyê jî ewqasî bi haritî bi ser de nediçûn û bavê wan jî bi lez di hawara wan de nedihat.

Di vî warî de Roj TV û gelê Şemzînan pratîka PKKê şopandin: Heşkerekirin û qêrdayîna rastiyan! Bi vê wêrekiya xwe jî bûn hedefa dijmin: Dijmin belkî bi dijwarî bi ser wan de çû, ji gel çend kes qetil  kirin, çend kes girtin, ji bo Roj TV jî zextên girtinê da destpêkirin lê bawerkin bi vê yekê dijmin xurt nebû, lawaztir ket.  Ka em berûvajî vê bifikirin:

Ger di bûyera Şemzînanê de gel cesaret nekiriba terorîstên ji dewletê bigre û dest deyne ser dokumanên wan, pê re Roj Tv jî cesaret nekiriba van dokuman û bûyeran ji raya giştî re heşkere bike wê rewşa gel û tv baştir baya yan xerabtir baya? Bila vê pirsê ew kes an rêxistinên hîn tirs û xova dewleta Tirkiyê di dilê xwe de nekuştine bibersivînin.

Bêguman mirov tirs û xova dijminê xwe bibihîse ne şerm e, lê di dilê xwe de nekuştina vê tirs û xovê û pejirandina jiyana bi vê yekê re şerm e. Ev şerm êdî dive ji ser mirovê Kurd rabe. Qey têkoşîna 27 salan ne bes e ku mirov êdî tirsa xwe bikuje û wêrekbûnê di cihê wê de biçîne?

Niha kî dikare terorîstbûna dewleta Tirkiyê înkar bike? PKK ev bîstûheft sal in vê rastiyê diqêre. Ji aliyê dewletê ve bi sedan gund hatin valakirin û şewitandin. Mirovên Kurd di her çar aliyê cîhanê re derxistin. Bi sedan mirovên kurd bi guleyên xayin kuştin û bi hezaran di zindanan de rizandin. Ma ev tev ne kiryarên terorîstî ne? Na, ku nave wê ‘dewlet’ be ev nabin terorîzm! Ji xwe ji bo vê em li dijî dewletê ne. Dewlet tê wateya her karê xerab û qirêj ê li dijî mirovahiyê bi awayekî fermî tê kirin. Dewletawiha ji me rene lazim e, kî dixwaze bila ji wan re pîroz be. 

Niha bûyera li Şemzînanê qewimiye ku ji aliyê sê-çar kesên ne zilamên dewletê ve hatiba kirin û gel ew girtibana teslîmî dewletê kiribana, leşker û polîsan di cih de wê ew bi jop û potînan ji kuştinê xerabtir kiribana. Lê ji bo yên xwe gotin, ‘ew zarokên baş in.’

Baş e, ey mirovahî, ey Ewropa, Ey Amerîka û ew rêxistinên me yên Kurd, ka kî ji we derket ser radyo û televizyonan û qêriyan ku dewleta Tirkiyê terorîst e, dive bikeve lîsteya terorîzm ê?

Amerîka pir xurt e ku her di dawiya sale de lîsteyekê amade bike û kesên dijberî xwe terorîst diyar bike.  Û vê yekê jî wekî xwe wekîlê mafê mirovan dibîne li ser xwe wezîfeyek dibîne. Baş e niha jî em ber bi dawiya sale ve dicin û dîsa dema amadekirina lîsteya terorîzmê ye. Ger di lîsteya Amerîka ya îsal de dewleta Tirkiyê cih negre êdî kî wê ji Amerîka û lîsteyên wê bawer bike? Ango wê ji tirs û xova Amerîka vê yekê jî daqurtînin û ji Tirkiyê û polîtîkayên Amerîka re li çepikan bixin?

Mirov çi dibe bila bibe, mirov ew e ku bizanibe sere wî jî wê biçe, ji rastiyê danekeve xwarê. Ya ku mirovahî aniye vê rojê û vê qonaxê ne tirs û xova zordaran, kar û xebata rastîparêzan e.

Di sersala 28. a PKKê de ev rastiyên Rojhilata Navîn li hole ne û dîtina van rastiyan, anîna van a ser ziman pêwîst e tenê du stuyê PKKê de nemîne, her Kurdê xwe Kurd û mirov dibîne pêwîst e xwe bike hevparê vê yekê û tovên wêrbûna van 27 salan di birêjîne baxçeyê dilê xwe. Wê demê ne Sadam dikare Halepçeyan bide jiyandin, ne Tirkiyê dikare terorîstî û xwînxwariyê bike û ne jî Kurd bê yekîtî dimînin…

YA ENCAMÊ TAYÎN BIKE, NE NIYETA KOMPLOSAZAN, WÊ VÎNA GELAN BE

Gelo di cîhanê de çima Kurd bê kes û bê xwedî ne. Ji reşikan bigir heta çermesoran di warê netewî de herkes bûye xwedî maf û hebûna xwe bi netewên din ên cîhanê re dane pejirandin. Lê pejirandina maf û hebûna mirovê Kurd hîn jî mijareke gengeşiyê ye. Mînaka vê ya herî balkeş jî, nêzîkatiya rayedarên dewletan a di 15ê Sibatê de ji Serok APO re bû. 

Ka em bîra xwe vekolin û binêrîn ev xopan, ev qedera bêbext çima dest ji Kurdan bernade.

Di dawiya her du şerên cîhanî de desthilatdaran cîhan û bi taybetî Rojhilata Navîn di navbera xwe de parve kirin. Piştî vê parvekirinê hinek neteweyên xwedî rêberên bi hêz û raman di bin ala bîrdoziya civakîbûnê de têkoşîneke dijwar dan û pirahî bi ser ketin. Lê mixabin ev yek li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê wiha nemeşiya.

Xaka dergûşa mirovahiyê ya ku bi pêsêrên xwe yên dewlemend bi hezarên salan jiyan daye zarokên mirovahiyê, êdî ji hal de ketibû. Warê çandiniya yekem, kedîkirina yekem, bicîhbûna yekem û xwedîkirina yekem êdî bibû warê xwewindakirina yekem. Dîsa warê fêrbûn û zanakirina yekem bibû warê cehaleta herî mezin. Ew xaka zêrîn ya ku bexçeyên bihuştê li ber wê hatine çandin, di binê potînên dagirkeran de bibû çoleke ku zarokên wê jê direviyan. Her du avên wê yên mirovahî hemêz kiribûn êdî bibûn lehiya rondikên çavên dayikên Kurdan.

Di demeke ku netewên bindest azadiya xwe bidest dixistin de, Kurd bi bandora bîrdoziya îslamiyetê, di çirava tewekeliyê de, xwe spartibûn Xwedê û ji aliyekî ve jî pev diketin. Kesên ku wekî rêberên Kurdan nav li xwe dikirin jî, yan wekî Îsmetê Kerr xwe firotin, yan wekî Seyid Riza ji piştê ve hatin xencerkirin, yan wekî Şex Seîd bi binketinê çûn ber benê dardekirinê. Gel bê serok bê hêz û bê hêvî ma.

Dewletên desthilatdar ên herêmê û yên cîhanê, ev rewşa tine ya Kurdan dîtin û avahiyên xwe yên netewî û desthilatdarî, li ser vê yekê ava kirin. Ji vana rayedar û rewşenbîrên Tirk, ev destkeftiya xwe, di sala yekem a piştî damezirandina komara xwe de, bi wêneyekî serbetonkirina Kurdistanê, beyan kirin. Bi vî awahî xaniyê Komara Tirkiyê li ser betona ku Kurdistan di binê de veşartine, ava û bilind bû. Ev yek çi ecêb e ku ji aliyê desthilatdarên cîhanê ve jî hat pejirandin. Dîsa sed heyf mixabin, ew dewletên bi navê azadî, wekhevî, jiyaneke civakî ya gelan hatibûn damezirandin jî, li hemberî vê bêmafiya bi serê Kurdan de hatiye, bêdeng man û heta tev li pejirandinê bûn.

Bi vî awahî cîhana sermayedar û ya sosyalîst û desthilatdarên herêmê, -tev li noker û xulamên wan- gişt bi hev re dara berjewendiya xwe, li ser vê betona ku Kurd û Kurdistan di binê wê de tine an mirî hesibandine, xwestin şîn û bilind bikin. Tê zanîn ku heta salên 1970yî jî ev dara berjewendiya desthilatdaran bê ku li ti astengiyên cidî rast were şîn hat û geş û bilind bû.

Piştî salên heftêyî di nava dilê Tirkiyê de xwendevanekî Kurd wekî tovê av û germahiyê bibîne, vîna şînbûnê nîşan da. Bi pêşengtiya vî xwendevanê Kurd, kesên Kurd û Tirk ên jiyaneke azad, wekhev û civakî dixwestin, hatin cem hev û bi navê Kurdistanê xwe tevger kirin. Ev tevgerkirin dihat wateya zîldayîna tovê di binê betona li binê çiyayê Agirî, bi destê rewşenbîr û rayedarên Tirk hatiye sergirtin.

Ev tovê zîl daye, di sala 1976an de, rehê xwe berda kûrahiya dilê Kurdistanê. Ji wir hêz û berhem girt, bi bersivdayîna wê, şaxê xwe ber bi ruyê erdê ve dirêj kir.

Di sala 1978an de bi Partîbûnê, di sala 1984an de bi Artêşbûnê û piştî vê bi salekê bi Enîbûnê vê dara vejînê, zor da betonê ku xwe bigîhêne tava rojê ya ku azadiya hemû zindiyan e.

Di van salan de dagirkerên Tirk, ên herêmê û yên cîhanê bi mezinbûna vê dara di binê betona ku avahiyên berjewendiyên xwe li ser ava kirine hisiyan û bi tirs û xov dest dan hev. Têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirkiyê re zêde kirin û ev dar wekî ‘terorîst’ bi nav kirin ku tev bikaribin li hemberî mezinbûna wê rawestin. Dizanîbûn ku ev dar betonê biqelişîne hemû avahiyên li ser hatibûn lêkirin wê hilweşiyana!

Dawî tirsa wan bi serê wan de hat. Di salên destpêka 1990î de bi serhildanên gel ên li tevahiya Kurdistanê pêl bi pêl bilind bûn, şaxên dara vejînê, betona 70 salan çirand û tava rojê hemêz kirin. 

Bi qelişîna betonê re erdhejeke wiha çêbû ku ji Tirkiyê heta Amerîka, heta Rûsya û ji wir vegere heta têkildarên wan ên herêmî, avahiyên berjewendiyên wan tev hejiyan. Ji ber vê yekê ketin nava tirs û xoveke wiha ku mezinbûna vê darê ranewestînin, sedî sed wê avahiyên wana ên li ser tine hesibandina Kurdistanê ava kiribûn, tevan hilweşîne.

Ji bo vê; çi rastgir, çi çepgir, çi dîktator, çi demokrat, çi desthilatdar, çi noker, çi kes, çi rêxistin, çi dewlet a dar û avahiya xwe ya berjewendiya xwe li ser vê betonê ava kiriye, tev dest dan hev û bi komployeke wiha nav-dewletî, nav-rêxistinî, nav-netewî xwestin di roja 15ê Sibata 1999an de, vê dara vejîna gelê Kurd bibirin ku avahiyên berjewendiya xwe ji hilweşînê bifilitînin!

Rêberê Gelê Kurd di encama vê komployê de li Kenyayê bi xiyaneta rayedarên Yewnanî ji Aliyê hêzên saloxdarî yên Amerîkî û Îsraîlî dîl hat girtin û anîn Tirkiyê, di zîndana Amerîka ya veşartî de li Girava Îmranlî bi cih kirin. Bi vê yekê wiha hizirîn ku dara vejînê qut kirine û êdî bi ser ketine.

Lê tê zanîn ku li ser ruyê betonê tenê şaxên darê hebûn û qurm û rehê darê di binê betonê de, di nava dilê Kurdistanê de bûn. Bi salan perwerde û bîrdoziya Rêber Apo dabû vî gelî, rehên darê wiha bi saxlemî bi axê ve dabûn girêdan ku bi her birînê ji nû ve bi sedan şax dida û geştir bilind dibû.

Bi dîlketina Rêber Apo têkoşîna gelê Kurd dijwartir, bi hêztir û bilindtir bû. Xwesteka gel a azadî, wekhevî û demokrasiyê zêdetir bû û daket kolanan.

Desthilatdarên Tirk û yên di komployê de cih girtine li ser vê yekê hê jî di nava fikaran de ne. Sazûmana wan a heftê salan ku li ser tine hesibandina Kurdan ava kirine bi hilweşîneke dîrokî re rû bi rû ye. Yan wê hebûna Kurd û Kurdistanê bipejirînin û li gorî vê rastiyê ji nû ve avahiyên xwe saz bikin, an jî divê betona bi destê xwe danîne, dîsa bi destê xwe bişkînin, dakevin binê wê û darê ji kok de hilkin. Ev jî tê wateya di dîrokê de çi bi serê Ermenî û Cihûyan anîn, bi serê Kurdan de bînin.

Bi rastî di vê salvegera heftemîn a komploya navnetewî de, pêkanînên dewleta Tirkiyê li ser Rêber Apo û bêdengmayîna dewletên cîhanê li hemberî vê bêdadî û dij-mirovtiyê vê helwest û niyeta dilxerab a ku ji dîroka Tirkan û Ewropiyan ne dûr e tîne bîra mirov.

Bi pêkanînên xwe yên di zindana Îmralî de, dixwazin vîna rêberê gelê Kurd bişkînin, wekî bi serê îsyanên Kurdan de anîne, ber bi çalakiyeke hîn dema wê nehatiye de biajon û di wir de encamê bikin a xwe. Çawa ku Rêber Apo dibêje, “Ezê neyêm leyistika wan,” em di wê hêvî û baweriyê de ne ku gelê Kurd jî bi bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê, bi xwedîlêderketina Rêberê xwe ku vîna wê ya rêzanî ye, wê vê leyistoka komplosazan jî vala derxîne û encamê bike ya xwe. Divê neyê jibîrkirin ku serkeftina gel wê bibe hilweşîna avahiyên berjewendiya tevahiya komplosazan ên ku li ser tine hesibandina Kurd û Kurdistanê dijîn.

Di binê ronahiya van rastiyan de, niha di salvegera heftemîn a komploya nav-dewletî û nav-netewî de, di serî de rayedarên Tirkiyê, yên Amerîka, yên Ewropa û nokerên wan bi biryardayîneke nû re rû bi rû ne:

Yan wê hemû avahiyên xwe yên li ser tine hesibandina Kurdan ava kirine bi destê xwe hilweşînin û ji nû ve li ser bingehê pejirandina hebûna Kurd û Kurdistanê, bi rêzdariya ji mafên mirovtî û netewî yên gelê Kurd re, têkiliyên xwe ji nû ve saz bikin û jiyaneke azad, wekhev, demokratîk bi Kurdan re hevbeş bijîn; yan wê daketina binê betonê û ji kokê de hilkirina Gelê Kurd bidin ber çav.  Ev yek bi serê Ermeniyan de anîn û bi ser xistin, lê ya bi serê Cihûyan de anîn hê jî li serê wana qeda û bela ye!

Ka bê pêşeroja gelê Kurd bibe wekî ya kîjan gelî? Ya ku vê yekê diyar û tayîn bike wê ne niyet û helwesta komplosazan, wê vîn û têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê be.

10 2 2006

XWEDÎDERKETINA LI ZIMANÊ XWE, XWEDÎDERKETINA LI RÛMETA XWE YE

Di polîtîka û kiryrên xwe yên li dijî hebûna gelê Kurd de Komara Tirkiyê, gîhişt asteke destdirêjiya jiyan û hebûna rêbertiya gelê me. Sedema vê yekê jî vegotinên Rêbertiyê ên li ser bikaranîna zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê tên raberkirin. Tevî dizanin ku destdirêjiya li ser hebûna Rêberê Kurd tê wateya destdirêjiya li ser tevahiya Gelê Kurd ger vê yekê dikin, wê demê pêwîst e her kurdek kumê xwe deyne ber xwe û ji bo pêşeroja xwe bihizire. Komara ku zimanê gelekî li rêberê wî gelî qedexe dike, nahêle di zindanê de bi xwişk û birayê xwe re bi Kurdî biaxive, bi parêzerên xwe re du peyvan li ser perwerdeya bi Kurdî bike, êdî di derbarê gel de xwediyê hest, raman û bernameyên çiqasî dijminatî û xayintî ne hûn hesap bikin. Ev komara ku zimanê gelekî lê qedexe dike, bi hêsanî wê bixwaze jiyanê jî lê qedexe bike. Wê demê yan wê gelê Kurd vê bêmafî û heqaretê li hemberî xwe bipejirîne û wekî miha qurbanê serê xwe dirêjî ber kêrê bike, yan jî wê qiyametê li ser serê dewleta xwediyê vê polîtîkaya tineker û înkarker biqewimîne û bi xwedîderketina li rêbertiya xwe, li ziman û çanda xwe û li tevahiya nirxên xwe yên netewî, wê vîna xwe ya jiyaneke birûmet nîşanî herkesî bike.

Bi taybetî li Tirkiyê, bi avakirina Komara Tirkiyê re ku herçiqasî li ser navê du gelan hatibû damezirandin jî, hîn di destpêka damezirandinê de, hestên wan ên nijadperestî xwe dan pêş û ji bêrêxistinî û bêrêbertiya gelê Kurd firsend dîtin, komara bi xwîna du gelan hatibû avakirin, kirin malê xwe. Ev komara li ser vê bêmafî û xapandinê hat avakirin, ji wê rojê û pê de dijbertiya gelê Kurd bi polîtîkaya înkar û qirkirinê ji xwe re kir kar û xebateke bingehîn û ji bo biserxistina polîtîka û berjewendiyên xwe yên nijadperestî, li ser xaka Kurdistanê û li derveyî xaka Kurdistanê bi navê Kurd û Kurdistanê çi hebe, xwest talan bike, bidize û ji holê rabike.

Bi vê sedemê tevahiya Kurdistanê bi sazî û dibistanên xwe dagir kirin. Tişta bi baregehên xwe nikarîbûn bikrana xwestin bi rêka van sazî û dibistanan bikin. Ne tenê mejiyê Kurdan, kevneşopî, çand, edeb, exlaq, nêrîn, huner, û hemû nirxên netewî yên Kurdan ji bo bikaribin ji holê rabikin, zimanê gelê Kurd lê qedexe kirin. Dagirkeran baş dizanîbûn ku gelê Kurd heta dev ji bikaranîna zimanê dayika xwe bernede, dev ji kevneşopiyên xwe û nirxên xwe yên netewî jî bernade. 

Ziman hîmeke bingehîn ê netewbûnê û pê re ê mirovbûnê ye. Mirovê bê ziman nikare wekî ajalekî jî xwe bi rûmet bihesibîne. Grîngiya ziman di çêbûna mirovê yekem de dema ji hovitiya berya mirovtî vediqete diyar e. Hemû zanyar û lêkolînêrên Antropolojiyê(Mirovnasî) tespît dikin ku mirov ji komên heywanan bi bikaranîna keda xwe, bi guhertina dengderxistina xwe ya em jê re dibêjin axaftin û bi ramandina mejiyê xwe veqetiyaye û bûye mirov. Dîsa tespît dikin ku mirovahî bi dîtin û bikaranîna nivîsandinê derbasî şaristanîyê bûye. Tê zanîn ku xaka Kurd li ser dijîn jî xaka cara yekem mirovahiyê wekî mirov deng derxistiye, dest bi axaftinê kiriye, nêrîna xwe aniye ser ziman û bi mirovên din re parve kiriye ye. Li ser vê xaka dergûşa mirovahiyê, mirovahî bi dapîr û bapîrên Kurdistaniyan dest bi dengderxistina mirovbûnê kiriye. Lê heyf mixabin îroj di bin dagirkeriya dewleta Tirk, Ereb û Faris de ji mirovên vê xaka pîroz re dengderxistina bi zimanê dayika xwe hatiye qedexekirin. Ma gelo ji vê mezintir şerma mirovahiyê heye? Ji bo vê şerma mezin a li ber çavên mirovahiyê pêk tê, bînin bîra wê, em bi kinahî li polîtîka ûkiryarên dewleta Tirkiyê yên heştê sal in li ser gelê Kurd dimeşin binêrin:

Di her aliyê jiyanê de axaftin û nivîsandina bi Zimanê Kurdî qedexe ye. Di şêniyê(nifûsê) de lixwekirina navekî Kurdî qedexe ye. Di kar û xebatên zanyarî, wêjeyî hunerî û çandî de derxistina jêhatiniyeke Kurdî qedexe ye. Di radyo û televizyonan de gotin û guhdarkirina mûzîka Kurdî qedexe ye. Di festîval û rojên cejnî de raxistina alavên çand û hunera Kurdî qedexe ye. Li dibistan û fêrgehan perwerdedayîn û perwerdedîtina bi zimanê Kurdî qedexe ye. Di çapxane û rojnamegeriyê de weşana bi zimanê Kurdî qedexe ye. Li sûkê kirîn û firotina tiştan a bi zimanê Kurdî qedexe ye. Li dadgehan xweparastina bi zimanê Kurdî qedexe ye. Li nexweşxaneyan derd û êşa canê xwe bi Kurdî anîna ser ziman qedexe ye. Di siwarbûna erebe, trên ango firokeyekê de ji kirîna bilêtê bigir heta axaftina bi ajoker re bikaranîna zimanê Kurdî qedexe ye. Di serlêdanên daîre û qonaxên dewletê de bikaranîna zimanê Kurdî qedexe ye. Bi naveke Kurdî vekirina saziyekê, partiyekê, rêxistinekê qedexe ye. Ti sazî, ti partî, ti rêxistin nikarin rêvebirname û bernameyên xwe bi Kurdî binivîsînin û biweşînin…

Em dikarin van qedexeyan bi sedan mînakên din zêde û dûvdirêj bikin. Ger niha di hinek televizyonan de kêmek stranên Kurdî tên gotin, bi kotekî carcaran li ser pirsgirêka Kurdî tê axaftin, hin kasetên Kurdî tên firotin û çend pirtûkên Kurdî tên weşandin, bila ev yek ti kesî nexapîne û nexe nava xeyal û ramanên cuda. Ev ne bi jidiliya dewleta Tirkiyê, bi têkoşîna azadî ya gelê Kurd hatine bidestxistin û ger dewlet di têkoşînê de qasî serê derziyê lawaztiyê bibîne, di cih de amade ye ku van mafên jê hatine sitendin, bin pê bike û ji holê rabike.

Bi vê sedemê hemû mirovên Kurd, çi rewşenbîr, çi demokrat, çi karker, çi gundî, çi hunermend, çi siyasetmedar, çi xwendevan, çi bêkar, çi wekî din; divê herkes zanibe ku îroj Kurd bi xwedîderketina li rûmeta xwe re rû bi rû ne. Hesabên bi qirêj ên dewleta Tirkiyê li ser Kurdan hene. Rayedarên dewletê gelek caran dibêjin; “Kurd bi xwe zimanê xwe bikar naynin. Kurd bi xwe li Kurditiya xwe xwedî dernakevin. Ê ku wana sor dike APO ye. Ger Apo wana sor neke, ew ji mêj ve bi bikaranîna Tirkî û bi Tirkbûnê razî ne!”

Gelo ev gotin rast e, yan ne rast e, wê têkoşîna gelê Kurd a di warê bidestxistina mafê xwe yê bikaranîna zimanê xwe û perwerdeya bi zimanê dayikê diyar bike. Ger Kurd di hemû warê jiyanê de zimanê dayika xwe bikar bînin û vê yekê bi dewletê bidin pejirandin wê demê wê nikaribe bi ser rêberê gelê Kurd de wiha bê tixûb û bê şerm biçe. Divê mirovên Kurd vîna xwe ya di warê bikaranîna zimanê xwe de nîşanî dewletê bidin. Di serî de hemû rêxistin, sazî û partiyên Kurdan di hemû danûsitendin, têkilî, civîn û nivîsandinên xwe de ji bo zimanê Kurdî bikar bînin û xwe ji bandora zimanê Tirkî rizgar bikin, bi lez bikevin nava tevgera fêrbûn û fêrkirinê. Ji xwe ku wekî hinekên ne di giraniya bikaranîna ziman de ne dibêjin; “Ma ha Kurdî ha Tirkî çi ferq dike; ez bi Tirkî bêhtir dikarim nêrînên xwe bînim ser ziman!” bi vê gotinê tenê asta xwe ya ji aliyê dagirkeriyê ve hatine hilandin tînin ser ziman ku pejirandina vê û di vê de israr şermeke mezin e û wêr dide kiryar û gotinên dewletê yên di derbarê qedexekirina zimanê Kurdî de. Dibe ku ev rastiya kesê xwediyê vê gotinê be, lê ti caran nikare bibe rastiya gelê Kurd. Gelê Kurd xwediyê zimanê Kurdî ye û tevî hemû polîtîka û kiryarên hilandinê yên dewletên dagirker hîn jî dayikên Kurdan bi zarokên xwe re li navsera çiyan, li deşt û bajaran û li ser xakên koçber bûne bi kurdî diaxivin. Di vir de divê mirov bîne ser ziman ku jiyana penaberên Kurd ên li Mexmûr mînakek herî grîng a xwedîderketina li zimanê xwe û perwerdeya bi zimanê dayika xwe ye. Divê ev helwest ronahiyê bide giştiya mirovên Kurd ên ji bikaranîna zimanê dayika xwe direvin û bi vê reva xwe wêr didin kiryarên dewletê û Rêbertiyê bi van kiryaran re rû bi rû dihêlin.

Ger têkoşîna di warê bikaranîna ziman û perwerdeya Kurdî de bi giyaneke netewî ya tê xwestin di her warê jiyanê de hatiba meşandin û bandoreke xurt li ser dewletê çêkiriba, Rêberê gelê kurd di zindanê de pêwîst nedima di vê mijarê de perspektîfan rêbike. Lê tê zanîn ku di warê ziman de çi di vekirina qursan de be, çi di dayîna daxwaznameyên xwesteka perwerdeyê de be, çi di kampanyaya bikaranîna zimanê kurdî de be, lawaztiyek berçav hat jiyandin. 

Dewleta Tirkiyê di warê bikaranîna zimanê Kurdî de di nava tirs û xoveke mezin de ye. Dizane ku têkoşîna di vî warî de ji têkoşîna di her warî de zêdetir dikare encam bigre; ji ber ku di qada navnetewî de bi ti hêncetan nikare qedexekirinên li ser ziman biparêze. Ji bo vê êrîşên pir dijwar dibe ser xebat û xwestekên di vî warî de û dîsa bi vê sedemê Rêberê Gelê Kurd ji bo daxwaza wî ya bikaranîna ziman û perwerdeya bi zimanê dayikê, bi cezayê hucreyê dibersivîne ku dewlet bi vê kiryara xwe ya li ser serokatiyê dixwaze peyameke wiha bide mirov û gelê Kurd:

“Bila kes qala bikaranîna zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayika xwe neke. Ger hûn vê yekê bixwazin, cihê we di hucreyê de hucre ye, di binê zindanekê de zindaneke din e. Ger hûn di xwestinê de heterdar bin, hemû tiştên di dest we de ezê ji we bigrim û we bi nêrîna li dîwarên spî re rû bi rû bihêlim heta ku hûn dîn bibin û bi destê xwe dawî li jiyana xwe bînin. Ger zêdetir hûn israr bikin, ezê wekî Ermeniyan qira we bînim.”

Belê tevî heşkerebûna vê peyama Komara Tirkiyê dewletê li şûna ku em qiyametê bi serê wê de rakin, Rastiyeke dilşewat e ku hîn di gelek sazî û rêxistinên me de, ji danûsitendina jiyana rojane bigir heta civîn û nivîsaran, bername û rêziknameyan tev bi zimanekî derveyî Kurdî tê meşandin û bikaranîna zimanê biyanî wekî rehetiyekê tê dîtin. Di vir de nakokiyeke pir mezin heye; tevî dewlet diyax(tehamul) nake tîpeke Kurdî di naveke Kurdekî/ê de derbas bibe, em Kurd ewqasî bi dilê xwe ji zimanê xwe direvin û di bikaranîna zimanê dewletê de xwe kûr dikin! Divê her mirovê Kurd vê nakokiyê di kesayeta xwe de lêpirsîn bike. Di bîstûçar demjimarên jiyana xwe ya rojane de, bikaranîna zimanên biyanî (Tirkî, Erebî, Farisî yan yekî din), reva ji bikaranîn û fêrbûna zimanê Kurdî di navendeke ku kesên bi hev re dijîn pirahî Kurd in de, ne jîrbûn û zanabûnê yan pêşketin û meznatiyê, tenê asta hilandin(asîmîlebûn) û ji nirxên xwe dûrketinê diyar dike. Mirovê hilandinê bi xwe xweş bîne jî yan ne di zanabûna vê de ye, yan jî ji rehên xwe qetiyaye ku her du jî ji bo bikaribin bibin xwediyê jiyaneke birûmet û xwediyê nirxên mirovtî pêwîst e bi lez xwe ji vê rewşa lawaz rizgar bikin û vegerin ser rastiya xwe ya mirovtî û netewî.

Di vê derbarê de qasî perspektîfên grîng rexneyên di cih de jî yên Rêberê Koma Komelên Kurdistanê hene ku di vir de em pêwîstî dibînin cih bidinê, li ser rawestin û li gorî giyana van tevbigerin:

“Berê jî min gelek caran nêrînên xwe anîn ser ziman, tiştek negotin, lê kengî min qala bikaranîna zimanê Kurdî kir sizayê(cezayê) hucreyê dan. Di hênceta xwe de jî, xwesteka min a ji parêzeran re, di derbarê perwerdeya jin û zarokan de, diyar kirine. Divê xwestekên gelê me di çarçoweya demokrasiyê de bibersivînin. Em jî reaksiyona gel tenê dikarin bi nîşandayîna demokrasiyê bibersivînin. Lê tişta dewlet ji demokrasiyê têdigîhêje, qedexekirina zimanê dayikê yê Kurdan e. Di dinyê de li ti dewletê qedexekirina ziman nîne. Di hevpeymana Lozanê de jî nîne.

“Yê ku qeyd û kelepçe li zimanê wî hatibe xistin, li mejiyê wî, li dilê wî, li nêrîna wî jî qeyd û kelepçe hatiye xistin. Em çi bikin ji perwerdeya Kurdî ya bidin kesên heftê salî? Fêrkirina Kurdî ya kesên heftê salî zêde wateyekê venabêje. Divê yên heft salî fêr bibin. Kesayet di vê salê de li pêş dikeve. Zimanê dayikê pêwîst e di vê salê de were fêrkirin. Hîn ez di heft-heşt saliya xwe de dema diçûm dibistana seretayî ya Cibinê, gundê cînar, min yek peyv bi Tirkî nizanîbû. Di çûnûhatina dibistanê de min herdem ji xwe dipirsî ku çima em bi Kurdî fêr nabin û çima dibistanên Kurdî nînin? Bêmafiya li ser me tê meşandin di wan salan de min ferq kiribû. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê herî bingehîn û grîng e; di nava mafên sê nivşan de cih digre. Di hevpeymanên Ewropa de heye. Di Hevpeymana Mafên Kesî û yên Medenî de û di Hevpeymana Mafên Aborî, Civakî û Çandî ya Netewên Yekbûyî de jî ev maf heye. Hebûna çandî bi ziman mumkun e. Di vê mijarê de ziman faktoreke herî grîng e. Ger zimanê dayikê tê qedexekirin, ev nijadkujiya(jenosîd) çandî ye… Nijadkujiya çandî, ji nijadkujiya fîzîkî xetartir e. Ma bila Kurd tine bibin? Ger ev wiha bidome wê Kurd bihilin û biçin. Têgiha demokrasiyê ya hukûmeta niha û yên berya wê ma ev e? Ma emê nikaribin zimanê dayika xwe jî bixwazin? Ma demokrasiya AKPê ev e? Demokrasiya bi vî awahî nabe. Di vê mijarê de dayik û zarokên Kurdan xwestekên xwe bi dengekî bilind bînin ser ziman û reaksiyonên xwe yên demokratîk raber bikin; ev yek mafê wanî herî xwezayî ye.

“Mirov nikare bêje di derbarê pêşvebirina zimanê Kurdî de qasî tê xwestin xebat tê kirin. Çima di vê mijarê de netêrmayînek heye? Divê bikevin nava çalakvaniyeke demokratîk…”

Rêber Apo, hebûn û rênîşanêrê gelê Kurd e. Bêguman ji bo gelê Kurd çi baş e, çi ne baş e ew dizane û wê ew bîne ser ziman. Di vir de tişta dewlet jê aciz e jî ev yek e. Dixwaze wekî serhildanên dema derbasbûyî gelê kurd bê rêber û bê rênîşanêr bihêle ku li gorî dilê xwe bikaribe qir bike û yên ji ber devê kêrê bifilitin jî ji xwe re bike xulam. Lê vê carê ev xeyal û xwesteka wê pêk nayê. Tirsa wê ya herî mezin jî ji vê yekê ye. Dizane ku gelê Kurd êdî ne gelê berya çel, pêncî, şêst salî ye. Gelê Kurd ê ku ev sîh sal in di perwerdeya Rêber Apo re derbas bûye û di nava têkoşîna azadî û rizgariyê de bi dayîna xwîn û canê xwe pijiya ye, wê bikaribe li nirxên xwe yên netewî û di serî de jî li zimanê xwe yê dayikî ku rûmeta wî/wê ya mirovbûnê ye xwedî derkeve û bi vê xwedîlêderketinê, hemû lîsk, komplo, kiryar û polîtîkayên dewleta Tirk vala derxîne, ji xwe re rêka jiyaneke bi rûmet veke.

Tê zanîn ku her nexweşî bi panzehîra wê tê rakirin û derbaskirin; ji ber vê yekê panzehîra qedexekirin û astengiyên li ser zimanê Kurdî jî tenê bi bikaranîna zimanê Kurdî ya di her cî, war û qadên jiyanê de mumkun e. Kurd tenê bi bikaranîna zimanê xwe dikarin qedexeya li ser zimanê xwe biqetînin û bi herkesî bidin pejirandin. Divê em Kurd zimanê xwe wiha bi awayekî berfireh bikar bînin ku di jiyanê de ne em pêwîstiyê bi bikaranîna zimanekî biyanî bibînin, berûvajî vê kesên biyanî yên em pev re jiyan dikin xwe pêwîst bibînin ku ji bo bikaribin bi me re bidin û bistînin, xwe fêrî Kurdî bikin.

Di vî warî de polîtîkayên hilandinê (asîmîlasyon) li ser mirovê Kurd çiqasî bandor kiribe bila bike, dewleta Tirkiyê astengî û qedexekirinan çiqasî pêş de dibe bila bibe, ji bo bikaranîna zimanê dayikê çiqas, lêdan, îşkence û zîndanê datîne pêşya me bila deyne, ger li ser ruyê vê cîhanê em dixwazin di nava giştiya mirovahiyê de wekî mirovên bi rûmet cih bigrin û wiha werin pejirandin pêwîst e, di serî de, li zimanê xwe û pê re li nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin. Ger em vê yekê nekin, ti mirovê li ser ruyê cîhanê me cîdî nagre, ji refê mirovan hesap nake û wê bixwaze hemû mafên me binpê bike.

Em ji xwe pirs bikin? Çima di cîhanê de gelê bê nasname tenê Kurd in. Netewên herî hijmarkêm û xwediyê dîrokeke nêzîk jî xwediyê nasnameyekê ne û ev nasnameya wan bi zimanê wan e. Di vê nasnameya wan de ji kîjan nijadê hatine, kîjan xak welatê wan e, bi zimanê dayika wan tê nivîsandin. Dema diçin cihekî mafê wan heye ku vê nasnameya xwe bikar bînin. Lê em li xwe binêrin. Ne tenê li derveyî welatê xwe, di hundirê welatê xwe de jî nasnameyek ku nijada me, xaka em li ser dijîn diyar bike û bi zimanê dayika me hatibe nivîsandin nîne. Di bêrîkên me de yan nasname û pasaportên Tirkî, yan Erebî, yan Farisî yan jî nijadeke din û bi zimanekî din hene. Ma ji vê mezintir şerma mirovahiyê çêdibe? Heyf mixabin ku me Kurdan ev yek jî bi xwe xweş aniye û daye pejirandin. Lê êdî asta gelê Kurd gîhiştiyê, nikare vê bêmafiyê bipejirîne. Nasnameya me rûmeta me ye û ev jî divê li gorî xwezaya me be. Xwezaya me  jî ev e: Em ne Tirk, ne Ereb, ne jî Faris in. Em Kurd in. Navê xaka em li ser dijîn Kurdistan e û zimanê dayika me Kurdî ye. Pêwîst e destpêkê, em bi xwe, li vê nasnameya xwe xwedî derkevin û vê rastiyê bidin pêşya herkesî. Ger yek dixwaze bi me re hemwelatîbûnê bijî, bi me re kar bike, ji me fêdeyekê bigre, bi me re dostaniyê bike ango bi me re dijmintiyê bike, pêwîst e destpêkê, me, bi vê nasnameya me nas bike û bipejirîne. 

Çima Kurd li dewletên dagirkerên Kurdistanê û li tevahiya cîhanê biçûk û bêhêz tên dîtin? Sedem bênasnamebûn e. Derveyî vê ti sedem nînin. Wê demê ji bo derbaskirina vê lawaztî û bêmafiya sedsalan emê li nasnameya xwe xwedî derkevin. Rêkên xwedîderketina li nasnameya xwe çi ne?

Ziman nîşaneyeke herî grîng û bingehîn a nasnameyê ye. Mirov di xwezaya mirovahiyê de ji sedema têkiliyên di navbera mirovan de çiqas zimanan zanibe û bikar bîne ev dewlemendiyek e. Lê li kêleka vana ku mirov zimanê xwe nizanibe, lawaz zanibe, bikar neyne, jê bireve; ev jî rûreşiyek e. Di demên berya têkoşîna azadiyê de belkî hênceteke vê hebû, lê di roja me de ti hêncet ji bikarneanîna zimanê dayikê re nîne.

Tê zanîn ku xwedîderketina li zimanê xwe xwedîderketina li rûmeta xwe ye. Rûmeta mirov nirxên mirov ên mirovtî û netewî ne. Ev nirx wekî têkoşîna azadî, şehîdên di vê rêkê de can dane û Rêberê ev rêk afirandiye tê nasîn ku vê yekê ji bo gelê kurd çandeke nû, dîrokeke nû, nirxên nû û sedemên jiyanê yên nû bi xwe re afirandine. Kombûna van tevan îroj di dirûşmeya “Rêber Apo vîna min a siyasî ye. Ez nasnameya xwe bi zimanê dayika xwe dixwazim” de tê ser ziman.

Em bikaranîna zimanê xwe çiqasî bi pêş ve bibin û bi dewletên dagirker re bidin pejirandin ewqasî di çareserkirina pirsgirêka Kurd de wê pêwîst bimînin gav biavêjin.

Rêkên vê yên pratîkî jî em dikarin wiha rave bikin.

Ji ber ku dewletê di her warê jiyana fermî û nefermî de bikaranîna ziman qedexe kiriye, wê demê pêwîst e em Kurd di her warê jiyana fermî û nefermî de zimanê dayika xwe bikar bînin ku vê polîtîkayê vala derxînin û meşandina wê bixitimînin. Destpêkê li tevahiya gund, navçe û bajarên Kurdistanê û pê re li tevahiya bajarên Kurd lê dijîn û bi taybetî li bajarên Tirkiyê ku her yek ji wana ji destê koçberiyê bûye wekî bajarekî Kurdan vê yekê pêwîst e Kurd pêk bînin. 

Dema Kurdek li yekî/ê rast tê bi Kurdî silavê lê bike. Dema dest bi sihbeta xwe kir bi Kurdî dest pê bike. Dema çû nexweşxaneyek, daîreyek, qonaxek, saziyek, dadgehek, dibistanek, banqeyek, îstasyonek, kargehek, fêrgehek an cihekî din ê dewletê bi Kurdî biaxive. Di cihên derfet hene de wergêran bixwaze û bikaranîna zimanê xwe wekî prensîb bide pêş.

Kurdên xwedî dikan, erebe, kargeh, firoşgeh, seyrangeh, çayxane, restoran û hwd. di van deran de bi muşteriyên xwe re bi Kurdî biaxivin. Bi taybetî li Kurdistanê dikandar tiştên xwe bi Kurdî bifroşin; wiha bikin ku memûrên dewletê tev li polês û leşkeran ger bi Kurdî neaxivin nikaribin tiştekî bikirin. Ji bo vê hemû tabelayên xwe û etîketên navên tişta û buhayên tiştan vegerînin Kurdî. 

Ajovanên erebeyan muşteriyên xwe bi Kurdî pêşwazî bikin, bi wan re bi Kurdî sihbet bikin. Nivîsên xwesteka bikaranîna zimanê Kurdî diyar dikin bi camên erebeyên xwe vekin. 

Memûrên Kurd ên di qonaxên dewletê de kar dikin, di danûsitendina xwe ya bi memûrên din re bi Kurdî biaxivin û sihbet bikin. Di dokumantên dewletê de nivîsandinên bi kurdî wekî çalakiyekê bikar bînin.

Xwendevanên Kurd di dibistanan de ji mamosteyên xwe, her gav û her bêhn, daxwaza fêrbûna û perwerdeya bi zimanê Kurdî bikin. Di dersan de dema radibin tiştekî pirs bikin, Kurdî bikar bînin. Dema radibin li ser texte dinivîsînin bi Kurdî binivîsînin ta ku mamoste bi xwe ji bo bikaranîn û fermîbûna Kurdî bikevin nava tevgerê.

Tevahiya girtiyên Kurd di hemû derketinên xwe yên dadgehan de û di parêznameyên xwe de Kurdî bikar bînin û vê yekê ji parêzerên xwe jî daxwaz bikin. Divê ev yek wiha were lipêşxistin ku li Tirkiyê êdî dewlet pêwîst bimîne meslekeke din ê wergêriyê fermî bipejirîne û bi hezaran kes di karê wergêriyê de cih bigrin. Parêzer jî di dadgehan de parastinên xwe bi Kurdî bikin. Her çiqasî zimanê dewletê yê fermî Tirkî be jî ji sedema mafnedayîna zimanê Kurdî wekî çalakiyeke demokratîk parêzer dikarin vê yekê derxin pêş û wê ev yek bibe xwediyê bandoreke mezin li ser çarxa dewletê.

Mamosteyên Kurd ên li dibistanan divê di ketina dersê de silavdayînê bi Kurdî bidin û vê yekê bikin wekî elimandinekê. Roj bi roj di nava dersdayîna xwe de peyv û axaftinên Kurdî bikar bînin û di vî warî de rêvekirinekê çêbikin.

Hemû hunermendên Kurd ên derdikevin ser radyo û televizyonan gotina stranên Kurdî gav bi gav zêdetir bikin û pê re axaftina bi Kurdî li pêş bixin. Di çêkirina kaset û CDyên xwe de, stranên Kurdî zêdetir bikin û derxin pêş. Di salên derbasbûyî de çi bi destê dewletê, çi bi destê hunermendan stranên Kurdî yên hatine talankirin û dizîn, ên gotinên wan bi gotinên Tirkî yan zimanekî din hatine guhertin ji nû ve werin bidestgirtin û li gorî cewherên xwe bi Kurdî werin sazkirin û gotin. 

Tevahiya radyo û televizyonên herêmî û yên weşanên gelemperî dikin li ser bikaranîn û fêrkirina zimanê Kurdî bername û dersdayînan li pêş bixin û di vî warî de pêşengtiya bikaranîn û fêrkirina zimanê Kurdî bikin.

Nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên Kurd êdî pirtûk û nivîsandinên xwe bi Kurdî binivîsînin. Heta yên ji çapemeniya Tirkan re dinivîsînin jî di vî warî de ji bo koşeyek, rûpelek Kurdî di rojnameyên Tirkan de cih bigre hewl bidin. Nêrîn û nivîsarên xwe bi Kurdî bidin ku rojnamegeriya Tirk pêwîstî fêrbûna Kurdî, wergêra Kurdî û nivîsara Kurdî bibe. Dîsa hemû nivîskar, demokrat, rewşenbîr û mirovên Kurd ji bo dewlemendkirin û pêşdebirina rojnameyên Kurdî xwe erkdar bibînin û bi nivîsar û berhemên xwe rojnameyên Kurdî xurt bikin. Di vê xalê de ji bo Kurdên hijmara wan bi deh milyonan tê ser ziman xwedîbûna rojnameyek hefteyî ya tîraja xwe negîhiştiye reqemên bi deh hezaran, lawaztiyek û şermek e. Her Kurd ji bo derbaskirina vê lawaztî û şermê divê xwe berpirsyarê xwendina Rojnameya Kurdî bibîne.

Di hemû meş, xwepêşandan, çalakî, mîtîng û hwd. de Kurd divê dirûşmeyên xwe bi Kurdî biqêrin û bi Kurdî binivîsînin. Ev çalakî li kîjan welatî tên lidarxistin pankartên bi zimanê wî welatî jî hebin, lê giranî divê bi Kurdî bin ku di çavên welatiyên wî welatî de êdî fêrbûneke dîtina tîpên Kurdî û meraqa zanabûna nivîsên Kurdî çêbibe.

Belediyeyên Kurdistanê dikarin di bikaranîna zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê de weyneke grîng a di navbera tevahiya kargeh, sazî û rêxistinên di beldeya xwe de bileyizin, bi civîn, panêl, semîner û konferansan gel ronahî bikin. Derfetên beldê ji bo fêrbûna ziman bikar bînin. Şaredar û endamên wê di têkiliyên xwe yên bi gel re bi Kurdî biaxivin û axaftina bi Kurdî teşwîk bikin. Talîmname û bernameyên xwe yên ji bo esnafê beldê û gel bi Kurdî biweşînin ku fermiyeta Kurdî li pêş bikeve.

Rêxistinên Civaka Neferme tev di kar û xebata pêşvebirina perwerdeya bi zimanê dayikê û bikaranîna zimanê Kurdî de pêwîst e wekî dibistanekê rol bileyizin û di vî warî de pêşengtiya pratîkî û çalakgerî bikin. 

Hemû Kurdên li her welatî dijîn di serî de dayik, zarok û ciwan ji bo perwerdeya bi zimanê dayika xwe serî li sazî û wezaretên perwerdê bidin. Bi serlêdanekê tenê xwe têr nebînin. Serlêdan li pey serlêdanê bikin û serlêdanên xwe bişopînin, pirsyara encamên wê bikin, bi israr û îdîa tevbigerin. 

Ji bo bikaranîna zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê, her yekî derfeta wî/wê heye di mala xwe de bi Kurdî biaxive, mala xwe wekî fêrgeheke zimanê Kurdî bikar bîne, xwe û zarokên xwe fêrî Kurdî bike. Dîsa bi cînarên xwe re bi Kurdî biaxive, wana fêrî nivîsandin û xwendina Kurdî bike. Li cihê dixebite, civînên xwe bi Kurdî bike, rojê kêm kêm saetekê ji bo perwerdeya Kurdî ya elemanên xwe veqetîne. Kesên ev derfetên wan nînin; divê rojek berya rojekê fêrbûna zimanê Kurdî ji xwe re qasî xwarin û vexwarinê wekî erkeke bingehîn bigrin dest û bi lez xwe fêr bikin. Ji bo xwefêrkirinê dikarin serî li Enstîtuyên Kurdî û li Komîteya Ziman û Perwerdeya Kurdî a Koma Komelên Kurdistanê bidin. Di vî warî de pirsgirêkên hene ji aliyê Enstîtuyên Kurdî û bi taybetî Komîteya Ziman û perwerdeya Kurdî ve wê werin çareserkirin. 

Bi vê armancê; hemû sazî, rêxistin û partiyên girêdayî Koma Komelên Kurdistan ên di herêma Medya de cih digrin; pêwîst e li gorî biryarên Kongra gel a Civîna sêyemîn a Civata Giştî tevbigerin. Di vî warî de ew xemsarî û xwedûrgirtina tê dîtin helwestek ne rast e. Destpêkê rêvebiriyên van sazî, rêxistin û partiyan di derbarê pêkanîna biryarên Civîna Kongra gel ên ji bo bikaranîna zimanê kurdî û perwerdeya kurdî, berpirsyar in. Hemû nivîsandin, bername, rêzikname û perwerdeya xwe ji bo bikaribin bi Kurdî rêve bibin, helwesta tê xwestin, tevî ev nêzî salekê dem derbas dibê, hîn jî bi cîdiyet nayê raberkirin. Bikaranîna zimanê Tirkî wekî rehetiyekê dibînin û revek ji bikaranîna zimanê Kurdî heye. Ev helwest tê rexnekirin û helwesteke ne li gorî rêber û pêşengên gelê Kurd e. Bi vê sedemê her sazî, rêxistin û partiya girêdayî K.K.K. ya di herêma Medya de, ger derfeta wê hebe, li cem xwe fêrgehên Kurdî ava bike, endamên xwe fêrî kurdî bike, ji bo nivîsarên xwe û perwerdeya xwe bi Kurdî rêve bibe wergêran perwerde bike. Ger ên vê derfetê di nava xwe de nebînin dikarin endamên xwe yên baldarên zimanê Kurdî rêbikin Dibistana Navendî ya Komîteya Ziman û Perwerdeya Kurdî, ger endamên wiha di warê ziman de bikêrhatî li gel wana tinebin, dikarin ji Komîteya Ziman û Perwerdeyê alîkarî û endaman bixwazin. Bi ber Newrozê ve li Dibistana Navendî ya Komîteya Ziman û Perwerdê li ser bîranîna Şehîda Nemir Viyan Soran ku em bi vê sedemê bejna xwe li ber bîranîna wê ditewînin, dewreya nû ya perwerdeya zimanê Kurdî bi navê ‘Dewreya Şehîd Vîyan’ wê destpê bike û hemû sazî, rêxistin û partiyên me dikarin endamên xwe ji bo fêrbûnê, rêbikin vê dewreyê. Bi vî awahî di qadên herêma Medya de bi ketina Biharê re wekî xwenûkirina xwezayê, di warê bikaranîna zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê de jî, xwenûkirinek di hemû sazî, rêxistin û partiyên me de were çêkirin û bi vê pêngava xwe ji mirovên Kurd ên li tevahiya parçeyên Kurdistanê û li koçberiyê dijîn re bibin mînak û çavkaniya wêr û hêzdayînê. 

Ger mirovên Kurd bi vî awahî tevbigerin, di daxwaza bikaranîna ziman û perwerdeya Kurdî de rêk û rêbazên bikaranîn û fermîkirinê pêş ve bibin û vî karî ji dil, wekî rûmeteke netewî ya bingehîn, wekî sedema bingehîn a hebûna xwe, mirovbûna xwe, vîn û jiyana xwe bibînin û bi giyaneke an serkeftin, an serkeftin bi ser de biçin û derveyî serkeftinê ti rêkên din ên dijmin datîne pêşya gelê me nepejirînin, di demeke nêz de wê pêşketinên mezin di vî warî de derkevin holê. Gelê me wê ji van pêşketinan hêz bigre, dewletên dagirker wê bêhtir pêwîstî demokratîkbûnê bibin û ev yek jî wê di rêka azadbûna rêberê gelê Kurd ê vîna wê ya siyasî ye de, bibe pêngaveke grîng a ber bi azadî, wekhevî û demokratîkbûna gelê Kurd de.

Bi sedema salvegera heftemîn a komploya navnetewî ku di vê roja bêbext de xwestin hêvî û pêşeroja gelê Kurd tarî bikin, em lanetê li tevahiya komplosazan û têkildarên wan dibarînin û dibêjin ku bersiva herî grîng a mirov bide komplosaz û neyarên gelê Kurd xwedîderketina li nirxên xwe yên netewî; xwedîderketina li zimanê xwe, çanda xwe, dîroka xwe, doz û têkoşîna xwe û xwedîderketina li şehîdên xwe, rêberê xwe û rûmeta xwe ye. Ev jî di rastiya van nirxan de bi bilindkirina têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê çêdibe. Derveyî vê jiyan ji Kurdan re nîne. Komplosazên 15ê Sibatê ji Kurdan re tinebûna jiyaneke bi rûmet bi dîlgirtina Rêber Apo xwestin raber bikin. Gelê me li hemberî vê bêmafiyê ev heft sal in bi raberkirina vîn û daxwaza xwe ya jiyaneke bi rûmet li ber xwe dide û êdî nêzî valaderxistina komplosazan û bidestxistina serkeftinê bûye. Bi têkoşîn, hewildan û xebatên ji bo ziman û perwerdeya Kurdî di çarçoweya xwedîderketina li rûmeta xwe û li vîna xwe ya siyasî de wê bikaribe vê sala pêşiya me bike saleke azadbûna xwe û bidestxistina serkeftinê.

11/2/2006

DEWLETVANÎ DEREWKARÎ YE

Me careke din 15ê Sibatê li pey xwe hişt, lê êş û jana wê hîn jî didome…

15ê Sibatê di dilê gelê Kurd de birîneke wiha ye ku hergav xwîn û elem jê tê, çiqas derman bi ser dabikin jî dîsa nakewe û jana xwe kêm nake. Her bêhtir elem û xwîn tê re diavêje…

Li Rojhilatê Kurdistanê termên şehîdan hîn nedane malbatên wan û xwîna wan hîn li erdê ye. Dijminên Kurdan hevalbendiyeke xwînxwar ji xwe re kirine biryareke hevpar. Him guleyan dibarînin ser Kurdan, him jî wana digrin, diavêjin zindanê û bi zirardayîna malê dewletê tawanbar dikin! Ev bêdadiya mezin di roja me de li ser Kurdan tenê dimeşe. Li Îranê ev çanda dewletê berê jî li ser Kurdan hatibû meşandin, di roja me de jî tê meşandin. Mirovên li hemberî dewletê rabûne digrin, bi gulebarînê dikujin û pişt re buhayê wê guleyê ji malbata wî distînin. ‘Vaye laşê kurê te, ka buhayê guleya me bera dayeyê!’

Wateya vê, bêdadiyeke wiha mezin e ku mirov nikare peyveke vê bîne ser ziman peyde bike. Kurê te û tu bi xwe di wê gavê de li ber çavê dewletê ne xwediyê mafê jiyanê ne. We bi mirina xwe guleyek dewletê xerc kiriye! Guleya dewletê ji canê kurê we bi qiymetir e!

Bi rastî dewleta vê yekê li serê mirovên lê dijîn bike, ji mêj ve mafê xwe yê jiyanê ji holê rakiriye. Ew mirov bi çi rêbazî dibe bila bibe mafdar in ku wê dewletê birûxînin û ji desthilatdarî daxînin. Dewlet divê ji bo sazkirin û xweşkirina jiyana mirovan be, ne ji bo kuştina zarokên wan û tehsîlkirina buhayê guleya berdaye wan be.

Li Îran û li Tirkiyê ev çanda tehsîlkirinê wekî tif devê hev kiribin, di van rojan de zêde tê bikaranîn. Dewleta Tirkî jî mirovên li Şemzînanê dest danîbûn ser tawanbarên JÎTEMê, niha bi zirardayîna malê dewletê lêpirsîn dike û digre. Sibê wê ji wana pereyan jî bixwaze: ‘Dema endamên JÎTEMê hatine pirtûkxaneyê bi bombeyê birûxînin, we dest daniye ser teqsiya wan û pêlê kiriye, camên wê şikandine, ji bo vê we zirar daye malê dewletê, divê hûn evqas pere bidin ango di zindanê de sizaya wê bikişînin!’

Ger endamên JÎTEMê werin we bikujin, divê hûn li hember ranebin, bikevin HAZIROLê û bombeya biavêje we bi klêvkenî pêşwazî bikin! Ger pastarên Îranê guleyan bireşînin ser we divê hûn ji ber nerevin, bi kêfxweşî sînga xwe li ber vekin. Di van her du halan de jî divê hûn bi dewletê re alîkar bin; buhayê gule û bombeya li we xerc kiriye bidinê ku bikaribe cihê wê dagre. Ger her mirovê dewlet guleyekê berdeyê, buhayê guleya xwe nede, ma pereyên dewletê têrê dike ewqas mirov bikuje? Divê herkes çi mesref li dewletê kiriye bide ku dewlet bikaribe bombekirin û gulebarînên nû bimeşîne û bi selametî xwe biparêze!

Ji vê mezintir tewşkirin û bêşermî nîne û nabe. Dewlet û sazûmana dewletê û bi navê parastina dewletê çi tişta tê kirin tev tewş e, tev şerm e. Tevî mirovahiya cîhanê vê bêmafiya li ser mirovan bi navê dewletbûnê tê meşandin dibîne û deng nake ev jî tewşek û şermeke mezintirîn e. Cîhana me û mirovahî dîn û har bûye; Ewropî, Amerîkî tev dîn û har bûne. Qaşo dixwazin Tirkiyê bibe welateke xwedî sazûmaneke demokratîk. Ev derewa herî mezin e. Ger hûn ji dil dixwazin li Tirkiyê demokrasî li pêş bikeve, hûn çima guhê wê nakişînin, nabêjin; ‘bes vê bêmafiyê li ser Kurdan bimeşîne?’ Him tê bombeyê biavêjî ser Kurdan, him tê wana bi zirardayîna malê dewletê tawanbar bikî û him jî Ewropiyên qaşo demokrat wê bêjin ‘Li Tirkiyê di warê demokratîkbûnê de gav tên avêtin!’ Derew! Derew! Derew! Êdî bes van derewan bikin.

Amerîka jî qaşo her roj bi ser Îranê de diçe, dibêje li Îranê mafê mirovan tê binpêkirin û xebata nukleer dimeşîne, ku bi serkeve wê mirovan bikuje, ji bo vê divê em nehêlin van xebatan bike.’

Ger tu vê yekê ji dil dibêjî, tu çima gulebarandina wê ya li ser Kurdan nabînî? Ha te bi bombeyeke nuklerî Halepçeyek qir kir, ha te rojê deh deh Kurd qir kirin çi ferq heye? Heta ku bombe neyê ser te tu dengê xwe dernaxî! Kurd bila werin qirkirin û kuştin ne xem e ji te re? Wê demê hûn çima derewan dikin û xwe demokrasîxwaz û azadîxwaz raber dikin? Qaşo hûn xwe wekî dostê Kurdan dibînin! Baş e hûn çima ne dostê giştiya Kurdan in, tenê dostê beşeke Kurdan in? Ev çi polîtîka, çi berjewendiya qirêj e ku bi destê hinek Kurdan digrin û li qirkirina hinek Kurdan temaşe dikin? Wê rojek were dîrok vê dostaniya sexte û qaşo lêpirsîn bike.

Belê me salvegereke din a 15ê Sibatê li pey xwe hişt, lê kul û kederên me qet kêm nebûn, zêdetir û bilindtir bûn. Dermanê kêmbûna kul û kederan azadî ye. Azadî bi destê dagirkeran û desthilatdaran nayê. Bi destê wana tenê bombe û gulebarîn tên, xwîn, êş û jan tê. Îşkence, lêdan û girtin tê. 

Ji bo vê dema mirov dibêje dewlet; berjewendiya komek mirovên dilbiqirêj tê bîra mirov. Ev koma dilbiqirêj bi çi navî dewleta xwe rêve dibin bila bibin, ji bo li ser linga bimînin derewên bê hempa dikin û sedî sed xwîna gelan vedixwin. Bi vê sedemê jî hemû kar û xebatên dikin li gorî berjewendiya xwe dimeşînin. Dema li gorî berjewendiya wan be, tevgereke herî terorîst dikarin hembêz bikin û ya herî mafdar wekî terorîst bi nav bikin. Dema dilê wan bixwaze ji bo qirkirina mirovan dikarin bi destê xwe tevgerên terorîst saz bikin û biparêzin. Dema ji wan re pêwîst be dikarin welatekî dagir bikin û her cureyê xerabiyê bi ser wan de bibarînin û xwe wekî mirovhez raber bikin. Bi sedan mirovan dikarin di zindanên herî xerab de bi îşkenceyên derveyî mirovahiyê birizînin û vê yekê bi navê exlaqê nûdem bikin…

Bi rastî êdî ji derew, kiryar, xerabî, durûtî û rûreşiya bi navê dewletan û li ser navê dewletbûnê tên kirin bes e. Mirovahî ger dixwaze bi rûmeteke pak di dîrokê meşa xwe bidomîne, êdî divê sazûmana dewletî li ser xwe nepejirîne. Dewlet sedî sed bûye makenîzmayeke qirêjî û xerabiyê. Çi dewleta qaşo demokrat, çi ya sermayedar, çi ya dîktator ferq nake. Tev mafên mirovan binpê dikin, îşkence, lêdan û qirkirinan li pêş dixin. Yek wekî Amerîka bi navê demokrasiyê dike, yek wekî Îran bi navê oldariyê dike, yek wekî Tirkiyê bi navê nijadpereztiyê dike. Ka em binêrin bê çi ferq di navbera kiryarên wan de hene? Îşkence, lêdan, kuştin ma ne karê wan ê hevpar e?

Wê demê rêka çareseriyê diyar e: sazûmana navê wê dewlet e divê ji holê were rakirin. Ti hêz di bin navê dewletê de divê nikaribe mafê kuştina mirovan di xwe de bibîne û bi tawana xisardayîna malê dewletê mirovan bixe zindanê û ji wana buhayê guleya ew pê kuştine bixwaze. Ev şermeke mirovahiyê ya bê sînor e ku kes nikare bipejirîne. Lê heyf mixabin ku îroj mirovahî li hember vê bêmafiya li ser Kurdan tê meşandin bêdeng dimîne.

Di vir de bar dîsa li ser vê xakê, dikeve ser milê gelê Kurd. Çawa ku di destpêka dîrokê de vê xakê di hembêza xwe de mirovtî lorand, îroj jî divê mirovahiyê ji vê xafleta tê de dijî bi têkoşîna xwe derxe. Çalakvaniya hefteya 15ê Sibatê bi bîranîna şehîdên Halepçe û bi çalakiyên Hefteya Qehremaniyê geş bibe û di Newrozê de bibe agirê azadiyê yê ku dijminan tevan tev li hemû qirêj û gemara wan di hundirê xwe de bişewitîne û xaka me ji zulmdariya dewletvaniyê paqij bike…

18 2 2006

KOMAR BI QIRÊJIYA ŞERÊ TAYBET RE RÛ BI RÛ TÊ

Bi rapora li ser bûyerên Şemzînanê re, her roj zêdetir rûreşî û qirêjiya şerê Komara Tirkiyê ya li ser Kurdistanê dimeşîne derdikeve holê. Destpêkê divê em diyar bikin ku ev pêşketinên îroj tên jiyandin sedî sed girêdayî helwest û têkoşîna gelê Kurd in. Ger gelê Kurd li Şemzînanê dewlet di ser tawanê de negirtiba û pey re her roj bi hezaran nehatibana cem hev û bi serhildan û çalakiyan hesap pirs nekiribana ev bûyer nedihat vê pêngavê. 

Li Kurdistanê bi sedan bûyerên wekî ya li Şemzînanê pêk hatin û yên jê mezintir û girantir jî pêk hatin. Bi devê rayedarên dewlet û artêşê û bi destê piyonên wan bi sedan rêberên gel û kesên demokrat û welatparêz hatin qetilkirin. Salên 1992-3-4-û heta roja me jî ji aliyê hêzên parastinê yên dewletê ve, bi sedan demokrat, rewşenbîr, welatparêz û şoreşger hatin kuştin. Gel çiqasî ji dewletê eşkerekirina kiryarên vana xwest jî, dewletê her carê guhê xwe li vê xwestekê girt û bi mahneya xweparastina li hemberî terorîzmê serî nixumand.

Niha îroj jî vê mahneyê dide pêş. Pir balkêş e! Dibêjin; ‘Ger em hemû kiryarên dewletê bigîhênin çetecitiyê û wekî çete bi nav bikin, wê demê em nikarin li hemberî terorîzmê têbikoşin!’

Ev li xwe mukirhatineke. Dibêjin ku; ji bo em bikaribin li hemberî terorîzmê rawestin divê em bûyerên wekî Şemzînanê û yên kiryarên wan ne diyar pêk bînin û bila kes rexne neke, dengê xwe dernexe.’

Terorîzma ku qalê dikin jî têkoşîna gelê Kurd a mafdar û rewa ye. Tê zanîn ku gotina ‘terorîzmê’ ligorî ye ango îzafî ye. Dewlet dema hêz an rêxistinan wekî terorîst bi nav dikin li berjewendiyên xwe dinêrin û li gorî wê bi nav dikin. Ji bo vê hêza ji bo dewletekê îroj terorîst be, sibê dikare bibe qahreman. Yan jî ya îroj qahreman e, sibê dikare bibe terorîst. Bi vê sedemê gotina dewleta Tirkiyê ya li ser têkoşerên gelê Kurd ku wekî terorîst û têkoşîna azadiyê jî wekî terorîzmê bi nav dike pûç e. Lê dema wekî terorîzmê bi nav dike, ji xwe re jî mafê pêkanîna terora dijber (kontr) rewa dibîne.

Bi vê rewadîtinê bi sedan gundên Kurdistanê valakirin û şewitandin. Daristanên Kurdistanê bi dehê caran dan ber agir. Bi hezaran mirovên Kurd di îşkenceyên herî xerab re derbas kirin, bi sedan kuştin ku hîn ji cenazeyên wan derneketine holê. Hîn jî rêberê gelê Kurd bi vê sedemê di mercên herî giran de dîl digrin. Her roj guleyan dibarînin ser xwepêşandanên gel ên demokratîk. Bi dehan rojnameger li ser ramanên xwe di zindanan de ne. Peyveke Kurdî dibe mijara lêpirsîn û sizakirinan.

Niha diyar dibe ku di van bûyeran tevan de ne tenê dewleta kûr, ne tenê kontr-gerîla, ne jî tenê olîgarşî heye; di giştiya rayedarên komarê de tev li yên siyasî û yên lêşkerî hevparbûna tawanê heye û li ser yek bîrûbaweriyê (zîhniyetê) li hev kirine, ji bo vê di pêkanînên vê bîrûbaweriyê de jî hevpar in.

Ev zîhniyet dijbertiya gelê Kurd, demokrasiyê, azadiyê û mafên mirovan e. Ev zîhniyet ji bo berjewendiya xwe biparêze pêkanîna terorîzmê ji xwe re maf dibîne û wekî ‘erka welatparêzî’ bi nav dike. Li gorî rayedarên dewletê ew welatparêz in û mafê wan heye kesên li dijî xwe bikujin. Pîvana welatparêziya wan jî berjewendiya wan e; ji ber ku ji qaçaxçitiya eroînê bigir heta ya çekan û firotina mirovan tev bi destê vana pêk tê. Bi vê sedemê kî di nava vê çerxa dewlet û artêşê de cih digre çi bi zanebûn, çi bi nezanbûn di navê de ne.

Bi bûyera Sûsûrlûkê ev rewş derket holê lê kes bi ser ve de neçû û hesap ji kiryarên wê pirs nekirin. Pişt re bûyera Şemzînan pêk hat û xwestin ser vê jî binuxumînin. Tê zanîn kesên tawanbar di ser guneh de girtibûn niha di zindanê de bi zirardayîna malê dewletê tên tawanbarkirin. Yanî bi vê yekê dewlet dixwaze bêje; ‘Ezê te bikujim, lê divê tu dengê xwe dernexî û di kuştina te de çi zirar li dewletê hatibe, divê tu bidî ku dewlet bikaribe kuştinên din bike’. Li Îranê jî ev zagon rêve diçe; dewlet dema yekî dijberê xwe dikuje ji malbata wî kesî buhayê guleya pê kuştiye distîne. Ev tev rêkên şikandina vîna gel in.

Lê bi serhildanên bi bûyera Şemzînanê re destpêkirin û domiyan, gel nîşan da ku ti hêz nikare bandora xwe li ser vîna wê ava bike û nikare çav lê bitirsîne.

Ji sedema ku vîna gel nikarîbûn bişkînin, êdî sazûmana derew, veşartin û zordariyê ya ava kirine felişî. Wekî ava di benda xwe de hilneyê, der bû. Bûyera Şemzînanê ewqasî li ber çav û bi dokuman bû, veşartin û temirandina wê ya li hemberî gelê gîhiştiye asta desteserkirina kontrayan ne mumkun bû. Ger serhildan û xwepêşandanên gel bikaribana bitemirandana wê ev bûyer jî veşartibana. Ji bo vê bi ser gel de pir hatin. Endam û rêvebirên DTPê girtin, heta dayikên aştiyê girtin. Tev ji bo temirandina agirê pêketî bû. Lê gel xwedî li vîna xwe derket û ji helwesta dewletê ya her roj dijwar dibe netirsiya, tersî wê li ser doza xwe bi israr meşiya. Di rewşeke wiha de pêwîst bû dewlet îzahekê ji vê bûyerê re bîne û bi vê sedemê lêpirsîn û di encama lêpirsînê de rapora dozgeriya Wanê derket.

Wekî di raporê de diyar dibe Buyukanit tawanbar e; çawa ku Dogan Gureş, Tansû Çîler û Memet Agar û berya wê kiryarên cûntaya 12 ê Îlonê tawanbar bûn û kesekî derveyî têkoşerên gelê Kurd ji wana hesap pirs nekir, vê carê jî wê hesabeke cidî neyê pirskirin û di çerxa dewletê de sazûmaneke wiha bikaribe hesap pirs bike jî nîne. Lê bi zora têkoşîna demokratîk û rewa a gelê Kurd hatin pêngaveke wiha ku lêpirsînê dest pê bikin û di encama vê lêpirsînê de hinek rastiya çetebûna komarê raxînin ber çavan. Domandin û kûrkirina vê mijarê bêguman girêdayî berdewamkirin û xurtkirina têkoşîna gelê me û hêzên demokratîk e. Di serî de rêxistinên civakên sîvîl, hemû demokrat, rewşenbîr û azadîxwaz ger dest bide têkoşîna gelê Kurd a azadî, demokrasî û wekheviyê dixwaze, dikare di ronahîkirina vê bûyerê de ber bi bûyerên di tariyê de mane jî bimeşe û derxe ber tavê.

Lê divê were zanîn ku di têkoşînê de sistayî çêbibe wê ser vê jî were nixumandin. Ji xwe ji niha ve ji çapemeniyê bigir heta rayedaran gelek kes dibêjin, dev ji vê dozê berdin û dozgerê ev amade kiriye tawanbar e. Çawa ku ji bavê mirovê dikujin buhayê guleya pê hatiye kuştin dixwestin, niha we ji dozger jî buhayê bombeya li Şemzînan teqiyaye bixwazin ku careke din nikaribe dozeke wiha amade bike.

Di encamê de komara Tirkiyê ji destpêkirina 12ê Îlonê heta roja me û bi taybetî li hemberî têkoşîna gelê Kurd bi destpêkirina şerê taybet ku wekî şerê topyekun bi nav dikin artêş û dewlet gelek karên bi qirêj rêvebirin û pêkanîn ku ev qirêjahî wiha zêde bû, hate rewşeke wana li ber xwe bibe. Ger li cihekî şerê topyekun hebe, li wê derê tawanên topyekun jî hene. Yê di şerê topyekun de alîgirî û pişgirî kiribe, di kiryarên qirêjî de jî alîgir û pişgir in. Ji bo vê di komara Tirkiyê de kes nikare bêje ez ne hevparê tawanên Buyukanit û çeteyên Sûsûrlûk û Şemzînan û bi dehan çeteyên din im.

Encam wê çawa bibe; di vir de du rêk hene; ya wê dewlet bi vê sedemê bi rastiya xwe re rû bi rû were û xwe ji qirêja xwe bişo ku bikaribe bigîhêje tenduristiyê, yan jî wê di qirêjbûnê de israr bike û di navê de bifetise, genî bibe û bimre.

Di dayîna vê biryarê de ger dewlet û artêş bi tena serê xwe bimîne, bêguman wê di rêka duwem re bimeşe wekî ev sîh sal in dimeşe; lê bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiya gelên Kurdistan û Tirkiyê, dikare dewlet û artêşê biajo ser rêka yekem û ber bi demokratîkbûnê ve bidehfîne. Dermanê xwe şuştina ji qirêja şerê taybet tenê meşa nava demokrasî û azadiyê ye.

8 3 2006

DI BINÊ HER KEVIREKÎ DE ÇETEYEK DERDIKEVE

Komara Tirkiyê her roj bi eşkerebûneke nû ya çetetiyê diçelqe. Balkêş e ku di nava her koma çete ya derdikeve ser ruyê avê de endamek-du endamên artêşê jî hene. Ev di çapemeniyê de bi berfirehî bi nav û rutbeyên xwe cih digrin. Bêguman çetetiya li Tirkiyê, qirêjiya şerê taybet ê li hemberî têkoşîna azadî ya gelê Kurd tê meşandin e. Rayedarên dewletê û fermandarên artêşê gelek caran anîne ser ziman û di kombûnên xwe de biryar girtine ku wekî dewlet+artêş+hukûmet+milet tev, çi pirsgirêk di navbera wan de hebe bidin aliyekî û li hemberî doza gelê Kurd di şerê topyekun de bigîhêjin hev.

Niha li cihekî ger şerê topyekun hebe, li wê derê tevgerkirina topyekun a di qencî û xerabiyê de jî wê hebe. Ger ev hêzên pev re hevalbendî kirine li ser tinekirina têkoşîna gelê Kurd ketibin nava pevkirinekê, wê demê di kiryarên xwe yên qirêj de û di pêkanîna hemû tawanên xwe de wê çav li hev bigrin. Ji xwe hinek ji wana vê yekê eşkere jî dibêjin: ‘Ger hûn bûyera Buyukanit bigihînin çetetiyê û têkoşîna li dijî terorîzmê wekî çetetî bi nav bikin wê demê hûn kesekî li hember terorîzmê şer bike nabînin.’

Wateya vê gotinê çi ye? Ev e: Ji bo dewlet bikaribe li hember terorîzmê têbikoşe pêwîst e hinek hêzên ne nîzamî tevger bike û ji bo bikaribe van hêzan bikar bîne jî divê hinek tawîzan bide wan û çavê xwe li kiryarên wan ên ji bo bidestxistina aboriya xwe dikin bigre.’

Bêguman di çavê rayedar û fermandarên Tirk de terorîzm têkoşîna gelê Kurd a azadî û demokrasiyê ya mafdar e. Ew wekî terorîzm bi nav dikin lê her roj derdikeve holê ku terorîzmê ew bi xwe dikin û dimeşînin. Bûyera Şemzînanê tenê ev rastî eşkere kir; lê berya wê bi hezaran kuştinên bi navê kiryarên wan ne diyar hatin kirin, tev bi destê piyonên dewlet û artêşê hatin kirin. Di serî de çapemeniya Tirk û pişt re raya giştî vê yekê dizane, lê ji sedema şerê topyekun nikarin bi tevahî bînin ser ziman. 

Hatina van rastiyan a ser ziman doh jî, îroj jî bi rêka têkoşîna gelê Kurd çêdibe. Ger gelê Kurd bi têkoşîna xwe kiryarên qirêjokî yên dewlet û artêşa Tirk eşkere neke, wê tev veşartî bimînin. Ji bo vê ji roja yekê ve êrîşan dibin ser çapemeniya Kurdan. Med û Medya Tv bi tirsa ji vê yekê dan girtin û îroj jî dîsa bi vê tirsê dixwazin Roj tv bigrin. Dixwazin li holê ti hêza kiryar û qirêjiya wana derxe holê nemîne ku di nava bêdengiyê de wekî îsyanên berê, wekî ya bi serê Ermeniyan anîn, qira gelê Kurd bînin.

Dem bi dem tê gotin ku di nava dewletê de çetetî heye, ango tê gotin ku çeteyan dest avêtiye nava artêşê jî û hwd. Bi vê yekê dixwazin dewlet û artêşê derveyî karûbarên çetetî bihêlin. Wekî çete cuda, artêş û dewlet cuda dixwazin diyar bikin. Dîsa wekî ku dewlet li hemberî vana têdikoşe û artêş jî ji xwe tenezulî tiştên wiha nake diyar dikin.

Lê ev gotin tev jî ne rast in; ji ber ku ew bi devê xwe dibêjin, ‘Li hemberî PKKê em topyekun tevdigerin’. Hîn ji îtîrafên Cem Ersever tê zanîn ku dewlet û artêş li hemberî kesên li dijî PKKê têdikoşin, bi her awahî bêdeng dimîne û wana destek dike. Ji bo vê, di binê navê têkoşîna li dijî PKKê de qaçaxçitiya eroîn û esrarê li Tirkiyê bû meslekeke polîs, leşker û cerdewanan. Dîsa tîcareta mirovan, qalpazanî û her awayê sextekarî bi vê sedemê rewa hat dîtin. 

Îroj êdî wiha lê hatiye ku şerê li dijî PKKê ji bo leşker, polîs, cerdewan û rantxurên din bûye deriyê jiyanê. Ewropa jî ev yek ferq kiriye ku dibêje ‘Artêş hez ji şerê li dijî PKKê dike’. Ev balkêş û dijwar e, lê rastiya komara Tirkiyê ye. Li Tirkiyê bi saya şer bi sedhezaran leşker, polîs, tîmên taybet, îstîxbarat û hwd. nan dixwin û bi nanxwarinê jî xwe têr nabînin, bi derfetên ji rutbeyên xwe digrin, xwe û derdora xwe dewlemend dikin.

Ger niha şerê li hemberî doza gelê Kurd raweste û hukûmetek bikaribe bi ser çetetiyê û kiryarên derveyî zagonan tevdigerin de biçe, bi hezaran polîs, cerdewan û leşker wê feqîr bikevin; ew jî wekî memûrekî dewletê divê xwe bi meaşê xwe têr bibînin. Lê niha di bin navê şerê li hember terorîzmê de bi hêsanî dikarin komên çete ava bikin û bi her awahî pereyê zêde bi dest bixin, xwe û derdora xwe dewlemend bikin. Ji ber vê yekê jî qet naxwazin ev şer bi dawî bibe. Ger ne wiha ba ya, ev heft sal in di zindanê de û berya wê jî di pêvajoyên agirbestan de destê birêz Abdulah Ocalan ê ji bo aştiyê dirêj dike wê hatiba girtin.

Demekê rehmetiyê Tûrgût Ozal xwest di warê aştiyê de gavekê biavêje, lê rantxur û çeteyan ew û destekdarên wî yek bi yek ji holê rakirin û serdarî bi tevahî xistin destê xwe. Ji bo vê mirov bi rehetî dikare bêje ku îroj li Tirkiyê ya îktîdar çetetî ye. Her tişt ji aliyê çeteyan ve tê rêvebirin; eşkerebûna qirêjiya Buyukanit rastiya vê yekê ye. Wekî di îdîanameyê de dozgerê Wanê daye diyarkirin wê hîn jî gelek kiryarên tarî û qirêjî  derkevin ber ronahiyê. Ji kuştina Ozal û Bîtlîs bigir heta bi hezaran kuştinên kiryarên wan ne diyar wê derkevin holê ku tev bi dest an devê van çeteyan pêk hatine.

Di hundirê sazûmana dewletê de hêzek ku bi ser vê qirêjiyê de biçe, ji çeteyan hesap pirs bike û şerê taybet û topyekun biguherîne têkoşîna aştiyê nîne. Ji xwe eşkerebûna van çeteyan û kiryarên wan ne ji hundirê dewletê yan bi saya dewletê, bi tevahî di encama têkoşîna gelê Kurd de û dîsa bi têkoşîna gelê Kurd derket ronahiyê. Ger li bombeteqîna Şemzînanê helwesta gelê Kurd tineba, wê ser bûyerê binuximandana û wekî Sûsûrlûk bêdeng bikrana. Lê her roj çalakî û xwepêşandanên gel ew pêwîstî eşkerebûnê kirin.

Dozgeriya Wanê jî ger gîhiştibe asta amadekirina îdîanameyeke wiha, di encama serhildanên gelê me ên bi israr û biryar de ye. Her roj li her aliyê Kurdistanê ger bi hezaran mirov daneketibana kolanan û hesappirsandina ji xwediyên kiryarên li Şemzînanê neqêriyaban’ ev bûyer nedihat heta vê pêngavê.

Ji bo vê eşkere ye ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd, li Tirkiyê hêza tenê a demokratîzekirinê ye. Têkoşîna gelê Kurd bi hêza xwe ya dahfandina ber bi demokratîzebûnê ve, hemû qirêj û xerabiya komarê derdixe holê ku yê dixwaze bi hêsanî bikaribe av û sabûnê bixe destê xwe û xwe ji vê qirêjê bişo.

Wiha diyar e ku fermandar û rayedarên komarê naxwazin xwe bişon û pak bikin. Wekî zaroka naxwaze dayika wî serê wî bişo, digrîn û xwe diçirînin. Qirêja wan wiha bi wana xweş tê ku dema çav li av û sabûnê dikevin, didin girî û dibêjin ‘Em pak in’.

Ger tu pak bî, çima di nava her komeke çete de albayek, yarbayek, yuzbaşiyek an generalek heye?

Zarok çiqasî digrî bila bigrî ji bo tenduristiya wî dayik bi çepilê wî digre û dixe teşta serşuştinê. Têkoşîna gelê Kurd jî ji demokratîzebûna komara Tirkiyê re weynê dayiktiyê dileyize. Ji ber ku hêzên Tirkiyê yên demokratîk lawaz in ev bar jî ketiye ser milê gelê me. Gelê me jî pêwîst maye bi têkoşîna xwe, bi çepilê komarê bigre û bixe teşta demokratîkbûnê. Ez bawer im çawa ku xelasiya zarok ji dayikê nîne, xelasiya komara Tirkiyê jî ji destê têkoşîna gelê Kurd nîne; ji ber ku serkeftin wê bi têkbirina qirêjiya şerê taybet û topyekun ku wekî çetetî xwe tevger kiriyê pêk were.

10 3 2006

BIKARANÎNA ZIMAN PÊWÎST E

Dema mirov dîroka çêbûna mirovahiyê lêkolîn dike, dibîne ku mirov qasî bikaranîna keda destê xwe, bi bikaranîna ziman li pêş ketiye û bûye mirov. Ziman di navbera mirovan de alava herî grîng a danîna têkiliyan e. Bi rêka ziman xwegîhandina nivîsandin û xwendinê jî mirovbûn û têkiliyên di navbera mirovan de temem dike. Bi rêka nivîsandinê mirovahî dibe xwediyê mîrateke mayînde ku nivşên bên, bikaribin jê sûd bigrin. Bi vê sedemê rêka jiyandin û pêşveçûna mirov di bikaranîna ziman de şênber dibe. Qasî vê rastiyê, mirandin û paşdexistina mirov jî bi qedexekirin an astengkirina bikaranîna ziman pêk tê.

Ziman bi awayekî, nasnameya mirov jî diyar dike. Her netewek, her girseyeke gel li gorî xwezaya tê de mezin bûye û xaka li ser dijî, li gorî civaka di navê de mezin bûye û cih digre çawa ku taybetmendiyên wî/wê di vê derê de ava dibin, ziman jî ji vana bandor dibe û çêdibe. Mirov di nava civaka jê tê de, zimanê wê civakê digre û ev ziman ji bo wî/wê dibe nasnameyeke etnîkî. Mirov bi vê nasnameya xwe, xwe dinase û bi xwedîbûna vê nasnameyê ji aliyê giyanî û manewî ve xwe rehet dibîne. Lê di rewşên nikaribe vê nasnameyê bimşîne de, mirov dikeve tengasiyên tenduristiya giyanî û di giyana mirov de birînên zû bi zû nayên dermankirin vedibin.

Desthilatdar dema welatekî an netewekê dixin bin destê xwe, ji bo bikaribin desthilatdariya xwe demdirêj bi ser bixin, dest diavêjin nasnameya wî gelî û wî welatî. Di dîrokê de hatiye dîtin ku dewletên desthilatdar ên bi hebûna xwe bawer, di rêbazên desthilatariyê de pêwîstî zêde bi înkarkirina nasnameya gelê di bin destê wan de nabînin, bêhtir desthiltdariya xwe bi awayê siyasî, aborî, lêşkerî ava dikin û rasterast destdirêjiya çand û zimanê wî gelî nakin. Ev nayê wê wateyê ku bandora wan li ser çand û ziman nabe. Lê vê bandorê raste rast, bi rêbazên tinekar pêk naynin, di nava danûsitendineke beramberî de dimeşînin. Bes hêzên dewletên desthilatdar ên di serdriya xwe de lawaziyê jiyan dikin, ji bo bikaribin desthilatdariya xwe bidomînin bi hemû rêbazên tinekar û înkariyê bi ser gelê xistine bin destê xwe de diçin. Heta bikaranîna ziman û xwedîderketina li çanda xwe li wana qedexe dikin ku xwe ji bîr bikin û di nava civaka desthilatdar de bihilin, biçin.

Dema mirov li hebûna dewleta Tirk dinêre, di avabûna wê de lawaziyeke wiha dibîne. Tê zanîn ku di dema hilweşîna dewleta Osmanî û di avabûna komara Tirkiyê de, ger alîkariya Kurdan nebaya, dibe ku ew jî niha bindestbana yan jî hebûn û tinebûna wan ne diyar ba ya. Lê bi rêzaniya Mûstafa Kemal, desteka Kurdan hat girtin û li hemberî dagirkerên Rojavayî şer hat meşandin, ew ji xaka Kurdistan û Tirkiyê derxistin. Herçiqasî ev têkoşîn li ser navê her du gelan kirin jî pişt re rêberên gelê Tirk xiyanet li rêberên gelê Kurd û gel kirin û komar kirin a xwe. Lawaziya desthilatariya komarê jî ji vê xiyanetê tê. Bi xapandin û zordarî gelê Kurd û xaka Kurdistanê xistin bin destê xwe. Ji bo vê desthilatdaiya xwe bikaribin, bê ku kes bi xiyneta wan bihise rêve bibin, pêwîstî bi veşartina vê yekê hebû. Ji bo vê qasî dagirkirina Kurdistanê ji aliyê leşkerî, aborî, û siyasî ve, pêwîstî bi dagirkirina çandî, civakî û nijadî jî hebû.

Di dema osmaniyan de herçiqasî netew û gel ji aliyê çand û nijadî ve nedihatin înkarkirin jî, wekî rêbazekê zarokên ji gelên biyanî digirtin bi çanda xwe, wekî ji nijada xwe mezin dikirin û ji van kesan şerkarên xurt ên girêdayî împaratoriyê derdixistin û li hemberî gelan bikar dianîn. Ev tecrube di dîroka osmaniyan de heye û rayedarên komara Tirkiyê di bindestkirina Kurdan de vê yekê bi bîr tînin û li ber çav digrin. Tişta Osmaniyan yeko yeko li ser kesên biyanî pêk dianîn, rayedarên komarê li ser tevhiya gel meşandin. Rayedarên komar tenê malê xwe dîtin biryar dan ku hebûna Kurdan ji holê rakin. Ev yek di dema serdariya Îtîhat Û Terakiyan de, bi awayeke fîzîkî li ser Emeniyan pêk anîbûn û bi ser ketibûn. Çiqasî înkar bikin jî tê zanîn ku, bi hezaran Ermenî ji cih û warên wana derxistin û berê wana dan koçberiyê ku bi rê de tev helak bibin. Çima bi qirkirina fîzîkî bi ser Ermeniyan de çûn, çima polîtîkayeke wana di nava xwe de bihilînin li ser Ermeniyn nemeşandin? 

Ermenî ji aliyê aborî û hunera dest ve gelekî ji Tirkan pêşketîtir bûn. Ji aliyê olî ve ji Tirkan cudatir bûn û ji aliyê hijmarî ve kêm bûn. Rêvebirên komarê dizanîbûn ku hebûna Ermeniyan di aliyê aborî de wê hêzbûnekê çêbike, ji ber ku ola wan cuda ye, wê ji gelên ji wê olê herdem destekê bibînin û cudahiya wan herdem wê li ber çav be. Ji ber ku hijmara wan kêm e bi hêsanî dikarin ji holê werin rakirin û ev yek zêde dem naxwaze.

Bi qirkirina Ermeniyan dest danîn ser mal û mulkên wan û ev yek ji xwe re kirin sermaye. Tê zanîn ku avakarên komarê bê pere û rût bûn, lê bi dewlemendiya ji dest Ermeniyan girtin di demeke kin de bûn xwedî sermaye. Ev mesele di sala 1915 dan de hal kirin. Piştî vê bi deh salan jî dor hat gelê Kurd. 

Kurd bi qirkirinê xelas nedibûn, him hijmara wan zêde bû, him jî cihê lê dijîn berfireh û asye bû. Li ser Kurdan koçberî û qirkirin ceribandin. Hîn di dem salên dawî yên Osmaniyan de, bi hezaran Kurd koçî Anatolya Navîn kirin ku di nava xwe de bihilînin û bi hezaran jî bi navê temirandina îsyanan qir kirin. Lê dîtin ku bi vê yekê Kurd ji holê ranebûn. Dîsa di salên piştî avabûna Komarê de jî ji Geliyê Zîlan bigir heta Dêrsimê bi hezaran Kurd qir kirin û yên ji ber devê kêra wan filitîn jî koçî her derê kirin ku xaka Kurdan vala bikin. Lê bi vê yekê bi ser neketin.

Dema dîtin ku Kurdistan bi koçkirin û qirkirinan vala nabe êdî piştî salên 1940î dest bi hilandina di nava xwe de kirin. Ji xwe ji avabûna komarê heta vê salê, ji aliyê leşkerî ve dagirkeriya xwe temam kirin. Pê re dest bi dagirkeriya siyasî kirin. Pişt re ji 1950 û şûn re jî dest bi dagirkeriya aborî kirin. 

Bêguman ji bo bikaribin di dagirkeriya leşkerî, siyasî û aborî de bi ser bikevin, dagirkeriya çandî û civakî ku wekî ‘polîtîkaya hilandinê’ ango ‘qirkirina bê xwîn’, ango ‘qirkirina spî’ tê binavkirin dan destpêkirin. Ji wê rojê û pê de jî Kurdbûn li Kurdan qedexe kirin. 

Di çarçoweya polîtîkaya ‘Her kesê li Tirkiyê dijî Tirk e’ de, hebûna Kurdan û pê re li ser navê Kurd û Kurdistanê çi hebe înkar û qedexe kirin. Bi vê yekê armanc ew bû ku nivşek du nivş derbas bibe şûn re Kurd kurdiniya xwe ji bîr bikin û xwe Tirk bizanibin. Dema Kurdek xwe wekî Tirk zanibe û li gorî civaka Tirk, çanda Tirk jiyan bike, bi zimanê Tirkî bide û bistîne û xwe Tirk bibîne, wê demê pirsgirêka Kurd ji holê radibû û xaka Kurdistanê dibû xaka Tirkiyê, gelê Kurd dibû gelê Tirk. Ji xwe Tirkitî ji berhevkirina gelên li Anatolya dijîn pêk dihat û li ser înkarkirina xwe ava bibû. Her kesê nijada xwe înkar bike û bêje ‘Ez Tirk im’ ew dibû tirk. Hinek gelan ev bi zanabûn dikirin, hinek jî divîbû bi darê zorê bikin. Li ser gelê Kurd a bi darê zorê hat meşandin.

Niha grîngiya bikaranîna ziman di vê xalê de derdikeve holê. Kurd pir bêşans in ku ji aliyê dewletên cînar û ji yek olê ve hatine bindestkirin. Ev yek ji bo serketina polîtîkayên hilandin û dagirkirinê alîkarî dide desthilatdaran. Di vir de muslimantî di destê dagirkeran de dibe alaveke hilandin û bi xwe ve girêdanê. Dîsa nêzîkatiya erdnîgarî jî dagirkeriyê vedişêre. Wê demê Kurd bi çi dikarin bi xwe bihisin ku ne Tirk, ne Fris, ne jî Ereb in? Bi rêka çand û ziman. Ji ber ku tişta Kurdan ji Tirk, Ereb û Farisan cuda dike ev in. Tê zanîn ku di Rojhilata Navîn de çand jî bi sedsalan e ji sedema jiyana bi hev re di navbera gelan de bûye xwediyê hevpariyeke mezin. Wê demê ji bo cudahiya were nasîn tenê ziman dimîne. Ji ber vê yekê zimanê her gelî li Rojhilata Navîn nasnameya wî gelî diyar dike. Ji bo tu gelekî ji gelê din, mirovkî ji mirovê din binasî divê tu li zimanê wî binêrî. 

Ger tu ziman lê qedexe bikî, wê demê tiştekî tu wî/wê ji hev binasî li holê namîne.

Ji bo vê yekê rayedarên Tirkiyê di astengkirina zimanê Kurdî de berxwedaneke mezin dikin. Tevî têkoşîna sîh salan a li hemberî desthilatdariya wan, hebûna Kurdbûnê dipejirînin jî, dîsa bikaranîna zimanê Kurdî napejirînin. Baş dizanin ku zimanê Kurdî bi serbestî were bikaranîn tevahiya Kurdên ji xwe re kirine Tirk, wê bi nasnameya xwe bihisin û zanibin ku ji aliyê komarê ve hatine xapandin, dizîn û guhertin. Bêguman wê vê yekê nepejirînin û li dijî sazûmana komarê rabin. Ev jî wê bibe dawiya desthilatdariya rejîma înkarker û tinekar.

Bi vê sedemê Kurd ger dixwazin hebûna xwe di cîhanê de di nava mirovahiyê de bi awayeke birûmet bi cih bikin û bimeşînin berya her tiştî divê li zimanê xwe xwedî derkevin. Rêka xwedîderketina li zimanê xwe jî, bikaranîna ziman e. Tu çiqasî xwe Kurd dibînî bibîne, tu ji bo kurditiyê çiqasî têdikoşî bitêkoşe, ger tu zimanê xwe bi kar neynî, tu bi destê xwe gotina xwe û têkoşîna xwe vala derdixî û tu encam nagrî.

Heta ku Kurd hemû danûsitendina xwe bi zimanên desthilatdrên xwe bimeşînin, ji aliyê desthilatdaran ve daxwazên wan cidî nayên girtin. Kengî Kurdan di hemûdanûsitendina xwe de zimanê xwe bikaranîn wê demê wê desthilatdar kumê xwe deynin ber xwe û bifikirin ku têkiliyên di navbera xwe û Kurdan de çawa ji nû ve saz bikin.

Bi vê sedemê em Kurd ji xwarin û vexwarinê ferztir, gavek berya gavekê divê zimanê xwe bikar bînin û ne tenê li malê li her derê û di her aliyê jiyanê de em bi kar bînin. Li malê, li kolanan, li kargehê, li dikanan, di trempêlan de, di qonaxên hukûmetê de, di dibistanan de; di aliyê axaftinî, nivîskî û weşanî de em bi kar bînin. Em wiha her gav û berfireh bi kar bînin ku gel an hêzên dixwazin me bixin bin destê xwe yan jî bi me re têkilî û dostanî deynin tev pêwîst bimînin zimanê me fêr bibin û jê re û ji bikaranîna wê re rêz bigrin. Ev yek di dest me de ye. Em zimanê xwe bi serbilindahiyekê bi kar bînin; di her warê jiyanê de û di her bêhnê de ji bikaranîna wê em bi awayeke giyanî û manewî kêfxweşî û hêzê jê bigrin.

Ji bîr nekin ku dema Mirovahiyê li ser ruyê dinyê cara yekem dest bi axaftinê kir û bi vê yekê bûn mirov, li ser xaka Mezopotamya ku warê Kurdan e axivîn. Kî dikare înkar bike ku mirovê destpêkê axift ne bi Kurdî axiftibû? Wê demê çima em bi serbilindahî li zimanê xwe xwedî dernekevin û her gav bikar neynin? Sedem çi ye?

18 3 2006

ZAYÎNA ROJÊ JÎNDAYÎNA XWEZAYÊ YE

Xweza bi Rojê jîn dibe. Ger ronahiya rojê ji ser xwezaya me qut bibe, wê jiyan raweste û zindî tev bi mirinê re rû bi rû bimînin. Roj bi ronahiya xwe derfetê dide dîtina mirov û zindiyan. Dema tîrêjên rojê ji ser xwezaya me kêm dibe, tarîtiyeke reş perdeya xwe digre ser rengan û êdî tiştek diyar nake. Reşahî wekî hundirê qebristanê herdem tirs, xov û mirinê bi xwe re tîne; lê ronahî herdem coş, şahî û zîndîbûnê diafirîne. Mirov bê xweda dikarin bijîn, lê bê roj nikarin bijîn. Roj ji bo mirovan kaniya hebûnê, bingehê jiyanê, afirandêrê zindîbûnê û hêza mirovbûnê ye. Ji bo vê mirovên bi qedr û qiymetê rojê dizanin diqêrin, dibêjin; ‘Bê te jiyan nabe!’ û ‘Kesek nikare roja me tarî bike!’

Roj xweza û cîhanê ronahî dike. Wateya ronahiyê diyarbûn û jînbûna xweza û cîhanê ye. Dema roj tinebe diyarbûn û jînbûn jî çênabe. Gelê Kurd di dîroka xwe de piştî hilweşîna Medan ketin nava dîrokeke nediyariyê. Hebûn û tinebûna wan êdî di nava nediyariyekê de bû û her roj ber bi mirinê ve diçûn. Ji bo gelekî, ji bo netewekê nediyarbûn ji xwe tê wateya mirinê. Gelekî ku li ser xaka xwe, ne xwediyê xaka xwe be, nikaribe bi zimanê xwe biaxive, newêribe nasnameya xwe bîne ser ziman, ji xwedîderketina li hebûna xwe dûr ketibe ma mirov dikare bêje ew gel jiyan dike?

Reşahiyê bi sedsalan perdeya xwe ya tarî ji ser Kurdistanê ranekir. Tirkên îroj hebûn û nasnameya Kurdan înkar dikin di piştî salên hezarî yên piştî zayîna Îsa hatin ser xaka Anatolya û bûn cînarê Kurdistanê. Hîn ew nehatibûn ser vê xakê bi hezar û şeş sed salan Kurdan li ser vê xakê şaristanî ava kiribûn û împaratoriya Med saz kiribûn. Berya wê bi sê hezar salan bapîr û dapîrên Kurdan li ser vê xakê bi pêkanîna şoreşa neolîtîkê ya wekî niştecihbûnê tê zanîn, rêka jiyanê li ber mirovahiyê vekirin. Bi vê sedemê şûna ji Kurdan re spaz bikin, wekî kabûsekê bi ser Kurdistanê de bariyan. Ne tenê li ser Kurdan, li ser hemû çandên li vê derê dijiyan bûn kabûsek û dawî li hebûna wan anîn. Ger Kurd ji vê kabûsê filitîbin ev bi hêsanî çênebû.

Ereb û Acemên wekî Tirkan îroj desthilatdariyê li ser Kurdan dikin û mafên wan ên herî mirovahî binpê dikin jî, hebûna xwe deyndarê vê şoreşa neolîtîk a bi destê dapîr û bapîrên Kurdan hatiye afirandin in. Vê yekê mirov dikare ji bo tevahiya mirovahiyê jî bîne ser ziman.

Tevî vê, ev dîrok hat jibîrkirin. Kurd hatin pelixandin, bindestkirin, redkirin. Kurd tine hesibandin, mirî hesibandin. Xaka Kurdan parçe parçe kirin. Dagir kirin. Talan kirin. dagirkerî û talankerî ne tenê li ser xakê, li ser mejî û jiyana mirovên Kurd jî meşandin. Bi hezaran mirov qir kirin, Geliyê Zîlan bi rojan xwîn herikî, çiyayên Dêrsimê ji xwînê sor bûn…Li Kurdistanê zivistaneke dijwar û domdar destpêkir.

Yên ku vê dîrokê nizanibin, nikarin grîngiya hilatina Rojê ya li Kurdistanê jî têbigîhêjin. Ji ber ku di van salên tarî yên Kurd û Kurdistanê de Rojê tîrêjên xwe ji ser Kurdistanê kişandibûn. Kurdistan ketibû nava taritiyeke reş. Kurdan ne xwe didîtin, ne derdora xwe didîtin, ne jî dikarîbûn pêşeroja xwe bibînin. Tarîtî ketibû heta hundirê hiş û mejiyê wan. Zindîbûn, li ser xaka Kurdistanê cihê xwe dabû mirinê. Jiyan êdî ji Kurdan re nemabû. Ne tenê mirovên kurd, teyr û tebayên kurd jî, dar û berên kurd jî bi hesreta jiyan û zindîbûnê her roj dihatin qirkirin û sotin.

Ji bo vê gelê Kurd wateya dûrketina ji rojê pirr baş dizane. Dema di qûntara çiyayê Agirî de gora wê kolan û kirin binê betonê, êşa bêrojmayînê pir bi dijwarî kişand.

Niha neyar û dijminên kurdan tev dibêjin; ‘Kurd çima li Apo xwedî derdikevin? Bila dev jê berdin!’

Ev tê wê wateyê ku ji mirov û zindiyan re bêjin; ‘Hûn çima bê roj jiyan nakin. Dev ji rojê berdin û di taritiyê de jiyan bikin.’

Rêber Apo roja gelê Kurd e. Ev roj di 4ê Nîsana 1948 ê de li ser Kurdistanê hilat. Di salên heftêyî de gel bi hilatina rojê hisiya. Di salên 80yî de bi germbûna rojê bi ser xwe ve hat. Di salên 90î de bi ronahiya wê hat ser hişê xwe û xwe nas kir, li xwe xwedî derket, bi salên 2000î xwe li derdora rojê pêça û pê re kir yek; êdî roj bû gel, gel bû roj. Wekî zadê tîrêjên rojê dikişîne nava xwe û diseride, gelê Kurd di serê sedsala 21ê de, seridî.

Seridîna gelê Kurd îsal bi bûyera Şemzînanê serî da, di Newrozê de bêhtir sitewiya û di roja jidayikbûna rêber Apo de gîhişt asta çinîna berhemên bi salan bi xwîn û kedê hatine mezinkirin.

Rêber Apo ji bo gelê Kurd di wateya Rojê de ye. Afirandêrê jînbûna gelê Kurd e: Gel ji gorê rakir ser piyan; vejîna gel pêk anî. Hîs dan gel; dîtin, bîhistin, axaftin, hîskirin, tamkirin bi gel da naskirin. Hiş, raman, aqil, bîrûbawerî, zanistî û bîrbûn da gel. Gel kir xwedî vîn, xwedî hêz; bi rêxistin kir, bi sazî kir. Hevgirtin û piştgiriya gelê Kurd pêk anî. Di nava her çar parçeyên Kurdistanê de û Kurdên li her çar aliyê cîhanê de hevnasîn, girêdan, yekîtî û xwedîderketina li hev afirand. Kurd kirin xwediyê êş û kêfxweşiya hevpar; hest û ramanên hevpar bi kurdan re afirand. Kurdên bibûn Kurdê Ereban, Kurdê Tirkan, Kurdê Aceman, Kurdê Farisan, Kurdê Îngilîzan, Kurdê Ewropiyan, Kurdê Rûsan, Kurdê herkesî, ji van derderon tevan veqetand û kir Kurdê Kurd û Kurdistanê.

Vê yekê ev hêz tev xistin nava xov û tirseke mezin. Van hêzan tevan hebûna xwe li ser tinebûna Kurdan saz kiribûn. Tevan hevalbendî danîbûn ku Kurd malên wana ne. Kurd xulamên wana ne. Kurd emirberên wana ne. Kurd koleyên wana ne. Kurd bergerên li ber deriyê wana ne…

Dema ev sazûmana wana bi destê Rêber Apo hat hilweşandin dîn û har bûn. Bi hemû derfetên xwe êrîş birin ser Rêber Apo. Li dîroka PKKê binêrin, ji serî heta dawî bi provokasyon û tasfiyekariyên li dijî rêbertiyê dagirtiye. Hîn di zayîna li Enqerê de bi provokasyon, tasfiye û komployê re rû bi rû dimîne û dawî li Kenyayê bi komplo û provokasyonê dîl dikeve.

Êrîşa dijminan herdem li ser rêber Apo bi dijwarî çêbûye. Tevî têkoşîna sîh salan, rijandina ewqase xwîn, dayîna ewqase can, valakirin û sotina ewqase gundan, hîn jî desthilatdarî dibêje; ‘Dev ji Apo berdin’.

Dijbertiya desthilatdariyê ji Rêber Apo re ne bê sedem e. Bala xwe bidinê; berjewendiya kê li ser tinebûna Kurd û Kurdistanê hatibe sazkirin tev li dijî Rêber Apo ne. Çima? 

Ji ber ku Rêber Apo bi hebûn û têkoşîna xwe bend li pêşiya vê berjewendiya wana kişand. Rêber Apo dagirkerî û talankeriya li ser Kurdistanê bi ronahiya xwe eşkere kir. Rêber Apo zulm û zordariya li ser gelê Kurd bi kurdan bihîstin da. Rêber Apo veşartin, nuxumandin, înkarî û derewên dagirkeran tev derxistin ber tavê û bi vekirina çavê gelê Kurd dîtina van tevan pêk anî. Dagirker û neyar hatin rewşeke wiha ku nikaribin li Kurdistanê bijîn û desthilatdariya xwe bidomînin.

Rabûn tevan dest dan hev û Rêber Apo dîl girtin. Bi vê yekê xwestin bîr û baweriya gel a ji Rêber Apo re bişkînin û bendekê di navbera gel û rêbertiyê de ava bikin. Gelê Kurd bi dirûşmeya, ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ ev helwesta dagirkeriyê bersivand. Dîlgirtina rêber Apo bi armanca tarîkirina roja gelê Kurd bû. Dagirkeriyê ji dîroka xwe dizanîbû ku Kurd bê roj bimînin wê cardin bikaribin li ser serê wana koledariyê bimeşînin. Bi salan ev yek li ser serê Kurdan dabûn meşandin û xwe serkeftî dîtibûn. Tenê Rêber Apo ev taritî çirandibû. Bi dîlgirtina wî wiha fikirîn ku wê careke din vegera taritiyê çêbibe.

Lê tiştek hesap nekiribûn; gelê Kurd carekê tama germbûn û ronahîkirina rojê sitendibû û di hiş û giyana xwe de bihîstibû. Wekî tovê bi rojan di binê erdê de di taritiyê de dimîne û erdê diçirîne, tîrêjên rojê himbêz dike, bi germahî û hêza wê xwe hişîn û zindî dike ku careke din vegera wê ya binê erdê ne gengaz e; têkiliya di navbera rêber Apo û mirovê kurd de jî wiha ye. 

Hevhimbêzkirina mirovên kurd û roja wan Rêber Apo di jiyan û giyana gel de hilpekîneke wiha da afirandin ku careke din jiyan û ramandina bê rêber Apo ne gengaz e. Rêber Apo bi ramana xwe û bi bîrdoziya afirandiye bûye awayê ramandin û jiyandina gelê Kurd. Çawa ku mirovek ji bo bikaribe bijî pêdiviyê bi av, hewa û tava rojê dibîne; mirovên Kurd jî ji bo bikaribin bijîn pêdiviyê bi awayê jiyana Rêber Apo, bi ramanên wî û bi gîhiştina giyana wî dibihîsin. Ku bi rastî dagirkerî bikaribe Rêber Apo ji gel qut bike, wê bikaribe gel vegerîne goristanê; çawa ku tîrêjên rojê ji zindiyan qut bibe wê tev vegerin binê axê.

Desthilatdarî vê rastiyê dizane û helwest û êrîşên xwe yên li ser rêber Apo bi vê armancê û li gorî serkeftina vê ramanê pêş ve dibe. Lê qasî zanebûna dagirkeriyê, gel jî vê rastiyê dizane. Desthilatdarî ji bo mirandina gel, gel jî ji bo bij’ li ber xwe dide. Gel jiyana bê roja xwe napejirîne. Di vê bêhnê de desthilatdarî bi mirin û mayinê re rû bi rû dimîne. Jînbûna gel tê wateya mirina desthilatdarî û dagirkeriyê. Yan sazûmana desthilatdar wê xwe ji holê rake û bi guherîneke bingehîn were ser rêka pejirandina mafên gelê Kurd, yan wê xwe bi dubarekirin bidomîne û kuştina gel bimeşîne.

Di van bûyerên dawî de ev pevçûna di navbera jîn û mirinê de pir bi dijwarî tê meşandin û dîtin. Gelê Kurd ji bo bikaribe bijî li ber xwe dide, dagirkerî û desthilatdarî jî ji bo jiyandina sazûmana xwe li ber xwe dide. Bi vî halê xwe yê îroj jiyana herduyan bi hev re û di yek kodê de ne gengaz e. Ji ber ku di navbera gelê Kurd û yê Tirk de ji aliyê desthilatdariyê ve zewaceke bê maf û bi yek alî, zewaceke despotîk û desthilatdar hatiye çêkirin. Qasî 80 salan ev zewac li ser bingehê bêmafiyê bi zordariya xwe meşandin. Hêzeke cidî û xurt a bikaribe vê bêmafiyê rawestîne tinebû. Gelê Kurd li hemberî vê bêmafiyê 28 caran serî hilda, her carê bi zordariyeke xwînxwarî hatin temirandin. Lê îsyana 29emîn ji tevan bihêztir û cidîtir derket. Tevî alîkariya cîhanê ji Tirkan re, netemirî û hîn jî li ber xwe dide.

Di vê sala dawî de rayedarên desthilatdariyê biryara şerê topyekun careke din li hemberî têkoşîna gelê Kurd sitendin. Di encama vê biryarê de di qada navnetewî de û di Kurdistanê de bi ser têkoşîna gelê me de hatin. Ji bo bikaribin vê serdehatinê bigîhênin encameke li gorî xwe, tecrîteke giran danîn ser hevdîtinên Rêber Apo. Bi danîna vê tecrîtê xwestin ji aliyêkî ve derfeta jiyanê li Rêbertiyê teng bikin û wî ber bi çalakiyeke encama wê nediyar ve biajon. Bi vê yekê ketin nava hesabê şikandina vîna gel. 

Ger bi tecrîtkirina rêber Apo, gel dengê xwe dernexistiba wê bikarîbana gel û rêbertiyê ji hev qut bikin û careke din ewrên tarî li ezmanên Kurdistanê serdest bikin. Gel nehat vê leyistokê û bi kampanyaya îmzeyên ‘Rêber Apo vîna min a siyasî ye’ bersiv da helwesta desthilatdariyê. 

Desthilatdarî dema pêşketin û serkeftina vê kampanyayê û bilindbûna xwedîderketina li rêbertiyê dît, vê carê bi komployan xwest gel û rêbertiya gel bîne hemberî hev. Bi taybetî li derdorên wekî Şemzînan, Sîlopî û cihên din bi destê leşkerên xwe çalakî li hember gel bi awayeke dizî çêkirin û bi teşeyeke wekî PKKê çêkiribe xwestin bidin diyarkirin. Bi vî awahî xwestin gel û gerîlan bînin hemberî hev, gel ji gerîla sar bikin û dûr bixin.

Lê gelê di nava têkoşîna azadiyê de pijiyaye, ev leyistoka dijmin jî bi bûyera Şemzînanê ya serdegirtina di ser bûyera bombekirina pirtûkxaneyê de, vala derxist û zêdetir jî eşkere kir. Bûyera Şemzînan û helwesta gelê Kurd ji bo eşkerekirina rûçik û tawanên desthilatdariyê yên li Kurdistanê pêngaveke grîng e. Bi vê eşkerekirinê êdî desthilatdariyê bihîst ku daxwaza wê ya dûrxistina gel ji gerîlan berûvajî pekiya û dewlet ji gel dûr ket.

Eşkerebûna ruyê dewletê di tevahiya Kurdistanê de bîr û baweriya bi hêzên azadiyê heye bilintir û xurtir kir. Gel bêhtir xwe nêzî gerîlan kir û xwedîderketina li rêbertiya xwe bilindtir kir.

Desthilatdarî bi vê rewşa nû ket nava tengezariyeke wiha ku ji hişmendiya xwe dûr ket. Ev bêhişmendiya desthilatdariyê ji bûyerên Şemzînan heta çalakiyên Newrozê berdewam kir. 

Di wê pêvajoyê de leyistik û hesabeke dijmin li ser Amedê hebû. Li hemberî van pêşketinan li Amedê bêdengiyek dijiya û desthilatdarî dixwest ji vê bêdengiyê hêviyekê bigre û ger bikaribe vê bêdengiyê di Newrozê de jî biser bixe, wê bikaribe gav bi gav li ser tevahiya Kurdistanê saz bike. Ev hêvî û xeyala desthilatdariyê bû. 

Ji bo vê di Newrozê de bi ser gel de nehatin û xwestin xwe bi gel şêrîn bidin nasîn. Lê gel rûçikê dewletê li Sûsûrlûk, li Şemzînan, li Sîlopî, li valakirin û şewitandina 4 hezar gundan, li kuştina 2 hezar kesên bi kiryarên wan ne diyar, li avakirina hizbûlkontra û rêkirina ser gelê kurd, li îşkencekirina zindana Amedê û li her derê bi her qirêj û gemara şerê taybet ê li dijî gelê Kurd dimeşîne dîtibû û baş nas dikir. Gelê Amedê dizanîbû ku di binê ruyê dewletê yê dixwaze şêrîn bide nasîn de diranên gurê har veşartîne.

Di Newrozê de, di serî de gelê Amedê û tevahiya Kurdistanê ji hemû salên derbasbûyî zêdetir û bi coştir tev li pîrozbahiyan bûn û bersiv dan banga Koma Komalên Kurdistanê ya beyankirina Newroza 2006 an wekî Newroza Rêber Apo. Bi vê yekê mesajeke wiha dan desthilatdariyê ku gelê Kurd bi mirin û mayinê bi rêber Apo re ye. Ti hêz nikarê gel ji rêbertiyê qut bike û dûr bixe. Her ku desthilatdarî bixwaze rêbertiyê ji gel dûr bixe û tenê bihêle, gel zêdetir pê ve tê girêdan û lê xwedî derdikeve.

Bi vê armancê li tevahiya Kurdistanê Newroza 2006an bû Newroza xwedîderketina li Rêber Apo û referandûma beyankirina wî ya wekî vîna siyasî ya gelê Kurd. Ev rastî her çiqasî bi kampanya îmzeyan derdiket holê jî, pîrozkirinên Newrozê bûn qada beyankirina vê daxwazê.

Bêguman asta têgiha desthilatdariyê li hemberî vê beyana gel ket rewşeke tengezar û nikarîbû daqurtîne. Ji xwe di pîrozkirinên Newrozê de, bi sedan kamera bikar anîbûn û bi pêdandina(tespîtkirina) kesên pêşengtiyê ji gel re dikin wê dest bi binçavkirin û girtinên pirhijmarî bikrana. Bes dema dîtin ku qasî hêvî û texmîn nedikirin tevlêbûn û coşeke mezin di pîrozkirinên Newrozê de derket holê, desthilatdarî ji ser hişê xwe çû û wekî gurê har bibe xwest bi tolvedanekê bersivê bide vê helwesta gel. 

Bi vê armancê ji bo şikandina hêviya gel, operasyon li dijî gerîla da meşandin. Ji xwe demeke dirêj e operasyonên dijwar li hemberî gerîla dimeşandin, lê zêde encam nedigirtin. Bes vê carê bi çavsoriyeke wiha bi ser gerîla de çûn ku bikaribin encameke diyar bigrin. Li gorî saloxdariya bi dest xistine, li bejahiya Mûşê dor li yekîneyeke gerîla pêçan û bi çekên kîmyewî ew bi dest xistin. Ger wekî her car bi çekên asayî bi ser yekîneyê de biçûna, nikarîbûn encameke wiha dijwar bi dest bixistana. Lê di vê bêhnê de, ji desthilatdariyê re encameke sedî sed pêwîst bû û bi vê armancê, ji bikaranîna çekên kîmyewî xwe paş de nedan. Ev jî xwînxwariya dagirkeriyê û ji bo gîhiştina armanca xwe dûrbûna wê ya ji rêbazên mirovahî diyar dike.

Desthilatdariyê bi kuştina 14 gerîlan û anîna cenazeyê wan, wiha dihizirî ku bayeke mirinê bi ser gel de wê rêbike û çavê gel bitirsîne; tişta di Newrozê de hêvî dikir û bi dest neketiyê bi vê yekê bi dest bixe. Desthilatdariyê bawer nedikir ku gel bi girseyeke ji tevlêbûna Newrozê xurtir û zêdetir li cenazeyan xwedî derkeve. Ger ev yek texmîn kiriba cenaze ji bejahiyê nedianî û nedida gel. Ji xwe piştî çalakiyên xwedîderketina li cenazeyan derxistina zagona nedayîna cenazeyan vê gotinê rast dike. Di dayîna cenazeyan de sedî sed armanc û hêviya dijmin rêkirina bayê mirinê bi ser gel de bû. 

Lê gel bi xwedîderketina li cenazeyan wekî ya sala 1990-92an bersiv û peyameke ji ya Newrozê xurtir û wekî berdewamiya xurtî û coşiya Newrozê da desthilatdariyê.

Dema helwesta gel bi vî awahî derket, çavsoriya desthilatdariyê hilkişiya asta herî bilind û vê carê bi rastî ji hişmendiyê dûr ji ser xwe çû. Di serî de serokwezîr Tayip Erdogan û hemû rayedarên dewletê bê hişê xwe dest bi dayîna gotaran kirin. Ji aliyekî ve bangî çapemeniyê kirin ku dil, guh û çavê xwe li bûyeran bigrin. Ev tê çi wateyê? Wekî temirandina 28 îsyanên derbasbûyî, wekî qirkirina li geliyê Zîlan û li Çiyayê Dêrsimê, li Licê, li Xanî, li Palû û li her çar aliyê Kurdistanê…

“Emê dest bi qirkirinan bikin, hûn ji nedîtî û nebihîstî werin, qet qalê nekin, bila kes pê nehise”.

Di dîrokê de desthilatdarên Tirk, Ereb, Faris gelek caran di bêdengiyê de Kurd qir kirine û di rojnameyên Tirk, Ereb, Faris û di çapemeniya cîhanê de ev qirkirin nebûye nûçeyeke ji rêzê jî. Ji ber ku vê rastiya xwe dizanin Tayip, careke din ji çapemeniya xwe bêdengî xwest. Û pê re dest bi qirkirinê kirin. Ewqasî çavsor bûne ku dest bi kuştina zarok û pîran kirin. 

Gelek kes dikarin wiha bihizrin ku polîsan bi awayekî rasthatinî gule reşandine û zarok an pîr wiha hatine kuştin. Lê rastî ne ev e. Dîsa ji beyanên Tayip Erdogan tê fêmkirin ku kuştina zarokan bi taybetî dane pêşya xwe. Tayip dibêje; ‘Zarok be jî, jin be jî emê jê re dilrehmiyê nekin’. 

Dixwaze bi kuştina zarokan ji Kurdan re vê peyamê rêbike: ‘Emê kinêsa we(nijada we) ji ruyê erdê rakin’. 

Di şer de kuştina jin û zarokan tê vê wateyê; wekî din ti wateya xwe nîne. Wateya kuştina zarok û jinan vemirandina nijadê ye. Dixwaze bi vê yekê bêje, ‘Ezê nijada we ji holê rakim’.

Çapemeniya Tirk wekî her car, dîsa fermana rayedarên xwe neşikandin û bêvîniya xwe diyar kirin. Balkêş e ku qinalên TV û rojnameyên bi salan e, têkoşîna azadiya gelê Kurd wekî ‘terorîzmê’ bi nav dikin û rêberê gelê Kurd wekî kujêrê zarokan nîşan didin, bi devê xwe dest bi gotina, ‘Terorîstin kadini, çocugu olmaz’ kirin û fetwa ji kuştina zarok û jinan re derxistin. 

Yanî ku dewlet bi xwe bi zanebûn û bi armanc zarok û jinan, pîr û kalan, mirovên sîvîl û bêçek bikuje ev nabe terorîzm, lê ku gerîlayekî j bo azadiya welatê xwetêkoşînê dide, ji bo parastina xwe guleyekê bireşîne ser cerdewanan û sîvîlek bi şaşitî were kuştin ev dibe terorîzm. Vaca çapemenî û rayedarên Komara Tirkiyê wiha ye. 

Bi vana re vaca rayedarên Amerîka û Ewropa jî ji vê ne dûr e. Ger ne wiha be divîbû di cih de bi beyanên xwe kiryarên polîsên Komara Tirkiyê û helwest û gotinên rayedarên Komarê şermezar bikrana û pêkanîna kuştina zarokan û fermandayîna kuştinan wekî terorîzm bianîna ser ziman. Divîbû navê Tirkiyê ku rayedarên wê eşkere fermana kuştina zarok û jinan didin, bixin lîsteyên xwe yên terorîzmê. Ger wiha nekin, kengî dikarin di gotinên xwe de baweriyê bidin gelan? Ew vaca ku dewlet bike nabe terorîzm, lê hêzên azadiyê bikin dibe terorîzm êdî vaceke pûç e û ji aliyê gelan ve nema tê daqurtandin; divê di serî de dewletên rêbertiya gelê Kurd wekî terorîst û têkoşîna wê ya azadiyê wekî terorîzmê bi nav dikin, vê rastiyê bibînin, bipejirînin û beyan bikin.

Gelê Kurd jin, zilam, zarok, ciwan, pîr, kal ji sê salî heta heftê û sê salî daket kolanan û bang kir ku vîna wê ya siyasî rêber Apo ye. li hemberî vê rayedarên komara Tirkiyê fermana kuştina kurdan a ji sê salî heta heftê û sê salî dan. Ev zulm û terorîzmek e ku ne di zagonên navnetewî de, ne jî di yên mirovahî de cihê xwe heye. Bi meşandina vê terorîzmê desthilatdaran xwestin tişta bi kuştina gerîlan nikarîbûn bi dest bixin, bigrin dest xwe. 

Bi qirkirina gerîlan agirê serhildanê netemirî, xwest bi qirkirina gel bitemirîne. Lê gel ev armanc û hêviya desthilatdariyê jî di qirika wê de hişt. 4ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêber Apo di vê wateyê de wekî ceribandina dilê gel bû. Ger bi qirkirinên dijmin gel tirsiyaba, wê tev li pîrozkirinên roja jidayikbûna rêbertiyê nebaya, gel netirsiyaba wê tevlêbûna xwe bidomandaya.

Di roja 4ê Nîsanê de careke din derket holê ku gelê Kurd ne ji kuştinan, ne ji geflêxwarinan, ne jî ji terorîzma dewletê ditirse, tam berûvajî vê, gelê bi agirê Newrozê pijiyaye û bi ronahiya Rojê gîhiştiye asta zanistî, bîr û baweriya jiyana azad, wekhev û bi rûmet, heta serkeftinê bi dest xwe nexe, gav paş de navêje û wê têkoşînê xurtir bidomîne.

Belê, 4ê Nîsana 2006an bû roja peytandina windakirin û têkçûna desthilatdariyê û bidestxistin û serkeftina gelê Kurd.

Bi vê helwesta xwe ya dawî him rayedar û sazûmana komarê, him jî hemû hebûna desthilatdariya Tirk a li Kurdistanê, dest bi têkçûneke nema dikare pêşî lê bigre kir. 

Wekî bi hatina biharê û destpêkirina germahiya rojê re xwe paşdekişandina berfê ji quntara çiyê ber bi jorê ve û li cihê wê derketina şînatî û destpêkirina jiyanê; wê li Kurdistanê ji îroj û pê de roj bi roj xwe paşdekişandina hebûna desthilatdariya komarê ya di her qadê de were jiyandin û li cihê vê gav bi gav civatên Koma Komalên Kurdistan wê şîn werin û sazûmana Koma Komalên Kurdistanê jiyan bike. 

Bi serhildanên vê biharê ev rastî derket holê. Çawa ku ti hêz nikare zayîna rojê paş de bizîvirîne, ti hêz nikare vê zayîna gelê Kurd jî berûvajî bike. Ne kuştin, ne girtin, ne îşkence, ne koçberî nikarîbû vê zayîna gel rawestîne; ji vê û şûn de qet nikare.

Gelê Kurd di Newroza 2006an û di roja jidayikbûna Rêber Apo de helwesta xwe ya azadîxwaz, demokrasîxwaz û aştîxwaz ji dost û dijminan re eşkere beyan kir. Gelê Kurd him bi îmzedayînê, him bi qêrînên xwe beyan kir ku vîna wê ya siyasî rêber Apo ye û ti çareseriyên bê azadiya rêber Apo napejirîne.

Di vir de tişta were kirin hatina ser van ratiyan e. Ger rayedarên Komara Tirkiyê çi leşker, çi sîvîl bi rastî welatparêz in û dixwazin di komara xwe de bi pîvanên mirovtî û yên demokratîk bijîn pêwîst e dev ji çetekarî û rantxuriya sûd jê digrin berdin. Wekî xwenûkirina xwezayê ya di biharê de, vê bihara 2006an ji xwe re bikin bihareke xwe şuştina ji hemû qirêj û gemara şerê taybet ê bê maf ê li dijî gelê Kurd dimeşînin. Pêwîst e ji beyana gelê Kurd re rêzdar bin û vîna gelê Kurd rêber Apo bê qeyd û şert azad berdin û pê re hevpeymaneke wekhevî, azadî û demokrasiya di navbera gelê Kurd de destxet bikin. Êdî dem û roja vê hatiye. Derveyî vê bi ti rêkên din, bi kuştin, girtin û bilindkirina terorîzm û îşkenceyan nikarin daxwaz û rabûna gelê kurd a azadî û rizgariyê bitemirînin.

Ev bihar îspata vê bû. Bihar demsaleke vejîna xwezayê ye. Hemû zindî di biharê de xwe nû dikin, bi evîna jiyanê dilivin, tevdigerin. Wateya biharê ne bidawîkirina jiyanê ye; bidawîkirina mirinê û destpêkirina jiyanê ye. Rayedarên Komarê pêwîst e ne jiyanê bi dawî bikin, mirin û kuştinê bi dawî bikin. Di serî de çapemenî, rewşenbîr û demokratên Tirk û giştiya mirovahiyê pêwîst e vê yekê ji rayedarên komarê daxwaz bikin û xwe ji meşandina terorîzma wan re, ji domandina polîtîkaya wan a afirandina kuştin û mirinê re nekin navgîn. Bi vîna xwe ya azad tevbigerin ku bikaribin rehetiyeke vîcdanî jiyan bikin. 

Kuştina zarok û jinên Kurd ne li berjewendiya gelê Tirkiyê û ne li berjewendiya mirovahiyê ye. Ger gelê Tirk û mirovahî vê rastiyê zanibe, hatina ser vê rastiyê wê bibe mizgîniya destpêkirina aştiya di navbera gelê Kurd û Tirk de û ev yek wê ji gelên herêmê re bibe mînak ku bi xwe re aştiya di navbera tevahiya gelên Rojhilata Navîn de bîne. Ev ne xeyal e û ne dûr e. Bes ku mirov destê xwe deyne ser vîcdanê xwe û li gorî pîvanên mirovahî tevbigere qasî tîrêjên rojê ên di bûkên çavê mirov de diterisin çareserî nêzî me ye.

5 4 2006

BIKARANÎNA ZIMANÊ ZIKMAKÎ ERK Û RÛMETEKE NETEWÎ YE

Bêguman her mirovek ji bo hebûna xwe û hebûna netewa xwe grîngiya bikaranîn û lipêşxistina zimanê xwe yê zikmakî dizane. Bes qasî ku dizane her mirov pêwîstiyên wê pêk nayne. Ev pêkneanîn ji ber gelek sedeman di nava kurdan de zêdetir e.

Ez herdem difikirim û min dixwest ku derfeta min hebaya netew bi netew bigeriyama û min ji mirovan pirs kiriba ka difikirin dev ji zimanê xwe berdin û zimanekî neteweke din bikar bînin. 

Lê ez dihizirim ku ji kîjan mirovî bipirsim wê beje, ‘Na, zimanê min ê zikmakî ji her zimanî şêrîntir e û tu min bikujî jî ez ti zimanên din naxim şûna zimanê xwe.’ 

Lê di vê mijarê de ku em ji kurdan pirs bikin, rewş tê guhertin û wê mirovê kurd pir bi rehetî bikaribe bêje, ‘wele xem nake; ma ez dikarim bi tirkî, erebî ango zimanekî din jî xwe vebêjim.’

Ev gotin û helwest pirsgirêka me ya herî mezin û mijara vê nivîsarê ye.

Bêguman gelek kurd dikarin bêjin ku ‘em nakevin vê kategoriyê,’ lê ez vê yekê bi awayekî giştî dibêjim.

Rast e ku derfet nîne mirov bi mirov bigerim û binêrim ka di jiyana rojane de kurd çi zimanî bikar tînin. Lê ez kêm kêm li her çar parçeyê Kurdistanê mame, min jiyana her çar parçeyan kêm zêde dîtiye, bûme mêvanê axaftin û vegotinên wan. Derveyî vê bi salan di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de ji her parçeyî bi sedan kesan re danûsitendinên min çêbûne. Ev tev bi tena xwe qasî ankêtekê bi nirx e. 

Di vî warî de parçeyê asîmîlasyon herî zêde li pêş ketiye bêguman parçeyê Bakur e. Li parçeyê Başûr jî Kurdên li Mûsil, Bexda û cihên din di nava Ereban de mane asîmîlasyoneke giran jiyane. Rojhilat û Başûrê Rojava kêmtirîn ev jiyane.

Ji ber ku parçeyê mezin Bakur e û asîmîlasyon herî zêde li wir li pêş ketiye û çareserkirina pirsgirêka kurd a her çar parçeyan di helwesta Komara Tirkiyê de xitimiye, pêwîstî pê heye em li ser kurdên vî parçeyî û xwedîderketin û bikaranîna zimanê zikmakî ya mirovên li vî parçeyî rawestin. Tê zanîn ku hîn jî zagonên Tirkiyê bi hêsanî û awayekî tam rê nade zimanê kurdî di her warê jiyanê de bi awayeke fermî were bikaranîn. 

Qasî sedemên vê yên ji rayedarên Tirkî û sazûmana komarê tê, li gorî min divê kurd jî di hinek sedeman de para xwe bibînin. Ger rayedarên Tirk di warê zimanê Kurdî de hîn jî gavên bingehîn û berfireh navêjin, wêr ji helwesta kurdên li gorî tê xwestin zimanê xwe bikar naynin distînin. 

Li Bakur di van salên dawî de, di warê hestên netewî, netewbûna kurd, yekîtiya gel, pişgiriya hev a netewî de gelek pêşketinên grîng tên jiyandin û ev hêviyeke mezin dide pêşeroja Kurdistanê. Di pîrozbahiyên Newrozê de dema bi sed hezaran Kurd tên cem hev, bêguman ev hestên mirov ên netewî radike ser lingan û navbera mijankên mirov şil dike. Hatina cem hev a sedhezaran di Newrozê de nîşaneya xwedîderketina li nirxên netewî ye. Ev yek bêhneke kurdinî, hilmeke Kurdistanî, hêzeke netewî dide der. Dost û dijmin tev dibînin ku kurd dikarin werin cem hev, dikarin bi hev re bimeşin, bi hev re biaxivin, hestên xwe parve bikin û derbasî pratîkê bikin. Ev hatina cem hev tirseke mezin dide desthilatdarên Kurdistanê û bi vê sedemê dest bi girtin û kuştinan dikin ku bikaribin pêşî lê bigrin, dîsa kurdan ji hev parçe parçe bikin. Lê her ew kuştin û girtinê li pêş dixin kurd jî bi înat bêhtir tên cem hev û li hev xwedî derdikevin. Ev ji bo gelê kurd serbilindahî û rûmeteke mezin e û em bi vê pêşketinê kêfxweş û serbilind in. Lê xwezî qasî di vî warî de xwe didin pêş di warê zimanê zikmakî de jî xwepêşdanek hatiba jiyandin. 

Dîsa gelê me yê li Bakurê Kurdistanê di van salên dawî de bûye xwediyê gelek sazî, partî û rêxistinan. Gelek şaredarî bidest xistine, komele û cihên din ji xwe re ava kirine. Di van deran de dixwaze rêxistiniya xwe, çanda xwe û çareserkirina pirsgirêkên xwe li pêş bixe. Ev yek ji bo gelekî di bin desthilatdariyê de qasî xezîneyekê bi nirx e. Lê çiqas sazî, partî û rêxistinên mirov hebin bila hebin ku di van deran de ne zimanê mirov ê zikmakî zimanekî biyanî ango zimanê navgîna asîmîlasyonê were bikaranîn û rayedarên van sazî û rêxistinan pêşî li vê yekê negrin, acizbûneke zêde jê nebînin ev trajediyek e.

Bêguman li van sazî û rêxistinan bi kurdî jî axaftin, sohbet, perwerde û her wekî din çêdibe, lê bandora zimanê Tirkî hîn jî bi giranî tê dîtin. Ev yek jî wêreke mezin dide rayedarên Tirk ku xwestekên bikaranîna zimanê kurdî û fermîbûna wê nepejirînin. Destpêkê ez vê rastiyê bidim diyarkirin ku kes bi têgîhiştineke şaş li bûyera bikaranîna ziman nenêre. Mafê herkesî heye ku her zimanê biyanî fêr bibe û bikar bîne. Kurd jî zimanên dewletên Kurdistan dagir kirine tê de, dikarin tevahiya zimanên cîhanê fêr bibin û bikar bînin. Heta çiqase ziman bizanibin û bikar bînin ewqase dewlemendî û rewşenbîrtiyê dide kurdan. Di vî warî de heta dawî azadiya fêrbûn û bikaranîna ziman heye û ez ne li dijî vê yekê me. Mebest ev e ku qasî zimanê biyanî fêr dibe û bi kar tîne bila zimanê xwe yê zikmakî jî fêr bibe û bikar bîne. Heta yên tevî bi kurdî dizanin û zimanê xwe bikar naynin ji bo wana dikarim bêjim ku ji kerema xwe re qasî tu zimanê Tirkî bikar tînî çarîkeke wê zimanê zikmakî bikar bîne, tê di bikaranîna kurdî de şoreşekê di xwe de çêbikî. Lê tu wî bikujî gotineke kurdî ji devê wî dernakeve û pişt re dibêje, ‘Ez ji bo çand û wêjeya kurdî têdikoşim’. Ji bo vê ez dibêjim, ev trajediyek e. Dixwazim vê trajediyê bi mînakeke ji jiyanê bêhtir raxînim ber çavan.

Par ji metrepolên Tirkiyê dayikeke kurd hatibû serdana me. Piştî bixêrhatine û hinek sohbet mijar hat ser bikaranîna zimanê kurdî û rexne li hevalên li derdorê kir ku çima bi hev re bi kurdî naaxivin. Pişt re wê dayikê mînakek ji Metrepolê, cihê lê diman da û got: ‘Di dema komkirina îmzeyan ji bo li dibistanan zimanê kurdî were bikaranîn de du ciwan hatin mala me û gotin; ‘Anê bîz îmza kampanyasi îçîn gelmîşîz, bîze îmza ver’. Min ji wana re got; ‘Kurê min hûn ji bo çi îmze dixwazin?’ Gotin, ‘Ana kurtçe dîlî okullarda serbest olsun diye îstîyorûz.’ Min ji wana re got; ‘Kurê min baş e, lê hûn qey kurdî nizanin ku hûn bi min re bi tirkî diştexilin?’ Wê demê min nêrî dan şermê û gotin, ‘Dayê em dizanin, lê zimanê me ji ber xwe ve diçe ser tirkî. Wê demê min ji wan re got, ji xwe hûn bîstûçar saetan bi hev re bi tirkî biaxivin ne tenêzimanê we wê nizam çi we jî biçe ser tirkî. 

Ev sihbeta kin a dayikê ji me re vegot bi tena serê xwe rewşa kurdan û bikaranîna zimanê zikmakî radixe ber çavan. Niha reqemên îstatîstîkî di destê min de nînin, lê kêm zêde rewşa sazbûn û dewlemendiya zimanê Tirkî jî û yê Kurdî jî baş tê zanîn. Kurd ku zimanê xwe bikar bînin, di van mercên qedexebûyî de jî ji Tirkî hêsantir, bikarhatîtir û dewlemendtir e. Ez vê yekê ne ku zimanê Tirkî biçûk bikim dibêjim. Lê kesên zimannas dikarin vebêjin û şîroveya xwe li ser vê nêrînê bikin.

Zimanê kurdî zimanekî herî kevnare yê Mezopotamya û Rojhilata Navîn e. Bi zimanên gelên herî kevin ên vê herêmê re di nava hev de hatiye hûnandin û xwediyê bingehekî saxlem e. Him ji aliyê rêzimanî, him ji aliyê dewlemendiya xezîneya peyvan ve û him jî ji aliyê rêdayîna dewlemendkirina ziman ve zimanekî jiyanî, bi reh û bingehî ye. Lê zimanê Tirkî di van waran de bi rastî jî lawaz e ku di rastiyê de tê zanîn ne zimanekî bingehîn e, zimanekî hatiye berhevkirin e. zimanasên tirk bi xwe vê rastiyê vedibêjin û tînin ser ziman ku nizam ji sedî çiqas peyv Erebî, çiqas farisî, çiqas latînî, çiqas zimanên din in. Dema mirov li pîvanê dixe, dibîne ku peyvên Tirkî yên bingehîn pir kêm in. Tevî vê zimanê Tirkî bûye benîştekî dara benê û bi kurdên me ve zeliqiye, jê venabe! 

Birastî nizanim bê kurdên me di vî zimanî de çi dewlemendî dîtine ku tevî bi kurdî dizanin, bi tirkî didin û distînin? Temam em dizanin bi salan e zimanê kurdî hatiye qedexekirin, di fermiyetê de cih û warê bikaranînê li ber hatine girtin, bikaranîna kurdî dibe sedema lêpirsîn û dadkirinan… Em vana tev dizanin, lê ev nayê wateya ku ji ber van sedeman em dev ji zimanê xwe berdin û bikar neynin. Berûvajî vê ji sedeman van astengiyan pêwîst e mirov zêdetir ji bo jiyandina zimanê xwe hewl bide, tevbigere. Lê di vê rewşa neyênî de ger mirov zimanê xwe bikar neyne, ev tê wateya pejirandina vê rewşa neyênî. Lê ku mirov zimanê xwe çiqasî bikar bîne ewqasî tê wateya hilweşandina vê rewşa neyênî. 

Dema kurdek dibêje; ‘Ma çi ye; ez bi Tirkî jî dikarim xwe vebêjim!’ Bi rastî mirov di watedayîna vê gotinê de pir zahmetiyan dikişîne. Tu çawa ferqiyê naxî navbera bikaranîna zimanê zikmakî û zimanê te dihilîne û ji rastiya te dûr dixe? 

Ji bo vê gelo mirov di kurdan de kêmasiya çi lêpirsîn bike? Niha mirov bêje kesên wiha difikirin û dikin welatparêziya wana kêm e, dibe ku qiyametê li ser serê me rakin û xwe ji herkesî welatparêztir diyar bikin. Lê bi rastî jî pîvaneke welatparêziyê ger xwedîderketina li xaka welat be, lingekî vê jî xwedîderketina li zimanê li ser vê xakê tê bikaranîn e. Ger tu xwe welatparêz dibînî û dihesibînî wê demê pêwîst e tu ji bikaranîna zimanê dayika xwe serbilind bî, ne ku devê xwe bi Tirkî vekî, bi Tirkî bigrî û ji vê yekê qet acizbûnekê nebihîsî.

Hêviya min ji her kurdekî welatparêz ev e ku di her warê jiyanê de zimanê xwe yê zikmakî bikar bînin, fêr bibin û bidin fêrkirin. Bi taybetî li malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Di vir de ez dixwazim xetariyekê raxînim ber çavan û ji bo vê jî mînakekê bidim.

Tê zanîn ku teknîk wekî tîrêja rojê dikare bikeve her malê, jiyana her gelî û kes nikare pêşî li hêza wê bigre. Mirov ne dikare ji teknîkê bireve, ne jî dikare pêşî li pêşketina wê bigre. Lê di warê bikaranîna wê de mirov dikare jê xisarê jî bibîne, sûd jî bigre; ew li ser mirov e. Di roja me de televîzyon, telefonên bêrîkê û înternet êdî wekî nan û penêr li her malê tê dîtin û derfeta bikaranîna van pir hêsan bûye. Tirk xwediyê bi sedan qanalên televizyonan in û bi rêka van qanalan ziman, çand û nexweşiyên sazûmana xwe rêdikin malbatên kurdan, hundirê mejiyê wan. Ger mirov bi zanistî li televizyonan temaşe neke, xetariyeke pir mezin ji bo pêşeroja zarokên kurd heye. Bi rêka fîlmên ‘Dîzî’ ku wekî nexweşiyekê di nava jin û zarokan de belav dibin çandeke beradayî û pê re zimanê xwe fêrî wan dikin. Ji bo ku bibe mînakeke balkêş ezê bînim ser ziman û kî çi dersê jê derdixe dikare derxe, kî xwe aciz dike bila aciz bike, lê bi rastî trajediyek e:

Wargeha Mexmûr cihê penaberên kurd ên ji Bakurê Kurdistanê ji ber zordariya dewletê koç bûne û tevî hemû astengiyan xwestine li nasnameya xwe, çanda xwe û zimanê xwe xwedî derkevin e. Em dizanin li vê derê ji seretayî heta lîse perwerde bi kurdî tê dayîn. Gel li mala xwe û li kolanan bi kurdî diaxive, li saziyan civînên xwe bi kurdî lidar dixe û di van rojan de dest bi derxistina rojnameyeke kurdî kiriye. Ev tev ji bo xwedîderketin û bikaranîna zimanê kurdî rûmetek e. Lê mixabin ji pîrekan bigir heta zarokên çar pênc salî wekî nexweşiyekê axaftina tirkî roj bi roj di wana de peyde dibe. Fêrbûna zimaneke biyanî ne xerab e, lê ev yek ne fêrbûn e, vegirtin e. Tev ji ‘Dîzî’yan fêr dibin. Girseyeke ku li ser xwedîderketina ziman û çanda xwe koçberbûn dabe ber çavê xwe û serî ji neyar re nedanîbe û bi salan ji bo xwe winda neke li ber xwe dabe, niha bi rêka teknîkê têkçûneke di warê ziman, çand û kevneşopiyên xwe de jiyan dike. Ne tenê ev; di telefonên wan ên bêrîkan de mûzîkên Tirkî, di teybên teqsiyan de kasetên tirkî di înternetê de chatkirina bi zimanê tirkî li pêş dikeve. Li cihekî ewqasî dûrî Tirkiyê, dîsa di nava gelekî ji aliyê giyan, hest û ramana xwe ve ewqasî dûrî bîrûbaweriya sazûmana Tirkiyê ger teknîk weyneke wiha xerab dileyize ma ne pêwîst e hinek kes xwe, polîtîkaya xwe, sazûmana xwe, helwesta xwe û pîvana kurdiniya xwe di ber çav re derbas bikin. Dibe ku hinek vê yekê ne wekî xerabûnekê, wekî pêşketinekê jî bibînin. Di warê bikaranîna teknîkê de dibe ku pêşketinek be, lê di warê dûrketina ji ziman, çand, wêje û kevneşopiyên kurdî de, sedî sed xerabûnek û paşketinek e. 

Min mînaka Mexmûr bi du sedeman da; yek ji bo balê bikêşînim ser xetariya hilandina tê jiyandin; du, li cîhekî ewqasî perwerdeya kurdî tê dîtin û axaftina kurdî çêdibe ku xerabûneke wiha tê jiyandin xwedê dizane ka niha rewşa cihên din çawa ye?

Wê demê pêwîstî bi vegera ser xwe ya kurdan heye: Ji vê re mirov dikare bêje vegera ser kurdîniyê. Dema mirov qala kurdîniyê dike jî hinek kesên ji bikaranîna kurdî direvin, ji bo ji xwe re rêka bikaranîna zimanê tirkî vekin, bi netewperestiyê tawanbar dikin. Lê di rastiyê de xwestina bikaranîna zimanê xwe yê zikmakî ne netewperestî, welatparêzî ye. Ewên ku bi netewperestî bi nav dikin dixwazin asta asîmîlebûna xwe binixumînin û vê rastiya di mînaka li jorê de veşêrin.

Bi vê sedemê qasî pêşvebirina bîrdozî û polîtîkaya kurdinî, li gorî min ji vê jî zêdetir pêwîstî bi pêşvebirina bîrûbaweri(zîhniyet)ya kurdinî heye. Bîrûbaweriya kurdinî di her warê jiyanê de bikaranîn, pêşvebirin û xwedîlêderketina çand, ziman, wêje û kevneşopiyên kurdî ye. Ger em vê yekê nekin em sed şoreşan bi ser bixin jî wê dagirker bi rêka teknîkê tenê mabe me bişibînin xwe û şoreşên me vala derxin ango bikin ên xwe. 

Ezê di vir de wekî rexneyekê bînim ser ziman ku ev kêmasî di serî de ji rewşenbîr, rêvebir û pêşengên gel destpê dike. Dema rewşenbîr, rêvebir û pêşengên gel bi tirkî diaxivin, bi tirkî difikirin, bi tirkî dinivîsînin û pişt re ji rayedarên komarê re dibêjin ka zimanê kurdî azad berde, zêde wateyeke xwe namîne. Di vê mijarê de çiqase rexne li ser rayedar û pêşengên gel çêdibin jî, wekî tîra di tehtê re derbas nebe, zêde weyna rexneyan çênabe û her wekî fêrbûnên xwe dikin. Sedema vê kêm zêde ez dizanim. Ne ji niyeteke xerab bi tirkî diaxivin, wiha li rehetiya wan tê. Fêrî tirkî bûne, fêrî ramandina bi tirkî bûne, vegera ser kurdî bi wana zahmet tê. Dibêjin heta em xwe fêrî kurdî bikin, emê nêrîna xwe bi tirkî bînin ser ziman bila dema me derbas nebe. Ji bo karekî rojane dibe ku rastiyeke vê ramanê hebe, lê ji bo qedera netewekê ev raman û gotin qet ne rast e. Kesên vê rewşê jiyan dikin, payeya wan di çi astê de dibe bila bibe, ger birastî li pêşeroja gelê kurd difikirin divê alfabeyê bigrin destê xwe û xwe fêrî kurdî bikin, yên bi kurdî dizanin jî di her civîn, nivîs û axaftina xwe de zor bidin xwe ku bi kurdî biaxivin. Êdî dev ji rehetiya bikaranîna Tirkî berdin. Ger em qala şoreşeke Kurdistanî dikin, dibe ku sîh salên derbasbûyî derfetên me tinebûn em bi kurdî şoreşa xwe bimeşînin, lê îroj derfet heye. Qasî ku îroj derfet heye û em dîsa di bikaranîna Tirkî de israr bikin êdî ev nabe şoreşgerî û pêşveçûn, ev dibe kevneperestî ango mûhafazakarî. Hinek dikarin bêjin ku kesên şoreşê dikin çawa dikarin bibin kevneperest? Belê, ku derfetên te hebin û tu di kevneperestiyên xwe de israr bikî û guhertinê bi xwe re çênekî tu sed şoreşan jî çêbikî tu ji kevneperestî xelas nabî. Li Yekîtiya Sowyet jî şoreş hat çêkirin, lê di encam de dev ji kevneperestiyên xwe bernedan û hilweşiyan. Di warê zimanê kurdî dexetereke wiha li pêşiya kurdan jî heye. Ku hinek kes şerm nekin wê derkevin pêşberî mirov û bêjin, ‘esas hacet nîne em kurdî bikar bînin, ji xwe em fêrî tirkî bûne û baş dikarin xwe pê bînin ser ziman, ramana xwe vebêjin, ma çima ji nû ve emê li kurdî vegerin?’

Kesên wiha dibêjin û difikirin tenê asta asîmîlebûna xwe tînin ser ziman. Ew di çi astê de dibin bila bibin, di çi tevger û pratîkê de dibin bila bibin bi ti hincetê nikarin xwe mafdar derxînin. Li holê qedera netewekê heye. Qedera netewa kurd îroj mijara gotûbêjê ye. Rayedarên desthilatdar dixwazin ser pirsgirêka kurd binixumînin û di warê ziman, çand, wêje û navgînên ragîhandinê de wê bê dest û bask bihêlin. Ew pir baş dizanin ku kurd perwerdeya xwe bi Tirkî bibînin, radyo û televizyona xwe bi Tirkî temaşe bikin, pirtûkên xwe bi Tirkî binivîsînin û çap bikin, civîn, panel û kombûnên xwe bi Tirkî lidar bixin, di fermiyeta jiyanê de xwe bi Tirkî vebêjin, heta di mala xwe de jî bi zarokên xwe re bi Tirkî bidin û bistînin, bila komar tev ya wana be zirarê nikare bide sazûmana komara Tirkiyê, tam berûvajî wê ji pêşveçûna sazûmanê re wê xizmetê bike. Ji ber ku dema kesek pirtûkekê bi Tirkî dinivîsîne çiqasî qala jiyan û wêjeya kurdî bike jî ew pirtûk nabe malê wêjeya kurdî, nakeve çemê mîrata çanda kurdî, dibe malê wêjeya Tirkî û mîratê wan dewlemend dike…

Di vir de ji bo rewşa Başûrê Kurdistanê jî pêwîstî bi gotina hinek daxwaz û hêviyan heye. Bi sedsalan e kurd bi hesreta bbuhustek xaka azad çavên wan li rêka rizgarbûna ji desthilatdariyê ne. îroj li Başûrê Kurdistanê ev derfet kêm zêde derketiye holê û ev yek serbilindahî û kêfxweşiyekê dide tevahiyê kurdan.

Azadbûna parçeyek ji xaka welat bi xwe re berpirsyarî û erkên grîng jî tîne. Destpêkê hêvî ew e ku ev parçe ji bo azadbûna parçeyên din jî hewl bide û vê yekê wekî sedema hebûna xwe bibîne. Bi vê xebatê re xebata herî grîng a ku bimeşîne xebata di warê pêşketin, hevparkirin û xurtkirina zimanê kurdî ye. lê di vîwarî de wekî qet pirsgirêk nayên jiyandin xemsariyek û nêzîkatiyeke netêr heye.

Destpêkê li parçeyê Başûr ji tîpên Erebî derbasbûna tîpên latînî pêwîst e wekî şoreşekê were bidestgirtin û li ser rawestandineke xurt û bi biryar were çêkirin. Herçiqasî di vî warî de televizyonên li Başûr destpêkirinek çêkiribin jî bi vê tenê bisînormayîn pirsgirêkê çareser nake. Berya demekê bi rewşenbîrekî ji Silêmaniyê re axiftim û min pirsa derbasbûna tîpên latînî jê kir. Got ku ramaneke wiha heye lê hukûmet dibêje em zorê nedinê bila bi awayeke xwezayî were guhertin.

Ev jî nêrînek e; lê li gorî min di vê sedsala ji her alî ve pêşketin bi lez tên jiyandin de mirov guhertinan li heviya xwezayê bihêle, dibe ku wekî meseleya melayê gund û jinebiyê bi serê guhertinê de were. Li gorî min divê rayedarên Başûr di warê guhertinan de bi biryar û bi giyana şoreşî tevbigerin. Di warê ziman de sed sal jî derbas bibe wê dawî derbasî tîpên latînî bibin. Gelek sedemên vê hene. Dengê tîpên erebî ne li gorî dengên tîpên kurdî ne û bilêvkirina kurdî didin guhertin. Wekî din fêrbûn, bikaranîn û nivîsandina bi tîpên erebî ji ya latînî pir zahmetir e. Tîpên latînî bêhtir xwediyê qadeke bikaranînê ne û di navnetewî de bêhtir têgîhiştinê çêdikin. Ji van û gelek sedemên din wê kurd derbasî tîpên latînî bibin û di serî de Başûr wê pêwîstiyê bi vê yekê bibîne.

Rayedar û rewşenbîrên Başûrvê pêwîstiyê tînin ser ziman lê di derbarê borandin ango bicihanîna erkên wê de ne bi awayeke şoreşgerî, bi awayeke reformgerî tevdigerin. Mustafa Kemalê tirkan dema komar damezirand pêwîstî bi derbasbûna tîpên latînî dît û bi xwe tebeşîr girt destê xwe dest bi fêrkirinê kir. Di demeke kinde jitîpên erebî derbasî tîpên latînî bûn. Di wan derfet û mercên herî lawaz û kêm de, ev guhertin wekî şoreşa ziman hilgirtin dest û encameke mezin girtin, qet negotin bila bimîne di xwezaya xwe de guhertinêjiyan bike.

Rastiyek heye ku di civaka Kurd de bi awayeke xwezayî ango ji ber xwe ve guhertin zû bi zû nayên jiyandin. Ger hatibana jiyandin kurd ev sê hezar sal e di pêngava neolîtîkê de teqinî nediman wê ev pêngav derbas kiribana. Li Kurdistanê û bi tevahî li Rêjhilatra Navîn guhertin ne bi xwezayî, bi hêza derveyî xwezayî çêdibin. Ev nayê wê wateyê ku bi xwezayî guhertin çênabin. Çêdibin bes pir bi hêdî û kêm in.

Ji bo vê rayedar û rewşenbîrên kurd ên Başûrê Kurdistanê bi ruhekî şoreşî vê pirsgirêkê hilgirin dest. Guhertina tîpan bi xwe re wê hinek zahmetiyan bîne, lê wê alîkariyeke mezin jî bide pêşveçûna zimanê kurdî.

Dîsa di warê hevparbûna zimanê kurdî ya ji aliyê rêziman û bikaranîna nivîskî ve herî baş dikare li vî parşeyî û bi derfetê li vê derê werin çêkirin dikare weyneke mezin bileyize. Derfeta lêkolîn-lêgerîn, nivîsandin, xwendin û çêkirina kombûnan li vî parçeyî gelek zêde heye. Ger ev parçe weynê xwedi warê ziman de neleyize di warên aborî û polîtîk de jî pêşketineke domdar nikare bijî. Panel, semîner û konferansên li ser ziman baş in lê tev xebatên teorîkî ne, ger li cihekî bêderfet ev xebat werin lidarxistin wateyeke wan heye; lê li cihekî azad û têr-derfet zêdetir avêtina gavên pratîkî pêwîst e. Vekirina bi dehan fêrgehên ziman û tîpên latînî. Çapkirina rojnameyên bi tîpên latînî. Teşwîkkirina fêrbûn û fêrkirina bi tîpên latînî pêwîst e. dîsa li ser derfetên dewletbûnê him di navgînên ragîhandinê de, him li dibistanan, him di her aliyê jiyanê de ji bo hevparbûna ziman pêwîstî bi xwegîhandina plan û projeyekê û derbaskirina vê ya jiyanê heye.

Ger rayedarên hukûmeta Başûr di warê pêşketina zimanê kurdî de bi biryar û bi lez tevbigerin wê bibînin ku di demeke kin de biharbûneke ziman wê were jiyandin û wê kulîlkan veke.

Bi kinahî bi destdayîna hev a Başûr û Bakur di warê pêşveçûn û hevparbûna ziman de şoreşa pêwîst dikare were jiyandin. Xebateke wiha ku ji Başûr hil bibe wê bandoreke mezin li ser Bakur bike û wana ber bi bikaranîna zimanê zikmakî de biajo. Bakur jî êdî dev ji bikaranîna zimanê tirkî ku wekî benîştê benê pê ve zeliqiye berde û vegereke mezin a ser bikaranîna zimanê kurdî jiyan bike. Di vî warî de ji girtina biryaran, çêkirina civînan zêdetir pêwîstî bi lêpirsîneke vîcdanî û pêkanîneke pratîkî heye. Kurd destpêkê bi hev re û pê re di her warê jiyanê de bikaranîna zimanê xwe wekî erk û rûmeteke netewî û sedema hebûna xwe bibînin. Ger ne ji pêdiviyeke pêwîst be ji axaftina bi zimanê dewletên dagirker şermê bibihîse û bikaranîna zimanê xwe yê zikmakî li ser xwe pêwîst bike, wê demê ev pratîk wê di rêka azadbûna parçeyê Bakur û anîna dijmin ser xala pejirandina çareseriya pirsgirêka kurd de jî bibe pêngav û xelekeke herî grîng û encamgir.

14.7.2006

BERPIRSYARIYA NIVÎSKARÎ

Civak ji bo bikaribe pirsgirêkên xwe yên bi her alî -ji pirsgirêkên tenduristî, aborî, civakî, zanistî bigir heta pirsgirêkên zayendî, exlaqî û hwd.- raxîne ber çavê mirovan û rêkên çareseriya van nîşan bike ango lê bigere, pêwîstiyê bi karê rewşenbîrî ku di serê vê de jî nivîskarî tê dibîne. Ji derketina nivîsandinê, li ser xaka Sumeriyan û virve nivîskar di civakê de weyneke wiha bi pênûsa xwe dileyizin û berya wê jî ev weyn bi rêka zimanê xwe dileyistin.

Mirov ji dîrokê hêz digre, îlham distîne. Îroj li ser xaka nivîskarên yekem ên li Babîl, Sumer û Nînowa min pêwîstî bi nivîsandineke wiha dît. Xaka Mezopotamya ku war û dayika şaristaniyê û mirovahiyê ye ji xaka Medya bigir heta Nînowa, Babîl, Filîstîn û Fenîke di nava xwînê de û di nava êş û kederan de li hêviya xwedîderketineke ji dil a zarokên xwe ye. Dema mirov li rewşa xaka di navbera du çeman de û cîranên wê dinêre bêhtir bi erk û berpirsyariyên xwe dihise.

Nivîskarî erk û berpirsyariyeke mezin dide ser milê mirov. Wiha ne hêsan e mirov binivîsîne lê jiyan neke û nebe alî. Ger tu li ser vê xakê jiyan dikî pêwîst e tu êş û jana gelên vê xakê dijîn parve bikî. Di seranseriya dîrokê de herdem nivîskaran ji civakê re pêşengtî û rênîşanêrî kirine. Li ser vê yekê nivîskar ji aliyê sazûmanên desthilatdar û serdar ve herdem hatinê lêpirsîn, koçberkirin, îşkencekirin, di zindanan de rizandin, dardekirin û di nava agiran de şewitandin. Bi vê armancê nivîskar kul û kedera civakê ne wekî ku ziman û banga wê ne.

Ez di wê baweriyê de me ku di van rojên dîrokî de jî erk û berpirsyariyeke mezin dîsa dikeve ser milê nivîskar û rewşenbîrên vê xakê. Qalêkirina pirsgirêkên li holê û raxistina wan a ber çavan, ji bo çareserkirina wan bangawazî û hilgirtina berpirsyariyê wekî karekî xwe tevlêkirina polîtîkayê were dîtin jî di rastiyê de nivîskar bi pênûsa xwe ji xwe polîtîkaya herî mezin dike û pêwîst e bike. Ger hinek hêz an kes bixwazin nivîskaran bi alîgirî tawanbar bikin, ji xwe nivîskar alîgirê dermankirina birîna gelan e. Ji bo ku piştgiriya mazlûman li hemberî zaliman dike, ew ne ku polîtîka dike, erka xwe ya nivîskarî bi cih tîne.

Di roja me de bêmafiyên pir mezin li ser vê xaka dergûşa mirovahiyê tên jiyandin. Erka nivîskarî heye ku van bêmafiyan berya herkesî bibîne, nîşan bike û raxîne ber çavê civakê, rêkên rizgarbûna ji vê lêkolîn bike û bi civakê re parve bike. Mirovahî di kesayeta welatên dagirker de bi xinceran li dayika xwe dixe, dayik di nava xwînê de can dide qîr dike. Wekî zarokên bênanûxwê desthilatdarî xaka Mezopotamya kirine warê pîkola xwe. Nahizirin ku zanistiya xwe û mezinatiya xwe ji vê dayikê girtine; pêlî zikê dayika xwe dikin…

Xaka Mezopotamya pîrozgeha mirovahiyê ye ku pêwîst e ji Amerîka bigir heta Îsraîl, ji Tirkiyê bigir heta Ewropa, ji aliyê tevahiya kes, gel û dewletên li ser van xakan dijîn bizanibin ku çavkaniya jiyan daye wan e. Ger Mezopotamya dergûştî ji wana re nekiriba niha kî dizane di çi rewşê de ba na. Lê îroj şûna vê xakê bi zêr bineqişînin, di nava xwînê de, di binê palêtên tank û topan de wêran dikin. Ma ev e mirovtî? Ma ev e xwedîderketina zarok li dayika xwe?

Di xwezaya Kurdistana me ya rengîn de buhusteke erd nema ku artêşa Tirkiyê neft berneda ser û neşwitand. Berpirsyariya nivîskarî heye ku vê yekê binivîsîne û li dij derkeve.

Di şerekî de gerîlayên dîl ketin dest artêşa Tirk û ya Îranê bi îşkenceyên mezin hatin kuştin. Berpirsyariya nivîskarî heye ku li hemberî vê bêmafî û dij-mirovtiyê binivîse û raweste. 

Gelê Fenîkeyî bi rojan e di bin êrîşeke bi yek alî de jin, zarok, zilam tên qirkirin û tevahiya cîhanê çavê xwe ji vê yekê re digre, xwe kerr dike.

Berpirsyariya nivîskarî heye ku li hemberî vê qîr bide û gelan rake ser piyan.

Roj naçe ku li ser Xaka Babîlî û Sumeriyan bi dehan laş li erdê, di nava gola xwînê de  dimînin. Şerekî ne serê wê û ne binê wê diyar e bê hempa dimeşe. Kî çi dixwaze, kî kê dikuje tevlihev e û ji rê derketiye. 

Berpirsyariya nivîskarî heye ku di vê xakê de rênîşanêriya gelan bike û pêşî li xwîna tê rijandin bigre.

Welatê me bi hezarên salan e di binê dagirkerî û desthilatdariyê de xwîn digrî. Bi sedhezaran mirovên me ji welatê xwe koç bûn û li welatên xerîb bi hesreta vegera welat dilşewat dijîn. Di serî de Pena Kurd û gelek saziyên din ên kurdî pêwîst man ku ne li ser xaka xwe, li ser xakên biyaniyan werin damezirandin û rêvebirin. Îroj li parçeyekî welatê me kêmeke derfeta jiyana azad derketiye holê. Dibe ku kurd êdî bikaribin li ser xaka xwe bibin xwediyê sazî û rêxistinên xwe. Nivîskarên kurd ên bi salan e pênûsa xwe bi hesreta welat dilivînin êdî bi germahiya azadiyê li ser xaka xwe bicoşînin. Lê neyarên gelê Kurd vê yekê li gelê me zêde dibînin û dixwazin vê derfetê ji dest bigrin. Îran ji milekî, Tirkiyê ji milekî her roj destdirêjiya vê xakê dikin, çavtirsandinan lê dikin û bi sedhezaran leşker û tank û topên xwe yên mirovkujî rêdikin ser sînor û mirovên me dikujin. Dixwazin bikevin vê xaka azad û dîsa ji xwe re bikin pîkolgeh, ji kurdan re bikin zîndan.

Erk û berpirsyariya nivîskarî heye ku li dijî vê bêmafiyê raweste, kirasê xwe biçirîne, banga xwe ragihîne tevahiya cîhanê û qiyametê li ser serê van neyaran rabike ku ev derfeta azadbûna gîhiştiye destê gelê me ji holê neyê rakirin û careke din ewrên reş li ser Kurdistanê deshilatdar nebin. Bila roj li Kurdistanê azad hil bibe û bipiriqe.

Nivîskarî berpirsyariyeke mezin dide ser milê me. Bi taybetî li ser xaka Medya, Babîl, Sumer û Fenîke dema mirov digere û lê kevirên du hezar sal in ji cihê xwe neqiliqîne dinêre û çavê mirov li xwîna pîjiqiye ser van keviran dikeve, ev berpirsyarî bêhtir xwe dide bihîstin û mirov tîne ser hişê xwe…

19 7 2006

Bİ HÊVİYA YEKSERBÛNA RÊZİKÊN RÊZİMAN Û AWAYÊ RASTNİVÎSANDİNA ZİMANÊ KURDÎ…

Zimanê Kurdî zimanekî herî kevnare yê xaka Mezopotamya ye. Ji kûrahiya dîrokê û vir ve, ev ziman bi zimanên din ên herêmê re danûsitendineke xurt pêş ve biriye û bi vî awayî hatiye hûnandin. 

Ger Heyvoka Zêrîn (Hîlala Zêrîn) xaka dayika mirovahî û şaristaniyê ye, wê demê zimanê mirovên li ser vê xakê dijîn jî ewqasî bi rûmet û bi bingeh e.

Lê bêguman ji gelek sedemên pêşveneçûna Kurdistanê, zimanê Kurdî jî derfeteke berfireh û dewlemend a pêşveçûnê nedîtiye. Her çiqasî bi awayê nivîskî xwestibe xwe li pêş bixe jî, bêhtirê xwe pêşveçûneke bi peyvkî jiyaye. Ji ber vê yekê gelek zarava, devik derketine holê û her ku çûye ji hev cuda bûne.

Jiyandin, dewlemendkirin û rastkirina ziman, bi dîtin û bikaranîna nivîsandinê li pêş ketiye. Nivîsandin ji ber ku herdem dikare li ser heriyê, keviran, çerman û rûpelan bimîne, di ziman de yekserbûnekê çêdike. Wekî peyvên ji nava lêvan derdikevin berba nabin û ji aliyê her guhekî cuda ve, bi awayekî cuda nayên bihîstin.

Tê zanîn ku nivîsandin karekî rewşenbîrî, zanyarî û xwendevanî ye. Warê nivîsandinê dibistan û sazîyên zanyarî ne. Lêbelê mirovên Kurd û yên li ser xaka Kurdistanê jiyane derfeta pêkanîn û pêşvebirina karê nivîsandinê û avakirina sazî û dibistanên wê nedîtine. Ji bo vê zimanê kurdî ji awayê nivîskî bêhtir bi awayê peyvkî xwe daye jiyandin. Gelê kurd hest û ramanên xwe bi peyvandinê anîne ser ziman û berba kirine, lê zêde nenivîsandine. 

Bi vê sedemê zimanê kurdî zêdetir bûye zimanekî peyvkî û mirovên kurd ên li ser her erdnîgariyeke cuda jiyan dikin, bi awayekî cuda xwe anîne ser ziman ku ji vê yekê jî zarava û devikên cuda cuda derketine holê. Tê zanîn ku sarbûn û germbûna hewaya her xakê û rewşa erdnîgarî û civakî ya her welatî di derketina dengên mirovan de xwediyê weyneke grîng e.

Ji dê û bapîrên me gelek stran, lorik, helbest, çîrok, çîvanok, metelok, biwêj û hwd. di rêka dev û guhan re heta roja me hatine, lê ji sedema nehatina nivîsandina wan, ev tev jî ji hêla çand û wêjeyên desthilatdar ên herêmê ve hatine dizîn. Rewşenbîrên wan, ev berhemên kurdî nivîsandine û wekî berhemên xwe dane diyarkirin.

Ji mamosteyê mezin Ehmedê Xanî bigir heta C. Bedirxan, Cegerxwîn û Mûsa Anter gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd xwestine û hewl dane ku zimanê kurdî bi awayekî nivîskî li pêş bixin. Lêbelê di her qirnî de bandûra desthilatdariya li ser Kurdistanê rê û derfeteke demdirêj nedaye ku zimanê kurdî bikaribe bijî û pêş ve biçe. Ji bo vê her zimanzan û nivîskarekî kurd, xwestiye bingeheke rêziman û rastnivîsandina kurdî deyne, lê ji ber nîvçemayînê yek li ser yekê nehatiye avakirin û belave maye. Dîsa jî ku mirov komî ser hev bike, di vî warî de mîrateke dewlemend dikare were berhevkirin.

Bêguman di dîroka hebûna xwe de zimanê kurdî bi du astengên kambax re rû bi rû maye û xisareke pir mezin ji vana dîtiye. Ji van astengên kambax a yekemîn hatina çand û zimanê erebî ya bi destê ola îslamiyetê, ya duwemîn qedexekirina li ser zimanê kurdî ya bi destê Komara Tirkiyê ye. Kurdan bi pejirandina îslamiyetê ne tenê ji ola xwe ya Zerdûştî dûr ketine, ji çand, wêje û zimanê xwe jî dûr ketine. Lê kambaxiya mezintir bi rêka polîtîkaya hilandinê ya Komara Tirkiyê hatiye pêkanîn. Qedexekirina axavtin û nivîsandinê ne tenê zimanê kurdî lawaz hiştiye, pirahiya berhemên wê jî jê diziye û wekî berhemên tîrkî nîşan daye. Gelek peyv, helbest, çîrok û hwd. berhemên kurdî ji aliyê tirkî ve wiha hatine dizîn û çewtkirin ku di roja me de gelek kurd û tirk êdî nizanin çi ya kê ye. Ji bo vê jî rayedar û rewşenbîrên tirk ên bi vê diziyê dizanin pir li ber xwe didin ku bikaranîna zimanê kurdî azad nebe, ji bo ev rûreşiya wan dernekeve holê.

Di roja me de, di encama têkoşîna rizgarî de roj bi roj derfetên azadbûna ziman li pêş dikevin û di vegotina kurdî ya nivîskî û peyvkî de jî pêşveçûnên yekserbûnê tên dîtin. Di vî warî de ji dema malbata Bedirxanan heta roja me gelek rewşenbîr û nivîskaran gelek pirtûk nivîsandine û îroj jî bi rêka radyo û televizyonan derfetên berfirehtir derketine holê.

Bêguman ev tev jî xebatên grîng û bi nirx in, lê wek bi hezaran ro û robarên biherikin ser çemê mezin, divê ev xebatên di vî warî de tev li ser bingehê rêziman û rastnivîseke hevpar bigihêjin yekserbûnekê. Zimanê kurdî bi gihîştina rêzikên hevpar ên rêzimanî û awayê rastnivîsandinê wê pêngaveke mezin biavêje û bikeve dema kulîlkvedana xwe ya wêjeyî, çandî û zimanî.

Qasî derfetên pêşveçûneke azad bi dest xwe nexistiye jî, zimanê kurdî li hember hemû astengiyan bi berxwedaneke dijwar ji deh hezar salan zêdetir û vir ve xwe aniye. Ev yek jî nîşana dewlemendî û xurtbûna vî zimanî ye.

Îroj wekî sêveke li ber sitewandinê, zimanê kurdî gîhiştiye derfeta bikaranîn û xwenûkirinê. Lê ji sedemên li jorê hatin diyarkirin, kêm zêde her nivîskarek bi awayeke cuda rêziman û rastnivîsê bikar tîne. 

Qasî aliyên hevpar, aliyên ji hev cuda jî ne kêm in û ev aliyên ji hev cuda ku di kodekê de nekevin nava hev û pev re nehilin, yekîtiyekê çênekin, zahmet e ku di zimanê kurdî de yekserbûneke netewî çêbibe. Ji xwe hinek mamoste, zimanzan, nivîskar an rewşenbîr hene ku dema di nivîsara xwe de peyvên bi kar tînin tên rexnekirin qiyametê radikin û xwe nêzî guherîn û veguherînê nakin. Hinek jî hene dibêjin, ‘rêzik û rastnivîsa ez bi kar tînim rast e û derveyî vê hemû şaş in’. Hinek jî çend peyvên rêzimanî ji vir û wir fêrbûne û ji vê parçebûn û belavbûna rêziman û rastnivîsê sûd digrin û xwe wekî rêzimanêrekî nû pêşkêşî holê dikin, li ser zimanê kurdî rantxuriyê li pêş dixin, ji xwe re wekî deriyê nanxuriyê dibînin. Ev tev xeterên mezin û grîng li ser zimanê kurdî ne.

Bi rastî bi vê korbawerî û sûdkariyê ne ew li pêş dikevin, ne jî zimanê kurdî. Yekî dixwaze zimanê kurdî li pêş bikeve pêwîst e ji tevahiya guhertinan re vekirî be. Bêguman guhertin jî ne ji aliyê kesekî yan saziyekê ve were sipartin. Di nava kes û saziyên li ser zimanê kurdî danûsitendina wana hene de organîzekirineke hevparbûna ziman û rastnivîsê were çêkirin. Ev organîze dikare hemû xebatên xwe li ser înternetê rêve bibe. Hemû derdorên bi zimanê kurdî kar dikin çi cudahiya ramanî û siyasî di navbera wana de hebe bila hebe, di vê organîzasyonê de dikarin cih bigrin û nêrînên xwe gengeşe bikin. Ji bo pratîkî ku mînakekê bidim:

Peyvek ango rêzikeke rêziman ku ji aliyê gelek kesan ve cuda cuda tê bikaranîn, li ser înternetê bi gengeşeyeke tevlêbûna dehan rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û rêzimanêrên kurdî dikare li ser were nîqaşkirin û awayeke wê tenê were pejirandin û ji wê gengeşeyê şûn re hemû kesên ev organîzasyon pejirandine û jê re rêz digrin wê peyvê ango rêzikê bi wî awayê pejirandî bi kar bînin. Wê demê wê di warê hevparbûna rêziman û rastnivîsê de pratîkeke şênber derkeve holê û xebatên di vî warî de encam bigre.

Ger organîzeyeke wiha çênebe her yek wê bêje dewê min şêrîn e, kes nabêje dewê min tirş e û zimanê me jî her wê parçeyî û devikî bimîne û kesên dixwazin li ser ziman bileyizin jî wê her ji vê belavebûnê sûd bigrin. Pêwîst e em xwe bigîhênin rêzimanek û rastnivîseke hevpar ku di televizyon, radyo, rojname û dibistanan de di destê kesan de rûpelên wê hebin û herkes li gorî wan rûpelan tevbigerin, binivîsînin û bixwînin. 

Li gorî min ev xebat di bin sîbanê KNK û PEN-KURD de bi awayeke hevpar dikare bimeşe û tevlêbûna van herdu saziyan wê ji aliyê tevahiya kurdan ve were pejirandin.

Ez vê nêrîna xwe ji bo van her du saziyên me yên bingehîn PEN-KURD û KNKê pêşniyar dikim û ji bo pêkanîn û karkirina organîzasyoneke wiha çi erk bikeve ser milên me, em ji niha ve amade ne ku pêk bînin.

Li gel silav û rêzên germ. Bi hêviya yekserbûna rêzikên rêziman û awayê rastnivîsandina zimanê kurdî…

7 8 2006

BI XÊR HATÎ ‘AZADIYA WELAT’

Ev demeke dirêj e çavê me li rêka ‘Azadiya Welat’ bû; derketina hefteyî em têr nedikirin, me rojane bêriya wê dikir û çavên me heta hefteyekê li rêka wê diqerimîn. Piştî hewildaneke mezin îroj êdî ev hesreta salan bi dawî dibe. Ji niha û şûn ve ‘Azadiya Welat’ rojane bi me re ye. Em bi rojanebûna rojnameya Kurdî gelekî kêfxweş in. 

Gelê me bi milyonan li hêviya vê rojê bû. Lê kes û hêzên naxwazin zimanê kurdî, wêje û çanda kurdî, nivîskarî û rojnamegeriya kurdî li pêş bikeve, wê astengiyan li ber vê pêşketinê derxin. Hinek wê derxistina wê qedexe bikin, hinek li pêşiya belavkirina wê astengiyan derxînin, hinek bi awayên din li ber pêşketina wê bibin kelem… Lê em di wê baweriyê de ne ku ji aliyê xwedîderketina gel û livandina pênûsên kurdî, wê tevahî êrîş û astengî vala derkevin.

Rojanebûna Azadiya Welat wekî nasnameya kurdî, wekî hebûna netewa kurd bilêv bike ewqasî grîng û watedar e. Mirov ne bi çavê ‘tenê derketina rojnameyekê’ lê binêre. Di rojnamegeriya kurdî de cara yekem e derfeteke wiha tê bidestxistin.

Di qirnê 21ê de ku navgînên ragîhandinê ewqasî li pêş ketine û li welatên din li gund û bajaran jî rojnameyên rojane bi zimanê wan ê zikmakî tên weşandin, nebûna rojnameyeke kurdî ya rojane ji bo gelê kurd kêmasiyek û ji bo desthilatdarên kurdistanê şermeke mirovahiyê bû.  Niha ev kêmasî û ev şerm bi hindikahî be jî, bi zordayîna xebatkarên Azadiya Welat be jî ji holê radibe û ev yek kêfxweşiyekê çêdike. Ji bo ku ev kêfxweşî domdar be û geştirîn bibe, pêwîstî li xwedîderketina Azadiya Welat a bi her awahî heye. Destpêkê her kurdê bi kurdî dizane û nizane divê wekî erkeke netewî kirîn û xwendina Azadiya Welat pêk bîne. Bi zarokên xwe, bi malbata xwe bide xwendin. Xwe fêrî xwendinê bike. Li derdora xwe belav bike. Jê hez bike û wekî xwarin û avê bêyî wê nikaribe jiyan bike.

Netewebûn bi gîhiştina nirxên hevbeş ên netewî çêdibe û li pêş dikeve. Ez bi xwe rojnameya Azadiya Welat wekî nirxekî netewa kurd dipejirînim.  Li kêleka vê berhemeke kurdinî ye; êş û kêfxweşiyên kurdan bi zimanê zikmakî tîne ser ziman. Dema mirov Azadiya Welat digre dest xwe, bi rastî jî bi azadiya welat dihise.

Derketina Azadiya Welat bi awayekî rojane li gelê me û li çapemenî û rojnamegeriya kurd û cîhanê pîroz dikim û hêvîdar im ku di demeke kin de bikaribe weşana xwe ya rojane li Başûrê Kurdistanê jî bike. Gelê Başûr di nava hewildaneke derbasbûna tîpên latînî de ye. bi vê sedemê hatina Azadiya Welat a li Başûr wê alîkariyeke mezin bide gelê me yê li vî parçeyî dijî. Hêviya me ew e ku rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê bi xwe bikevin nava hewildanan û vî nirxê me yê netewî destek bikin, ji bo çapkirin û belavkirina wê ya li Başûr çi ji dest wana were bi lezgînî û dilsozî pêk bînin. Wekî rewşenbîrekî kurd em vê yekê ji wana daxwaz û hêvî dikin.

Azadiya Welat a ku rojane bibe mêvanê mala me û di dilê me de, di mejiyê me de bi ronahî û germahiya xwe cih bigre, bi rastî wê bêhna azadiyê bi xwe re bîne nava jiyana me. Ji xebatkarên wê re û hemû kesên di rojanebûnê de bûn xwedî ked re em spaziya xwe pêşkêş dikin û serkeftinê dixwazin.

15 8 2006

BILA DÎROK DUBARE NEBE

Roja aştiya cîhanê 1ê Îlonê nêz dibe; dîsa her kes wê peyamên aştiyê bidin û bangên rawestina şer bikin, lê mixabin piştî wê bi rojekê wê dîsa li Iraqê bombe biteqin, li Kurdistanê mirov werin kuştin, daristan werin şewitandin, li Filîstîn xwîn were rijandin, li Efrîqa zarok ji birçiyan re bimrin û pirsgirêkên din ên cîhana me bidomin. Tevî çareserî mumkun e, wê pêwîstiyên wê pêk neynin û xwe ji şerên nû re amade bikin. Desthilatdarên cîhanê û yên herêmê naxwazin aştî li herêma me û cîhana me saz bibe. Ev rastiyek e. Tenê gelên mazlûm aştiyê dixwazin û ji bo aştiyê têdikoşin. Ji ber vê encama têkoşîna di navbera gelên mazlûm û desthilatdaran de wê roja 1ê Îlonê bikaribe bigihîne wateya wê. 

Gotineke Kurdî heye, dibêje; ‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan!’ 

Aştî bi destê hêzên emperyalîst û desthilatdar nayê Rojhilata Navîn û cîhanê. Çiqasî projeyên mezin deynin, çiqasî xwe wekî demokrat bi nav bikin, çiqasî qala aştî û biratiyê bikin, tenê ji bo berjewendiya xwe pêk bînin hewl didin; yek ji wana jî li berjewendiya gelan nafikirin.

Îsraîl destdirêjiya xaka Libnan kir, yek dewleta desthilatdar li dij derneket. Dîsa bi hêz û têkoşîna gel hat qewitandin. Li Iraqê bi dagirkeriya Amerîka re her roj xwîn tê rijandin û ruyê çareseriyê hê ne diyar e. Gel bê rêxistin û perîşan e.  Li Kurdistanê him Îran him Tirkiyê êrîşên hovane li ser gel û şervanên azadiyê dikin. Têkoşîna gel ji aliyê dewletên desthilatdar ve bi xwîn û şewitandin tê bersivdayîn.

Pirsgirêkên cîhanê yên li hêviya çareseriyêne didomin. Ji çekên kîmyewî bigir heta qirêjîkirina xwezayê, ji bajarbûna çewt bigir heta pirsgirêkên birçîbûna mirovan tev pirsgirêkên mirovahiyê yên li bendî çareseriyê ne. Lê qasî vana mesrefên ji bo kirîna çekan tê kirin bi deh caran dikare van pirsgirêkan çareser bike.

Bi sedema vê rojê careke din derdikeve holê ku gelên mazlûm pêwîst e serê xwe bi destê xwe bixurînin, rêxistinî û tevgerbûna xwe xurt bikin, têkoşîna xwe bilind bikin û bi hêza xwe bawer bin. Ne aştî, ne demokrasî, ne azadî bi destê desthilatdaran nayê. Tişta gel bi destê xwe ava bike dikare mayînde bibe, derveyî vê zahmet e.

Bi sedema vê rojê pêwîst e mirov çend peyvan ji bo Kurdistanê jî bêje. Bi dagirkirina Iraqê, rejîma Baas hilweşiya û li Başûrê Kurdistanê derfeta azadbûnê derket holê. Bes divê were zanîn ku ev derfet ne mayînde ye. Ger ev derfet ji bo azadbûna tevahiya parçeyên Kurdistanê neyê bikaranîn, her gav dikare ji dest were derketin û dîrok xwe dubare bike. Divê neyê jibîrkirin ku li Rojhilatê Kurdistanê jî demekê bi destê sosyalîzma Sowyet Komara Mehabad hatibû avakirin, lê piştî demeke kin Sowyet desteka xwe kişandibû û komar hatibû hilweşandin û Qadî Muhamed û hevalên xwe hatibûn dardekirin. Ger li Başûrê Kurdistanê ev derfeta bi dest ketiye nebe malê tevahiya Kurdistanê, ne dûr e ku rewşeke wiha bi serê Kek Mesût û Mam Celal de jî were. Pêwîst e ji xwe re ji dîrokê ders derxînîn û bi dirûşmeya ‘Yek, du, sê… zêdetir Kurdistan’ tevbigerin.

Çend parçeyên Kurdistanê azad bibin ewqasî hebûna Başûr dikeve bin ewlekariyê. Bi hêvîkirina ji dagirkeran û bi xwe tirsandina ji dagirkeran ne aştî tê Kurdistanê û ne jî azadî. Dagirker çiqasî xwe dost bidin diyarkirin jî roja derfet bi dest wana bikeve wê bixwazin ewrên reş û tarî bi ser Kurdistanê de bibarînin. Ji bo ewlekariya destkeftiyên Kurdistanê pêwîstî bi hevkarî û yekîtiyeke netewî heye.

Dîrok di vê rojê de erkeke grîng datîne pêşya rêxistin û rêvebirên Kurdistanê. Ji bo azadiya tevahiya Kurdistanê destpêkê yekgirtina tevahiya hêzên Kurdîstanî pêwîst e. Pêkanîna vê yekê jî erk û berpirsyariya KDP û YNK ye. Îroj derfeta van her du rêxistinan ji ya tevahiya rêxistinên din zêdetir e. Dîrok vê berpirsyarî û erkê dide ser milê wana. Ger pêk bînin wê di dîrokê de bi ruyekî pak cih bigrin, ger pêk neynin wê ji serpêhatiya Qadî Muhamed û hevalên wî nikaribin birevin. 

Bi sedema roja 1ê Îlonê ya aştiya cîhanê, destpêkê avakirina aştiya li Kurdistanê û ji bo vê jî avakirina aştiya di navbera tevahiya hêzên Kurdistanî de grîng û pêwîst e. Li Kurdistanê sê hêzên mezin hene ku ev bibin yek, wê hêzên din tev xwe li vana bigrin û yekîtiya netewî pêk were. Bi vê sedemê pêwîst e birêz Mam Celal û Kek Mesût di vê roja dîrokî de erka xwe ya dîrokî bibînin û banga yekîtiya Netewî li PKKê bikin. Di demên borî de çi alozî di navbera wan de hatibe jiyandin divê her sê alî bi giyaneke netewî bidin aliyekî û ji bo Kurdistana azad û yekgirtî yekbûna xwe çêbikin.

Hêviya me di vê roja pîroz de ev e. Yekîtiya netewî ya li Kurdistanê were sazkirin wê her çar parçeyên Kurdistanê ber bi aştî û azadiyê ve bibe. Kurdistana azad wê aştî û azadiya Rojhilata Navîn bi xwe re bîne. Rojhilata Navîn a azad wê ji bo aştî û azadiya cîhanê bibe pêngaveke mezin û grîng. Yên ku vê xewn û xeyala mirovahiyê pêk bînin jî ne desthilatdar û dagirker, gel û nûnerên gelan in.

Bi hêviya pêkhatina vê xewn û xeyala mirovahiyê, roja 1ê Îlonê li gelên mazlûm û mirovahiyê pîroz be!

29 8 2006

‘ŞÛJINA DI ÇAVÊ XWE DE NABÎNE, HEWL DIDE DERZIYA DI ÇAVÊ XELKÊ DE DERXE!’

Bi rastî bav û kalên me Kurdan gotinên gelekî xweş û watedar gotine:

“Şûjina di çavê xwe de nabîne, derziya di çavê xelkê de derdixîne!”

Ev gotin ji bo kesên kêmasî û şaşitiyên xwe nabînîn, lêbelê kêmasî ûşaşitiyên kesên derveyî xwe derdixînin pêş hatiye gotin. Bi salan ev gotin di lîteratora çepgiran de ji bo çepê Tirkan jî hat bikaranîn. Ji bo çepê Tirkan dihat gotin ku; “Dikarin analîz û nirxandina tevahiya hêz û gelên cîhanê bikin, lê dema tê ser Tirkiyê ji nijadperestî pêşdetir naçin.”

Niha jî hukûmeta li Tirkiyê desthilatdar di vê rewşê de ye. Qaşo ji bo li Lubnanê xwîn nerije, mirov neyên kuştin û alîkariya gelê Lubnanê bike, hezar û sed leşkerê xwe rêdike vî welatî!

Her çiqasî ev sedem dereweke mezin be jî, bi pêşdayîna vê sedemê leşkeran rêdike. Lê bi vê sedemê be jî pêwîst e mirov ji hukûmetê bipirse:

“Bi salan e xwîna di nava te de diherike wê çawa were rawestandin? Bi salan e mirovên di nava te de tên kuştin wê çawa dawî lê were? Bi sedhezaran gelê Kurd ên te ew ji mala wana koçber kir û gundên wana wêran kir kengî tê alîkariya wana bikî? Bi deh hezaran mirovên te dagirtine zindanan kengî tê lêborîna xwe ji wana bixwazî? Bi sedan mirovên ji sedema ku rewşenbîr û rêberên gel in bi awayekî kiryarên wê nediyar te dan kuştin tê kengî hesabê wê bidî û ji civakê lêborîna xwe bixwazî? Va ye salvegera şehadeta Mûsa Anter nêz dibe, di kesayeta wî de tu dikarî bi lêborîneke ji dil, ji bo avakirina aştiya di nava civakê de gaveke dîrokî biavêjî?…”

Tobe heram be ku ew hêz di te de heye! Ji xwe bi hatina ser rayeya leşkerî ya Buyukanit diyar bû ku Tirkiyê wê dîsa vegere ser dîroka xwe ya talan û dagirkerî. Birêz Tayip ji niha ve dibêje, “Ev welat –qala Lubnan û derdora wê dike- bi sed salan di bin bandora me de bûn!”

Dixwaze bêje ku ‘dîsa wekî rojên berê em bandora xwe li ser derdorê çêbikin.’ Tirkiye hîn bi jana dema Osmaniyan dijene. Ew hestên wê yên dagirkerî û talankerî hîn ji nava dil û mejiyê rayedaran derneketiye. Ji bo vê leşkerên wê li Afganîstan, li Somalî, li Başûrê Kurdistan bi cih bûne û berê xwe dane Lubnan. Ger bi rastî hûn ji kula gelê Lubnan re ketibana, we dikarîbû ji endamên saziyên civakî yên neferme ekîbeke ji hezar kesî ya di nava wana de bijîjk, hemşîre, xizmetkar û hwd. hene rêbikra. Wê demê mirov dikarîbû bawer bikra ku hûn dixwazin alîkariya gelan bikin. Lê niha pir eşkere ye ku hûn ji bo parastina berjewendiyên xwe yên nijadî, desthilatdarî û dagirkerî leşkeran rêdikin wê derê. 

Birêz Tayip dibêje: ‘Tenê kesên mezin difikirin dikarin karên mezin bikin û Osmanî jî, komar jî di encameke fikreke wiha mezin de çêbû.’

Divê mirov bîne bîra birêz Tayip ku ne damezirandina Osmanî ne jî damezirandina komarê bi qirkirin û înkarkirina kurdan çênebû, berûvajî wê bi lihevdûhatin û destekgirtina kurdan çêbû. Ger Osmanî dema nû hatin Anatolya di 1071ê de desteka kurdan negirtana û li Malazgirê bi rêka vê destekê biser neketibana, belkî niha li Anatolya dîrokeke Tirkan tinebaya. Dîsa di avabûna komarê de dema Mustefa Kemal bi keştiyeke kevnare hate Samsûn û derbasî Erziromê bû desteka serokeşîrên kurdan negirtiba, nikarîbû li şerê rizgarî bidaya û komar saz bikraya. 1921-2-3 li ser destekgirtina ji kurdan hatine bidestxistin. Bila rûpelên dîroka xwe bixwîne wê vê rastiyê baş bibîne û têbigîhêje.

Îroj di navbera Kurd û Tirkan de şerekî dijwar didome. Tevî hemû helwest û bangên aştî yên aliyê kurd, rayedarên Tirkiyê di kûrkirin û domandina şer de israr dikin. Bi rêkirina leşkerên xwe ji dewletên derdorê re jî, dixwazin bala raya giştî ji ser welatê xwe bidin aliyekî û xwe bi hêz bidin diyarkirin. Lê rastî ne ev e. Tirkiye xwediyê birîneke mezin e ku her roj xwîn jê tê, lareş girtiye û nêm têre dide der. Navê vê birînê ‘pirsgirêka kurd e’. Heta ku ev birîn neyê dermankirin, Tirkiye leêkerên xwe rêbike ser heyvê jî bi hêz nabe. Bihêzbûn bi tenduristiya laş çêdibe, ne bi erîşkariya ser derdorê.

Bi vê sedemê tê xwestin ku rayedarên Tirkiyê dev ji derziya di çavê cînaran de berde û şûjina di çavê xwe de derxe ku bikaribe derdorê bi awayekî tenduristî û zelal bibîne. 

10 9 2006

JI BîR NABE JANA DANE SER DILAN!

Dilê mirovê Kurd her sal di vê rojê de dijene, diêşe, disoje, diperite…Ev bîst û şeş sal in di her sala vê rojê de rûçik tirş dibin, awir tûj dibin, hest hêrs dibin…

Raman teze dibe, hiş bîra xwe vedikole; dirêjî kûrahiya bîranînan dibe. Her malikeke laş bi jana bîranînekê dilive; laş nerehet dibe. Roj dirêj dibe, nabore…

Kî bûn, ji ku hatibûn, çawa ew hêz di xwe de didîtin ku vê janê bi mirovan bidin kişandin? Jiyanek û qirnek li mirovên kurd herimandin. ‘Kurdbûn’ kirin tawaneke mezin. Xwestin ‘kurdbûn’ were înkarkirin!

Mirovên kurd ji mal girtin, ji nava rez û bexçeyan girtin, ji kolanan girtin… Destên wan bi kelepçeyan hişk girê dan, bi paçên qilêrî yên reş çavên wan tarî kirin, bi qûndaxên tifingan li polên wan dan û avêtin hundirê mekîneyên bê kulek…

Bê parêzer, bê parastin, bê mafpirsîn mirov avêtin nava pîsiya destavê. Heta kabê di nava pîsiyê de li ser lingan bi rojan dan rawestin. Xwarina wan rojê sê danan lêdana ji beştên 5X10cm. bû. Goştê laşê wana rojane reş dibû, şîn dibû, sor dibû… Xwîn ji binê neynûkên wan dihat der. Diranên wan di devê wan de dihat komkirin. Neft bi ser pembo dadikirin, agir bera didanê û dixistin bin çengên wan. Li nava ava pîsiyê dirêj dikirin û bi potînên xwe yên bi qirêjiya dîroka xwe, derdiketin ser pişta wan. Xwestin pişt li mirovê kurd bişikînin!…

Digotin biqêrin û bêjin: ‘Çi bextewar im ku ez Tirk im!’

Bi lêdan, bi îşkence, bi kuştin xwestin bi kurdan ‘tirkbûnê’ bidin pejirandin. Ji bo vê nayê zanîn bê çend kes kuştin. Di zîndana Amedê de ger rojek were û dîwarên wê werin ser ziman, ne pênûs û ne kompûter xwe li ber nagrin ku tiştên van xwînxwaran bi serê kurdan de aniye vebêjin û binivîsînin.

Mirov di binê nêrdewanan de darvedikirin û di bêhna fetisînê de benê wan sist dikirin, gêrî erdê dikirin. Rojê bi deh caran wiha dikirin. Rojê bi dehcaran wiha bi wana dardekirin didan jiyandin. Bi dardekirina bi carekê re kîna dilê wan a li hemberî kurdan rehet nedibû. 

Dest û lingê mirovan girê didan, şilfî tazî dikirin û bi jopan destdirêjî li laşê wan dikirin. Bi vî awahî didan diyarkirin ku di nava giştiya mirovahiyê de sazûmaneke ji ya wana bêşereftir hîn nehatiye ruyê dinyê.

Bi darê zorê çop û pîsî bi mirovan dan xwarin. Ava serşoka xwe rijandin ber wana ku vexwin. Bi rojan mirov bê av hiştin ku dema ava serşokê jî bibînin êrîşî ser bikin. Li derve gurme gurma baranê bû, li hundir mirov ji têhnîbûnê bêhiş diketin.

Ji nesaxên bi jana zirav ketine, bi navê ‘tehlîlkirinê’ belxem kom dikirin û ew belxem dirijandin nava xwarina girtiyan. Mişkên cirdon dikuştin û dixistin hundirê qerewaneya xwarinê…

Mirov heta êvarî li ser lingan didan sekinandin, êvarî jî bi sayên har êrîşî hundir dikirin ku ne roj ne jî şev nikaribin xew bikin. 

Bi vî awahî tola xwe ya dîrokî ji kurdan hiltanîn: Mirov bê xew, bê xwarin, bê av di bin lêdanê de, di nava pîsiyê de bi rojan, bi mehan, bi salan hiştin ku mirov bipejirînin ‘ne kurd in, bes tirk in’!!!

Hûn dikarin çi navî li vê yekê bikin? Wahşet!, Desthilatdarî!, Zordarî!, Xwînxwarî!, Faşîstî!… Yan Tirkitî!?

Tê zanîn ku Tirkitî li Rojhilata Navîn û Anatolya çêbûneke çêkirî ye, ne xwezayî ye; li ser tinekirin û înkarkirina gelên herêmê hatiye çêkirin. Ji bo vê li hemberî gelan bi kîn û dijminatî dagirtiye. Ev kîn û dijminatiya xwe bi sazûmana 12ê Îlonê ku heta roja me jî bi awayeke sergirtî tê meşandin, di asta herî bilind de bi ser gelan de û bi taybetî bi ser gelê kurd de barand.

Hîn birîn û êşên ji wan rojan mane li ser laşê me diyar in…Hîn laşê me bi êşên wan rojan dijene, disoje, diêşe…

Sûcê me tenê ‘kurdbûn’ bû û îroj jî sûcê me tenê ‘kurdbûn’ e. Lê em wê rojê jî ji kurdbûna xwe nehatin xwarê, îroj jî emê ji kurdbûna xwe neyên xwarê. Mirovê xwe înkar bike, bi kêrî kesekî din jî nayê.

Divê mirov vê dîrokê jibîr neke. Her kurdekî qasî serê derziyê hesteke netewî pê re heye, hesteke mirovtî pê re heye, pêwîst e vê dîroka xwînxwar a tirkan ku ji kurdan re kirin êş û jan, ti caran jibîr nekin. Ji bo ku careke din li ser serê kurdan ev roj neyên jiyandin, çawa ku girtiyan qiyamet rakirin, agir berdan bedena xwe, bi kêr û jilêtan laşê xwe peritandin, bedenên xwe heta şahadetê razandin birçîbûnê, di têkoşînên dijwar de li ber xwe dan, her mirovê kurd jî erkdar û berpirsyar e ku vê kevneşopiya têkoşîn û berxwedanê bidomîne.

Ji sedema vê dîrokê pêwîst e rayedarên tirk ji gelê kurd lêborîna xwe bixwazin.

Ji sedema vê dîrokê pêwîst e rayedarên tirk çekên xwe li hemberî kurdan deynin.

Ji sedema vê dîrokê pêwîst e rayedarên tirk dev û deriyê zindanan heta dawî vekin.

Ji sedema vê dîrokê pêwîst e rayedarên tirk banga agirbest û aştiya civakî li kurdan bikin.

Ji sedema vê dîrokê pêwîst e kurd heta dawî li hemberî rayedarên tirk û sazûmana wan a tinekar û înkarker têbikoşin, li ber xwe bidin û ji kurditiya xwe misqalekî jî neyên xwarê. Ev mafê me kurdan ê herî bingehîn e. Ew çiqasî hewl bidin, bi darê zorê bi me bidin gotin ku ‘Çi bextewar e kesê dibeje ez tirk im’, pêwîst e em biqêrin ku ‘Em bi kurdbûna xwe serbilind in!’

Belê, di dîrokeke ji bîst û şeş salan û vir ve didome de, sazûmana desthilatdar gelek birîn di dilê me de vekirin û gelek tahrîbat di laşê me de dan çêkirin. Xwestin me ji nasnameya me, ji çanda me, ji zimanê me, ji wêjeya me, ji mirovbûna me dûr bixin. Lê me li ber xwe da. Bi dehan şehîd û bi sedan birîndar me da. Lê me dev ji zimanê xwe, çanda xwe, wêjeya xwe û mirovbûna xwe berneda.

Di zindana Amedê de, di bin wan derfet û mercên tinekar de, dîlên kurd bi pênûsa xwe kovarên kurdî weşandin. Li ser bîranîna çapemeniya kurdî, kovara bi navê “Hawar” hat derxistin. Pê re ji bo pêşdebirina berhemdariya dîlên azadiyê kovara “Çirûska Jiyan” hat weşandin. 

Ev kovar di zindana Amedê de bi pênûsa destî dihatin nivîsandin û nushayên wê jî dîsa bi pênûsa destî dihatin zêdekirin. Nivîs ji qawîşan bi dizî dihatin berhevkirin. Nushayên kovarê jî dîsa bi dizî dihatin belavkirin. Lê ti hêzê nikarîbû li pêşiya çand, wêje û rojnamegeriya kurdî bibe asteng ku ew cûntaya 12ê Îlonê be jî. Îroj wêje, çand û rojnamegeriya kurdî bûye lehiyek û li her çar aliyê Kurdistan û cîhanê diherike. Di wan rojên bi êş û jan de, di navbera ranzeyan de, bi awayeke veşirtî li ser kaba xwe, bi pênûseke hibrî me kovara ‘Çirûska Jiyan’ zêde dikir…Îroj bi kompûteran di çapxaneyan de bi dehan kovarên kurdî diweşin. Gelo sazûmana 12ê Îlonê ji xwe re difikire û dipirse bê ‘Kî bi ser ket û kî bi bin ket!?’

Ti caran jibîr nabe jana dane ser dilan û laşan…

12 9 2006

BERSIVEKE PIŞTGIRÎ JI BO NIVÎSA BIRÊZ EZÎZÊ CEWO

Birêz nivîskarê hêja Ezîzê Cewo, nivîsarek li ser bikaranîna şaş a peyvên ‘paşeroj’ û ‘pêşeroj’ nivîsandiye. Bi rastî wekî diyar dike di van salên derfeta ragîhandinê ketiye destê kurdan de, hinek kesên li ser van navgînên ragîhandinê xwe wekî zimanzan dîtin û kurdiya me li gorî zanabûna xwe bikar anîn. 

Ji bo vê destpêkê spaziya xwe ji birêz Ezîzê Cewo dikim ku bal kişandiye ser vê pirsgirêkê û li ser mijara peyvên ‘pêş’ û ‘paş’ ramana xwe ya hêja aniye ser ziman.

Bi vê sedemê destpêkê dixwazim bîranîneke xwe bêjim:

Pêrar, hevalekî payebilindê rêxistinek Kurdistanî ji min xwest ku nivîsarekê li ser vê mijarê binivîsînim, rêbikim televizyonê ku pêşî li vê şaşitiyê were girtin. Got: ‘Hevalên li ser Tv van her du peyvan şaş bikar tînin. Qasî ku em dizanin û me ji dayik û bavê xwe bihîstiye, ji bo rojên li pêşiya me, yên hîn me nejiyane dibêjin ‘pêşeroj’ û yên li paş me mane ku me jiyane, wekî ‘paşeroj’ em dizanin. Lê ev heval berûvajî dikin. Êdî ez bi awayê rêzimanî nikarim rave bikim. Ji kerema xwe re tu bingehê wê yê rêzimanî deyne û nameyekê ji TV re rêbike ku vê şaşitiyê edî nekin.’

Bi rastî ev yek nêrîna min jî bû û ji bikaranîna wê ya berûvajî ez nerehet bûm. Min nameyek nivîsî û heta ji destê min hat, hewl da ku bidim nasîn ka ‘pêşeroj’ çawa nabe paşiya mirov û ‘paşeroj’ jî çawa nikare bibe pêşiya mirov.

Di wan rojan de birêzekî xebatkarê Tv jî hatibû serdana me û min ev mijar bi wî re jî nîqaş kir, ji ber ku wî jî li gorî min şaş bikar dianî. Destpêkê bêjim ku rêza min ji xebat û hewildanên wî birêzî yên di derbarê kurdî de re heye. Bi rastî kedkarekî kurdî ye û derfeta wî heye ku di pêşveçûna zimanê kurdî de weyneke grîng bileyize. Bes di vê xalê de ez tev li birêz (…) nebûm û nabim. Hêvîdar im ku rojekê vê şaşitiyê fêhm bike û di Tv de rast bike.

Di wê nîqaşa me de min çiqas sing kutan wî cuherek pê vekir û dawî wekî xwe kir. Ew şaşitî heta îroj jî di Tv de tê ser ziman.

Bêguman bi hezaran kurd li vê Tv yê temaşe û guhdarî dikin. Ji bo vê her ev peyv tên ser ziman hiş û ramana bi hezaran kurdan tev li hev dibe. Wiha lê hatiye ku mirov êdî paşiya xwe û pêşiya xwe ji hev nas nekin.

Niha hevalên li Tv bi vî awayî bikar tînin, hinekî li devikê Başûrê Kurdistanê dinêrin û pêk tînin. Li Başûr nizanim ji ber çi ye, peyva em Bakurî jê re dibêjin ‘pêşeroj’ ew wekî ‘paşeroj’ bikar tînin û peyva em jê re dibêjin ‘paşeroj’ ew wekî ‘pêşeroj’ bikar tînin.

Niha ji ber ku li Başûr devikê wan wiha bi kar tîne, bêguman em nikarin devikê tevahiya Kurdistanê biguherînin. Her Tv bangî kîjan beşê civakê dike pêwîst e hinekî devikê wî beşî bingeh bigre ku bikaribe têgîhiştinekê çêbike, ji ber ku hîn devikekî me yê netewîme saz nekiriye. Tv ya ez qalê dikim herçiqasî bangî her çar beşên Kurdistanê bike jî pirahî bangî beşê Bakur, Rojava û Rojhilat dike. Belkî herî dawî bangî beşê Başûr dike.

Min li ser lêkolîn nekiriye, lê ku derfet bi dest min bikeve ezê taybetî li nava van her çar beşên welat bigerim û dîsa bi taybetî li ser van her du peyvan lêkolînekê bikim. Lê qasî ez dizanim li her sê beşan jî bi pirahî wekî hev tê bikaranîn tenê li beşê Başûr cuda tê bikaranîn û hevalên li ser navgînên ragîhandinê kar dikin nizanim çima dev ji bikaranîna giştî berdane û bi ya hindik girtine!

Wî hevalî parastina xwe wiha dikir, digot; ‘Dema mirov qala bav û kalên xwe dike, dibêje ‘pêşiyên me’; ji ber vê tiştên berê me jiyane pêşeroj e û dema mirov qala nivşên pey me re werin dike, dibêje, ‘paşiyên me’ ango ‘yên li piştî me werin’; ji ber vê yekê jî rojên hîn nehatine jiyandin dibin ‘paşeroj’.

Di vir de tê dîtin ku di warê demê û bikaranîna peyvan a li gorî demê de tevlihevkirinek heye.

Yanî mirovên berya me jiyane rast e ‘ew’ pêşiyên me ne; yanî kesên li pêş me hatine ruyê dinyê ne. Ev ji aliyê demê ve di wateya dema berya me de ye. ‘Ew’ berî me hatine ruyê dinyê. Yanî di vir de ji aliyê demê ve yên bingehîn ‘ew’ in, ne ‘em’ in. Ji ber ku ‘ew’ berya me hatine ruyê dinyê, yên demê tayîn dikin ‘ew’ bi xwe ne û bi vê sedemê ‘ew’ dibin pêşiyên me. Lê vê yekê ji bo xwe ku em bikar bînin, ji ber ku ‘em’ hîn dijîn, ‘ew’ li paş me mane û dema tê de ne jî dibe ‘paşeroj’a ‘me’. Dîsa ji bo ‘me’ û ji bo kesên bi pey me re bên ruyê dinyê jî dem tê guhertin; rojên hîn ‘me’ nejiyane ji bo ‘me’ rojên ‘li pêşiya me’ ne, bes ji bo ‘nivşê were’ ew wê bibe ‘paşeroj’ ango ew nivş wê hîn ‘li pey me’ were. Ji ber ku ‘li pey me’ wê werin dema ‘ew’ tê de jiyan bikin, ji bo ‘me’ nabe ‘paşeroj’, ew ‘pêşeroj’ a ‘me’ ye.

Yanî dema ‘em’ tê de jiyan dikin li gorî ‘kirde’yê tê guhertin. Ku kirde ‘ez’ bi xwe bim dema pêşiya min û paşiya min cuda ye û ger kirde mînak Nebî Nuh be yan Mehdî be, dema pêşî û dema paşiya wan tê guhertin.

Bêguman kar û xebata ragîhandinî karekî rojane û teze ye. Ji bo vê di ragîhandinê de dema tê ser ziman rojane wekî dema ‘ez’ tê de jiyan dikim tê ser ziman, ne wekî ya Nebî Nuh tê de jiyaye yan Mehdî wê tê de bijî.

Wê demê li gorî ‘ez’ ku em demê bikar bînin, rojên ‘min’ hîn jiyan nekirine yên ‘pêşeroj’a ‘min’ in û rojên ‘min’ jiyane jî rojên ‘paşeroj’a ‘min’ in; ji ber ku ên yekemîn hîn li pêşiya ‘min’ in û yên duwemîn li paşiya ‘min’ mane. Ger em şaşitiyê bikin û dema ‘ez’ tê de dijîm ne li gorî ‘min’ li gorî ‘Nebî Nuh’ bikar bînim, ev dema niha tê de dijîm li gorî wî zatî rast e, ‘paşeroj’ a ‘min’e û dema min a derbasbûyî jî li gorî wî zatî ‘pêşeroja’ min bû.

Tê dîtin ku çiqasî tevlihevî derdikeve holê! Çima? Ji ber ku ‘kirde’ û ‘dem’ ne li gorî hev tê bikaranîn. 

Wê demê em careke din wan hevalên vê şaşitiyê dikin bangî ser bikaranîna rast dikin. Wekî birêz Ezîzê Cewo tîne ser ziman, ‘pêşeroj’ û ‘paşeroja’ me bi me nedin şaşkirin. Yanî ku derfeta ragîhandinê di dest hinek mirovan de ye ev nayê wê wateyê ku di şaşitiyan de israr bikin û van şaşitiyan bixwazin bi tevahiya kurdan bidin pejirandin. 

Niha ku mirov biçe ji dayika wan hevalan re bêje; ‘Yadê gelo tu difikirî di paşerojê de çi bikî?’ Bawerkin ew dayik wê bi me bikene û bêje; ‘Kurê min tu şaş bikar tînî! Paşeroj li paş me ma!’ 

Gelo ew heval vê yekê dizanin ango telefonek ji dayika xwe re vekirin û pirsyarî lê kirin, dema ku ev peyv bi wî awayî bikar anîn? Bi rastî ku bersivekê bidin vê pirsê wê baş be. Na ku bêjin; ‘Em ji dayika xwe baştir dizanin!’ ew cuda. Wê demê divê mirov lîteratora ziman biguherîne. Mînak, êdî nebêje; ‘Xwe fêrî zimanê dayikê bikin!’ li şûna wê mirov bêje; ‘Xwe fêrî zimanê ‘kur’ ango ‘keç’ bikin!’ Ango mirov bêje; ‘Xwe fêrî zimanê Tv’ bikin!’

Ji bo vê careke din derdikeve holê ku ji bo zelalbûn û paqijbûna zimanê kurdî pêwîstî bi xebateke hevbeş heye. Ger her yek ziman ji aliyê xwe ve û li gorî zanabûna xwe bikar bîne, emê ne pêşî û paşiya xwe tev li hev bikin, sibe duzbe emê dev û guh û lêvên xwe jî ji hev nas nekin. Her yek wê bêje; ‘Mastê min şêrîn e, werin tev mastê min bixwin!’ Wê kes nebêje; ‘Dibe ku mastê min tirş be, ka hele ez mastên li derûdora xwe jî tam bikim!’

Dibe ku mastê li derûdora me ji yê me şêrîntir be. Wê demê pêwîst e em bi dilnizmî bikaribin mastê xwe birijînin û mastê derûdora xwe bixwin, daqurtînin. Yanî dibe ku mirov peyvek şaş fêr bûbe ango şaş zanibe. Dema mirov li rastî awayê wê yê rast hat, pêwîst e mirov bikaribe dev ji ya şaş berde û ya rast bikar bîne. Ziman wiha li pêş dikeve. 

Bêguman her yek wê bêje; ‘ya min rast e’. Ji bo ku ev derfet ji holê rabe pêwîstî bi bikaranîna hevbeş a ziman heye. Me nivîsarek li ser vê mijarê nivîsand û pêşniyarek kir. Rêvebiriya Pen-Kurd jî ji endamên xwe daxwaz kir ku nêrîna xwe li ser vê pêşniyar û nivîsê diyar bikin. Lê mixabin wekî herkes bêje; ‘Ez ji mastê xwe razî me’ kesekî hîn ti nêrîn diyar nekiriye. Ji ber ku di hundirê xwe de herkes dibêje, ‘Yê rast ez im, a rast kurdiya min e!’

Ji sedema vê nêrînê, Kurdistana me ya şêrîn û delal jî parçe parçe ye. Ji ber ku her hêza bi navê Kurdistanê derketiye dibêje; ‘Tenê yê li Kurdistanê difikire ez im û ji ber vê yekê yê rast jî ez im, bila herkes min bişopîne!’

Dema ku herkes wiha dibêje, çend rêxistin û hêz û kesayet hebin ewqase parçeyên Kurdistanê jî çêdibin. Kurdistana Başûr, Kurdistana Bakur, Kurdistana Rojhilat, Kurdistana Rojava ne bes e, Kurdistana Rusya, Kurdistana Qafqasan, Kurdistana Erîvan… dîsa di hundirê parçeyan de jî Kurdistana Soran, Kurdistana Behdînan, Kurdistana zazayan û hwd. welatê me her parçe parçe dibe û dilê me jî bi xwe re her parçe parçe dike.

Kurdiya me jî ji ber vê nêrînê parçe parçe ye. Kurdiya Bakur, Kurdiya Başûr, Kurdiya Rojava, Kurdiya Rojhilat ne bes e, niha Kurdiya Rûsya, Kurdiya Gurcistan, Kurdiya Qafqasya, Kurdiya Ewropa, Kurdiya Swêd, Kurdiya Akademîk, Kurdiya Tv, Kurdiya radyo, Kurdiya, rojnamê… û di nava van de jî Kurdiya fîlankes, kurdiya bêvankes… derketiye.

De ka feqîrên zaroyên kurdan çi bikin û çi xweliyê li serê xwe bikin? Birêz Ezîzê Cewo dibêje ku xwendekar, dibêjin; ‘…van demên dawîyê bi têlêvîzîona me û di weşanên din de hinek p’eyvên k’urdî wisa bik’artînin, ku mejîyê me hemûyan t’evî hev kirine’…

Bi rastî xwendekar xwedî maf in ku wiha difikirin û dibêjin. Lê ka nivîskar, rewşenbîr, zimanzan û yên di navgînên ragîhandinê de kar dikin gelo li hemberî pirsa van xwendekaran û nêrînên birêz Ezîzê Cewo û banga me wê çi bersivê bidin. Gelo wê her yek ji gel xwe dilnizmiyê bike û komîteyeke hevbeşkirina rêzikên rêzimanê kurdî saz bike û li gorî pîvan û biryarên wê tevbigere, ango wê bêje ‘mastê min ji yê her kesî şêrîntir e’ û tevlihevî û parçebûna di ziman û di welatê me de bidomîne?

Li gel silav û rêzên germ.

14 9 2006

DI VÎ ÎŞÎ DE ŞAŞITIYEK HEYE!

Di van rojên dawî de her kes ji aliyê xwe ve bûye aştîxwaz û banga agirbestê li PKKê dikin. Xêr e, înşalah! Yê rewşa komara Tirkiyê nas neke wê bêje qey bi rastî vana aştîxwaz in, qey bi rastî PKK erîşkar e û ev dixwazin vê êrîşe rawestînin, qey bi rastî komara Tirkiyê mazlûm e û gelê Kurd neheq e!

Gotineke kurdî heye; dibêje: ‘Nikare bi kerê, dibeze kurtên’. Yê ku li Kurdistanê qirkirin, kuştin, girtin, îşkence, xerabî, operasyon, sotin û şer li pêş dixe, komara Tirkiyê û artêşa wê ye. Yê di rewşeke êrîşkar de dîsa ew e! Çima hûn banga agirbestê li rayedarên komarê nakin, çima li rayedarên PKKê dikin, ev nayê fêhmkirin!

PKK bi dehan caran şer da rawestandin û agirbest îlan kir; ka şer rawestiya? Na! Çima? Ji ber ku yê şer gur dike ne PKK ye, komara Tirkiyê ye.

Ka banga agirbestê li Komara Tirkiyê bikin û bila rayedarên komarê artêşa xwe rawestîne ku rojekê tenê jî şer çêbû, wê demê hûn ji PKKê re çi dibêjin bêjin mafe we ye.

PKK îroj şer rawestîne jî wê komara Tirkiyê bêhtir operasyon û êrîşên xwe xurt bike. Wê vê şer rawestinê jî wekî yên berê ji xwe re wekî derfeteke xwekomkirina ser hev û êrîşkirina ser gerîlan bikar bîne. Ku aqilê aliyê Kurd hebe careke din agirbesteke ne bi du aliyan be, xwe nêzî wê nake. Li Kurdistanê agirbesteke bi yek alî ji bo aliyê kurd wê were wateya mirinê. Înşalah herkes vê yekê dizane!

Ji bo ku koordînatorê Amerîkî yê berpirsyarêpirsgirêka kurd wê bihata Tirkiyê dîsa Jîtem û kontr gerîlla û hemû hêzên tarî yên rantxur ketin liv û tevgerê û li Amedê xwîna gelê me rijandin. Bi vê yekê qaşo xwestin ji birêz koordînator re bêjin, ‘Li welatê me pirsgirêka terorîzmê heye, ka destekê bidin me!’

Ê neyarê bav û kalê min, terorîzmê tu bi xwe dikî. Tu têyî naskirin. Tu ji bo 12ê Îlonê bikaribî pêk bînî li Maraşê qirkirina bi sedan mirovên bêguneh pêk anî. Hîn doh ji bo bikaribî gel û PKKê bînî hemberî hev, te bombe avêt pirtûkxaneya camêrekî. Her roj tu neftê berdidî ber qurmên daristanên Kurdistanê û dişewitînî. Te bi hezaran mirov dagirtine zîndanan û bi îşkence û lêdan wana bê sedem bi salan dîl digrî. Ji ber zulmdariya te bi hezaran mirov koçî her aliyê cîhanê bûne. Li koçberiyê jî tu wana rehet nahêlî û her roj bi bultenên sor li wana digerî. Li Başûrê Kurdistanê kêmek derfeta azadbûna kurdan derketiye holê her roj ji Amerîka re dibêje ka ez êrîşî ser wan bikim, her roj li Kerkûkê bombeyan diteqîne ku bêje va ye kurd nikarin xwe îdare bikin, ez biçim îdare bikim. Ewqasî zikreş û rûreş e.

Baş e ku birêz Ralston rayedarên Tirkiyê baş dinase ku dibêje ‘Rêka leşkerî divê serlêdana dawî be’.

Ew jî dizane ku agirbesteke domdar girêdayî helwesta rayedarên Tirkiyê. Serokê artêşê Buyukanit dibêje, ‘Jê re nebêjin “Koordînatorê PKKê”, wê hinek wiha têbigîhêjin ku wekî di navbera Tirkiye û PKKê de çareserî çêbibe’.

Belê Buyukanit Beg, wê di navbera PKK û Tirkiyê de çareserî çêbibe û tu û ekîba te jî hûn ji vê yekê ditirsin. Ji bo wê wekî zarokên te li Şemzînanê bombe avêtin pirtûkxaneyê, niha jî avêtên Baglara Amedê. Hûn ji aştiyê ditirsin. Ji ber ku aştî pêk were wê sazûmaneke demokratîk ava bibe û ew sazûmana demokratîk wê darezandina tevahiya sûc û gunehên we bîne rojevê.

Rewşenbîrên Tirk û siyasetmedarên Kurd hûn dikarin banga agirbestê li PKKê bikin, bes qasî PKKê ji kerema xwe re li rayedarên Komara Tirkiyê jî bikin. Bidawîkirina şer ne di destê PKKê de ye, di destê Komara Tirkiyê de ye; ji ber ku yê Kurdistan dagir kiriye û hemû mafên gelê kurd lê qedexe kiriye komar bi xwe ye.

Yanî ma hûn ecêb in, we aqilê xwe bi nan û penêr xwariye? Yek tê, we diavêje erdê, dikeve ser dilê we. Bi buks û pehînan li we dide û hûn di binî de dibêjin ‘ez pevçunê radiwestînim’. Bi rastî nizanim çi navî li vê bangê bikim. Ji kerema xwe re banga xwe ji rayedarên Tirkiyê re bikin. Şerê ku PKK dimeşîne, ne şerekî êrîşkar e, şerê parastina rewa ye. Wateya wê ev e; heta artêşa Tirk êrîş neke ew ji ber xwe ve êrîşkariyê nake. Yanî li hember êrîşan xwe diparêze. Wê demê gava êrîşa artêşa Tirk a li ser gerîla û gel raweste ji ber xwe ve PKK radiweste û li holê şer namîne.

Xwezî rewşenbîrên Tirk û siyasetmedarên kurd vê yekê bibînin û li gorî vê tevbigerin.

Xwîna gelê me ya li Amedê hate rijandin hîn sar nebûye. Bila serê gelê me sax be. Gelê kurd ji bo azadiya xwe gelek bedîl daye û wê bide. Lê ji kerema xwe re bila kesek bi bangên şaş têkoşîna azadiya gelê me yê mazlûm wekî êrîşkar û xwînxwariya artêşa tirk wekî bêguneh beyan neke. Ji vê bangê ev bêhn tê. Çi bi niyeteke baş hatibe kirin, çi bi niyeteke xerab hatibe kirin derveyî vê ti şîrove jê dernayên. Ger hûn bi rastî aştîxwaz in, fermo artêşa Tirk, jîtema Tirk, kontrgerîlayên Tirk, hizbûlkontraya Tirk, MÎTa Tirk, cerdewanên Tirk rawestînin wê şer jî raweste û rêka aştiyê vebe. 

14 9 2006

Li ser hevbeşbûna rêzikên rêzimanê Kurdî NAMEYA VEKIRÎ

Ji bo Rêvebiriya PEN-KURD

Ji Rêvebiriya KONGRA NETEWÎ YA KURDISTANÊ

Hewildanên PEN-KURD ên ji bo hevbeşbûna rêzikên rêzimanê kurdî, awayê rastnivîsîna kurdî, peywendiya di navbera zaravayan de, xwedîderketina li zaravayên kurdî, wekî zaravayeke fermî derxistina pêş a zaravayê kurmancî û hwd. xebatên di vî warî de ez gelekî bi nirx dibînim û heta dawî piştgirî û desteka xwe diyar dikim.

Wekî tê zanîn di van mehên dawî de di vî warî de KNK jî hewildan û xebatên bi nirx dane destpêkirin.

Bi destûra we be dixwazim di vê mijarê de hin nêrînên xwe bi we re parve bikim.

Ev demeke dirêj e, li ser hevbeşbûna rêzikên rêzimanê kurdî û bi awayeke berfireh bikaranîna zaravayê kurmancî ramana xwe diwestînim û li rêkên çareseriyê digerim. Bi vê armancê li qadên herêma Medya hewildan û xebatên me çêbûn, lê qasî me hêvî dikir me encam negirt û herêmî/lokal man. Bes tecrubeyeke mezin me ji vê xebat û hewildanê girt: Tecrubeya yekem ev e ku ji bo guhertinek, hevbeşkirinek ango pejirandineke biryareke di derbarê rêziman de destpêkê pêwîst e mirov bîrûbaweriya (zîhniyeta) kesan û saziyan bide guherandin. Bi rastî derdikeve holê ku bîrûbaweriya hinek mirovan ewqasî teng, ewqasî kevnare, ewqasî xitimiye ku ji bo guhertinekê destxet bikin pêwîst e mirov wana di nava ava heftê çeman de razîne ku kêmekî nerm bibe. Ji xwe gelek hene ku dibêjin ‘Kurdiya tevahiya kurdan şaş e, bes ya min rast e û tevahiya Kurdan bila wekî min bikar bînin’.

Dema mirov li kurdiya kesê wiha dibêje dinêre, dibîne ku ji bo têgîhiştina kurdiya wî pêwîstî bi wergerekî heye. Lê ewqasî dil ketiye xwe û kurdiya xwe ku wekî kevir xwe hişk kiriye. Ji bo guhertinê yan divê were şikandin an jî misqalekî ji xwe namihîne. Ev û tengezariyên wekî vê aliyekî pirsgirêkê ye. Li gorî min ev alî bi têkoşîneke li hemberî vê bîrûbaweriyê dikare were çareserkirin. Kesayet, sazî û rêxistinên têgîhiştî û ji guherîn û guherînê re vekirî, pêwîst e li hemberî vê bîrûbaweriya girtî têkoşîneke bênavber bimeşînin.

Pirsgirêka duwemîn di warê astengiyên netewîbûnê de ye. Em kurd her çiqasî xwe wekî neteweyekê bi nav bikin û xalên netewebûnê li Kurdistanê bi pirahî hebin jî, ji ber gelek sedeman ev netewebûn li Kurdistanê hîn parçe parçe ye. Ev parçeyîbûn bandora xwe rasterast li ser zimanê kurdî jî çêdike.

Hûn û di kesayeta we de rewşenbîr, zimanzan û nivîskarên kurdî dîroka Kurdistanê û rewşa wê ya parçeyî ji min baştir dizanin. Bi vê sedemê ezê li vê derê nekevim kûrahiya dîrokî. Tenê di xalekê de dixwazim balê bikişînim ku vê parçeyîbûnê di bîrûbaweriyan de jî parçebûyînek ava kiriye. Îroj wiha lê hatiye ku ramana kurdekî ji Bakurê Kurdistanê di warê rêzimanê kurdî de ne wekî ramana kurdekî ji Başûr an Rojhilatê Kurdistanê ye û ramana kurdekî ji Başûr an ji Rojhilat jî ne wekî ya ji Bakur e. Tevî parçeyîbûna xaka Kurdistanê ya dijmin pêk anîye, ger di bîrûbaweriya kurdan de hevbeşbûnek hebaya wê ev parçeyîbûna ziman ewqasî kûr nehatiba jiyandin. Bes ji sedema ku parçeyîbûna xakê bi xwe re parçeyîbûneke çand, wêje, zarava û ya bîrûbaweriyê aniye, di hevbeşkirina vana de gelek astengî li pêşiya rêzimanêran hene.

Li Başûrê Kurdistanê ji sedema hebûna du herêmên sereke û axaftina du zaravayên cuda û di navbera rêvebiriyên van herêman de hebûna têkoşîna şiyandarî, têkoşîneke di navbera van zaravayan de jî bi xwe re tîne û dixwaze yek bandora xwe li ser yeke din bike. Herî dawî bi ketina dest a wezareta perwerdeyê herêma soran xwestiye ku zaravayê xwe li tevahiya Kurdistanê serdest bike. Ev ne ji evîndariya rêvebiran a ji vî zaravayî re tê. Na! Encameke têkoşîna şiyandarî ya şewqa xwe daye ser ziman e. Bêguman wiha li gorî berjewendiyên xwe bi ziman leyistin xetar e û ne baş e. Ziman navgîneke bingehîn a giştiya netewê ye, ji ber vê yekê pêwîst e bi nêrîneke netewî nêzîkatî lê çêbibe, ne bi nêrîneke berjewendiya teng a beşeke civakê.

Ez dihizirim ku ji bo hevbeşbûna rêzikên rêzimanê kurdî û pejirandina zaravayê Kurmancî bi awayeke fermî li giştiya Kurdistanê pêwîstî bi yekbûneke netewî ya di navbera rewşenbîr, zimanzan û nivîskaran de heye ku ev jî bi yekbûna ramana rêxistin û saziyên rêvebirên Kurdistanê dikare pêk were. Di vir de du rêk hene:

Yek; an wê rêxistin, sazî û partiyên rêvebirên Kurdistanê bibin yek û fermana hevbeşbûna rêzikên rêzimanê kurdî bidin û hemû nivîskar, rewşenbîr û zimanzan li gorî vê fermanê tevbigerin, bi vî awahî ji jor ber bi jêr ve xwe bigîhênin hevbeşbûnekê; yan jî sazî, rêxistin, kesayet, navgînên ragîhandinê yên wekî radyo, tv, rojname û hwd. di navbera xwe de lihevhatinekê û koordînasyonekê saz bikin û ji jêr ber bi jor ve yekbûneke netewîbûnê bi rêka ziman bispêrin rêvebiriyên Kurdistanê û bi vî awahî di rêvebiriyê de hevbeşbûnekê bi avakirina hevbeşbûna di rêzikên rêziman de pêk bînin.

Her çiqasî rêka duwem ango rêka hatina gel hev a nivîskar, rewşenbîr, zimanzan û navgînên ragîhandinê ji a yekem hêjatir be jî, dema mirov rewşa kurdan, a kesayet, sazî û rêxistinên kurdan tîne ber çav, dibîne ku rêka yekem zêdetir dikare encam bigre. Îroj li tevahiya Kurdistanê û li derveyî welêt sazî, rêxistin û navgînên ragîhandinê yên bi zimanê Kurdî kar dikin ji sedî not –belkî zêdetir jî- kêm zêde her yek xwe di bin sîbana  rêvebiriyeke ji parçeyên Kurdistanê de dibînin û rastiya avabûna wan jî hinekî bi vî awayî ye. Kêm sazî û rêxistinên ziman hene ku serbixwe ne; ji xwe yên serbixwe jî balkêş e ku nikarin bandoreke xurt li ser yên ne serbixwe bikin.

Ji bo vê ez çiqasî hewl didim, dibînim ku çareserkirina pirsgirêka hevbeşkirina rêzikên rêzimanê kurdî girêdayî çareserkirina pirsgirêka yekîtiya rêvebiriyên Kurdî ye. Ji bo ev baş were têgîhiştin bi destûra we dixwazim mînakekê bidim.

Mînak; ji bo her parçeyekî Kurdistanê em navgîneke ragîhandinê yanê televizyonekê hilgirin dest. Ji bo Bakur Roj Tv. Ji bo Başûr Kurdistan TV û Kurd Sat, ji bo Rojhilat Tv Rojhelat…

Kîjan ji van televizyonan dikare bêje; ‘Ez ne li gorî siyaset û berjewendiya partiyên li parçeyê nûnertiya wê dike tev nagerim û serbixwe me. Bê ku raya wê partiya wî parçeyî bistînim dikarim di ziman de bi sazî û rexistinên din re civîn, yekîtî û danûsitendinê çêbikim, bigîhêm biryaran û di weşana xwe de li gorî van biryaran tevbigerim.’?

Li gorî min ev yek pirr zahmet e. Lê tê zanîn ku ziman jî îroj di rêka van radyo, televizyon û rojnameyên rewşa vana jiyan dikin re digîhêje gel. Gel li vana temaşe û guhdorî dike, dixwîne û wiha zimanê xwe pêk tîne û diguherîne. Ev navgînên ragîhandinê çiqasî parçeyîbin, zimanê gel jî wê ewqasî parçeyî be, ev çiqasî hevbeş û yekgirtî bin, zimanê gel jî wê wiha be. Bêguman li ser înternetê jî gelek sîte-malper û hwd. hene; lê ku mirov li vana binêre, dibîne ku rewşa vana jî ne kêmî ya televizyonên me mînak dane ye.

Wê demê ji bo mirov bikaribe nêzîkatiyekê di navbera sazî, rêxistin û navgînên ragîhandinê yên zimanê kurdî bikar tînin de bike, pêwîstî bi avakirina nêzîkatiyeke di navbera partî, rêxistin û saziyên rêvebiriyên Kurdistanê de heye. Ev her du di nava hev de bi hev re dikarin li pêş bikevin. Rêvebiriyên li Kurdistanê ji bo berjewendiya zimanê kurdî dikarin pirsgirêkên xwe yên bîrdozî û siyasî ji pirsgirêka ziman cuda hilgirin dest û di warê ziman de xwe bigîhênin ramaneke nêzî hev.

Di navbera wan de çi nakokiya siyasî dibe bila bibe, ji bo rakirina nakokiyên rêzimanî divê fermana pêwîst bidin navgînên xwe yên ragîhandinê û wana di warê hevbeşbûna rêzikên rêziman de azad berdin. Bêguman kesayetên di van navgînan de kar dikin jî pêwîst e li gorî vê pêwîstiyê ramana xwe ji guherîn û veguherînê re amade bikin. Nêrîna li hev a bi guman dev jê berdin û di warê ziman de jî vê nêrînê bikar neynin, ji nêrînên hev re rêz bigrin û ger guhertin pêwîst be, ne ku bi hizirandina ramana dijber e, li dij derkevin; bikaribin ramana dijber jî ku rast be, wekî ramana xwe bipejirînin û pêk bînin.

Ger li gorî vê tevbigerin di warê hevbeşbûna rêzikên rêziman de dikare gav were avêtin, lêbelê ji bo pêkanîna vê yekê pêdivî bi koordînasyoneke ji aliyê herkesî û her hêzê ve were pejirandin heye.

Ev koordînasyon wê him di navbera sazî, rêxistin û navgînên ragîhandinê de danûsitendinê çêbike û him ji bo bikaribe vî karê xwe pêk bîne wê bi rêvebiriyên li Kurdistanê re di nava peywendiyê de be û ji bo vê jî divê ji koordînasyoneke wiha be ku ji aliyê van rêvebiriyan ve jî were pejirandin. Ev koordînasyon di jor de dikare ji du, yan sê saziyan û nûnerên wan her du-sê saziyan pêk were ku bikaribe di warê danûsitendin û peywendiyan de sivik tevbigere. Lê girêdayî xwe civateke berfireh a ji nûnerên sazî, rêxistin û navgînên ragîhandinê û kesayetên zimanzan û nivîskar ava bike û bi vana re bikaribe rojane li ser înternetê di têkiliyê de be. Rojane bi vana re li ser tevahiya pirsgirêkên girêdayî zimanê kurdî nîqaş û giftûgoyan bike û di encama van nîqaş û giftûgoyên xwe de bikaribe bigîhêje biryaran û kes û nûnerên tev li van nîqaş û giftûgoyan dibin, di sazî, rêxistin û navgînên xwe de li gorî biryar û encamên van kombûnên înternetê tevbigerin. Ger derfet hebe salê carekê be jî pirahiya van kesên li ser înternetê kombûna xwe dikin, li warekî bi  awayeke zindî jî werin gel hev û nîqaşên kûrtir bikin, biryarên grîngtirîn bigrin. Lê li gorî min bi civînên li ser înternetê yên rojane dikarin di warê hevbeşbûna rêzikên rêzimanê kurdî de gelek gavên grîng biavêjin.

Bi rêka koordînasyoneke wiha û kombûneke wiha ev pirsgirêk bi pîvaneke mezin dikare were çareserkirin û wê alîkariyeke mezin bide karê yekîtiya netewî ya Kurdistanê jî. Wekî din her sazî, rêxistin, navgîna ragîhandinê, kesayet, kom ango hêz bi tena serê xwe çiqasî di warê yekîtiya rêzikên rêziman û di warê yekîtiya netewî de hewl bide û xebatê bike wê qasî tê armanckirin bi ser nekeve, ji ber ku lokal/herêmî dimîne. Tenê dikare di zanabûna xwe de xwe kûr bike. Ji me re ya pêwîst ne ku em di zanabûna xwe de xwe kûr bikin. Belkî ew zanabûna me li gorî giştî şaş be û em ji ber ku zanabûna xwe bi kesekî re par venakin ne de ferqiya vê şaşitiyê de ne. Lê ku em bikevin nava danûsitendineke berfireh emê him şaşitiyên xwe, him rastiyên xwe bikaribin bi tevahiya nûnertiyên Kurdistanê re parve bikin û bi ramandineke ji guherîn û veguherînê re vekirî bikaribin di yekîtiya netewî û ya rêzimanî de nuhbûnekê –ronesansekê- di bîrûbaweriya xwe de jiyan bikin û vê yekê derbasî pratîka xwe bikin ku ji nivşên nû re bibe mînakeke erênî.

Gelî birêzan

Ez di wê baweriyê de me ku hûn ji min xêdetir xwedî derfetên nasîna sazî, rêxistin û navgînên ragîhandinî yên Kurdistanî ne. Kîjan sazî, rêxistin nêzî kîjan alî ne û kîjan dikarin di nava kîjan beşî de cih bigre baştir dizanin. Di vê çarçoweyê de ku mirov hewl bide ji bo tevahiya Kurdistanê sazî û rêxistinên bi ziman mijûl dibin dikarin di binê du – sê sîbanan de kom bikin.

Li gorî nêrîna min yek ji vana dikare PEN-KURD be û heta di nava vê koordînasyonê de PEN-KURD karê tevgerkirinê jî hilgire ser xwe. PEN-KURD di warê zimanê Kurdî de saziyeke xwediyê dîrokeke pak e, ji aliyê netewî û navnetewî ve xwediyê nasnameyeke hatiye pejirandin e, bi bêterefiya xwe ya di gelek waran de, ji aliyê gelek hêz, rêxistin û kesayetên Kurdistanî ve dikare bi hêsanî were pejirandin û bi dewlemendiya cudatiyên endamên xwe dikare ji aliyê rêvebiriyên li Kurdistanê û derveyî welêt ve were pejirandin.

Li aliyê din Saziya Ziman a di bin sîbana Kongra Netewî ya Kurdistanê(KNK) de jî dikare bibe endamê duwem ê vê koordînasyonê. Gelek sazî, rêxistin û navgînên ragîhandinê hene ku li gorî biryara vê saziyê wê tevigerin û bi taybetî bikaribin parçeyîbûna di navbera Başûr û Bakur de ji holê rabikin ango di kêmkirina vê parçeyîbûnê de weyna xwe bileyizin. Yekîtiya ev her du sazî di warê ziman de ava bikin û nêzîkatiya têgîhiştî ya li hev bikin, wê ji bo yekîtiya netewî û têgîhiştina di navbera rêvebiriyên Kurdistanî de bibe mînakeke erênî û avakar.

Aliyê sêyemîn ê koordînasyonê ev her du alî dikarin di navbera xwe de nîqaş bikin ango bi nêrîn û tecrubeyên we yên hêja hûn dikarin diyar bikin. Bêguman pêwîst were dîtin ev koordînasyon dikare heta pênc nûnertiyan jî xwe fireh bike, lê li gorî nêrîna min tengbûna wê bêhtir wê rê bide karkirina wê. Bes di binî de nûnerên tev li gengeşe û nîqaşê bibin çiqasî zêde bin ewqasî wê dewlemendî û tevlêbûn çêbibe. Bêguman ev civîn û nîqaş wê li gorî xwe xwediyê rêzik, prensêb û xalên herkes pê ve girêdayî bin be.

Berê jî min di vî warî de bi nivîsarekê ramanên xwe bi kinahî nivîsandibû. Ziman bi perwerdeyê û bi axaftin û nivîsandina li ser vê perwerdeyê li pêş dikeve. Lê ku her kes perwerdeyê li gorî zanabûna xwe bimeşîne, her kes perwerdeya xwe ji tevahiya Kurdistanê re wekî mînak bibîne, her kes di perwerdeya dide de rêzimanekî li gorî xwe bikar bîne û vê yekê wekî zimanê netewî di navgînên ragîhandinê de bixe guh û mejiyê gel, wê ev yek pirsgirêkên nû bi xwe re bîne. Demên berê radyo, televizyon, rojname û înternet tine bûn, ji bo vê kêmasiyên herkesî bi wî/wê bi sînor diman; niha ev navgînên ragîhandinê di destê herkesî de ne û herkes bi rêka vana dixwaze kêmasî yan başiyên xwe li ser tevahiya gel belav bike. Ev jî di mejiyê gel de tevliheviyekê çêdike. Tenê ji bo rakirina vê tevliheviyê be jî pêwîstî bi koordînasyoneke hevbeşkirina rêzikên rêzimanê kurdî heye. Li ser vî bingehî ji kesayeta we re û bê guman di kesayeta we de ji civata PEN-KURD re ez nêrînên xwe, raman û daxwazên xwe yên di vê derbarê de rêdikim. Ezê vê nivîsarê ji KNKê re jî rêbikim û hewildanên xwe yên di vî warî de bidomînim. Li gorî min lihevhatineke di çareserkirina pirsgirêkên rêzikê rêzimanê kurdî de wê guhertineke bîrûbawerî û ramana giştiya kurdan bi xwe re bîne û ev jî wê bibe pêngaveke grîng di lihevhatin û yekgirtina netewî ya rêvebiriyên Kurdistanî de û ev yek ne wekî du pêvajoyên li pey hev, di nava hev de, bi awayeke yek ji yekê re rê vedike, yek yekê xurt dike wê li pêş bikeve. Xebata yekîtiya li ser rêziman wê yekîtiya netewî, her gava ji bo yekîtiya netewî jî wê li hev hatina li ser rêziman pêş de bidahfîne.

Bi vê bîr û baweriyê silav û rêzên xwe yên germ pêşkêş dikim berdewamiya serkeftinên we dixwazim.

22 9 2006

HEWLÊRA RENGÎN NÛ AVA DIBE!

Çawa ku li Bakurê Kurdistanê Amed paytextê kurdan e, ji bo parçeyê Başûr jî Hewlêr weyneke wiha dileyize. Ji xwe ji bo vê sedemê avahiya parlamentoya hukûmeta Herêmê li Hewlêr e. Hewlêr li ber dilê Kurdan şêrîn e, bi rûmet e.

Me got, ‘va ye hukûmeta me ava bû, parçeyekî Kurdistana me ber bi azadiyê ve hat, ka em biçin li paytextê xwe bigerin, hinekî bêhna azadiyê, bêhna welatê xwe bikişînin hinava dilê xwe’. Me berê xwe da Hewlêra rengîn!

Bi rastî mirov heqê wê nexwe, tenê di ketin û derketina bajêr de û di hin cihên taybetî de ser me saxtî kirin û nasname ji me xwestin. Ev jî tiştekî asayî em dibînin, ji ber ku rewşa Iraqê ya awarte tê zanîn. Mebesta min ne ev e; dema li hewlêr bi hêvî û xeyalekî geriyam û min tişta dixwest nedît; dixwazim wê raxînim ber çavan.

Hesreta min bû ku ez li Kurdistanê li warekî dîrokî bigerim. Ji ber ku dizanim, nêzîkatiya dîrokê rênîşanêriya pêşerojê ye jî. (Pêşeroj di wateya rojên werin de ye) . Me berê xwe da Kela Hewlêr. Bi rastî hesret bû ku ez kelayê bibînim. Min digot niha cihekî wiha ye ku ez biçim wê derê ezê bi dîrokê re rû bi rû bimînim. Lê ez çi bêjim? Toz, qirêj, gemara tê de, bêhna jê tê, avahiyên xerabe tê de, ava serşokan li navê diherikin!!! Li miqabilî wê jî sîteyeke kirîn û firotinê ya li ser navê Nêçîrvan ku wê bibe sîteya herî mezin, luks û buha ya di Rojhilata Navîn de tê avakirin. Bi milyonan dolar dirijînin wê sîteyê. Tam li hemberî Kela Hewlêr e. Ji xwe her dû jî di navenda bajêr de ne û li hemberî hev in. Bi rastî li ser Kelayê dilê mirov dişewite. Pir bi hêsanî dikarin wê derê restore bikin, wan malên tê de derxînin û li cihekî din bi cih bikin. Li cihê wan malan wekî razangeh û xwaringeh û rûniştingeh çêbikin. Hinek çîçek, gul û çîmen biçînin. Ma wê dinya xera bibe? Ti mesref jî lê naçe. Qasî mesrefa rojekê ya wê sîteya kirîn û firotinê lê naçe! Ew muzeya cil û bergên kevnare û ew a tasik û lalîkên kevnare jî hinekî restore bikin ma wê qiyamet rabe?

Erê dixwazim bêjim ku nêzîkatiya li dîrokê rênîşanêra rojên li pêşiya me ne. em dixwazin pêşeroja Kurdistanê û ya Hewlêra me ne wekî rewşa Kela wê be. Dîrok neynika mirov e, nêzîkatiya dîrokê jî herwiha neynika pratîka mirov e. cara yekem e di dîrokê de derfeta azadbûnê dikeve destê kurdan, cara yekem e kurd dibin xwedî derfet ku li xwe û li dîroka xwe û li çanda xwe xwedî derkevin. Lê mixabin dema mirov li kelayê digere vê xwedîbûnê nabîne, berûvajî wê hilweşandinekê dibîne. Dîwarên wê yek bi yek hildiweşin û kes nabêje ‘ka em qe ne be ev dîwarên hildiweşin ji nû ve lê bikin’.

Hêviya me ew e ku kurdên me yên li hewlêr û rayedarên hukûmetê çavên xwe ji ser rêkên dewlemendbûna madî bizîvirînin ser rêkên dewlemendbûna giyanî. Mirovekî di giyana xwe de têr nebe, di zikê xwe de qet têr nabe. Têrbûna giyanî jî bi xwedîderketina li nirx, mîrate û kevneşopiyên dîrokî yên netewa xwe û xaka xwe dibe. Pêşeroj jî bi asta vê xwedîderketinê dikeve bin ewlekariyê. Hêvîdar im ku mirovên hestedar û dilê wan li ser welat disoje, vê kêmasiyê bibînin û ji bo rakirina wê hewl bidin ku careke din em çûn kela Hewlêra me ya rengîn em bi dîrokê re rû bi rû bimînin û li pêşeroja xwe bi awayekî rengîn binêrin , ne tarî.

Kurdistan ger ava bibe û azad bibe bila ne bi rêk û dikanan tenê, bi xwedîderketina rûmeta xwe jî pak û nûjen bibe. Pakî jî divê wekî çandekê di nava kurdan de were çandin. Pakiya giyanî û pakiya derdorê hev temam dike; wekî goşt û neynûkê.

Bi hêviya Kurdistaneke pak!

23 9 2006

JI BO KONFERANSA QAZAXISTANÊ YA BI NAVÊ ‘NETEWA KURD: REWŞA NIHA Û PÊŞEROJÊ`

Birayên hêja, beşdarên delal;

Destpêkê bi hestên hemnetewî yên germ we tevahiya beşdaran bi rêz silav dikim û dixwazim kêfxweşî û dilsoziya xwe ya ji pêkhatina vê konferansa grîng û dîrokî re bi we tevan re û bi gelê kurd re parve bikim. Ji hemû mirovên di pêkanîna vê konferansê de ked rijandine re spaziyên xwe pêşkêş dikim. Di vê pêngava dîrokî ya em tê re derbas dibin de, bi navê gelê kurd amadekirin û pêkanîna konferansekê û di vê konferansê de gengeşekirina pirsgirêka netewîbûna gelê kurd, bikaranîna zimanê kurd, xwedîderketina li çand û wêjeya kurd gelekî watedar û grîng e. Bi vê sedemê wekî kurdekî dilsozê azadî û serxwebûna kurd û Kurdistanê dixwazim qasî derfeta xwe hestên xwe, raman û nêrînên xwe bi we re parve bikim. Min dixwest zindî jî li gel we bim û germahî û coşa we ya welatperwerî ji nêz ve hîs bikim; lê di wê baweriyê de me ku heval û mirovên hêja yên li ser navê PEN-KURD beşdar dibin wê bi zêdehî cihê me dagrin û wê bêhna netewî ya konferansa we ya hêja ragîhênin me.

Li cihekî wekî Qazaxistanê ji her çar parçeyên welêt dûr, qasî li ser pirsgirêkên kurdên li wir dijîn, bidestgirtina pirsgirêka netewî ya giştiya Kurdistanê bi tena serê xwe xwediyê wateyeke mezin e. Bi têkoşîna azadî ya ji MED û vir ve komî ser hev dibe û di van salên dawî de êdî encamên berbiçav bidest dixîne, di navbera kurdan de jî ji her demê zêdetir parvekirina hest, raman, nêrîn, êş û kêfxweşiyên hevpar derdikeve holê û ev yek ji bo ewlehiya pêşeroja gelê kurd mirov bi hêvî û hestedar dike.

Lê tevî vê di rêveçûna netewîbûna kurd û xwedîderketina li nirxên xwe û sazkirina pêşerojê de hîn gelek rêka were meşandin li pêşiya me heye. Di vir de wekî kurdekî hez ji welatê xwe, ji gelê xwe, û ji nirxên xwe yên netewî dike dixwazim êşa dilê xwe bi we re parve bikim û hêvîdar im ev konferansa we ji bo dermankirina vê êşê bibe pêngaveke grîng û mînakeke nûjen ji tevahiya parçeyên Kurdistanê û kurdên li her aliyê cîhanê dijîn re.

Êşa min ev e ku di warê zimanê kurdî de, di warê wêje û çanda kurdî de, parçebûneke diyar û bêhempa heye û didome. Bi taybetî ji bo gîhiştina zaraveyekî hevpar ê kurdî, bikaranîna rêzikên rêzimanê kurdî yên hevpar, bikaranîna peyv û nivîsa hevpar li ber me wekî pirsgirêkeke sereke û grîng radiweste. Hema yekser ez dixwazim bêjim ku parçebûn û nehevparbûna di zimanê me de, bi xwe re parçebûn û neyekbûna nêrîn, raman, hest, daxwaz û heta rêk û rêbazên têkoşînê jî tîne. Netewek ku zimanekî hevpar neaxive û bikar neyne bêguman nikare bibe xwediyê hest û ramanên hevpar jî. Îroj em di qirnê 21. de ne. Li cîhanê derveyî kurdan ka kîjan netew wiha parçe parçe, wiha ji hev belawela, wiha bê serûber, wiha bê hêz û bê yekîtî maye? Welatê herî biçûk jî xwe kirine dewlet, xwe kirine hêz û bi derfetên ji vê yekê bidest xistine zimanê xwe, çanda xwe, nirxên xwe li pêş dixin. Tenê em kurd di vî warî de tenê li berjewendiya xwe ya teng difikirin. Her kurdek li berjewendiya xwe, li berjewendiya malbat û eşîra xwe difikire; ji vê zêdetir tu wî bikujî gav navêje. Ji bo wê dema min ji birêz Zeredeşt Hajo bihîst ku li Qazaxistanê wê konferansek li dar bikeve û li ser pirsgêrêka giştiya kurdî bisekine, ez bi pey ketim û min wateyeke grîng da vê yekê. Ji ber ku ramandina li ser tevahiya Kurdistanê hîn di nava me kurdan de nebûye hesteke netewî. Yê me yê em herî xwe netewî dibînin, dema derfetek dikeve destê me rasterast parçeyê em tê de mezin bûne tê bîra me û em li ser wê difikirin. 

Ku ez wekî mînak bêjim; li Başûrê Kurdistanê derfeteke meşa ber bi azadbûnê ve bi destdirêjiya Amerîka ya li ser Iraqê derket holê. Em kurd tev bi vê derfetê kêfxweş bûn û hestên me yên netewî hil bûn. Me got êdî em ji vê derfetê dikarin bigîhêjin Kurdistaneke azad, wekhev û yekbûyî. Ji bo vê em xwe bi Başûr bisînor negrin. Yek, du, sê… zêdetir Kurdistan saz bikin, ji bo vê hewl bidin, canê xwe û keda xwe deynin holê. Belê ev yek hîn jî xeyala min e û ez bawer im ku xeyala giştiya we beşdarên birêz e jî. lê mixabin di vî warî de hîn avêtina gavên berbiçav li holê diyar nakin. Berûvajî vê, tê gengeşekirin ku zaravayê soranî bibe zaravayê sereke, tîpên erebî bibin tîpên netewî, dibistan perwerdeyê wekî berê bi tîpên erebî bidomînin û hwd. Bêguman ku giştiya netewê were gel hev û biryareke wiha bide mirov dikare ji vê re rêz bigre, lê na ku yek rabe bi derfetên dewletê yên ketine dest, xwe wekî nûnerê netewê bibîne û ji gel xwe fermanan derxîne, ev tenê wê parçebûn û belavbûna heye zêde bike, wekî din ti pêşketinê bi xwe re nayne.

Di warê siyasî de jî parçebûneke bêhempa hîn di nava rêxistin û saziyên bi navê kurd û  Kurdistanê kar dikin heye. Di roja em hatinê de ev parçebûn me li paş dixe, ji serkeftinê dûr û bêpar dihêle. Tê zanîn ku li Rojhilata Navîn nexşeya erdnîgarî û siyasî ji nû ve tê xêzkirin. Ti hêz di vê nexşeyê de rê û cih nade kurdê belave û bê hêz. Bila em xwe nexapînin. Amerîka yan hêzên navnetewî ne ji kula çavên me yên reş ketine ku ji me re welatekî hevbeş saz bikin. Dibe ku sibe berjewendiya Amerîka ji Rojhilata Navîn paşdevekişandinê bixwaze û wê demê serpêhatiya Komara Mehabad bi ser serê Hukûmeta Başûr de jî were. Kî dikare ji bo pêknehatina vê trajediyê garantî û ewlehiyekê bide? Ji bo pêknehatina vê tenê yek garantî û ewlekarî heye; avakirina yek, du, sê… zêdetir Kurdistan. Ji bo vê jî avakirina yekîtiya hemû rêxistin, tevger, partî û hêzên kurdî, ji bo vê jî hatina gel hev, pejirandina hev û bi hev re karkirina tevahiya sazî, dezgeh, komele û avahiyên kurdî, ji bo vê jî danûsitendin, hevkarî û hevalbendiya tevahiya rewşenbîr, nivîskar, mamoste, zanyar, rayedar, rêvebir û rêberên kurdî pêwîst û grîng e. 

Di vê qirnê 21. de tenê pêkanîna vê dikare qedera gelê kurd ji parçebûnê rizgar bike û bi gîhandina hevparbûnê bike hêzeke netewî ku di qada navnetewî de xwediyê soz û giramiyekê ye. 

Ronakbîr û nivîskar neynika civakê û bêguman pêşengên civakê ne; ew bi pênûsa xwe û bi nêrîn û ramanên xwe rê nîşanî civakê û rêvebirên civakê dikin. Ji bo vê parçebûna tê qalêkirin destpêkê ji nava rewşanbîr û nivîskaran pêwîst e rabe. Di warê berjewendiya netewa kurd de em pêwîst in ji hest û ramanên xwe yên kesî fedekarî û feragatê bikin û li ser hest û ramanên hevpar yekbûnekê saz bikin. Vê yekê derbasî pênûsa xwe jî bikin. Ji bo vê birîna me ya bi xwîn, parçebûna di rêziman û zaravayên kurdî de, her ku ji holê were rakirin ev yek wê di navbera ronakbîran de nêzîkatiyeke ji hev re saz bike. Her ku ronakbîrên me nêzî hev bibin wê bi pênûsa xwe sazî û rêxistinên me nêzî hev bikin û nêzîhevbûna wan jî wê rêber û rêvebirên me nêzî hev bike. Dema ku ev yek pêk hat jî wê yekîtiya netewî ya Kurd û Kurdistanê saz bibe. Dema kurd û Kurdistan di giyan û ramanê de bibe yek, ti hêza wê cidî negre û ji mafên wê re rêz negre, li ruyê erdê namîne û wê kurd di qada navnetewî de bi rûmet û bi giramî werin ser ziman.

Belê li ser van rastiyan hêviya min ji konferansa we ev e ku bibe bangeke rakirina ji holê ya tevahiya nakokî û parçebûnên di navbera kurdan û bêguman zimanê kurdî de û bibe banga yekîtiya netewî û yekîtiya zimanê hevpar ê kurdî. Ez dîsa hêvîdar im ku konferansa we qasî li ser pirsgirêkên kurdên li Qazaxistanê bi berpirsyariya çareserkirina pirsgirêkên tevahiya kurdan wê nîqaş û gengeşeyan li pêş bixe û ji bo rêber û rêvebirên li hemberî parçebûna  di nava kurdan de heye bê helwest dimînin, bibe mînak û bangeke vegera ji vê xeletiya xwe û ketina ser rêka netewîbûnê.

Dîsa bi vê sedemê dixwazim bibe navgîna banga avakirina koordînasyoneke çareseriya pirsgirêkên zimanê kurdî ku di vê mijarê de berê jî min pêşniyar kiribû PEN-KURD weyneke sereke bileyize, ji ber nasnameya xwe ya pak a di warê ziman de. Ji çi siyasetê dibin bila bibin, li ser kîjan xakê dijîn bila bijîn Kurd bi awayekî fermî divê ji xwe re zaravayekî hilbijêrin û vî zaravayî bigîhênin rêzik û peyvên hevpar. Derveyî vê bi vî halê xwe ziman nabe netewî. Pêşniyara min bi xwe ji bo tevahiya kurdên li ser her aliyê cihanê dijîn di fermiyetê de bikaranîna zaravayê Kurmancî bi tîpên latînî ye. Gelek sedemên vê yen teknîkî, dîrokî û hemdemî hene ku hûn gelî birêzên hêja ji min baştir dikarin bînin ser ziman. 

Em kurd êdî dev ji ‘barê êzingê xwe’ berdin. Ji bo rizgariya netewî ya ziman û ya gel, em tev werin gel hev. Çi aloziya siyasî, kîn û qereza dîrokî di navbera me de hebe, em ji bo berjewendiya netewa kurd daqurtînin û ji dilê xwe biavêjin. Ev ji bo ziman jî wiha ye, ji bo netew jî wiha ye. Yek ji yekê ne cuda ye. Heta ku em tevahiya nakokiyên xwe yên ji bindestiyê tên neavêjin aliyekî û bi hestên netewî nêzîkatiyeke hemdem, hevpejirandineke bi taybetmendî û cudahiyên hev  nexin rojeva xwe, heta ku em lêbigerin bîra hev bikolin, lingê hev bişemitînin, dev biavêjin hev, heta ku em hev qels bixînin û li xurtkirina hev negerin, em kurd ne dibin xwediyê zimanekî hevpar, ne dibin xwediyê welatekî hevpar, ne jî dibin xwediyê neteweke hevpar û pêşeroj jî qet nakeve bin ewlekariyê.

Ez pir ji konferansa we hêvîdar im ku wê li ser van xalan raweste û ji tevahiya kurdên li her çar aliyê cîhanê dijîn re bibe rênîşanêrek û di avakirina yekîtiya ziman û netewa kurd de bibe pêngaveke mînakî û grîng.

Li gel hemû dilsozî û piştgiriya xwe ya ji konferansa we re serkeftina we dixwazim û spaziyên xwe ji tevahiya beşdaran re û ji birêzên ked dane amadekirin û rêvebirina vê kombûnê re pêşkêş dikim. 

Bi silav û rêzên germ.

24 9 2006

KOMARA TIRKIYÊ NE BI ZAGONA TÊKOŞÎNA LI DIJ TERORÊ, PÊWÎST E BI ZAGONA BIRAYÎBÛNA CIVAKÊ BIMEŞE

Birêz Zarakolû  ji PEN KURD û sazî û dezgehên din ên ronakbîrî xwestiye ku li hemberî zagona ‘TMY’ ‘Zagona Têkoşîna Li Dijî Terorê’ hişyarî û helwest were nîşandan, li ser vê bangê ji rayagiştî û hukûmeta Komarê re nameya helwesta vekirî û hişyarîbûnê ye.

Komara Tirkiyê di seranseriya dîroka xwe ya80 salî de, cara yekem e bi gelên di nava xwe de, bi çand, beşên etnîkî, kesên demokrat û saziyên demokratîk, rêxistinên civaka neferme re, bi kinahî bi beşên civakê yên azadiyê re gîhiştiye derfeta jiyaneke hevpar a bi aştî û awayekî rêzdarî bi hev re bijîn. Di pêngava hatiye de, sazûmaneke Tirkiyê ya sitewiyaye û bi hemû aliyan çavkaniya pirsgirêkên wê derketine bi zelalî derketine holê û li hemberî vê, rastiya gelekî ku êdî rêvebirina wekî ebd napejirîne heye. Ev xaleke zîvironekî ya grîng û divê were dîtin e.

Ev zala zîvironekî ji bo selameta Tirkiyê pêwîst e sedî sed were dîtin. Komara Tirkiyê di roja me de, wekî doh pêk dianî, gelên di nava xwe de nikare bixe nava qirkirinê, avahiyên demokratîk nikare hilweşîne, demokratan, rewşenbîran nikare bbide agir, di zindanan de birizîne. Rojnamevanan, nivîskaran li rastê nikare gulebaran bike, nikare bibe welatê kuştinên kiryarên wan ne diyar be.

Em di sedsala 21. de ne. Ev sedsal sedsaleke ku civak di nava xwe de li hev tê, dibe bira û bi hev re ber bi pêşeroja azad ve dimeşe ye. Teknîka pêş de diçe û derfetên zanyarî vê yekê ferman dide û bi her awahî parvekirina jiyanê ya wekhev-azad datîne pêşiya mirovahoyê.

Kesên rastiya vê sedsalê dibînin, bi rastiyeke azad, demokrat, murefeh bi derbaskirina qirnê pêşketinan dijîn û yên nikarin bibînin, di nava birînan de mehkûmê windahiyên bi can û xwînê re rû bi rû bimînin in.

Tirkiyê ne welatekî ji rêzê ye û wekî di logoya rojnameya Huriyetê de de tê nivîsandin Tirkiyê ne tenê ya ‘Tirkan e’ jî. Tirkiyê welatekî gelan û pir-rengîniyan e. Tirkiye navê xakeke wiha ye ku ji Medan te Hîtîtiyan, ji Ermeniyan ta Kurdan, ji Çerkezan ta Lazan bi dehan gel û çand li kêleka hev di nava hev de şîn dibin e.  yên li ser vê xakê hukum dikin, tenê bi rêzgirtina ji vê pir rengîniyê re û bi pêşvebirina vê dikarin bibin rêvebir û zaroyên bi xêr en Tirkiyê. Derveyî vê ne mumkun e biser bikevin.

Ev rastî divê were dîtin ku pirsgirêkên Tirkiyê yên tên zanîn yên lareê bşne û li hêviya çareseriyê ne êdî bi rêka diyaloga demokratîk û aştiyê werin çareserkirin. Lihevdûhatina civakî ne bi awayê “îlankirina şerê topyekun” wekî “Seferbertiya çareseriya topyekun” were pêkanîn.

Êdî divê were pejirandin ku ew pirsgirêka wekî belaya serê Tirkiyê tê nîşandan û wekî ‘teror’ tê binavkirin, di dewisandina mafên demokratîk û azadiyên kesî de tê malzemekirin lêbelê di rastiyê de pirsgirêka ekî birîneke xwîn jê tê heye “Pirsgirêka Kurd” ku bi awayekî rast nêzî çareserkirina vê nabin, pirsgirêka esasî ya komara Tirkiyê ye û wêna ji derbaskirina qirnê paş de dihêle ye.

Bi mahnekirina vê yekê, bi îlankirina ‘Zagona Têkoşîna Li Dij Terorê’ li hember gelên xwe, sazî û dezgehên xwe yên demokratîk, rêxistinên civaka ne ferme, kesayetên demokrat, ronak, nivîskar û di giştî de li hember mafên kesî û mirovî yên hatine bidestxistin, şer vekirin(şer îlankirin), ne li gorî berjewendiya Komara Tirkiyê ye û wê di nava cîhana mirovahiyê de bi rûmet nake.

Ji bo ku zagona li dij terorê derbasî jiyanê bikin hûn çiqasî hewl bidin, hûnê bi kêra we hilgirtiye destê xwe ewqasî di laşê xwe de birînan vekin û dema laşê we ji birînan di nava xwînê de be, hûn nikarin di nava mirovahiya cîhanê de ji we re ji dayîna cihekî bi rûmet bahs bikin. Gelên vî welatî xwediyê mîratekî berxwedaniya bi rûmet in. Bi zagona li dijî terorê bi barandina bayê terorê hûn dikarin çend komeleyan bigrin, çend ronakbîran biavêjin zîndanê, çend kiryarên wan nediyar ên din bidin jiyandin, lêbelê heta kî derê.

Li hemberî civaka xwe dijminatî, kîn, nefret, pevçûn, welatê xwe kirina zîndan heta ku derê?

Ev pêvajoya azadiyê ya dest pê dike, bi awayekî rast were nirxandin û êdî li cihê Zagona Dij Terorê bi îlankirina Zagona Biratîbûna Civakî Tirkiyê bikin warê çîçekbûna demokrasî, aştî, azadî û bihevrebûna rengîn ku ev derfet îroj bi dest ketiye pêhînlêdana li vê yekê xiyaneya li vî welatî ye. Lê divê were zanîn ku ev welat, ev civak wê zêde rêk nede domkirina vê xiyanetê. Civak bi hilgirtina dest a pêşeroja xwe wê hesap ji wan avahiyên paşverû, despotîk, dij-mirovî yên wê ji demokrasî, hêviya aştiyê û ji hezkirina biratiya gelan û azadiyê dûr digre, hesap bipirse û rê nede ku zagona dijî terorê hukmê xwe zêdetir bikaribe pêk bîne. Di vê pxirê de wê li ber xwe bide û biserkeve. 

Bi vê baweriyê êrîşên li ser sazî û dezgehên rewşenbîrî, demokratî, çapemenî û mirovî em şermezar dikin, berxwedanên li dijî TMY yên ji bo azadî û demokrasiyê silav dikin û ji rayedarên Tirkiyê hêvî dikin ku ev derfeta aştiya civakî ya bidest dikeve jî wekî yên din neyê ‘terorîzekirin’ û di rêka aştî û biratiya gelan de wekî pêngava derbaskirina qirneke nû were bikaranîn.

27 9 2006

ÎLANKIRINA AGIRBEST Ê SERKEFTINEK E

Îlankirina agirbestê serkeftinek e, werin em tev vê serkeftinê par ve bikin û her yek bikin a xwe. Di pêkanîna vê serkeftinê de em bibin xwedî ked û xwedî par. Bila êdî li ser xaka cîhana me xwîn neyê rijandin. Bila dayik li ser laşên zaroyên xwe negrîn. Bila zarok birçî û pêxwas nemrin. Bila rondik ji çavan ne ji sedam êş û janê, ji ber kêfxweşî û coşê werin xwarê. Bila xanî neyên hilweşandin, gund neyên wêrankirin, mirov neyên koçberkirin û binaxkirin.

Wekî jiyandina biharekê bila azadî û demokrasî kulîlk vedin, bila biratî û aştî şîn werin.

Em di destpêka payîzê de ne. Payîz li welatên çiyayî wekî biharê ye ango ji bo xwezayê amadekariya biharê ye. Li welatên çiyayî cotkar tovên xwe payizê, di meha Cotmehê de diavêjin ser axê ku şîn were û bikaribe sar û seqema zivistaneke dijwar hembêz bike û bi hatina biharê re ji binê berfê serê xwe derxe hişîn hişîn bikene coş û moral bide xwediyên xwe.

Aliyê kurd jî di destpêka mehek û werzeke ji bo xwezayê wiha grîng de, di roja 1ê Cotmehê de, li qûntara çiyayê Qendîlê tovên aştî, biratî û lihevhatineke civakî avêt ser xaka Kurdistan û Tirkiyê. Em dizanin ku li pêşiya me zivistaneke sar û seqem heye; wê kes û derdorên şerxwaz bixwazin wekî ba û bahoz, şape û bablîsok bi ser vî tovî de bibarin û ziwa bikin, nehêlin li ber xwe bide û hişîn bibe. Ji bo ku ev derdor bi ser nekevin pêwîst e mirovahî tev bi keda destê xwe li vî tovê azadî xwedî derkeve, axa wê xweş bike, teyr û tilûrên tên bixwin biqewitîne ta ku zîl bide û di xakê de xwe bigre. Ger li ser vê xakê tovên aştî û têgîhiştina hev a di navbera kurd û tirkan de carekê kok bidin û xwe bigrin, êdî sed zivistan jî nikarin vî tovî ziwa bikin û bi hatina biharê re wê ji binê berfê serî bide. Tê zanîn ku di sala pêşiya me de hilbijartinên grîng li Tirkiyê hene. Ger ev agirbest bi serkeve benda hilbijartinê jî wê were xwarê û aliyê kurd jî bikaribe di meclîsa Enqere de cihê xwe bigre û bibe xwedî soz û gotin.

Ev jî wê rê li pêşiya aştiya civakî veke. Aştiyeke di navbera aliyê kurd û tirk de were sazkirin wê rê li pêşiya aştiya di navbera kurd û ereb û kurd û faris de jî veke. Wê demê ev êdî dibe aştiya Rojhilata Navîn û ji aştiya cîhanê re dibe pêngavek, dibe piştqewîniyeke grîng û dîrokî.

Belê di destpêka vê payîzê de îlankirina agirbestê serkeftinek e. Ger ev agirbest nehatiba îlankirin ev sêzdeh sal in xwîna dihat rijandin wê bi xurtî hatiba domandin û ji her du aliyan wê xwîn bê hempa herikîbaya. Bêguman ev gotineke ne ji ber xwe ye. Kesên pispor ên rewşa komar û artêşa Tirkiyê û rewşa rêxistin û hêza leşkerî ya PKKê dizanin wê maf bidin ku ev gotin wiha ji ber xwe ve nehatiye ser ziman. 

Tê zanîn ku di van çend mehên dawî de him di eniya gel de him di eniya HPGê de di asta têkoşîna aliyê kurd de bilindbûnek û berfirehbûnek heye. Zêdetir çalakî û çalakiyên encamgir tên lidarxistin û li metrepolên Tirkiyê jî vedigrin. Tirkiyê ji destê van çalakiyan tengasiyeke mezin jiya û qasî sêsed hezar leşkerên xwe yên din herikandin Kurdistanê. Bi vê jî bi sînor nema. Tevî hemû nerazîbûnên raya giştî, ji bo serokartêşiyê orgeneral Buyukanit hilbijart. Tê zanîn ku Buyukanit ji qirêjkirina şer, meşandina şerê taybetî, çalakiyên kiryarên wan nediyar berpirsyar e. Herwiha bi hatina Buyukanit a ser Kurmaytiya Giştî ji aliyê hukûmetê ve pejirandina zagona li dijî Terorê pêk hat û bûyera li Amedê a kuştina jin û zarokên kurd li dar xistin. Ev tê wê wateyê ku şerê taybet ê ji aliyê Tirkiyê ve tê meşandin careke din wekî salên 1992-1996 dikeve warekî derveyî rêzik û prensîbên şer. Aliyê Tirk ê şerxwaz dixwaze bi kûrkirin û gurkirina hestên nijadî û şowenî şer ji nava artêş û hêzên leşkerî derxîne, bixe navbera mirov û gelan. Wê demê bi sedhezaran mirov li kolanan wê bi hev kevin û wê şer bibe yê kurdinî û tirkinî ku ne rastiya Kurd ne jî rastiya Tirk vê yekê nikare rake. Gelê Tirk û yê kurd ewqasî bi awayekî erdnîgarî û civakî tevlihev bûye û di nava hev de bi cih bûye ku di navbera wan de şerekî nijadî destpê bike wê kerr li korên hev bisekinînin. Xwedê wan rojan ne bike nasîbê kurdan ne jî yê tirkan.

Wê demê ev agirbesta PKKê di 1ê Cotmehê de îlan kir berya her tiştî pêşî li bûyereke wiha bi gumanî digre û ji bo vê jî serkeftinek bi serê xwe ye. PKK bi vê pêngavê rêka aştî û biratiya gelan vekirî dihêle. Rêka diyalogê digre pêşiya rêka şer. Ger aliyê tirk qiymetê vê pêngavê zanibe, di demeke kin de li ser xaka Mezopotamya û Anatolya dikare bayê aştiyê bilive û ji her du aliyan li şûna xwîn were rijandin, tovên biratî û hevkariyê werin çandin.

Ji bo ev gav biserbikeve pêwîst e hemû kes û derdorên naxwazin li Tirkiyê û Kurdistanê êdî xwîn were rijandin vê gavê wekî gava xwe bibînin, serkeftina vê gavê serkeftina xwe bibînin û pêkhatina vê gavê wekî pratîka xwe bipejirînin. Bi helwestên xwe yên destekdayîna vê pêngavê rê li pêşiya şerxwazan bigrin, destê aştîxwazan xurt bikin û bi parêzvaniyeke mezin ev tovê di vê payîzê de hatiye çandin bikin ku kok berde, zîl bide û bi biharê re serî wekî sembol û numûneya aştî û demokrasiya di navbera gelan de, wekî bilbizêqa ji bin berfê dertê re hişîn bibe û hêviya jiyanê bide mirovan û hemû zindiyên xwezayê.

Belê serkeftina vê agirbestê di dayîna vê hêviyê de ye. Gelê Kurd dikare hêvîdar be ku rêbertiya wê pêngaveke wiha grîng avêt û derfeta aştiyê li pêşiya civakê vekir, gelê Tirk jî pêwîst e vê hêviyê ji rêber û rayedarên xwe bixwaze ku careke din li ser vê xakê êş û jan neyê kişandin û hevî, serkeftin û bextewarî serdest bibe. Azadî û demokrasî bibe jiyana hevpar a her du gelan.

1 10 2006

AGIRBEST  BI HÊVIYA AŞTî û DEMOKRASIYÊ HAT BEYANKIRIN

Birêz Mûrat Karayilan îroj (30/Îlon/2006) saet di 16.00ê Iraqê de agirbest îlan kir. Di civîna çapemeniyê ya ku li qûntara çiyayê Qendîl herêma Parastina Rewa A Medya pêk hat de, gelek rojnamevan, TV û endamên sîteyan tevlê bûn. Ji Kongra Gel birêz Ronahî Serhed, Serokatiya Konseya Rêvebir a Kongra Gel, birêz Mûrat Karayilan û ji HPG birêz Koçer tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi axaftina vekirinê ya birêz Ronahî destpê kir. Pişt re bi ravekirina pêvajoyê û beyankirina agirbestê ji aliyê birêz Mûrat Karayilan ve  hat domandin, piştî beyankirinê beşdarên çapemeniyê pirsên xwe kirin û dawî bi axaftina birêz Karayilan a diyarkirina hêviyên xwe yên ji bo valaneçûna vê agirbestê jî bi dawî bû.

Ez jî wekî nivîskarekî Kurd beşdarî vê civîna çapemeniyê bûm. Ji pirsên endamên çapemeniyê û bersivên birêz Karayilan dixwazim wekî hevpeyvînekê ji we re hewa û naveroka civîna beyankirina vê agirbestê ragîhênim.

Xala grîng a civîna beyankirina agirbestê, mijara amadekariyên Kongra Gel ango Koma Komalên Kurdistan di derbarê agirbestê de ku ev mehek e didomin bû. Birêz Karayilan da diyarkirin ku cara yekem e di vê civînê de eşkere dike ew  qasî mehekê ye bi tevahiya sazî û rêxistinên xwe re li ser agirbestê gengeşe dikin û bi vê sedemê pêngava ku ji aliyê HPGê ve wê di 15ê Tebaxa îsal de hatiba avêtin dane rawestin. Ji bo vê jî ev mehek e di asta şer de daketineke berçav heye. Dîsa di dokumanên di civînê de hatine belavkirin de ji aliyê KKK tê diyarkirin ku birêz Abdullah Ocalan berya vê qasî mehekê, di hevdîtina bi parêzerên xwe re ya di 7 Îlon 2006 de ji bo agirbestekê bang li rêxistinê kiriye bes ev yek ji aliyê rêxistinê ve ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin û cara yekem di vê civînê de ev jî tê eşkerekirin.

Dîsa xaleke grîng ew bû ku birêz Karayilan civîn pirr bi kêfxweşî û coş dimeşand û di bersivdayîna pirsên endamên çapemeniyê de bi awayekî ji xwe bawer û hêvîdar bû. Civîn di hewayeke bi ken û guftûgoyên samîmî bi beşdarvanan re derbas bû. Ji bo pirsên di warê encama agirbestê de hatin pirskirin jî birêz Karayilan ev bihêvîbûna xwe diyar kir û ev agirbest ji her çar agirbestên din cuda hilgirt dest. Wekî tê zanîn her çar agirbestên din ji aliyê PKKê ve bi awayekî yek alî hatibû beyankirin(îlankirin) û dewleta Tirkiyê ti caran xwe mûxatabê van agirbestan nedîtibû. Herçiqasî di agirbesta yekem a di sala 1993yan de birêz Tûrgût Ozal xwestibû wekî mûxatap weynekê(rolekê) bileyize jî bi çalakiya kuştina 32 leşkerên diçûn teskereyê ji aliyê Şemdîn Sakik ve ev pêvajo hatibû sabotekirin û bi jiyana xwe windakirineke nediyar a birêz Tûrgût Ozal ev pêvajo bi dawî bibû.

Her sê agirbestên din jî herçiqasî ji aliyê PKKê ve ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêkên aştiyane û rêbazên demokratîk hatibûn beyankirin jî, ji aliyê rayedarên Komara Tirkiyê ve bi awayekî erênî nehatin bersivandin û pêvajo sabote bûn, şer careke din, careke din û careke din destpê kir.

Herî dawî pêvajoya şer bi 1ê Hezîrana 2004an destpê kir û bi bilindbûneke domdar heta îroj dewam kir. Îroj (30.Îlon.2006) ev şer bi daxuyaniya birêz Karayilan re di saet 24.00 de bi dawî dibe û pêvajoyeke nû dest pê dike.

Birêz Karayilan ev pêvajoya nû wekî pêvajoyeke pêngavîn a di dîroka gelê Kurd de bi nav kir û di rewşeke bi ser neketina vê pêvajoyê de bal kişand ser xetariya bilindbûna şowenîzma li Tirkiyê û gumana derketina şerekî di navbera netewa kurd û Tirk de ku dikare pirsgirêkên di navbera her du gelan de kûrtir û girantir bike.

Dîsa xaleke herî grîng a daxuyaniya birêz Karayilan di derbarê nêzîkatiyên partî û hêzên kurdî de bûn.  Diyar kir ku cara yekem e di navbera hêzên kurdî de li ser doza kurd têgîhiştin û nêzîkbûneke ji hev re heye û hêvî dike ku birêz Celal Talabanî û Mesût Barzanî di çareserkirina pirsgirêka kurd a ji bo parçeyên din jî hewildanan bikin û ji bo ev agirbest jî vala neçe xwedî helwest û kar û xebat bin.

Birêz Karayilan balkêş e ku di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên derveyî xwe yên di xeta birêz Abdullah Ocalan de têdikoşin kir ku ew jî vê helwest û biryara wana destek bikin, sabote nekin û di xalê sabotekirinê de wê li dijî wana xwedî helwest bin. Wekî tê zanîn li Tirkiyê di çalakiyên mehên dawî de hin hêzên ji PKKê veqetiyayî bes di xeta Birêz Ocalan de çalakî li dar dixistin hebûn û ev bang ji bo wan hêzan dihat kirin.

Ji bo mijara çekberdanê ku rayedarên Tirkiyê diyar dikin PKK divê bê qeyd û şert dev ji çekan berde, birêz Karayilan wekî bersiv got; ‘Me çek ji ber xwe ve hilnegirtine destê xwe û bikar neaniye. Ger îroj em çek bikar tînin sedemeke xwe heye. Navê kurd, nasnameya kurd, zimanê kurd nayê pejirandin. Em çawa dikarin dev ji çekan berdin. Ger em dev ji çekan bê çareserî berdin wê artêşa Tirkiyê di rojekê de qira kurdan bîne. Devjêberdana çekan tenê bi rêka hevdîtinan dibe. Bila werin em li hev rûnên û gengeşe bikin. Ji bo çareseriyê ku em li hev bikin, çekberdan jî tê de em amade ne li ser her mijarê gengeşe bikin.’

Li ser pirsa, Abdullah Gul dibêje agirbest di navbera dewletan de dibe, hûn vê gotinê çawa dinirxînin, birêz Karayilan wiha bersiv da:

Gotinên rayedarên dewleta Tirkiyê ne li ser rastiyê ne. rast e em ne dewlet in, bes em netewek in. em 20 milyon mirov in.gel tev li gel me ye. Ev 24 sal in em li hemberî vê dewletê şer dikin. Divê Tirkiyê êdî qebûl bike ku em aliyek in. divê ew jî nêzîkbûnên erênî li pêş bixin. Ger nekin agirbest bi yek alî li pêş nakeve. Divê ew jî gav biavêjin. Me çek keyfî ranekirine. Sedema xwe heye. Bila van sedeman bi rêbazên demokrasiyê çareser bikin, pişt re çekberdanê bixwazin. Bila ji bo vê projeyên çareseriyê li pêş bixin, em amade ne bersivê bidinê.

Li ser gotina Erdoxan ku dibêje ne gotin, pratîk grîng e, vaye em gaveke pratîkî diavêjin, fermo bila ew jî gavên pratîkî biavêjin ku ev pêvajo berdewam bike û nexitime. Em di vê pêngava xwe de dilsoz (samîmî) in û cidî ne. ji bo çekberdanê divê destpêkê nîqaş were kirin, hebûna Kurd û nasname were pejirandin.

Li ser pirsa têkiliyên PKKê û Dewleta Yekîtiya Amerîka jî birêz Karayilan wiha bersiv da:

Rasterast li gel Amerîka hevdîtin û peywendiyên me nînin, bes di rêka ragîhandinê re peyamên (mesajên) ew dixwazin bidin me em digrin û em ji van peyaman têdigîhêjin ku ji bo bi rêkên demokratîk pirsgirêka kurd çareser bibe ew jî ronahiya kesk pê dixin. Kordînatorê Amerîkî  jî ku ji niha û pê ve çareserkirina pirsgirêkê bi rêkên demokratîk bigre dest ev yek erênî ye. Ew jî gelek caran di çapemeniyê de diyar dikin ku pirsgirêka kurd tenê bi rêkên çîdetê nayê çareserkirin, ev yek gotina me ye jî. Di vê xalê de em hev fêm dikin. Gerek hukûmeta Tirkiyê jî vê yekê fêm bike.

Li ser pirsa ku wê hêzên we xwe paş de bikişînin an di cihê xwe de bimînin, birêz  Karayilan da diyarkirin ku wê hêzên wan her yek li ku derê be di cihê xwe de raweste û tenê amadekariyên xwe yên lojîstîkî û perwerdeyî bikin. Wê hêz ji ber xwe ve şer nekin, lê ku bi ser wana de hatinek çêbibe li gorî pêwîstiyên parastina rewa wê li ber xwe bidin. Hêzên HPG wê kozikên xwe yên ti deveran (Bakur jî tê de) bernedin û wê kozikên xwe biparêzin.

Li ser pirsa serdana Mam Celal li Amerîka çêbû, gelo we bi wî re ji Amerîka re peyam an name rêkir an rênekir, birêz Karayilan wiha bersiv da:

Ev demek e di navbera me û Mam Celal de çûnûhatinerk û danûsitendinek heye. Mam Celal ji gengeşeyên di navbera me de agahdar e. Mam Celal di çarçoweya van gengeşe û agahiyan de daxuyanî da çapemeniyê. Lê bi esasî em biryarên xwe bi sazî û rêxistinên xwe re di nava xwe de gengeşe dikin û wiha biryaran digrin. Ji xwe peyama Rêber Apo ya di derbarê agirbestê de heye ku ew bi xwe jî (Mam Celal) erênî dibîne. Wekî din me bi kê re çi hevdîtin çêkirine em naxwazin di vir de bi nav bikin, ji ber ku dema em bi nav dikin dewleta Tirkiyê bi çavekî reş bi ser wana de diçe û zor û zahmetiyê dide wana. bi vê sedemê em bi nav nakin.

Pirseke din a di li ser nêrîna Kongra Gel a di derbarê terorê de bû ku birêz Karayilan bi zimanekî vekirî got:

Em li dijî terorê û li dijî şîdeta derveyî parastina rewa ya ku rêzik û zagonên wê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine danîn in. Em hemû cûreyê şîdeta derveyî van rêzik û zagonan wekî teror dibînin û wiha bi nav dikin û em li dij in. Dema em çek bikar tînin em di çarçoweya van rêzik û zagonên Netewên Yekbûyî dane diyarkirin de, di çarçoweya parastina rewa de bikar tînin. Ger hêzên dewletê ji îro û pê de bi ser me de neyên, ji aliyê me ve çalakiyên çekdarî wê neyên lidarxistin.

Pirsek di derbarê komara Îslamî ya Îranê de hebû ku gelo ev agirbest şerê bi wana re jî digre nava xwe yan nagre. Di vê mijarê de birêz Karayilan wiha bersiv da:

Em wekî PKK bi komara Îranê re ne di nava şer de ne. Li wê derê PJAK heye. Ew şer dimeşînin. Lê hêzên artêşa Îranê tên bi top û hawinan li hêzên me didin. Ev yek ne rast e. Îran pêwîst e pirsgirêka xxwe bi PJAK re hal bike. Dema em wiha dibêjin, ew dibêjin esas hûn in. Ev yek jî ne rast e. Belê peywendiyên me li gel PJAK hene, lêbelê PJAK PJAK e, PKK jî PKK ye. Her du ji hev cuda ne.

Ji bo vê ez nikarim di derbarê PJAK de biryarê bidim. Biryarên xwe wê ew bi xwe bidin. PJAK ji bo azadiya gelê Rojhilatê Kurdistanê li Îranê têkoşîn dide. Rêxistineke serbixwe ye. Hêviya me ew e ku hukûmeta Îranê jî vê agirbesta di navbera me û Tirkiyê de, ji bo aştiya di navbera xwe û PJAK de û gelê Rojhilatê Kurdistanê de esas bigre û pirsgirêka kurd li wî parçeyî jî ne bi rêka şîdetê, bi rêka demokrasiyê çareser bike.

Ji bo pirsa ku ev agirbest bi ser nekeve wê çi biqewime jî birêz Karayilan got:

Hêvîdar im ku biserkeve. Ger bi ser nekeve wê şerê di navbera her du gelan de kûrtir bibe. Wê di navbera gelan de dijminatî li pêş bikeve. Li Tirkiyê şowenîzma heye wê li pêş bikeve, wê gelê kurd jî li ber xwe bide. Ev bû cara pêncan ku em agirbest beyan dikin. Ger ev jî bi ser nekeve xerab e. Êdî di navbera Kurd û Tirkan de wê şerê netewî dest pê bike, her du netew wê li hev kevin. Dînamîka şer di nava kurdan de heye. Gelê kurd dikare xwe biparêze. Ger dewlet vê bangkirina me qebûl neke wê şer û alozî kûrtir bibe. Wê ji her du aliyan xwîn bê hempa biherike û êş û jan zêdetir bibe. Em vê yekê naxwazin û ji bo vê me agirbest îlan kir. Divê rayedarên Tirkiyê jî vê yekê nexwazin û ew jî ji agirbesta me re bersiveke erênî nîşan bidin ku di navbera gelan de ne dijayetî, dostanî û hevkarî li pêş bikeve. 

Di derbarê pirsa dema ku rêbertiya we di zindanê de daxuyaniyan dide ma rayedarên Tirkiyê pê nahisin de, birêz Karayilan wiha bersiv da:

Bêguman pê dihise. Rêbertiya me dema bi parêzerên xwe re hevdîtinê çêdike, di derbarê rewşa siyasî de ew jî nirxandinên xwe yên siyasî dike û nêrînên xwe diyar dike. Em ji xwe van hevdîtinan didin sîteyên înternetê û eşkere ne. Ji nêrîn û ramanên rêbertiya me diyar dike, rayedarên tirk jî li gorî xwe encaman jê derdixin, em jî li gorî xwe encaman jê derdixin û li gorî wê tevdigerin. Wekî di hevdîtina dawî de rêbertiya me da diyarkirin banga wî ya ji bo Mesût Barzanî û Celal Talabanî ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de weyneke erênî bileyizin û xwedî helwest bin em jî tevlê dibin û vê yekê daxwaz û hêvî dikin. Di navbera rêxistinên kurdî de di van mehên dawî de nêzîkatiyeke erênî heye û ev ji bo serkeftina agirbestê hêviyekê dide.  Û ji bo dostaniya di navbera me û van hêzan de li pêş bikeve jî hêvî heye. Gelê kurd niha di dema xwe ya herî xurt û herî hevgirtinê de ye. Ev jî divê were xurtkirin û divê were zanîn ku ev parçe yan ew parçeyê Kurdistan nîne; Kurdistan tev yek e. pirsgirêka kurd jî a tevahiya Kurdan e. wê kurd li hev xwedî derkevin û piştgiriya hev bikin.

Ji bo vê ev biryara rêbertiya me daye dijmin pê zanibe, yan nizanibe ferq nake; biryareke netewî ye. Agahiya hemû rêxistin, sazî û partiyên kurdîstanî jê heye. Berya em agirbestê beyan bikin bi tevan re me gengeşe kiriye û nêrînên wan sitendiye. Tevan jî bersivên erênî dane û tev li biryara me bûne û peyama piştgiriya vê biryarê dane. Em dikarin bêjin ku cara yekem e helwestek û biryareke wiha netewî derdikeve holê û ev jî hêviyeke mezin a serkeftinê dide.

Li ser pirsa sazûmana KKK û partiyên di navê de cih digrin, partiyên pê re dimeşin jî birêz Karayilan got:

Koma Komalên Kurdistan sîstemek e. Her kesê azadî û rizgariya Kurdistanê dixwaze dikare di nava vê sîstemê de cih bigre ango li gorî vê sîstemê xwe bi rêk û pêk bike, lê ne pêwîst e di bin bandora vê sîstemê de be. Mînak PJAK, PÇDK biryara agirbestê ya PKKê dipejirîne, lê ew bi xwe ne PKK ne. PKK tiştek e û PJAK û PÇDK tiştekî din e. Ji hev cuda ne. Ji xwe hukûmeta Tirkiyê tevan wekî hev digre dest û bandorê li ser Hukûmeta Iraqê çêdike ku avahiyên partiya PÇDK bigre. Ev yek ne rast e û him hukûmeta Iraqê, him hukûmeta herêma Kurdistanê ku li gorî daxwaz û fermana komara Tirkiyê tevdigerin û avahiyên vê partiyê kîlît dikin ev jî ne rast e. Daxwaza me bi taybetî ji hukûmeta herêmê heye ku Kurdistanê li gorî pîvanên demokratîk rêve bibin û derfetê bidin PÇDK xwe birêxistin bikin. Ji ber ku PÇDK li gorî rêzikên zagona bingehîn ên Iraqê bi awayekî fermî hatiye damezirandin û tev li hilbijartinên fermî bûye. Girtina wê ya li ser fermana Tirkiyê siyê dadixîne ser demokrasiya li Iraq û li herêma Kurdistanê û ev yek jî helwesteke ne rast e.

Her wiha li Tirkiyê DTP heye û ew jî serbixwe ye, lê binkeyê wê li ser alîgirên me ne. Ev nayê wê wateyê ku girêdayî me ye, lê nikare xwe ji me dûr jî bigre. Ji bo vê dewleta Tirkiyê bandora xwe li ser wana çêdike ji wana dixwaze ku li dijî tevgera me û rêbertiya me biaxivin û wekî terorîst bi nav bikin, lê DTP bi xwe jî dizane ku me bigre hemberî xwe di rojekê de wê li Kurdistanê ji holê rabin. Ji bo vê li dijî me naaxivin. Wê demê jî rayedarên Tirkiyê dibêjin peywendiyên we bi hev re hene. Di rastiyê de peywendiyeke me ya rasterast bi hev re nîne, lê di yek dozê de em digîhêjin hev ew jî azadiya Kurdistanê ye.

Di derbarê êrîşên bi guman (muhtemel) ên komara Tirkiyê li ser xaka Başûr û di derbarê prowakasyonên muhtemel de birêz karayilan daxuyaniyeke grîng da û ev pirs wiha bersivand:

Agahiyeke zelal di dest me de heye ku berya çend rojan ji Tirkiyê di bin navê şîrketên kar û karsazan de çend kesên endamên JÎTEM a Tirkan derbasî Başûrê Kurdistanê bûne ku li hinek deran û taybetî li ser rêkên em bikar tînin hinek teqînan pêk bînin. Ji bo vî karî kesên pispor rêkirine. Ew bûyera kuştina 7 zarokan û deh kesên din ên li Amedê jî bi vê yekê ve girêdayî ye. Di nava dewletê de beşekî ku  ji şer rant dixwin û naxwazin aştî pêk were heye. Ew kes van çalakiyan li dar dixin. Agahiya wan ji gengeşeyên di nava me de hebûn, dizanîbûn ku em li ser agirbestekê nîqaş dikin. Ji bo ku ev pêvajo pêk neyê û vê pêvajoyê vala derxînin ev bûyera li Amedê pêk anîn. Xwestin bi vê yekê dijayetiya di navbera gelan de kûrtir bikin. Bêguman ji îro û pê ve jî îhtîmal heye ku him li Başûr him li Bakur van hewildan û prowokasyonen xwe berdewam bikin. Pêwîst e mirov li hemberî vê hişyar be. Destpêkê jî erk dikeve ser milê we çapemeniyê. Divê hûn vê helwestê deşîfre bikin, eşkere bikin. Endamên Jîtem derbasî Başûr bûne vê yekê hûn dikarin deşîfre bikin û rêk nedin wana ku komployan pêk bînin.

Li ser pirsa ku di pêvajoya agirbestê de hêvî û daxwaza we ji gel çi ye, birêz Karayilan got:

Gel bi me re ye. Gel bi çalakiyên xwe yên demokratîk dikare piştgiriya pêvajoyê bike. We tevan dît, ji bo rêber Apo li Kurdistanê wekî vîna siyasî were pejirandin me îmze kom kirin, 3 milyon û nîv îmze kom bûn. Mînak ev çalakiyeke gel a demokratîk bû, nîşandayîna helwesta xwe bi rêbazên demokratîk bû. Di vê pêvajoyê de jî wê gelê me helwestên wiha demokratîk nîşan bide û rêbazên çalakiyên demokratîk li pêş bixe. Gelê me ji her demê zêdetir bi me re ye û bi hêz e û li ser xwe ye. em bi gelê xwe bawer in û jê bi hêvî ne ku tişta bikeve ser milê wê wekî doh wê îroj jî bi dilsozî û biryarî pêk bîne.

Di derbarê nexşeya kurd a ku rayedarekî Amerîkî di kombûnekê de nîşan da bû û rayedarên Tirk li hember wê aciziya xwe diyar kiribûn pirsek hat û birêz Karayilan wiha bersivand:

Bêguman nexşeya Kurdistanê heye. Kurdistan ji aliyê dewletên desthilatdar ve hatiye çar parçekirin û ev rastiyek e. Dewleta Tirkiyê di vê mijarê de wiha lê hatiye ku dema diçe cihekî û dikeve civînekê destpêkê li dîwaran dinêre û çavên xwe li nexşeyan(xerîte) digerîne bê ka Kurdistan hatiye cudakirin an na. Ji xwe ev yek ne rast e. Divê xwe ji vê psîkolojiyê xelas ke. Li ser nêrîna me ya di derbarê nexşeyê de wekî min diyar kir, nexşe heye û rastiyeke Kurdistanê ye, lêbelê hûn dizanin ku di vê derbarê de me nêrîna xwe ya li ser netew-dewlet guhertiye û ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo tevahiya herêmê û cîhanê em naxwazin netew-dewlet hebin.Ji ber ku netew-dewletî nijadperestî û şowenîzmê li pêş dixe Li şûna netew-dewletan em dixwazin tevahiya netewan bi hev re di nava hev de bi awayekî konfederalî bijîn. Ji bo Kurdistanê jî, ji bo dewletên din jî em vê yekê daxwaz dikin.

Di dawî de li ser pirsa hûn efû(lêborîn) yeke çawa dixwazin, birêz Karayilan da diyarkirin ku ew ne sûcdar in û ji ber têkoşîna dane jî ne poşman in ku efûyekê bixwazin û berdewam kir got:

Artêşa Tirk û dewleta Tirkiyê bi hezaran Kurd kuştin, bi hezaran gerîla hatin kuştin, ji gel bi sedan hatin kuştin ku gelek ji wana hîn gorên wana jî nediyar in, kes nizane bi çi awahî, li ku hatin kuştin, bi sedan gund hatin valakirin û wêrankirin, çol, çiya û deviyên me hatin şewitandin, gelê me hat koçberkirin. Bi hezaran mirovên me bê sûc di zindanan de dirizînin. Baş e wê ji ber vana kî dewletê efû bike. Ma ne divê dewlet jî were efûkirin û ew jî lêborîna xwe bixwaze. Ji bo vê em lêborîneke bi yek alî napejirînin, ger lêbirînek hebe ji bo birûmet be divê bi du aliyan be. Me ti sûc nekiriye ku em efûyê bixwazin. Me ji bo azadiya gelê xwe parastina rewa kiriye. Ji ber vê em ne poşman in û em lêborînê jî naxwazin. Lêborîn bi çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk bi her du aliyan çêdibe.

Birêz Karayilan di dawî de da diyarkirin ku ew bi her awahî ji çavdêriya agirbestê re amade ne û dixwazin ji Netewên Yekbûyî erkdar werin herêmên ew lê ne –çi li Bakur, çi li Başûr- û çavdêriya agirbestê bikin. Dîsa diyar kir ku di vê pêvajoyê de wê ewê bi dilsozî û cidî tevbigerin û xerakirineke agirbestê wê ji aliyê wana ve çênebe, ger xerakirinek çêbibe wê sedî sed ji aliyê Tirkiyê ve be û ji ber vê jî bang kir ku hemû rewşenbîr, demokrat, aştîxwaz û sazî û rêxistinên demokratîk ên li Tirkiyê rêk nedin kesên şerxwaz ku vê pêvajoyê jî pûç, bikin û vala derxînin. Got, ev şansek e dawî ye û her kes divê ji vî şansî sûd bigre, nehêle têk biçe. Bikaranîna aştiya di navbera gelê kurd û Tirk de li berjewendiya Tirkiyê ye jî. Ger Tirkiye pirsgirêka Kurd bi rêka aştiyane û rêbazên demokratîk çareser bike wê ev yek ji gelên Rojhilata Navîn re jî bibe numûne. Demokrasiya di navbera gelê Kurd û Tirk de li pêş bikeve wê bibe demokrasiya gelên Rojhilata Navîn û di çareserkirina pirsgirêkên tevahiya Rojhilata Navîn de wê roleke mezin û grîng bileyize. Îroj pirsgirêkên cîhanê di Rojhilata Navîn de xitimîne. Ger li  Rojhilata Navîn demokrasî serdest bibe û pirsgirêkên hene werin çareserkirin, ev yek ji bo çareserkirin û pêkanîna aştiya cîhanê jî wê bibe pêngaveke grîng û em bawer û hêvîdar in ku her kes li gorî vê rastiyê bi berpirsyarî tevbigere. Bila herkes zanibe ku em vê agirbestê ne ji lawazî beyan dikin, berûvajî vê di demeke herî xurt a rêxistina me û hêzên me yên çekdarî de diyar dikin, di demeke ku gelê me bi sedhezaran radibe ser piyan û li şehîdên xwe, li rêbertiya xwe xwedî derdikeve de beyan dikin. Ev jî ji baweriya me ya bi demokrasî û aştiyê tê. Bila dewlet vê yekê şaş fêm neke û şaş nêz nebe, nekeve nava hesabên şaş. Vî şansê dawî em di rêka yekgirtina gelan de bikar bînin û rêk li pêşiya aştiya Rojhilata Navîn û cîhanê vekin. Ji bo vê em bi hêvî ne û ji we tevan ji bo hatina vir a di nava şert û mercên çiyê de, spas dikim’.

1 10 2006

AGIRBEST REWŞEKE Nû DIAFIRîNE

Li Kurdistan û Tirkiyê wê êdî ji roja 1ê Cotmehê û pê de ti tiştek ne wekî berê be. Gengeşe wê werin guhertin. Axaftin, nivîsandin wê werin guhertin. Bernameyên radyo û televîzyonan wê werin guhertin. Nivîsandinên di sîteyên înternetê de, guftûgoyên di navbera siyasetmedar û rewşenbîran de tev wê werin guhertin. Mijar wê bibe agirbesta di roja 1ê Cotmehê de ji aliyê serokatiya konseya rêvebir a Kongra Gel ve hatiye beyankirin û encamên mûhtemel ên vê agirbestê.

Li Tirkiyê ev sêzdeh sal in –ji agirbesta yekem a di sala 1993yan û vir ve- pêwîstiyeke mezin bi lihevdûhatineke di navbera aliyê kurd û tirk de hebû. Agirbesta di sala 1993yan de bi ser neket di van salan de êşeke mezin bi xwe re anî. Di qirnê 21. de êdî mirovahî, gel naxwazin xwîna ne di cih de were rijandin. Ger derfeta çareserkirina pirsgirêkan bi rêkên aştiyane hebe naxwazin serî li şer bidin. Herwiha bi vê sedemê ji Srîlanka bigir heta Kolombiya ji Îngîltere bigir heta Îspanya gelek hêzên bi hev re di nava pevçûnê de, dest avêtin pirsgirêkên xwe yên etnîkî ku bi awayekî aştiyane, bi rêka hevdîtinan, bê çek û bi rêbazên demokratîk çareser bikin û di vî alî de gelek gav hatin avêtin.

Êdî niha dor hatiye komara Tirkiyê. Wekî tê zanîn Tirkiye di her bêhnê de diyar dike ku dewleteke demokratîk e, ji mafê mirovan re rêzdar e û dixwaze di nava Yekîtiya Ewropa de cih bigre û bi ser vê yekê de dixwaze ji gelên Rojhilata Navîn û Kafkasya re rêbertiyê bike. De baş e; dewleteke evqase pesn û rol dabe xwe pêwîst e li gorî pêdiviyên vê pesindanê û roldayînê tevbigere. Dewletek di vî qirnî de tenê dikare bi rêka demokrasî û azadiyê ji gelên din re bibe rêber, wekî din bi despotîzm û xwarina mafê gelan rêbertî nabe û kesek qebûl jî nake. Dîktatorê dawî Sadam û sazûmana wî ya şowen a Baas çawa hilweşiya û li pey xwe çawa êş û jan hişt, ji sedemên wê hîn jî çawa li Iraqê xwîn tê rijandin eşkere li ber çavan e.

Ji bo vê yekê ger Tirkiyê bi dilsozî dixwaze bikeve rêka demokrasî û aştiyê ku bikaribe bibe rêberê gelên herêmê destpêkê pêwîst e di nava xwe de demokrasî û aştiyê serdest bike-. Rêka vê jî di çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêka aştiyane re derbas dibe.

Ger dewleta Tirkiyê bi kurdan re li hev were û ji mafê kurdan re rêz bigre wê ev yek hêvî û baweriyekê bide gelên herêmê û wê demê dikarin di çareserkirina pirsgirêkên xwe de Tirkiyê bişopînin, lê berûvajî wê, Tirkiye çiqasî pesnê xwe vede ev tenê dibin zirtkirin. Bi kesên zirtker jî ti kes bawer nake û rûmetê nadeyê.

Bi vê sedemê agirbesta di 1ê Cotmehê de hat îlankirin şanseke mezin ji bo avakirina aştiya di navbera civakên Kurd û Tirk de ye. Ev şans û derfet careke din nakeve dest; ji ber ku rewşa îroj heye dibe ku careke din tinebe- pêwîst e mirov ne li gorî mejiyekî afirandêrî bifikire û vê carê jî aştiyê ‘tewekeltutaalallah’ neke. Yanî vê carê jî hewaleyî xwedê neke. Mirov bi mejiyekî zanyarî bifikire û bêje; di vê dema dîrokê de li ser vê xaka pîroz dîrok derfeteke aştiya civakî derdixe pêşya me, ka em çawa hewl bidin ku vê derfetê ji destê xwe nerevînin, li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin dê bikaribin ji vê yekê em hêz bigrin û biserkevin?

Dîrok di her demê de û di her cihî de derfetên wiha grîng dernaxîne pêşya mirov û ger di wê demê de mirov sûd jê negre û ger dema wê derbas bû paşyê li kaba xwe bixe û pey de bileze jî bêfêde ye. Di sala 1993yan de jî dîrokê derfeteke wekî vê derxistibû pêşiya gelên Tirk û Kurd. Birêz Ozal xwestibû ji vê derfetê sûd bigre, wate û grîngiyeke mezin didan hewildan û helwesta birêz Ocalan. Lê ev derfet ji aliyê şerxwazan ve hat valaderxistin û nehiştin ku gel ji vê yekê sûd bigrin. Di encama vê valaderxistinê de tê zanîn ku ev sêzdeh sal in xwîneke zêde tê rijandin. Ger di wê rojê de aştî hatiba avakirin wê ev xwîna van sêzdeh salan nehatiba rijandin. Divê ev rastî ti caran neyê jibîrkirin û wiha bi vê zanînê nêzî agirbesta 1ê Cotmehê bibin.

Agirbesta pêncemîn wekî rêbertiya Gelê Kurd birêz Ocalan û serokatiya Konseya Rêvebir a KKK birêz Karayilan diyar kir dibe ku bibe agirbesta dawî; ji her du aliyan ve jî diyar e agirbesteke dawî ye û ji bo vê pêwîst e bi cîdiyet were pêşwazîkirin û nirxandin. Di asta têkoşîna her du gelan hatiyê de û di asta rewşa Rojhilata Navîn de diyar e ku ev agirbest biser bikeve jî, bi ser nekeve jî agirbesteke dawî ye. Ger biser bikeve di aliyê erênî de careke din pêwîstî bi îlankirina agirbestekê nake. Ger biser nekeve ji aliyê neyênî ve wê şer, alozî û dijminatiya navbera gelan kûr û gurtir bibe û êdî mecal namîne ku careke din alî li hev rûnên û agirbestê gengeşe bikin.

Bi vê sedemê pêwîstî bi pejirandin û biserxistina vê agirbestê heye. Êdî bes e; bila xwîn neyê rijandin. Sedemên xwîn tê rijandin bila ji holê were rakirin.

Xwîn ji sedema çaresernekirina pirsgirêka kurd tê rijandin ku ev jî ji sedema nêzîkatiyên sazûmana komara Tirkiyê ya ku kurdan tine dihesibîne, bi siyaseta înkar û îmhayê bi ser wana de diçe, bikaranîna zimanê dayikê li wana qedexe dike û nasname û çanda wana nas nake û êrîşî ser kurdan dike tê. Ger Komar dev ji van helwestên xwe berde, di rojekê de şer wê raweste û gel bi hev re bikevin govenda azadiyê.

Di pêvajoya em gîhiştinê de eşkere derketiye holê ku gelê kurd bi siyaseta înkar û îmhayê û bi gurkirina şer têk naçe û ji holê nayê rakirin. Wê demê li pêşiya Tirkiyê tenê yek rêk heye; ew jî êdî pejirandina hebûn û nasnameya gelê kurd e û bi rêberên kurdan re ji bo aştiyeke mayînde, ji bo lihevdûhatineke demokratîk, ji bo lêborîneke bi du alî, ji bo jiyaneke wekhev û hevpar li hev rûnên û pirsgirêkên xwe û rêkên çareserkirina van pirsgirêkan nîqaş û gengeşe bikin. Derveyî vê ti rêk Tirkiyê mezin nake û li pêş naxe.

Ji bo Tirkiyê bikaribe vê gavê biavêje pêwîstî bi hewildanên her kes û hêza aştiya di navbera kurd û tirkan de dixwaze heye. Tev pêwîst e hewl bidin ku Tirkiyê ji bo pejirandina agirbestê, rawestina şer û nêzîkatiya erênî nîşanî pirsgirêka kurd bike were ser îmanê.

Hêvî heye ku ev yek vê carê pêk were, lê hêvî tenê dikare bi amadekarî û kar û xebata pratîkî bibe rastî. Wê demê ji bo pêkanîn û gîhiştina vê rastiyê hemû kurd û tirkên ji welatê xwe û ji zarokên xwe hez dikin, ji bo careke din xwîn neyê rijandin, ji bo careke din daristanên me neyên şewitandin, gundên me neyên wêrankirin, welatê me neyê talankirin, ji bo careke din mirovên me ji cih û warên xwe koçî her çar aliyê cîhanê neyên kirin… werin em tev dest bidin hev û ji bo serkeftina vê agirbestê bi biryar û coşa wê têbikoşin û di serkeftinê de bibin xwedî rol û serkeftina azadî û demokrasiyê, coş û kêfxweşiya sazkirina aştî, wekhevî û parvekirina jiyaneke bi rûmet di hinava dilê xwe de bibihîsin.

Serkeftin a gelan e.

1 10 2006

HÊVIYEKE ÇARESERIYÊ JI BO GELAN

Di hinek zîvironekên dîrokê de hinek gavên grîng hene ku ji kêm mirovan re dibe qismet bibin şahidên wan pêngavan. Yek ji vana jî agirbestên PKKê îlan kirin e. Di sala 1993yan de ez li Libnanê bûm. Îsal jî ez li çiyayê Qendîlê amade bûm. Ger wekî rêbertiya KKK birêz Abdullah Ocalan got, ev agirbest dibe ku ya dawî be, wê demê şanseke mezin e ku ez di agirbesta yekem û di ya dawî de amade bûm.

Di vê nivîsê de dixwazim hewaya her du agirbestên ez bûme şahid bînim ber hev û encamekê raxînim ber çavan. Bi rastî pêdivî bi vê yekê heye.

Dema agirbesta yekemîn bû ji destpêka wê heta dawiya wê ez li wê derê amade bûm. Wekî din di pêvajoya pey wê re de, yanî piştî îlankirina agirbesta yekem a di sala 1993yan de ku meheke şûn re hat dirêjkirin, piştî wê bi kuştina 32 leşkerên ji aliyê yekîneya Zekî (Şemdîn Sakik) ve civîna li ser rabûna agirbestê û ber bi payizî ve civîna çapemeniyê ya ji aliyê serokê PKKê ve hat kirin di tevan de amade bûm û min pêvajo û hewaya pêvajoyê şopand. Îroj jî li Qûntara çiyayê Qendîl, li Herêma Parastina Rewa ya Medya, di bin parastina gerîlan de civîna îlankirina Agirbesta pêncemîn hat li darxistin û tê de amade bûm.

Yekser dikarim bêjim ku di navbera her du civînan de gelek ferq hebû.  Civîna yekemîn a di sala 1993yan de dema hat lidarxistin endamên sereke yên PKKê jî tevlê ne kadro û ne gel zêde tênedigîhiştin ku ev agirbest ji ku derket, bi çi sedemê hat lidarxistin û wê encama wê çawa bibe. Tevî ku em li wê derê amade bûn jî, me zêde wate nedida vê gavê û ji bo me tevan bi rastî jî tiştekî nû bû û gelek nediyarî di hundirê xwe de hildigirtin. Wiha coş û kêfxweşiyek nedihat ber dilê me yan ser rûçikê me. Em di nava pirsyariyekê û lêpirsîna zelalkirinekê de bûn. Heta civîn bi dawî nebû û birêz Apo derneket derve jî em wekî di nava xewnekê de bûn. Çi diqewimî me zêde nizanîbû wateyê bidinê. Dema birêz Apo ji civînê derket û li ber derî em çav li çav ketin, pê re pirs kir ku civîn çawa derbas bûye. Me nîv bi teredut, nîv bi hestewar got ku baş derbas bû. Wê demê vegeriya ser me û got; ‘Dizanim ku herkes tênagîhêje vê gava em diavêjin, lê ez bawer dikim ku ji bo gelê me wê pêngaveke grîng û bi xêr be. Ez li we tevan vê gavê pîroz dikim.’

Wê demê em hinekî din têgîhiştin wateya agirbesta 1993yan, lê hîn jî gelek pirs di serê me de hebûn. Bêguman ew pirsên di serê me de, ez bawer im ne tenê di serê me de, her wiha di serê giştiya endamên PKKê û gel de û raya giştî de jî hebûn.

Lê vê carê pir ji cara yekem cudatir hêvî û coşek berbiçav hebû. Dema em ji gundê Enzê yê di qûntara çiyayê Qendîl de, li ser rêka di navbera Ranya û Diyana de bi rê ketin ne tenê bi min re, bi tevahiya endamên çapemeniyê yên di trempêlê de re germahiyek hebû. Ji xwe çi sedem e hewa jî îroj ji doh germtir bû. Ji ber ku min herêm dinasî kêm zêde min dizanîbû emê berê xwe bidin ku derê. Di qûntara Qendîl de li gundê herî bi xêr û ber û têr dar, li binê darên gozan, li kêleka çemê ji nava lat û zinarên Qendîlê dipijiqe cihê civînê hatibû amadekirin. Di navbera tevahiya endamên çapemeniyê de wekî hatibin (seyrangehê) pîknîkê, coş û kêfxweşiyek dihat dîtin. Ev coş derbasî rojnamegerê Elmanî birêz Steffan jî bibû û wêne li ser wêneyê dikişand û bi rojnamevanan re, bi gerîlan re diket nava sihbetên germ. Ne tenê ew, tevî endamên çapemeniyê wekî bi salan e hev dinasîn wiha di nava germahiyekê de bi hev re sihbet di nava lêvkeniyê de dikirin. Wekî tevan dizanîbû wê agirbest li ser çi esasî were îlankirin û ew bi xwe jî tev li vê biryarê dibin wiha coşek û hêviyek li ser rûçikên wan dihat diyarkirin.

Li derdorê gelek gerîlan jî hebûn û ew jî bi awirên hevîdar û bi lêvkenî li derdora xwe temaşe dikirin. Kesekî nedigot, ev çi ye û ji ku derket. Tevan digot, ev pêngav grîng e, di cih de ye û em hêvîdar in wê biser keve. 

Dema birêz Karayilan û hevalên wî ketin qada civînê tevahiya beşdarên endamên çapemeniyê bazdan mekîneyên xwe û îzdîhameke mezin çêbû. Birêz Karayilan bi lêvkenî ew silav kirin û him di nava civînê de, him di dawiya civînê de ji serî heta dawî ev lêvkenî kêm nebû. Li hemberî ti pirsan neket nava teredut an xemgîniyan an rewşên ku nikaribe bersivê bide. Pirr bi awayekî ji xwe bawer, bi biryar û di armanca xwe de vebirî axaftinên xwe û bersivdayînên xwe domand.

Ev helwest bi rastî jî hêviyeke mezin da tevahiya civînê û beşdarên civînê tev ev helwesta erênî parve kirin.

Berya vê her çar civînên agirbestê yên hatibûn lidarxistin hewayeke wiha bi coş û zelal çênekiribûn. Vê carê zelaliyeke mezin di tevahiya axaftin, pirs û bersivan de dihat dîtin.

Birêz Karayilan  îlankirina agirbestê wekî encama gengeşeyên ev mehekê li ser daxwaza rêbertiya wan birêz A. Ocalan hatiye kirin û herî dawî bi kombûna Meclîsa Kongra Gel hatiye biryarkirin diyar kir. Pê re diyar kir ku bi gelek hêz û derdorên Kurdistanî re jî ev biryar gengeşe kirine û bi vê sedemê dibe biryarek ango helwesteke netewî. Bêguman wekî di çapemeniyê de jî cih girt ev biryar ji aliyê DEP, YNK û PDKê ve tê destekkirin û ev jî tê wateya desteka netewî.

Herçiqasî agirbesta yekem jî piştgiriyeke netewî girtibû û dîsa ji birêz Ahmet Turk heta Celal Talabanî, Hemreş Reşo, Kemal Bûrkay û gelek derdorên din destek dabûnê, tê zanîn ku di navbera wê demê û îroj de gelek ferq û cudahî heye. Berya her tiştî rewşa kesên tev li wê civînê bûn doh û îroj ne wekî hev e. Wê rojê birêz Celal Talabanî serokê rêxistineke ji aliyê Iraqê ve qedexekirî bû, lê îroj serokkomarê Iraqê ye. Dîsa Mesût Barzanî serokê herêma Kurdistanê ya Federe ye. Rêberê PKKê li zindanê, di destê dewleta Tirkiyê de dîl e û ya herî grîng Amerîka ya ku serokê PKKê girt û da dest komara Tirkiyê îroj bûye cînarê Kurdan û xwe avêtiye bextê kurdan.

Ev tev guhertinên grîng ên di derbarê rewşa doh û ya îroj de ne. Dîsa di rewşa PKKê ya berya çend salan û van du salên dawî de gelek guhertineke mezin heye. Li ser pirseke rojnamevanekî ku ji birêz Karayilan pirs kir got, ‘gelo di nava we de kom û beşên cuda cuda hene?’ birêz Karayilan got, ‘Hebûn, çûn û em ji wana xelas bûn. Niha nava me zelal e û em ji xwe piştrast in!’

Di van du salên dawî de, yanî ji veqetîna ku ji nava PKKê çêbû û vir ve, di warê siyasî, rêxistinî û leşkerî de di tevgera PKKê de biserxwehatineke berbiçav heye. Di dema veqetîn çêbû de rêxistin hejandinek û pê re hilweşînek jiya. Lê bi hatina ser erka serokatiya Konseya Rêvebir a birêz Karayilan, di nava PKKê de û her wiha di nava Kongra Gel de ku wekî sazûmana Koma Komalên Kurdistan tê binavkirin û dîsa di nava hêza wê ya çekdarî HPGê de xwekomkirineke ser hev û ji vê zêdetir derbasbûna pêngavekê hat dîtin. Di van du salên dawî de û taybetî di van çend mehên dawî de ev rewş bêtir li pêş ket û di şer de bilindbûneke berbiçav hat dîtin ku dewleta Tirkiyê xist nava xov û gumanan.

Dîsa di eniya gel de rabûneke serhildanî ya bi coş û biryar hat dîtin ku rayedarên Tirkiyê ketin nava tirs û xova têkçûnê ku li rêkên temirandina vî agirî geriyan û dest bi qirkirina gel kirin.

Belê, agirbest li ser rewşeke wiha dihat lidarxistin. Di vê agirbestê de tişta herî grîng ew e ku gelek kes xwe dikin mûxatabê çareserkirina pirsgirêka Kurd. Tê zanîn ku di agirbesta 1993yan de birêz Tûrgût Ozal xwe wekî mûxatap dixwest bide diyarkirin û ev yek bû sedema kuştina wî an mirina wî ya bi awayekî ne zelal. Lê îroj ne tenê yek kes, gelek kes, derdor û hêz mûxatabê vê agirbestê ne. Ger bi awayekî zelaltir mirov bîne ser ziman, hemû kesayet, hêz, rêxistin û dewletên bang li PKKê kirine ku agir rawestîne, dibin mûxatabê çareserkirina vê pirsgirêkê û bi vê banga xwe berpirsyarî û bar hildigrin ser milê xwe. Di serî de Dewleta Yekbûyî Ya Amerîka, Parlamento ya Ewropa, Serokkomariya Iraqê, serokatiya Herêma Federe ya Kurdistanê, Serokwezîrê Tirkiyê, Koordînasyona ji endamên Amerîkî, Iraqî û Tirkî, DEP, sazî, rêxistin û kesayetên demokrat, hunermend, nivîskar û rewşenbîrên Tirk û Kurd, Rêxistina Oldarên Kurdistanê û gelek derdor bang li PKKê kirin ku agir rawestîne û pirsgirêka kurd bi rêkên siyasî û rêbazên demokratîk were çareserkirin. Bêguman kes ji ber xwe ve nikare vê bangê bike û kesên vê bangê dikin yekser dikevin bin barê çareserkirina vê pirsgirêkê. Edî li pêşiya wan e ku li hemberî vê gavavêtina PKKê rawestina agir û sekinandina operasyonan ji dewleta Tirkiyê daxwaz bikin û Tirkiyê ji bo aştiyeke mayînde, ji bo çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka kurd îkna û razî bikin.

Di civîna çapemeniyê ya îlankirina agirbesta pêncemîn a ji aliyê KKKê ve hat pêşkêşkirin de aliyê kurd daxwazên xwe di şeş xalan de diyar kirin:

Îlankirina pêvajoyeke agirbestê ya ji roja 1ê Cotmeha 2006an ve bikeve rêveçûnê hatiye biryargirtin. Li gorî gavên werin avêtin û pêşketinên werin jiyandin wê ev pêvajoya agirbestê were domandin.

Heta bi armanca tinekirinê bi ser hêzên me de neyên bi vebirî wê çek neyê bikaranîn. Lêbelê di rewşên bi armanca tinekirinê êrîş werin kirin de, wê hêzên me bi her awahî xwe biparêzin.

Di seranseriya vê pêvajoyê de derveyî peydekirina pêdiviyên lojîstîkî û tevgera xwezayî ya bi armanca tedbîran a hêzên HPGê wê tevgereke din a bi armanca leşkerî çênebe.

Li gorî vê biryarê Konseya Fermandariya HPGê rewşa çalakgeriya tevahiya hêzên xwe , rêbazê livandinê (hereketkirinê) û plankirinên xwe li gorî vê wê ji nû ve saz bike.

Hedefa hemû kadro, rêxistin û saziyên xebatên di qadên bîrdozî, siyasî, rêxistinî û civakî ya  Tevgera Demokrasî û Azadiya Kurdistanê dimeşînin, wê serkeftina pêvajoya agirbestê be û plankirinên xwe yên siyasî, rêxistinî û çalakgerî wê li gorî vê ji nû ve saz bikin.

Ji bo hemû hêzên girêdayî sazûmana Koma Komalên Kurdistanê girêdayîbûneke vê biryarê heye. Ti kes wê nekeve nava helwesteke zordayînê, her hêz ji bo serkeftina vê pêvajoyê wê di nava hewildanê de be.

Di van şeş xalan de eşkere tê diyarkirin ku aliyê kurd ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û bi rêka aştiyane di nava biryar û helwesteke dilsoz de ye. Bi rastî jî îroj li Rojhilata Navîn pirsgirêkên ji hezarên salan û vir ve komî ser hev bûne û wekî lareşekê, wekî bîrovekê li serê gelên vê herêmê bûne bele hene ku heta ev pirsgirêk neyên çareserkirin gel nikarin bi ser hişê xwe ve werin.

Ger mirov destê xwe diavêje karekî wêjeyî ev pirsgirêk derdikevin pêşiya me. Ger mirov destê xwe diavêje karekî hunerî dîsa ev pirsgirêk li pêşiya me dibin asteng. Ger mirov dixwaze pêngaveke siyasî biavêje herwiha ev pirsgirêk kelem in. Ji xwe ji bo kar û xebata perwerdeyî, lipêşxistina raman û zanyarî, guhertineke civakî ango guhertina bîr û baweriyê dîsa ev pirsgirêkên bîrovî û lareşî dertên pêşiya me û wekî tevnika pîrê xwe li dest û lingê me dipêçin û nahêlin ku mirov yek gavê jî biavêje. Ji bo vê tê dîtin ku gelên Rojhilata Navîn di nava êş, jan û birînan de dinalin.

Belê ji van gelan yek jê jî û bêguman yê herî zêde di nava êş, jan û birînan de dinale gelê kurd e. Gelê Kurd îroj li Başûrê xaka xwe gîhiştiye asteke derfeta azadbûnê. Lê di serî de Komara Tirkiyê û ya Îranê, hemû dewletên desthilatdarên Kurdistanê çavê xwe berdane vê derfeta biçûk û difikirin çawa paş de vegerînin. Ger ev derfet neyê firehkirin û ewlekariya wê neyê girtin, wê herdem bi êrîşên desthilatdaran û neyarên gelê kurd re rû bi rû bimîne.

Ji bo vê ev agirbesta ji aliyê rêvebiriya Koma Komalên Kurdistanê ve hat îlankirin û piraniya hêzên Kurdistanî tevlêbûn û piştgiriya xwe diyar kirin, ji bo azadbûna yek, du, sê… zêdetir Kurdistan pêngavek û şanseke grîng e û hêviyeke mezin dide. Cara yekem e di nava hêzên Kurdistanî de nêzîkbûneke wiha bi dilsozî û germahî çêdibe. Em jî hêvîdar in ku ev bidome û li ser vê rastiyê be, ji rêka xwe şaş nebe ango neyê şaşkirin.

Ev helwest û hewaya netewî ku li binê qûntara çiyayê Qendîl hat îlankirin, divê coş û germahiya xwe bide dilê tevahiya kurdan, bide pênûsa hemû nivîskarên kurd, bide zimanê tevahiya rewşenbîr û siyasetmedarên kurd. Her kurdek li ku derê be pêwîst e xwe tev li vê coş û germahiya nêzîkbûn û yekgirtina netewî bike ku netewîbûna gelê kurd xurtir bibe û bikaribe encam bigre. Ger ev pêngav bi serkeve û pirsgirêka kurd li Bakurê Kurdistanê bi rêbazên demokratîk were çareserkirin, wê ji bo Başûrê Kurdistanê bibe destekeke mezin û wê rê li ber azadbûna Rojhilat û Rojava jî veke.

4 10 2006

PAYÎZÊ  SERÎ DA DER

Doh baraneke wiha xweş hat ku em ji wê toz û tirabêlka seranseriya havînê kom bûye xelas bûn. Ma tenê em? Dar û berên xwezaya me jî cilên xwe nû kirin. Keskahiyeke wiha xweş li xwe pêçan ku ne kêmî keskahiya biharê.

Payîz li herêma Medya xwediyê xweşiyeke cuda ye. Li milekî zerahiya giyayên di bejahiya li nava daristanan de wekî zadê seridî be dibiriqe. Li milê din darên cûr bi cûr, yên ji westandina havînê katên xwe têr fêkî kirine û weşandine binê xwe. Li aliyekî deviyên li hember dijwariya Payîzê li ber xwe didin ku çawa bikaribin pelên xwe neweşînin. Lê di wê bêhnê de dasên devtûj yek bi yek katên wana dadixîne ser xakê û wana şilfî tazî dihêle…

Gundî amadekariyên pezên xwe dikin ku di sar û seqemê de, di berf û bahoza zivistanê de birçî nemînin. Pîrekên fêkî raxistibûn li ser banên xaniyan niha di kîsikan de bi cih dikin. Zivistanê wê bikin xwarin.

Zarok li bin darên qarçiyan digerin û libên weşiyane dixin dawên xwe û di ber re jî liba herî nerm gez dikin. Aveke şêrîn bi ser devê wan dikeve û di nava lêvên van re diherike ser kirasê wan.

Zilam bangêran li ser banên xwe dibin û tînin ku axa wê hişk bibe û baranê nemije. Textikên derî û şibakeyan li hev didin û yên feqîr bi naylonê, yên dewlemend bi camê nû dikin. 

Ne tenê gundî amadekariyên zivistana dijwar a li pêşiya xwe dikin; xweza jî û xaka dayika mirovahiyê jî di nava liv û tevgerekê de ye di van rojan de. Baş dizane ku sar û seqemeke dijwar wê bi ser de were. Her çiqasî dizane ku dawiya her zivistanê bihare jî, ji bo bikaribe wê biharê himbêz bike, pêwîstiya berxwedana li hemberî zivistanê jî dibîne û dizane.

Kêzik û moriyan jî xwe xistine nava liv û tevgerekê. Libeke zad, qirşikeke bikêrhatî li ku hebe dikişînin kunên xwe, rêz bi rêz.

Çûk hêlînên xwe nû dikin. Sivorî kawarên xwe tije berû û goz dikin. Masî ber bi avên germ ve xwe diherikînin.

Di kûrahiya xakê de, li ser qurmên bi hezarên salan giyayên tamxweş zîl didin ku wê çendrojeke din xakê biçirînin û rojê himbêz bikin. Dema roj himbêz kirin êdî ne sar û serma ne jî berf  û bahoz dikare pişta wana bîne xwarê. Bi biharê re wekî kelake berxwedanê wê serî ji bin berfê bilind bikin û silavê li jiyaneke azad bikin.

Belê, di van rojên destpêka Payîzê de, di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jî Payîzeke nû dest pê kir, bi agirbesta pêncemîn a ji aliyê KKK ve hat îlankirin.

Her Payîz ji zivistanê re bi hal e û di dawiya her zivistanekê de Bihar sedî sed serî dide der. Li pêşiya gelê Kurd jî rojên Payîzê wekî amadekariyên Zivistana dijwar a were jiyandin e. Komara Tirkiyê tevî hemû bangên gelê Kurd û yê Tirk û raya giştî ya  cîhanê wê zû bi zû neyê ser rêka aştî û lihevdûhatinê. Destpêkê wê bi operasyonên wekî ba û bageran bixwaze pelçîmên daran hilweşîne, serê banan bifirîne, derî û şibakeyan bişikîne. Pişt re bi giregira tanq û topên xwe, bi birûskên firoke û çekên xwe bixwaze ji erd û ezmanan baran û berfeke bê serû ber, bi sar û seqemeke zindan û îşkence bi ser xwezaya kurd de bibarîne.

Bi kinahî di vê payîz û zivistanê de çi tir tê de hebe wê tevî bifisîne.

Lê dema gîhiştina Biharê wê Roj ji paş ewran bifilite û bi têhn û germahiya xwe qeşaya li ser dilê neyaran bihilîne. Bi keskahiya xwezayê wê berfê ber bi bilindahiyan ve biqewitîne. Bi hezaran kanî û robarên nû der bike û bike çavkaniyên jiyanê.

Belê, bi biharê re wê li Tirkiyê û li Kurditanê guhertinên gelekî biharîn werin jiyandin. Hêvî heye ku gelên me gaveke din nêzî azadiyê bibin û azadiyê bi hemû xweşiya wê himbêz bikin. Bi coş li hev rûnên û ji hev re gotûbêjên jiyaneke hevpar bilêv bikin. 

Ji bo em bi qiymetê xweşiya rojên azadiyê zanibin, pêwîst e em di zor û zahmetiya zivistana dijwar re derbas bibin. Ev daxwaza xwedayan e ya ji mirovan re rewa dîtine. Çawa ku xweza bi jiyandina Payîzê, xwe ji zor û zahmetiya Zivistanê re amade dike, xweamadekirineke wiha li pêşiya gelên me ye jî.

Di nirxên demokratîk de xwe zanakirin, xurtkirin û kûrkirin. Di hêvîkirin û xwestina jiyaneke azad de xwe biryarkirin û di biryara xwe de xwe tûjkirin û vebirîkirin. Di hiş û ramana xwe de xwe zelalkirin û di pratîka xwe de xwe zîrekkirin. Di çalakgeriyê de pêngav avêtin. Di asta bidestxistina daxwazên xwe de raman û giyana xwe yekkirin…

Dema Bihar serî dide û zîldayîna şînatiya ji qurmê hezar salan dixwaze sînga xakê biçirîne û bi Rojê re hevdîtina xwe ya dîrokî pêk bîne; bawerkin, ne lat û zinarên polayî, ne qeyd û bendên derabeyî, ne qatên berfê, ne kelayên neyar nikarin li ber bibin asteng û sedî sed rêyeke himbêzkirina roja pîroz dibîne û bi hemû keskahiya xwe ya weke çavên yarê li pêşerojê dibiriqîne û gav diavêje destpêkirina jiyaneke nû ya bi tena xwe azad û bi milyonan hemcinsên xwe re wekhev û hevpar.

Divê neyê jibîrkirin ku li xwezaya dergûşa mirovahiyê hêvî herdem heye!

6 10 2006

PIRSGIRÊKA MEXMÛR BI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESER DIBE

Di van rojên dawî de û bi taybetî di axaftina Koordînatorê Amerîkî yê berpirsyarê çareserkirina pirsgirêka Kurd birêz Roltson de tê diyarkirin ku li ser rewşa Penaberên Kurd ên li Wargeha Mexmûr dijîn hin gengeşe û plan di rojevê de ne. Ji xwe berya vê bi demekê hin rayedarên Amerîkî û yên hukûmeta herêmê hatibûn wargehê û di derbarê vegera Tirkiyê de nêrîna penaberan girtibûn û penaberên kûrd jî nêrîn û daxwazên xwe diyar kiribûn. Bi vê sedemê hem rêvebirên herêmê, hem rayedarên Amerîkî helwesta penaberên kurd, daxwazên wan û nêrîna wan a li ser vegera Tirkiyê baş dizanin. Penaberên kurd di her derfetê de didin diyarkirin ku ew vala vala ji welatê xwe koçber nebûne, berûvajî wê ji sedema ramana xwe, welatparêziya kurdî, daxwaza jiyaneke azad, xwdîderketina li nasname û çanda kurdî û ji bo azadiya welatê xwe destek dane têkoşîna azadiya Kurdistanê û bi vê sedemê dewlet û artêşa Tirkiyê zor daye wana û ew ji gundên wana der kirine û pişt re jî gundên wana wêran kirine.

Penaberên Kurd ji bo vegera welêt destpêkê bi awayeke rûmetî çareserkirina pirsgirêka kurd û di vê çarçoweyê de naskirina nasnameya kurd, rakirina qedexe û astengiyên li ber bikaranîna zimanê kurdî, naskirina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, rakirin û belavkirina sazûmana cerdewanî, alîkarîdayîna maddî ya ji bo avakirina gundên hatine valakirin û lêborîneke giştî ji bo dîlên têkoşîna azadiyê pêwîst dibînin.  Ev daxwaz ji aliyekî ve daxwazên gelê kurd in. Gelê kurd di encama têkoşîna azadiyê ya bi berdêla xwîn û candayînê de meşandiye de dixwaze bigîhêje çareseriyekê, lê ev çareserî ne wekî aliyê Tirk dixwaze bi teslîmbûneke bêrûmetî, dixwaze bi lihevdûhatineke birûmet pêk were.

Di encama evqase şer, pevçûn, xwîn û candayînê de ger çareseriyeke gelê kurd û herwiha penaberên kurd bêrûmet bike deynin pêşiya kurdan wê ev yek ti caran çareseriyê bi xwe re neyne û berûvajî wê alozî û pirsgirêka heye wê kurtir û tevlihevtir bike û wê rê li pêşiya aloziyên mezintir veke.

Bi vê sedemê koordînatorê Amerîkî çi difikire ango ji Tirkan re çi soz daye, yan jî dixwaze çareseriyeke çawa deyne pêşiya penaberên kurd hîn bi awayekî zelal diyar nekiriye lêbelê divê zanibe ku penaberên kurd çareseriyeke bê rûmet wê nepejirînin û wê li ber xwe bidin. Û yeke din jî wê çareserkirina pirsgirêka xwe derveyî çareserkirina pirsgirêka kurd a giştî nebînin. Penaberên Kurd di encama nêzîkatiyên hovane û înkarker ên artêş û dewleta tirk de penaber bûne. Heta ku ev nêzîkatî ji holê neyê rakirin û di zagona bingehîn de mafên mirovî û netewî yên gelê kurd hilnegrin bin ewlehiyê, ji penaberan xwestina vegera Tirkiyê wê bibe banga avêtina wana ya nava agirê nijadiya Tirk, nava zilmdariya cerdewanî û îşkence û zîndanên Tirkiyê. Penaberên ji bo parastina nasnama xwe, rûmeta xwe, ziman û çanda xwe jiyana penabertî dane ber xwe, wê çawa ketina nava jiyaneke wiha bipejirînin ango kî dikare pejirandina jiyaneke wiha, ji wana, bi çi mafî bixwaze?

Ji sala 1994an û vir ve kurdên ji welatê xwe koçber bûne tevî hemû astengî û zor û zahmetiyan ev 12 sal in zarokên xwe bi zimanê zikmakî perwerde dikin. Ji dibistana seretayî bigir heta lîseyê li Wargeha Mexmûr mamoste dersan bi zimanê kurdî didin. Niha ku li Tirkiyê perwerdeya bi zimanê zikmakî azad û fermî nebe wê ev mirov biçin Tirkiyê û careke din vegerin perwerdeya zimanê Tirkî! Ma ev yek rewa ye? Gelo di kîjan zagona mirovahiyê de zilmeke wiha li kîjan gelî rewa hatiye dîtin? Niha ku mirov zarokekî/e Amerîkî ji himbêza dayika wî/ê bigre  û bibe welatekî din bi zimanekî biyanî bide xwendin gelo wê rayedarên Amerîkî yan jî koordînatorê PKKê yê Amerîkî bipejirîne yan wê qiyametê rake? Tişta ku hûn li gelê xwe û li mirovên xwe rewa nabînin, divê hûn ti caran li gelekî din an li mirovên din jî rewa nebînin ku di nava wan gelan û wan mirovan de rûmeteke we hebe.

Bi vê sedemê di çarçoweya çareseriya pirsgirêka kurd de dema vegera welêt a penaberên kurd were rojevê pêwîst e kesên vgerê ji penaberên kurd daxwaz bikin û deynin pêşiya wana, daxwazên penaberên kurd jî bidin ber çav û herî kêm mafên wan ên ramyarî, çandî, nasnameyî û sedemên penabertiyê binasin û bi çareseriyeke bi rûmet hilgirin bin ewlekariyê. Ne ku penaber sibê biçin Tirkiyê û bi girtin û lêdanê re rû bi rû werin, nikaribin li gundê xwe du keviran deynin ser hev, li metrepolan li ser sergoyan li nan bigerin ku zikê xwe dagrin û dîsa derkevin pêşberî mamosteyan, bêjin; ‘Ne mutlu Turkum diyene!’ Ger bi vê yekê re rû bi rû wrin, li Wargeha Mexmûr li qûntara çiyayê Qereçoxa serî deynin ser kunên dûpişkan û jiyana xwe ji dest bidin, wê ji bo wana bi rûmetir û watedartir be.

Yeke din jî pirsgirêka vegera welêt a penaberên kurd, tenê bi valakirina Mexmûr çareser nabe. Bi sedan gundên kurdan hatin valakirin û bi hezaran mirov ji van gundan li metrepolên Tirkiyê, Kurdistanê û Ewropa belav bûne. Penaberên li Mexmûr tenê ji vana ji sedî yek in. Baş e, vegera van a gundan wê çawa pêk were?  Ger hûn dixwazin pirsgirêka penaberên kurd çareser bikin, berya valakirina Mexmûr pêwîst e çareseriyeke we ji bo van penaberên li hundir mane jî hebe. Na ku armanca we ne çareserkirina pirsgirêkê ye, armanca we xwe xelaskirina ji hebûna Wargeha Mexmûr e û bi vê yekê xwe bi Tirkiyê ve şêrînkirindayîn e, wê demê divê hûn encamên valakirina wargehê jî bidin ber çav. Gelekî ku ji her malbatê herî kêm yek – du şehîd dane vê dozê, bê çareseriyeke bi rûmet wê nexwazin ji Tirkiyê re werin diyarîkirin ango firotin. Ji bo vê herkes divê kumê xwe deyne ber xwe û ne li rêkên xapandinê li rêkên çareseriyên bi rûmet bigere.

13 10 2006

LI GUNDEKÎ KURDISTANÊ PÊŞWAZÎKIRINA PAYÎZÊ

Li xakên çiyayî Payîz herdem wekî destpêkirina biharê ye. Herçiqasî mirov dizane ku bi hatina Payîzê re wê dar pelên xwe biweşînin û xwe ji Zivistanê re amade bikin jî, xweza wiha nahizire.  Ew bi hatina Payîzê, amadekariyên pêşwazîkirina Biharê dike. Wê demê her Payîzek di hundirê xwe de Biharekê dide jiyandin wekî her mirinek dibe zayîna jiyaneke nû. Tê zanîn ku di xwezayê de tiştek tine nabe û vediguhere tişteke din. Dar dişewite dibe xwelî, xwelî tev li axê dibe û ji dar û kurmikan re dibe xwarin ku pê jiyaneke nû were afirandin.

Her dema ez têm gundên Kurdistanê ez careke din dil dikevim vî welatî. Gundên xwe sipartine qûntara çiyayekî bilind ku ji nava lat û zinarên wê kaniyên avên zelal û sar dipijiqin û li ber van avan her cureyên darên fêkî mil didin hev herdem bi şînatiya xwe ji min re wekî dîmeneke buhiştê tîne bîra mirov min hestedar dike. Nexwasim ku di gund de darên sipîndaran bilind dibin ew min dildarê xwe dikin û bi hestên evîndarî ez nêzî vê dîmenê dibim. 

Vê carê ber bi dawiya Havînê ve min dîsa berê xwe da gundekî Kurdistanê yê di qûntara çiyayê Qendîla Mezin de. (Hûn dizanin ku Qendîlek li herêma Botanê li Bakurê Kurdistanê û yek li herêma Soran li Başûrê Kurdistanê heye.)  Min ji avên wê yên sar ên ku tu nikarî qasî bêhnsitendinekê destê xwe di navê de bigirî vexwar heta ku hinava dilê min ji hênkahiyê lerizî. Min ji darên wê hinarên avxwîn lib bi lib di kefa destê xwe de kom kirin û li ser zimanê xwe şêrînahiya wê ya miz tamijand. Min di nava diriyên li ser kaniyan dirîreşk berhev kirin û li xuriniya sibehê tev li xwîna laşê xwe kirin… 

Ji ber ku ev gund xwediyê xwezayeke xweş û fêkiyên wê ji buhiştê ne dixwazim hestên jiyame bi we xwendevanên delal re parve bikim, ji ber ku Kurdistan ne tenê welatê me, bi rastî yê giştiya mirovahiyê ye. Erê dergûşa mirovahiyê ye û li gorî min pê re dayik û welatê mirovahiyê ye jî.

Pêximber Mûhamed dema di Quranê de pesnê Buhişt û Dojehê (Cenet û cehenem) vedide ez bawer im ku ji Kurdistanê îlham girtiye. Ji ber ku berya ez werim vî gundê Kurdistanê ez li ser xaka Ereban geriyam, ji Bexda heta Sûrî min çoleke mezin dît ku heta awirên we dibînin yek ta giya, yek şiv dar, yek dilop av bi ber awirên we nakeve. Li van deran bi navê jiyanê tu nikarî zindiyeke bi yek malik jî bibînî. Roj tevahiya tîrêjên xwe dirêjî nava serê te dike û mejiyê te dihilîne. Hemû ramana te ji cîhanê qut dibe û li ser rêyeke ku çawa bikaribî ji xwe re siyekê bibînî û heta roj biçe ava xwe li binê biavêjî erdê diweste. 

Dema em zarok bûn ku me sistahiyek an zexeliyek dikir, bavê min xwe bi me de aciz dikir û digot, ‘Çi ye wekî tiraleyên Bexdê we xw avêtiye bin siya darê?’

Bi rastî li hewşa me bîreke avê û li ser bîrê jî çardaxek û li ser çardaxê jî dêliyeke mêwê a pir xweş hebû. Ji ber ku dêliyê çardax tev digirt, nedihişt ku tîrêjên rojê xwe berdin jêrê. Germahiya Serêkaniyê tê zanîn, havînî ne kêmî 45 – 50 dereceyan e. Di wê germahiyê de me xwe li binê çardaxê li ser text dirêj dikir û pirtûk dixwend. Ji jêrê hênkahiya bîra avsar, li jorê astengkirina tîrêjên rojê ji aliyê dêliyê ve wiha dikir ku mirov bikaribe bi hêsanî pirtûka xwe bixwîne û qet nexwaze ji bin dêliyê derkeve. Ger ji bo haceteke xwe em pêwîst diman derkevin ber tavê wekî tu ji biharê derkevî ber havînê wiha ferq dikir û bi lez em dîsa vedigeriyan bin çardaxa dêlî li ser.

Dema bavê min qala ‘Tiraleyên Bexdê’ dikir herdem ji min re dibû mereq ku çima li Bexdayê Tirale hene û çima ev kes ji sibehê heta êvarî xwe li binê darên xurmeyan diavêjin erdê û li ber xwedê digerin ku bayek bilive û xurmeyek bikeve devê wana. Bi rastî di wan salên zaroktiya xwe de min ji xwe re digot, bavê min bêbextiyê li Bexdayiyan dike, ma wê çawa wiha bikin? Lê dema îsal ku ez çûm Bexdayê û li xaka Ereban geriyam him min ev rastî dît û him zêdetir dil ketim Kurdistanê û him jî pir bextewar bûm ku li ser xaka welatekî weke Kurdistanê hatime ser ruyê dinyê.

Darên xurmeyan qasî 10 – 15 metreyan bilind dibin. Wekî teyrê hêştirme ku her derê wê zelût e, tenê kêmek perî li paşya wê heye, darên xurmeyan jî ji erdê heta jorê zelût in û tenê li jorê pelçîmên wê wekî şemsiyekê vedibin û goşiyên xurmeyan jî di nava van pelçîman de cih digrin. Di kelkela havînî de xurme distewin û di wê kelkelê de ku tîrêjên rojê yên ji ezmên dadikevin ji erdê careke din bilind dibin û mejiyê mirov dihilînin û çavê mirov kore dikin û mirov nikare ne li derdora xwe binêre, ne jî bi cihekî ve bilive. Hesreta mirov ew e ku mirov li binê siyekê ji xwe re cihekî bibîne û heta roj diçe ava qet ji cihê xwe nelive. Ji bo vê yekê dema min ev rewş li wê derê dît û jiyam, ez têgîhiştim ku di demekê de ji ber çi li Bexda Tirale derketine holê û jiyaneke çawa meşandine. Û bi rastî niha jî mirovên li ser xaka Ereban ên li derdorên wiha germ û bejahî dijîn tevî derketina derfetên teknîkî, ji sibehê heta êvarî ne dûrî vê jiyanê dijîn. Heta mirov rewşa xaka çolî nebîne mirov qiymetê Kurdistanê jî zêde nizane.

Li gorî min pêximberê dawî Mûhamed AS piştî ku demeke dirêj li çolê jiyaye û bi zor û zahmetiya wê re rû bi rû maye di jiyana xwe ya bazirganî de rêka wî bi Kurdistanê ketiye û hatiye gundekî wekî gundê niha ez vê nivîsarê lê dinivîsînim. Mûhamed dema hatiye vî gundî bi dîmeneke çawa re rû bi rû maye ez bi destûra we ji we re vebêjim, lê destpêkê dîmena mirovekî ji çolê tê bînin ber çavên xwe…

Min gelek gundên ereban dîtin yên pez xwedî dikin û bazirganiyê dikin, bawer kin ne hewşên wan hene û ne jî li ber deriyên wana tayeke dar hatiye çandin. Ava ku vedixwin ji şîrê didoşin germtir e. Mejiyê wan bi roj ji dewixandina germê, bi şev ji hesreta xewê derfeta bikarhatinê nabîne. Jiyaneke wiha belkî bi hinekan xweş were, lê ji bo mirovekî çav li Kurdistanê ketibe, dikare bi lez dijberiya di nava her du xwezayan de bibîne û jiyana çolî wekî dojehê bi nav bike. Belê pêximber dema ji vê dojehê hat Kurdistanê pê re nêrîn û têgiha buhiştê peyda bû ku bi dîtina dîmeneke wiha gîhiştibû vê nêrîn û têgihê…

Çiyayekî bilind bînin ber çavê xwe ku hûn di geliyekî teng re derbasî nava wê dibin wekî mirov di nava milên ahtapotekê re derbasî ber sînga wê bibe. Li jorê zozanên kesk ku di nava deqên berfê de giyayên cûr bi cûr radixîne ber çavan û ji her giyayekî bêhneke cuda ya mirov serxweş dike difûre. Zozan bi lat û zinarên tûj ên heybeteke dîrokî û xwedayî dixin nava mirov dest didin daristanên têr dar û devî. Şînatiya deviyan li Kurdistanê ji hemû şînatiyan tarîtir e. Keskahiyeke wiha tarî ye ku mirov dikare di nava hemû keskahiyan de ji hev cuda bike. 

Dema awirên mirov li zozanan digerin mirov ji deqên tarî dikare warê rêzekaniyan binase, lê kaniyên mezin ji binê wan lat û zinarên tûj dipijiqin. Ez wiha dihizirim ku Mûhamed AS berya ji gelê xwe re bûyera hebûna buhişt û dojehê vebêje hatiye vî gundê niha ez vê nivîsarê lê dinivîsînim. Ger hûn bawer nakin ez ji we re xweşikbûna vî gundê Kurdistanê vebêjim û hûn biryara xwe bidin.

Payîz bi hemû xemla xwe ji bejahiyê ber bi cihên avî ve hildikşe. Serê pelçîmên darên li bejahiyê ji niha ve zer û sor bûne ku di nava keskahiya pelçîman de wekî ala Kurdistanê dar rengo rengo dibiriqînin. Li ezmanê zelal û şîn gilokên ewran wekî spîhatiya pemboyê Haranê dilivin. Li ser zinaran şerqîniya kewên bi evîndarî bang li hev dikin tev li awazên bilbilan dibin û bi bayê hênik re xwe berdidin ser serkaniyan.

Du serkaniyên mezin ji jora gund ji binya zinarên li destpêka daristanan dipijiqin û di du dolikên cuda re tên li destpêka malên gund destpê dikin, di geliyekî de digîhêjin hev. Şînatiya ji darên çinaran û gozan dest pê dike, ji serê kaniyan rêz dibe û ber bi gund ve tê. Bi destpêkirina malan re, erdê gund jî vedizile û baxçeyên fêkî û sewze rêz dibin. Gelî her bi xwarê ve dadikeve çiyayên li derdora xwe didahfîne û li pêşiya xwe xakeke berfireh diafirîne. Li ser vê xakê hûn dikarin çi bixwin û çi nexwin?

Ger dilê we bibije gozan dakevin ber çem û destê xwe dirêjî guliyekî darê bikin, bi hişkî biweşînin, lê divê hûn hay ji serê xwe hebin ku bi ser we de nebarin. Ji gozên bi weşandina katekî ketin bin darê hûn dikarin bêrîka xwe tije bikin û bibin bi dareke hejîrê çend pelên hejîrê jêbikin û deynin erdê li ber xwe raxînin ku hûn hejîrên reş û mezin ên pexoxî ji darê vekin û li ser pelan kom bikin. Pişt re rahêjin berekî û li ser berekî din gozên xwe bişkînin. Kakilên gozan bi hejîran re bixwin lê wekî Ereban nekin; hejîran ji çermê wana bikin ku hûn zû têr nexwin û ber dilê we zû negre. Ger hûn ji hejîran hez nakin dikarin destê xwe dirêjî dêliyekê bikin û dixwazin tiriyê reş, dixwazin yê spî, dixwazin yê lib dirêjik, dixwazin yê lib grover jêbikin û bi kakilên gozan re bixwin. Lê tirî jî zêde nexwin, ji ber ku hûnê ji wir rabin û biçin bin darên hinaran. Gelo dilê we dibije hinarên tirş, ên şêrîn an ên miz. Hûn dizanin, divê hûn dar bi dar tam bikin û biceribînin, ji ber ku tev di nava hev de hatine çandin. Ma ne pêximber AS ji bo hinarê ji gelê xwe re gotibû, ‘Ev fêkî ji buhiştê hatiye!’ Wê demê buhişt ev gundê Kurdistanê yê em bi hev re li binê darên hinaran digerin e.

Piştî me her sê cureyên hinaran tam kirin em dikarin dakevin nava kawarên hingiv. Di van rojan de gundî tev kawarên xwe vedikin ji ber ku baranan serî nîşan dan. Tu biçî nava kîjan erdî bi dehan kawarên hingiv rêzkirî ne. Hingivê zerî zêrînî ku di binê tîrêjên rojê de wekî keziyên keçên kurdan dibiriqînin ji ber xwe ve diherike hinava mirov. Li derdora kawaran zarokên kurdan rêz bûne; keçên por zer, çav hişîn, rû gewr… wekî horiyên buhiştê bi awirên dilgerm mirov silav dikin ku di nava lêvkeniya wan re bi biriqîna  diranên wan ên wekî libên birincê rêz bûne,  wekî terisîna tîrêjên rojê yên li ser spîhatiya berfa zoanan wiha rengê xwe berdide nava bibûka çavê mirov ku tu xwe bikujî jî nikarî awirên xwe jê veqetînî…

Mirov ji wê derê di nava bêhna şilahiya tama xwe daye ser rêkê re dakeve nava gund û di ber xaniyên du tebeq re bimeşe ser kaniyeke li kêleka çem a xwe di nava pelên sor ên ji darên çinarê weşiyane û çenga xwe tije ava spehî bike, li nava çavên xwe bixe ku hemû westandina ji rêka dûr kom bûye bi bêhnekê re bitemirîne û huzûriyeke mezin bide laşê mirov.

Belê, buhişta cîhanê sedî sed Kurdistan bi xwe ye. Keçên wê horiyên vê buhiştê, mirovên wê melayîketên wê, dar û ber û fêkiyên wê jî teamên wê ne. Her çiqasî neyar bixwazin vê buhiştê li me bikin dojeh jî, ev buhişt wekî dara beruyê ku her bihara piştî şewatê bi derdana çaviyên nû dibe deviyeke hîn xurtir, di her werza Payîzê de xwe nû dike û bi mirinê re jiyaneke nû diafirîne. Ger hûn ji ber çem xwe dûr bixin û bidin nava lat û zinaran hûnê bi hêsanî bibînin giyayên ku biharî wê serî ji binê berfê derxînin ji niha ve erd çirandine û bi tavê re hev himbêz kirine. Ger hûn li van deran çend rojeke din bimînin û bibin şahidê barandineke din, ji nava van lat û zinaran hûn dikarin qîvarkan jî berhev bikin. Ger dilê we biçe giyayê xwezayî hûn dikarin şîvekê ji sîrik, guhreşk, soryaz û tirşokê biqelînin. Êdî kêfa we dizane. Na ku dilê we biçe masiyan divê hûn xwe berdin jêra gelî ku ava ji gundê din tê ser gelî û cihê dibe borekî mezin, hûn dikarin tora xwe biavêjin wê derê û ji xwe re masiyan jî bigrin. Pişt re ji daristana li kêleka we darên hişk ên kizwan û berûyan berhev bikin û agirekî bilind ê wekî cejna Newrozê ku li navsera çiyan bilind dibe dadin. Piştî ku agirê we bû pel û bizot, masiyên we nava wan paqij kiriye biavêjin ser û li ber bêhna biraştina wê ji ser hişê xwe biçin… 

Awirên xwe dirêjî nava pel û bizotên ji agir mane bikin. Di nava wan pelan de, bi hatina her bayê ji jozanan hûnê reqsa pêtên agir ên wekî zimanê maran bibînin.  Bi reqsa wan pêtên agir re hûnê careke din koçî cîhana xewn û xeyalan a evîndariya buhiştê bibin. Dengê şalûl û bilbilan wekî lorîkên Zînê, Xecê û tilîliyên Berîtan û Zîlanan wê tije mejiyê we bibin û dema hûn çavên xwe ji hev vekin kes nikare baweriya we xera bike ku hûn di buhiştê de jiyan dikin…

13 10 2006

ÇARESERÎ DIVÊ ÇARESERIYÊ BÎNE

Bi agirbesta ji aliyê KKKê ve hat îlankirin û vir ve, li Tirkiyê û li gelek derdoran li ser çareserkirina pirsgirêka kurd gengeşe û nîqaş tên kirin. Bêguman ev gengeşe ji bo rê li pêşiya bikaranîna ramanê veke gelekî grîng û baş in. Lêbelê di van gengeşeyan de çareseriya tê pêşîdîtin ne ku rê li pêşiya pêvajoyê bigre û bixitimîne, berûvajî vê divê rê li ber çareserkirina pirsgirêka kurd veke. Ger bi gengeşeyan astengî were çêkirin, pêvajo wê bixitime û ev yek fêdeyê nade ti kesî. Rê çawa li ber pêvajoya çareseriyê tê girtin?

Aliyê Tirk derveyî serokwezîr û serokê partiya DYP û çend nivîskarên hişmend hîn jî di siyaseta xwe ya înkar û tinekariyê de bi israr xwe dide diyarkirin. Dibêjin ku ‘Rawestandina agir a KKKê ne bes e, divê PKK dev ji çekan berde û were xwe teslîmî dadmendiya Tirkiyê bike.’ Aliyê artêşê jî dibêje, ‘Heta yek kes jî çek di dest de hebe, emê têkoşîna xwe bidomînin’.

Niha tê zanîn ku ji sala 1979ê û vir ve di navbera PKK û komara Tirkiyê de bikaranîna çekan heye. Her çiqasî têkoşîna çekdarî di sala 1984an û vir ve destpê kiribe jî, PKK ji sala 1979an û vir ve li hemberî dewletê çek bikar tîne û dewlet jî bi tilama rawestandin an tinekirina van çekan hêza xwe ya çekdarî bikar tîne.  Yanî kêm zêde nêzî sîh salan e di navbera hêza Kurd û ya Tirk de şerek heye. Di vî şerî de rayedarên komarê herdem gotine ku yên li hemberî wana têdikoşin sê-çar eşqiya ne û di demeke kin de wê werin tinekirin. Lê ev sîh sal in, ji her du aliyan ne kêmî 50 hezar mirovî hatin kuştin, bi trilyon dolaran zirara madî hat holê, bi hezaran malbat pêwîstî koçberbûnê bûn, bi sedan gund hatin wêrankirin, di hest û ramana civakê de tahrîbatên zû bi zû nayên tamîrkirin pêk hatin… hîn rayedarên komarê dev ji vê gotina xwe bernedane. Ger we tevahiya hêza xwe bikar neanîbaya û bi sedan caran xwe neceribandibaya mirov dikarîbû bi vê gotina we bawer bikraya yan jî jê tirsiyaba. Lê ev sîh sal in we desteka tevahiya cîhanê girt pişt xwe, hemû derfetên dewletbûnê bikar anî, bikaranîna teknîka herî modern we xist bin xizmeta artêşa xwe ya di NATOyê de herî xurt bes we ti encama tinekirina gerîlayên kurd bi dest nexist. Baş e niha hûn bi çi ya xwe bawer in ku dibêjin, ‘Heta yek kes çek di dest de hebe emê têbikoşin’? Pişt re jî hûn li ber Amerîka, li ber Ewropa û li ber hêzên Başûrê Kurdistanê yên hûn naecibînin digerin ku pirsgirêka kurd, pirsgirêka PKK were çareserkirin. Ji xwe tişta hûn ji çareseriyê têdigîhêjin, ‘înkarî û tinekirin’ e. Ji bo vê jî hûn ti caran di ti karê xwe de biser nakevin û dilê we herdem reş û xerab e. 

Niha ‘çareserî’ li ser bingehê înkarê û tinekirinê nabe. Ger çêbûba ev sîh sal in wê pêk hatibaya. Dîsa berya wê we 28 îsyanên kurdan temirandin. We gora Kurdistanê li qûntara çiyayê Agirî kola û we got ‘Me Kurdistan li vê derê binerd kiriye û ser beton kiriye ku careke din qet serî nede der’.  Dawî çi bû? Wekî dar û deviyên hûn her sal li navsera çiyayên Kurdistanê dişewitînin û bi her hatina biharê re çaviyên nû û xurt didin der, doza azadiya gelê kurd jî di her biharê de dîsa serî hilda û ti caran di binê betonê de nema.

Bi kurdî gotinek heye, dibêje ‘Ker heşa bi keritiya xwe ku di neqebekê de carekê bikeve, cara din berê xwe nade wê neqebe, rêka xwe diguherîne û li rêyeke din digere.’

Lê rayedarên Tirkiyê ev 29 car in xwe li eynî neqebê didin, her carê lê diçerixin, radibin ser xwe û dîsa berê xwe didin vê neqebê. Yanî komarek ku 29 caran ji xwe re aqil negre mirov dikare çi navî lê bike êdî hûn bifikirin.

Ji bo vê bi kurtebir mirov dikare bêje êdî dev ji vê neqebê berdin û berê xwe bidin neqebeke din. Ew jî neqeba çareseriyeke ku bi rastî çareseriyê bîne ye. Çareseriyeke ku tê de ser betonkirin tinebe. Çareseriyeke ku înkarî û tinekarî tinebe. Çereseriyeke ku nebêje ‘heta yek kes li hemberî min hebe ezê bipelixînim’. Ger tu derveyî pelixandinê rêkê vekirî nehêle, wê hinek jî ji bo pelixandina te hewl bidin ango herî kêm ji bo ku neyên pelixandin wê li ber xwe bidin. Dîsa çereserî divê  bi rûmeta mirov neleyize. Tu dibêjî ‘Bila werin teslîm bibin.’ Du komên aştiyê hatin teslîm bûn. Te çi kir? Te ew bi salan di binê zindanê de rizandin. Baş e, kesekî/e ji bo azadiyê derketibe serê çiyan û çek hilgirtibe dest xwe, mirin û mayîn dabe ber çavên xwe, çawa wê were xwe teslîmî te bike ku tu wî/ê bi deh salan di zindanê de birizînî? Yanî me got ya heşa kerek jî du caran di neqeba lê ketiye re derbas nabe. Wê çawa mirov werin cara duwem û sêyem xwe bixin nava destê te ku tu wana biavêjî zindanê.

Tu dibêjî,   ‘Bila xwe teslîmî dadmendiya Tirkiyê bikin. Em tev dizanin ku li gorî dadmendiya Tirkiyê sizaya Kurdbûnê kuştin û xistina bin betonê ye. Yanî tu dibêjî, ‘Werin ez we biavêjim zindanê, we bikujim û bi ser halan de li ber min bigerin û şukur ji min re bikin’. Çima? Ma tu serê biskê yî ku tu çawa bixwazî her tişt li gorî dilê te be? Ji Amerîka re dibêjî, ‘Ka ji bo min li PKKê bixe, wana bikuje.’ Ji Rayedarên Başûrî re dibêjî, ‘Ka hemnijadiyên xwe ji axa wana derxe û teslîmî min bike’. Ji Ewropa re dibêjî, ‘Ka PKKê ji Ewropa der bike’. Ji Kurdan bi xwe re tu dibêji, ‘Ka xwe înkar bikin, bêjin ez ne kurd im, ez tirk im.’ Ma tu  ‘Bulunmaz hînd qûmaşî’ yî ku dinya tev her tiştî li gorî te û kêfa te pêk bîne?

Yanî hinekî êdî aqilê xwe bi rastî bîne serê xwe. Vê carê jî ku tu berê xwe neguherînî û xwe li eynî neqebê bidî bawerke tê xerab bikevî. Ne Amerîqa Amerîqaya berê ye, ne Ewropa Ewopaya berê ye, ne rayedarên Başûrî yên berê ne û ne jî Kurd kurdên berê ne. Tev hatine guhertin.  Derfet û merc êdî rêka jiyanê li ber kurdan jî vedikin.

Ji bo vê ev derfeta ku aliyê kurd bi dilnizmiya xwe li ber te vekiriye û destê biratiyê dirêjî te kiriye, tu jî bi dilnizmiyeke ji dil bigre û pê xwe ji erdê rake. Bi domandina operasyonan, bi domandina siyaseta înkarî û tinekariyê serkeftina te nîne, lê bi girtina destê kurdan tu dikarî biserkevî.

Memet Agar li hemberî aliyê Kurd bi salan şerekî pirr qirêj û bê hempa meşand. Komara Tirkiyê tevî pesnê wî vedan û îroj jî pê ve girêdayî ne. Lê di vî şerê xwe de Memet Agar gîhişt wê qinyatê ku bi domandina şerê taybet ê qirêj çareserî nayê Tirkiyê û îroj bi vê sedemê banga lihevdûhatina civakî ya di navbera kurd û tirkan de dike. Ger Memet Agar vê yekê dibêje, ji tecrubeyên xwe dibêje û madem ji bo ji aliyê Tirk re wekî efsaneyeke dij têkoşîna kurdan tê birûmetkirin, wê demê pêwîst e aliyê Tirk guh bide banga vê efsaneya xwe. Ji ber ku banga Memet Agar rastiyekê tîne ser ziman. Bi înkarkirin û qirkirinê hûn nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Çareserî di lihevdûhatin û hevpejirandinê de ye. Fermo berê xwe ji neqeba bîst û neh caran e hûn lê çerixîne bizîvirînin û destê kurdan ê dirêjî we bûye bigrin û rabin ser xwe ku di cîhanê de êdî hûn jî bikaribin bibin xwediyê rûmeteke hemdem û mirovtî. 

13 10 2006

KEVNEŞOPIYÊN KURDÎ BILA NEMRIN

Di kurdî ango kurdinî de hinek tişt hene ku bi derketina televizyon, înternet û tiştên wiha hêdî bi hêdî ji holê radibin. Zarok dema êvarî dikevin nava nivînan êdî bang dayika xwe nakin, nabêjin ‘Yadê ka ji min re çîrokekê bêje!’ yan jî dayik dema zarokên xwe dixe xew, nabêje, ‘Kurê min, keça min ez ji we re çîrokekê vebêjim!’ Ji ber ku zarok ji ber televizyonê radibin û tên nava nivînan. Carcaran dema radibin hîn dayika wan li ber ‘dîzî’ yê rondikan dibarîne û hayê wê jê çênabe ku zarok ketine xew jî.

Ji bo bîranînên rojên kevin ên kurdîniya bi tam û xweş ji holê ranebin ezê qala zaroktiya dema me bikim. Bawer im ku gelek kes bi hesreta wan rojan in, ji ber ku ji wan rojan bêhna xwezaya Kurdistanê ya bi beton û teknîkê nehatiye dorpêçkirin tê. Ji ber ku di rojên zaroktiyê de hestên pak û durust ên ku mirov wekî canê xwe bi hev re dibe yek hene. Ka werin em bi hev re di vê nivîsarê de biçin maleke Kurdistanê û hinekî bîra xwe vekolin bê me çi jiyan dikir…

Xaniyê me ji kerpîçan bû, hewşeke me ya bi dar û ber hebû. Dêlî, hinar û gul hatibûn çandin. Me ava xwe ji bîrê dikişand. Bîr bi dest hatibû kolandin û 14 metreyan kûr bû. Dema me dewl berdida binî ku li avê diket dengeke têr dihat û em lêvkenî dibûn, me dewl dikişand. Kelkela germa havînê jî aveke zelal û cemidî jê derdiket- wiha şêrîn bû ku me jê têr venedixwar.

Em zarok bûn bê guman; em diçûn dibistanê û dema ji dibistanê dihatin me li dersên xwe dinêrî, li ser dixebitîn; lê elektrîk hîn nehatibû bajêr û me li ber lempeya gazê dersên xwe çêdikirin. Ji bo wê lempeya gazê di malê de xwediyê cihekî grîng bû. Di malê de ya her êvar bi baldarî û hassasiyet cama wê dihat paqijkirin û fîtîla wê û gaza wê di ber çav re dihat derbaskirin ew bû. Ger kêmekî gemarî ba bandûr li ser şevê tevî dikir, ji bo wê her êvar dihat pakkirin. Ji xwe şûşeyên gazê jî bi benik ve bi dîwêr ve hatibûn darvekirin û ew jî xwediyê grîngiyekê bûn. Her şûşe têra çend lempeyan dike, her lempe ya tije çend rojan li ber xwe dide me dizanîbû û li gorî wê bikar dianî.

Wekî din papora me ya gazê hebû, ku li ser xwarin dihat kelandin. Tupgaz hîn derneketibû, paporên merqeya ‘Yuksel’ hebûn. Ji hesinê zer hatibûn çêkirin. Dema mirov pompe dikir gaz dipijiqî jorê, mirov agir berdida wê gaza derketî û di bêhnekê de ew dibû pêt, geş û xurt dibû. Derziya wê jî hebû ku dema gaz ne paqij be û kuna wê were xitimandin ji bo agir netefe me derzî li kuna gaz jê tê der dida û bi vî awahî ew rehet dikir.

Leyistoka me ya herî grîng erebeya me ji têlan çêkiribû û bêguman xar bûn. Hinekan teqsî, hinekan bisiqlêt, hinekên zîrektir jî qemyon û TIR ji têlan çêdikirin. Dîreksiyona wan dirêj bû heta digîhişt destê me û dema em diçûn sûkê me car caran bi xwe re dibir û qasî lîmozîneke niha bi mirov re hebe ewqasî me pê xwe bi qapan dikir. Ger tekerê wê xurt û têlên wê qewîn bana me fêkiyê ji sûkê kiriye dixist sindoqa wê û wiha bi serbilindahî û rûkeniyeke ji xwe razî diajot ku wekî qemyoneke me ya bi rastî heye.

Li hewşê dem bi dem em bi xaran dileyistin, ku xarên camînî hebûn û yên me ji keviran çêdikir hebûn. Ên camînî erzan bûn û me ji sûkê dikirîn, lê yên ji kevirê mermer pêwîst bû em bi destê xwe çêbikin. Ji bo vê em diçûn ser rêka şivên trênê. Di nava şivên trênê de kevirên girs (çaqil) hatibûn valakirin. Ev çaqil pirahî kevirên ji qasî gozekê heta qasî petatekê girs bûn û sert bûn. Di nava vana de, gelek kevirên mermer hebûn; lê ne her mermer, ê bi kêrî giroverkirinê were me bi tecrube û aqilê xwe yê zarokî ji navê dineqand û sominên ku hesinên şiva trênê pê girê didin du heb ji wana pêwîst bûn ku em di nava wana de bi gerandinê bikaribin grover bikin. Em yek bi yek li wan sominên bi ciwateyan ve girêdayî dilebikîn ku yeke kêmekî sist bibînin û bi hesin û keviran bixebitin jê vekin. Dema me jê vedikir, nîvê dinyê dibû yê me. Ew di destê me de dibû wekî alav/halet a yekemîn wekî çawa mirovê yekem çape an tîr hilgirt destê xwe û di jiyana wî de guhertineke mezin çêbû, me jî bi wê serkeftinê dixist destê xwe ew somin. Dema dibû cotek êdî wekî sermayeyekê di destê me de bû; zarokên nikarîbûn ji xwe re ev yek peyde bikrana li ber te digeriyan ku tu rojek du rojan vê alava xwe bidî wana. Me rûn di wî kevirê mermer ê me hilbijartiye de dida û bi saetan û bi rojan di nava wan her du hesinên grover û kunbûyî de dizîvirand ku ew jî şayik û grover bibe. Her ku kevir biçûktir dibû hesin nêzî hev dibûn û şekl û şemala xarê derdiket holê. Bi vî awahî em dibûn xwediyê xara ji kevir. Em derdiketin kolanan û bi hev-temeniyên xwe re me bi xar û pere dileyist. Me pere bi navber diçikand û bi xarê lê dida. Çiqasî nîşana te xurt ba ya tu ewqasî bi ser diketî. Ha, xareke kevirî jî gelek xarên camînî dikir…

Êvaran hesreta me, derketina tava heyvê bû. Dema taveheyv tam diyar dibû em tev li kolanan digîhiştin hev û me bi veşartokê dileyist. Ezman ewqasî sipehî, tav ewqasî biriqandî bû ku heta derengiya şevê em ji leyistikê têr nedibûn. Di nava xwêhdanê de em diçûn nava livînên li ser textan hatine raxistin…li ser doşekên ji hirî yan ji pembo hatine dagirtin me xwe dirêj dikir û me li ezmên dinêrî bê ka kîjan stêrk wê biherike û dema yek diherikî hest û xeyalên me jî pê re diherikîn… 

Zivistanî me sobeyên daran dadidan û tişta herî xweş xwarina zebeşan bû. Ji payizê ve me tije erebeyek zebeş dikirî û di nava kayê de li cihekî hênik dihişt. Dema dibû zivistan me şevê yek dianî û li ber sobeya sorbûyî ew zebeşê cemidî dixwar. Di wan şevên dirêj de êdî em li ber dayika xwe digeriyan ku ji me re çîrokekê vebêje…

Guhdarkirina çîrokan wiha ne hêsan bû yan jî gotina wan… Dayika me bi me re şert datanî û digot, ‘Ger hûn îşev sed lib kenêr kun bikin, ezê ji we re bêjim, yan na nikarim vebêjim!’ Êdî wê êvarê me xwe dikir agir û bizot ku em sed lib kenêr kun bikin. Ji xwe meseleya kenêran jî kevneşopiyeke gundiyên kurdan e ku divê ez ji we re ta bi derziyê vekim…

Kenêr dareke bêhnxweş e ku fêkiyê wê wekî qeresî an belalûkan e. Goştê ser dendika wê kêm e û zû hişk dibe û dikare ji ser were rakirin. Lê dendika wê qasî libeke nîska girs û kêmekî jê mezintir e. Her sal kîsek tije dendikên kenêrê ji gund rêdikirin ji dayika min re. Dayika min carê tasek ji van kenêran –ku tasek ji sedan libên kenêrê pêk dihat- di nava avê de dikeland heta ku dendik dinermijîn. Piştî ku dendikan av dikişand nava xwe û têr diwerimîn ji nava avê derdixist û li ser me belav dikir ku em kun bikin. Aliyê wê yê herî zahmet jî ev kunkirin bû. Ji bo vê paçek ku mirov dendikê deyne ser hebû. Qeteke qûmaşê çar pênc caran li hev dihat pêçan û qasî kefa destekî bibe bi hev ve dihat dirûtin. Me libên kenêrê ango dendika wê yek bi yek datanî ser vî paçî û kun dikir. Ji bo knkirinê dirêjik bikar dianî. Dirêjik şûjin an bizmarekî serê wî tşjkirî bû ku di hundirê darekî de hatibû çikandin. 

Me lib datanî ser paç û bi serê dirêjikê kunek li aliyekî dikir, lib dizîvirand kunek li aliyê din vedikir. Bi vî awahî li ser libê rê vedibû ku mirov bikaribe bi derziyê darveke.  Ji bo vê jî dema mirov bi dirêjikê kun dike divîbû kun ne zêde teng, ne zêde fireh ba ya û li rastî hev bana ku lib jî xwaro maro nehatibana darvekirin. Piştî kunkirina bi sedan libên kenêrê êdî dor dihat darvekirinê. Lê yê me bêhtir kunkirin yanî karê zahmet para me diket ku dayika me ji me re çîrokê vebêje.

Dema kunkirina libên kenêrê xelas dibû êdî em li ber dayika xwe digeriyan ku soza xwe pêk bîne. Wê demê ji aliyekî ve kenêr bi ta vedikir û dikir benî ji aliyekî ve jî çîroka ‘Zebeşo’ ji me redigot. Lê heyf mixabin hîn çîrok bi dawî nebûye em di xewê re derbas dibûn û ew çîrok bi rojan û bi mehan wiha didomiya. Nizanim bi dawî bû yan nebû, lê ku derfet çêbibe ew çîroka xweş ezê ji bo xwendevanên Amîda Kurd di demeke kin de binivîsînim; him ji bo nirxeke mîratê vegotina devkî ya wêjeya kurdî winda nebe û him ji bo mirov biçe ser tama rojên kevin yên zaroktiyê…

Di çîroka Zebeşo de keça paşe û kurê gavanekî dil dikevin hev lê keça paşe ji ber ku bi zimanê xwe nikare û veşarteka  dildarê xwe venaşêre û mukir tê, kurik dibe teyrek û difire.keça paşê ji bo bi pey bikeve ji xwe re heft çaroxên hesin çêdike û dixe lingê xwe ku her salekê cotek dirize. Heft gopalên hesin jî dixwe destê xwe ku ew jî yer yek salekê xwe digre. Dawiya heft salan bi rêka şivanekî şopa çûkê xwe dibîne…di van heft salan de jî li bajarê keça paşê ava diherike û şîrê didoşin her xwîn e…

Bi kinahî kevneşopiyên kurdinî çi leyistok bin, çi jiyan be, çi çîrokên ji wêjeya kurdî bin bi rastî xwediyê cihekî taybet ên mîrata kurdinî ne. Divê bi betonbûn û teknîkîbûna cîhanê re hest, raman û hezkirinên me jî wekî beton û teknîkê nebin. Mirov qasî aliyê xwe yê teknîkî û madî zindiyekî/e wiha ye ku ji hestan hatiye hûnandin. Dem bi dem teknîk û betonarmehî hestên mirovan jî bi xwe re wiha dike ku wekî keviran hişk û wekî teknîkê hat û çû lê dike. Hûn hûn bin xwe ji vê yekê dûr bixin. Bidestxistina hesteke mirovtî ne hêsan e…

Di hestên mirovtî de hestên zaroktiyê gelekî grîng û watedar in û gelekî jî ji dil in; temîz, pak û durust in. Mirovê mirov divê bi mezinbûna xwe re dev ji van hestên xwe bernede û ger were sed saliya xwe jî hestên wî/wê wekî yên dema zaroktiyê pak, temîz û durust bin.

Dema mirov bi hesteke zaroktiya xwe hez bike û ji hevaleke xwe re bêje ‘can’ ew dibe parçeyek ji canê mirov ku wekî goşt û hestî ji hev nayê veqetandin û dema yek ji yekî veqete her du jî pê diêşin..

Ji bo wê kevneşopiyên kurdinî grîng in û mirov li kîjan seriyê cîhanê dijî bila bijî divê xwe ji van kevneşopiyan dûr negre û bê par nehêle…

Li gel silav û rêzên germ ên bi hestên zaroktî…

20 10 2006

PIRSGIRÊKA DERKETINA AMERÎKA JI IRAQÊ

Di van rojên dawî de him di çapemeniyê de, him di qada diplomatik û hwd. de gelek gengeşe û giftûgo di derbarê şerê li Iraqê tê meşandin û rêkên çareseriya wê tê kirin û girêdayî vê yekê hebûna Amerîka ya li Iraqê wekî hebûna wê ya li Vîetnamê tê şibandin. Gelek derdor jî dibêjin ku Amerîka li Iraqê têk dice, ji bo vê rojek berya rojekê bila ji Iraqê bireve, derkeve. Hinek siyasetmedar jî dibêjin bila leşkerên xwe vekişîne Bakurê Iraqê û li wê derê bi cih bibe…Dîsa li ser sê parçekirina Iraqê ya wekî federasyonê jî gengeşe didomin.

Her çi dibe bila bibe rastiyek li Iraqê heye ku Iraq ber bi şerekî navxweyî ya olî û etnîkî ve diçe û sedema pêkhatina vê ya herî grîng jî dewletên cînar û yên derdorê ne.   Tirkî ji aliyekî ve bi rêka Turkmenan, Îran bi rêka Şîa û rêxistinên olî, Suriye dîsa bi rêka hêzên îslamî û wekî din jî ji Suûdî, Misir û Urdunê bigir heta Îsraîl, Rûsya û  Çînê her dewlet hesaban li ser Iraqê û li ser Rojhilata Navîn dike. Dema mirov dakeve sûka Iraqê û li dikanan li markayên tiştên tên firotin dinêre û li navên şîrketên li Iraqê kar dikin rast tê mirov bi hêsanî dikare vê yekê bibîne. 

Ji aliyekî ve teknîkeke bê hempa bi taybetî di warê komputer, internet û telefonên mobîl de diherike Iraqê, ji aliyekî ve qirkirinên di wahşiyeta dema Qirnê Navîn de tên dîtin. Iraq wekî di navbera du çandan de dinale wiha ji aliyekî ve êş û janeke dijwar dijî û ji aliyekî ve guhertin û veguhertineke hemdemî jiyan dike.

Li mile din rastiyeke din a Iraqê heye ku ew li pêşiya her tiştî dibe kelem. Iraq bi salan di bin desthilatdariya dîktatoriya rejîma Baas de ma û vê rejîmê bi girseyeke kêm a sunniyan girseyên herî mezin ên netewa Iraqê wekî şîa û kurdan di bin desthilatdariyeke dîktatoryal de bê nefes hiştibû. Niha bi hilweşandina vê rejîmê ev girseyên pirhijmar dixwazin azadiya xwe bi dest bixin û tama şiyandariyê (îktîdarê) bikin. Yên ji desthilatdariya Baas mane dîsa li rojên xwe yên berê yên wekî dewra laleyê ya Osmaniyan digerin û bi vê sedemê bi alîkariya dewletên derdorê dixwazin dîsa sazûmaneke wekî ya dema Sadam pêk bînin û ger ev ji dest wana neyê jî her tevliheviyê dikin ku li  Iraqê aramî çênebe û gel li sazûmana Baas poşman bibe. Gotinek heye dibêje ku, ‘Tu ji min re nebî yar, ez te ji kesekî din re jî nakim yar!’ Baasî niha bi vê polîtîkayê tevdigerin û ji ber vê jî aramî li Iraqê narûnê. Rejîma Baas a Suriyê jî mixabin vê yekê destek dike ku hevalbendê xwe yê winda kiriye dîsa bidest bixe.

Li hemberî vê Îran dixwaze bi rêka hemoliyên xwe bandûra xwe li ser Iraqê ava bike ku tişta bi şerê heşt salan bi dest nexist bikaribe bi vê rêkê bi dest bixe. 

Tirkiyê her wiha jib o li Iraqê dewleteke kurdî ava nebe bi taybetî li Kerkukê aloziyan bi rêka endamên JÎTEMa xwe derdixe û wekî din jî bi gefxwarinan nahêle ku kurd sere xwe rakin û hevalbendiyekê di navbera xwe de ava bikin. Ji xwe bi sedan şîrketên Tirk û bi sedan çeşîd malên Tirk wekî Iraqê dagir bike di bazarê de cih girtiye. Ger rojekê ev were qutkirin hale Iraqê bi rastî jî wê xerab bikeve.

Li aliyê din derfetên madî yên ketine destê hukûmeta herêma Kurdistanê ne di ware avakirin û xurtkirina pêşesazî û çandiniyê de, di ware avakirina rêk, gund û bajaran de tê bikaranîn ku dîsa li ser xwarina amade xwejiyandinekê ev yek bi xwe re tine. Yanî bi her tiştê xwe bi derv eve girêdayî jiyan dike. Ji bow ê ger hatina ji derve rojekê were qutkirin wê pûçbûneke mezin di her warî de were jiyandin. Pêwîstî bi awayekî lezgîn xwe rizgarkirina ji vê rewşê heye.

Niha ku mirov were ser hebûna Amerîka ya li Iraqê, div ê xalê de pêwîst e mirov kumê xwe deyne ber xwe û baş biponije, wiha nirxandinê bike; ne bi hestedariyeke netewperestiya kevnare, ne bi ramandina bîrdoziyeke hişk, ne jî bi bîr û baweriya olî mirov nefikire û nenirxîne. Ji ber ku ramandin û nirxandinên bi vî rengî nikarin pirsgirêka li Iraqê tê jiyandin çareser bikin. Jib o vê destpêkê dive em van rastiyan deynin hole:

Rejîma Baas rejîmeke dîktatoryal û xwînxwar bû ku bi hêza xwe ya leşkerî û îstîxbaratî li ser sere gelên Iraqê bibû belayeke domdar. Û yeke din jî gel, herî kêm di van deh salên li pêşiya me de, ne di wê hêzê û rêxistiniyê de bû ku bikaribe vê rejîmê hilweşîne û li cihê wê rejîmeke gelêrî ava bike. Ji bo vê pêwîstî bi alîkariya hêzeke derve hebû ku vê sazûmana derveyî demê hilweşîne. Dewletên derdorê, yên cînar ji sedema ew bi xwe jî desthilatdar û dîktatoryal bûn alîkarî nedidan gelê Iraqê ku bikaribin rejîma Baas têk bibin. Di rewşeke wiha de hêza herî xurt a cîhanê berjewendiyên xwe ya di Rojhilata Navîn de da ber çav û mudaxaleyê Iraqê kir. Sazûmana Baas têk bir, ji kurdan re derfeta azadbûnê vekir ji ber ku xwe sipartibû wana û niha bi hêzên îslamî re jî di nava şer de ye. Ji bo vê wekî di dîrokê de jî mînakên wê hene, destdirêjiyeke bêmaf jî dikare bi xwe re pêşketineke hemdem bîne. Yanî mudaxaleya Iraqê ya ji aliyê Amerîka ve çiqasî destdirêjiyeke bê maf be jî, ji sedema têkbirina rejîmeke xwînxwar di cih de ye û pêşketin bi xwe re anî ye.

Lê dema mirov vê mudaxaleyê wiha mafê wê teslîmî wê dike pêwîst e êdî mirov were ser kêmasî û şaşitiyên hêza vê mudaxaleyê û div ê xalê de tişta pêwîst deyne hole.

Amerîka di bingehê projeya Rojhilata Navîn a Mezin de daxwaza xwe ya anîna demokrasiyê ji herêmê re û ji Iraqê re bilêv dike. Bi rastî bi vê mudaxaleyê rêk li ber hêzên demokratîk hatiye vekirin ku bikaribin derkevin hole û xwe birêxistin bikin. Lê vekirina rêkê nayê wateya avakirina demokrasiyê. Berya her tiştî demokrasiya ku Amerîka jib o Iraqê û jib o Rpjhilata Navîn dide pêş, demokrasiyeke çawa ye div ê xalê de Amerîka bi xwe jî bê bername û raman e.  Ger bi demokrasiyeke an têgeheke demokratîk a wekî li Amerîka dixwaze li Iraqê demokrasiyê bi cih bike, ev yek ne mumkun e û ne jî li gorî taybetmendiya nirxên Rojhilata Navîn e. Demokrasiya li Iraqê were sazkirin pêwîst e Ev jî bi avakirina komareke demokratîk a ku hemû ol, çand, kêmenetew û gelan di nava hev de, bi awayekî li hemberî hemû mafên wana wekhev rêzdar dikare pêk were. Ger serdestiya hêzekê di ser a hêzeke dinre were girtin, li Iraqê ne mumkun e ku demokrasî rune û ne mumkun e alozî raweste.

Jib o vê destpêkê dive sazûmaneke ku mafê van cudahiyan binase were sazkirin. Demokrasî sazûmaneke diyaxkirina li hemberî mafên hev e. demokrasî ne sazûmaneke bêje ‘Ji min re her tişt, ji te re înkar û mirin!’ dema wiha were gotin ew hêz jî jib o bikaribin xwe îfade bikin û nemrin wê rahêjin çek û têbikoşin.

Dîsa dive neyê jibîrkirin ku çi li Iraqê, çi li Rojhilata Navîn Her hêz an rêxistina derkeve dikare li derdora xwe çend kesan bicivîne û wana di rêka armancekê de şerkirin bide. Sedemên vê yên dîrokî, civakî û aborî yên gelekî xurt hene. Ger ew hêz an rêxistin xwe bi xwe xwe belav neke hêzên din zû bi zû nikarin wê têk bibin. Dibe ku bikaribin darbeyê lê bixin, dibe ku bikaribin lawaz bixin lê birastî nikarin bi tevahî têk bibin. Jib o vê Amerîka bi şerkirina li hemberî hêzên îslamî yan Baasî yan wekî din ti caran di ware leşkerî de nikare serkeftinê bi dest bixe. Sed caran dewletê ava bike jî wê hêzên bikaribin li hemberî wê mirovan bi rêxistin bikin û şerkirin bidin hebin. Ji bo vê pêwîstî bi lêgerîna rêkên çareseriyê heye ku ev jî bi lihevhatineke civakî dikare pêk were. Lê wiha diyare ku civaka Iraqê him ji sedemên hundirîn, him jî ji sedemên rewşa cînarên xwe niha jib o lihevdûhatineke civakî ne amade ye ango ji bo bikaribe bigîhêje rewşa lihevhatineke civakî destpêkê pêdivî bi cudabûneke civakî heye.

Di roja me de jib o kêmkirina şer û aloziyên li Iraqê avakirina federasyoneke pir alî wê wekî derman were û xwîna tê rijandin wê kêmtir bike û nefesekê jî bide hêzên dagirker ku bikaribin bi awayeke tenduristî ramana xwe tevbigerînin. Federasyonbûneke pir alî wê rê bide hêzên ku heta niha derfeta xweîfadekirinê nedîtine xwe bînin ser ziman û dema sînorê herkesî diyar bû wê ji şerê li hemberî hev zêdetir bi parastina sînorên xwe dakevin. Lê jib o pêkhatin û rûniştina sazûmana federasyona pir alî pêdivî bi rawestandina destdirêjiyên dewletên cînar wekî Îran, Tirkiye û Sûriyê heye. Ji bo vê Amerîka ger dixwaze bi ruyekî spî û serkeftî ji herêmê vegere ser xaka xwe pêwîst e guhertineke demokratîk çi bi xweşkarî çi bi dare zorê di van her sê sazûmanan de û bi lezgînî jî di sazûmana Tirkiye û Îranê de çêbike. Ger sazûmanên van her du dewletan werin guhertin Suriye nikare li ber xwe bide û wê zû teslîmî demokrasiyê bibe. Amerîka ger rê li pêşiya destdirêjiyên van dewletan bigre, di van dewletan de birastî bikaribe guherîn û veguherîneke demokratîk qasî ku ji mafên cînarên xwe re rêzdar bin pêk bîne û di Iraqê de jî bi tevahiya hêzan re rûniştinekê û pêk re hevpeymaneke civakî ya li ser sazkirina federasyoneke pir alî destxetkirin bide, di vê pêngava dîrokê de wê mudaxaleya wê ya li Iraqê  lê nebe jahr û di bêvila wê re neyê der. 

Wekî din ji bo demeke ne kin ne dirêj ti rêkên rawestandina xwîna li Iraqê tê rijandin nayê dîtin û dive ev jî neyê jibîrkirin ku di rewşa îroj de Amerîka konên xwe kom bike û ji Iraqê derkeve Iraq di 24 saetan de wê bibe gola xwînê û ware şerekî navxweyî ku bi sed mudaxaleyan jî êdî pêşî lê nikaribe were girtin.

Wê demê dive herkesê peywendîdar kumê xwe deyne ber xwe û ne li gorî berjewendiyên rojane, ne li gorî fêdeya xwe, li gorî berjewendiyên tevahî û yên demdirêj bi awayekî tenduristî û li gorî berjewendiya gelan bifikire û wiha rêkên çareseriya pirsgirêkê pêşniyar bike.

26 10 2006

BI HESTêN ‘KîNDARî DEMOKRASî LI Pêş NAKEVE

Zimanê kurdî çiqasî dewlemend be, ewqasî jî xweş e; hin gotinên wê hene ku li hemberî bûyeran wiha di cih de ne, mirov şaş dimîne. Diyar e gelek tişt bi serê bav û kalên kurdan hatine ku ev peyv û biwêj û gotin anîne ser ziman û ji me re mîrate hiştine.

Dema me bihîst ku dîsa sizaya rawestina weşanê ji bo 15 rojan dane rojnameya Ulkede Ozgur Gundem, tu bixwazî nexwazî pirsgirêka demokratîkbûna Komara Tirkiyê dîsa hat bîra me û me ramana xwe vekola. Ji xwe berya vê bi çend rojan di rapora Yekîtiya Ewropa de jî hatibû eşkerekirin ku Tirkiyê di warê demokratîkbûnê de gavên pêwîst navêje û rawestinekê di vî warî de jiyan dike.

Bêguman sedemên vê rawestinê hene, lê ti sedem ji bo rawestandina weşana Ulkede Ozgur Gundem nîne. Dixwazin bi vê biryarê çi bikin? Ango dikarin çi bikin? Bawer bikin ku ew bi xwe jî nizanin. Yek ji wana re dibêje; ‘Ev weşan li dij me dinivîsîne’, sed kurtêlxwar pêk re dikevin nava liv û tevgerê û di cih de dikin biryar.

Bi vêsedemê careke din tê rojevê ku di warê demokratîkbûnê de wê Komara Tirkiyê biryara xwe di kîjan alî de bide, pêwîst e xwe zelal bike; wê bibe komareke demokratîk an nebe? Carcaran gavên demokratîk biavêje, carcaran yên dijdemokratîk biavêje; wiha naçe serî. Ji xwe gotina bav û kalên kurdan jî tam di vir de cihê xwe digre. Gotin dibêje, ‘Wekî kerê li rêxa xwe vegere!’

Erê demokratîkbûna komarê bi vî rengî ye. Tê zanîn ‘heşa’ ker dema di rêyekê de diçe û pişt re di wê rêkê re vedigere, rêxa xwe bêhn dike.’ Ev gotin ji bo kesên di kar û xebata xwe de paşketinê jiyan dikin, xwe dubare dikin re tê gotin ku rayedarên komarê jî her serê bêhnê paş ve tên…

Ji milekî ve li deriyê Ewropa didin, ji milekî ve diyaxa wan li hemberî weşana rojnameyekê jî nîne. De were vî kerî di vî borî re biborîne!

Bêguman pirsgirêk ji serî destpê dike; dema ku Yasar Buyukanit ji bo serartêşî hilbijartin, qedera Tirkiyê jî kêm zêde hatibû xêzkirin. Ji serbazekî ku bi destê leşkerên xwe gel bide kuştin tu dikarî çi hêviyê bikî? Dîsa gotineke bav û kalan ku dibêje; ‘Rovî kirine berpirsyarê koxa mirîşkan!’ Êdî xwedê alîkarê niştecihên wê koxê be!

Komara Tirkiyê bi rayedarên xwe û serleşkerên xwe divê wekî îsawiyan xwe baptîz bikin û ji gunehê xwe pak bikin, na ku xwe musliman dibînin, pêwîst e xwe bi heft dewl ava zemzemê bişon. Tev destê wan di xwîna gel de heye; berpirsyarê bi sedan û bi hezaran kuştinên kiryarên wan nediyar in. Gel dizane ku kiryarên wan kuştinan îroj an serokê partiyekê ne, yan serokê artêşekê ne, yan serokê bankayekê ne, yan jî li ser şîrketekê rûniştine… Bi vî awahî çi dibe? Tên parastin! Xelata kiryarên xwe ji dewletê wiha distînin. Bêguman komara Tirkiyê heta xwediyê vê sazûmana dijdemokratîk û dijkurd be, ne Axaran, ne Buyukanitan, ne Tansuyan, ne Bîngolan ne jî kesên wekî wana didarezîne, berûvajî wê, wana wê bi bi anîna ser mertebeyên bilind xelat bike.

Ji bo vê, heta ku ev kes rayedar û payedar bin, heta ku ev kes di nava fermiyeta komarê de wekî rizgarker werin dîtin, wê hîn gelek caran rojnameya Ulkede Ozgur Gundem û rojnameyên din werin rawestandin, girtin, qedexekirin û astengkirin. 

Wê demê ji bo ku ev dubare û sêbare nebe pêwîstî bi guhertina sazûmana komarê heye. Guhertina sazûmanê jî dikeve berfirehiya sûc! De were vî kerî di vî borî re biborîne! Mêrikan tedbîra her tiştî girtine. Ku tu biguherîne sûc e, lê ku dewlet biguherîne ne sûc e! Wê demê pêwîst e mirov bi çalakiyên rewa û demokratîk zorê bide dewletê ku xwe biguherîne. Mirov wê bidahfîne ber pêla demokratîzmê. Di serî de rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û tevahiya gel, herkesê ji xwe re dibêje, ‘Ez mirov im, mirovekî welatparêz im, demokrasîxwaz im’, pêwîst e ji bo parastina welatê xwe, ji bo zarokên wî/wê di rojên pêş de van êşên ew dikişînin bi serê wan de jî neyên, bikevin nava çalakgeriyeke xurt û ji van rayedarên gunehbar re bêjin, ‘Êdî bes e!’

Ma heta kengî wê ev zordariya bi navê dewletbûnê li ser mirovan tê kirin bimeşe? Mirov êdî di sedsala 21. de dixwazin hinekî jî azad bijîn. Koletî êdî nayê pejirandin. Teknîk û zanyarî ewqasî li pêş ketiye ku ne dewlet, dinya were nikare pêşî li sitendin an xwegihandina agahiyan bigre. Ne Buyukanit, ne tevahiya dozgerên Tirkiyê, ne jî hêzeke din nikare pêşî li weşanên dijberê xwe bigrin.

Ji bo vê ne bila xwe biwestînin, ne jî dilê gel ji xwe bixelînin. Rojek berya rojekê xwe ji gunehên xwe bişon û dest bi domandina avêtina gavên demokrasiyê bikin. Ger bi rastî qasî serê derziyê welatparêzî bi wana re mabe, welatparêzî ne di astengkirina weşanan de, ne jî di kuştina mirovên bêsûc de ye; welatparêzî di azadkirina mirovên xwe û demokratîzekirina jiyana wan de ye.

Li şûna di warê zordarî û qedexekirinan de bi hev re dikevin nava pêşbaziyê, fermo di warê demokratîzekirina welat de, azadkirina mirov de, naskirina mafên çand, kêmenetew û gelan de pêşbaziyê bikin. Wê demê herkes wê bawer bike ku hûn hez ji mirovên xwe dikin û dilê we li ser welatê we ye. Na ku hûn bi her peyv û pratîka xwe dibin sedemê koletî, paşketin, qedexe, astengî, pevçûn, alozî, feqîrtî, şer û kuştinan, wê demê zanibin ku ev gel ne himalê bavê we ye ku we heta roja qiyametê li ser pişta xwe bibe. Sebra gel jî heta derekê ye ku roj hat û ew sebir nema, hûnê çi bikin?

Ji bo vê, kumê xwe deynin ber xwe û baş bifikirin. Bi kuştin, lêdan, girtin, qedexekirin, astengkirin û hwd. heta cihekî dikarin biçin, pişt re pêwîst e dîsa hûn dakevin ser maseya aştiyê. 

Aştiyê destpêkê bi xwe re bikin, pişt re bi gelê xwe re bikin, bi rewşenbîr û nivîskarên xwe re bikin, bi cînarên xwe re bikin, bi cîhanê re bikin û bêguman bi ramana dijberê xwe re bikin. Wê ev yek we ji gunehên we bişo û bîne ser rêka rastî û mirovatiyê. Wê demê pêwîstî bi astengkirina weşana Ulkede Ozgur Gundem an rojnameyeke din jî namîne. Wê serê we jî rehet bibe, serê nivîskar û rojnamevanan jî rehet bibe…

17 11 2006

REWŞA JINA KURD

-Êdî bila bes jinên kurd xwe bişewitînin û bes dardakin!-

Roj derbas nabe ku di nûçeyên navgînên ragihandinê de bûyereke xwekuştina jina kurd ango jina Rojhilata Navîn derbas nabe. Gelên Rojhilata Navîn ji ber ku rewşa wana kêm zêde yek e, qedereke hevpar jî jiyan dikin.

Bêguman xwekuştina jinê pirsgirêkeke civakî, exlaqî û mirovî ye. Ger li welatekî mirov neftê bi ser xwe dadikin û bedena xwe didin ber agir, ger canê xwe bi dar dadikin û dawî li giyana xwe tînin; ew civak pêwîst e kumê xwe ji serê xwe deyne ber xwe û bifikire.

Dixwazim hinekî em ramana xwe bi paş de bibin û di civaka kurd de li kevneşopiya jina kurd binêrin. Gelo berya hezar an du hezar an sê hezar salan jina kurd di civaka kurd de çawa bû? Jina Kurd dîsa agir berdida bedena xwe, ji zilamê xwe lêdan dixwar, her mafê wê binpê dibû, di bin çarîka reş de dinya tarî didît, an ji zilam bi hêztir û azadtir jiyan dikir?

Bêguman di vir de meseleyeke çanda kurd tê holê û lêkolînekê pêwîst dike. Civaknasên kurd ger hebin dikarin li ser vê yekê lêkolîn bikin û wê gelek agahî û dokumanên zindî bi dest bixin. Ger dakevin gundên Kurdistanê yên ji sermayedarî û îslamiyetê zêde bi bandor nebûne û jin di aboriya malê de xwedî hêz e, wê weyn û cihê jinê yê rastî di civaka kurd de bibînin. Ez dikarim di vir de mînakeke jiyanî jî bidim.

Di dema zarokiya min de em çend malên ji herêma Omeriyan hatibûn li hewşeke hevpar bi cih bibûn. Pênc malbatên ji sê gundên cînarên hev hatibûn bajêr û xwe li hev girtibûn. Sedemên hatina ji gund tên zanîn; aborî, xwînîbûn û hwd.

Xaniyên ev pênc mal tê de wekî tîpa ‘L’ rêz dibûn; li aliyê jêrê dîwarên xaniyên kesên din hebûn û ev dîwar bi pişta xwe dibûn dîwarê hewşa em têde dijîn. Ji ber ku di navbera xaniyên me de dîwar nehatibûn lêkirin, hewş hevpar bû û wekî komunekê jiyaneke nîve nîv bi hev re hebû. Ji xwe em zarok bi roj û bi şev me bi hev re dileyist û em her bi hev re bûn; pevçûnên xwe jî  me bi hev re dikir, lîstik û jiyana xwe jî.

Malbat tev ji gundên herêma Omeriyan hatibûn û tê zanîn ku li van gundan di wê demê de zêde sermayedariyê bandora xwe li ser jiyana gel nekiribû. Taybetmendiyeke Omeriyan heye ku mirovên wê, ji xaka wê jiyana xwe bi keda destê xwe bi dest dixin. Omeriyan xwediyê taybetmendiyên Şoreşa Neolîtîkê hîn jî diparêze. Li gundekî Omeriyan -mînak li Stilîlê-, li kêleka çemê wê, gundî ji pîvazan bigir heta bacanan, ji tirî bigir heta hejîran, ji hiriyê bigir heta sabûnê her pêdiviya xwe bi destê xwe hildiberînin. Ger pêwîstiyeke wan ji bajêr çêbibe, sewze û fêkiyê xwe li kera xwe bar dikin, dibin bajêr difroşin û tînin. Yanê xwediyê aboriyeke girtî ya têra xwe dikin in.

Di aboriyeke wiha de weyn(rol) û erka jinê ne kêmî ya zilam hetta cih bi cih ji ya zilam bêtir e jî. Jin ji durustkirina axê heta çandiniyê, ji hişkirina fêkî heta dotina pez di her karî de xwedî weyn e. bi vê sedemê jî di rêvebirina malê de bi zilam re xwediyê berpirsyarî û mafên hevpar e. Zilam nikare zû bi zû li ser jinê bandora xwe yan jî zordariya xwe bike; ji ber ku herdu jî karkerê yek karî ne. Ku yek zirarê bide yeke din, wê kar raweste û ev jî aboriya malê bixe xetarî û astengiyan. Ji ber vê yekê pêwîst e di navbera herduyan de hevsaziyeke ji mafên hev re rêzdar bin hebe. Jin jî, zilam jî vê pêwîstiyê dizanin û li gorî vê rastiyê nêzî hev dibin.

Ev hevsazî kengî û bi çi rêkê hat xerakirin? Yek bi ketina îslamiyetê ya nava kurdan û bi avakirina bandûra çanda îslamî li ser kurdan hat xerakirin. A dudyan jî bi ketina sermayedariyê, bi dîtina pereyan a bêrîka zilamê kurd hat xerakirin.

Bêguman gelek kurd niha xwe wekî musliman dibînin û bi vê yekê xwe serbilind û bêtir nêzî xwedê dihesibînin. Heta dema tu qala xisara îslamiyetê daye civaka kurd dikî dikin ku ji dîn û îmana xwe derkevin û êrîşî ser te bikin. Lê di rastiyê de nizanin ku îslamiyetê bi hatina xwe ya Kurdistanê civaka kurd ji kurdbûnê derxistiye û kiriye zehareke (ûcûbe) pûç.

Di civaka kurd a çanda şoreşa neolîtîkê bi xurtî jiyan dike de cihê jinê çiqasî diyar û grîng bû, bi hatina îslamiyetê cihê wê ewqasî hat daxistin û grîngiya wê hat paşdexistin. Di îslamiyetê de jin weke siya zilam tê binavkirin. Cihê jinê ji nava civatê tê derxistin û di nava paçên reş de tê veşartin. Jina di çanda neolîtîkê de li nava bexçe û xwediyê hilberîn û aboriyê, bi hatina îslamiyetê dibe jina li paş derî çavên wê li rêka zilamê wê ku gezeke nan û xwarin jê re bîne.

Ji xwe bi hatina sermayedariyê zilam êdî ji bexçe jî qut dibe û li bajaran dibe karker. Jin jî pêwîst dimîne ku bi pey wî de biherike. Li bajêr jin ne ziman dizane, ne dikare derkeve derve, ne mafê wê yê xwendin û nivîsandinê û ne jî derfeta wê heye. Ji bûyîna siya zilam xerabtir jiyanek li ber dirêj dibe. Qedereke wiha ye ku li jorê xweda, li jêrê sermayedarî xêz dike û di bin nîrê zilêm de pêwîstî cotkirina vê xaka jiyana desthilatdar dimîne. 

Hinek jin vê yekê ji xwe re wekî qeder dipejirînin û hemû êş û kul ku kederên xwe diavêjin nava dilê xwe ku dema mirov çav li jinên wiha dikeve û bi wana re çav bi çav tê, di kûrahiya bibûkên çavên wan de, mirov lehiya rondikên bi dizî û bê deng diherike dikare bibîne.

Hinek jinên êdî nikarin li ber vê zordariyê diyax bikin jî, ji neçarî agir berdidin bedena xwe û jiyana xwe bi dawî tînin, wiha xwe ji vê bêmafî û zulmê rizgar dikin.

Bêguman ji bo jina kurd rêyeke din a berxwedana li hemberî vê zulm û bêmafiyê jî heye. Wekî rojên hîn hevsaziya di navbera jin û zilam de xera nebibû, dikare bi berxwedana xwe dîsa bibe xwedî hêz. Lêbelê ji bo berxwedanê gelek pêngavên pêwîst e jiyan bike hene. Ji ketina nava hilberîna aborî, heta xwefêrkirina xwendin û nivîsandinê; ji xwerêxistinkirina li ser bingehê mafên xwe yên bingehîn û zayendî heta têkoşîndayîna azadî û netewî, bi her alî ve pêwîst e xwe bi rêkûpêk bike ku bikaribe bi ser xwe were û xwe ji şewitandinê dûr bixe.

Li gorî min ev hêz di jina kurd de heye, ji ber ku di civaka kurd de nimûneyên jina wiha hatiye dîtin û jiyaye. Ji bo wê di destpêka nivîsandinê de min qala jiyana xwe ya zaroktî û hewşa me tê de jiyan dikir kir. Di wê hewşê de jinek bi navê Sarê hebû. Me ji rêzdarî ti caran bi navê ‘Sarê’ bang lê nedikir, herdem digot ‘Xaltîka Sarê’. Peyva ‘Xaltîk’ê jê re dibû wekî navdariyekê ango payeyekê. Xaltîka Sarê wiha rayedar (otorîter) bû ku ne mumkun bû mirov bê payedayînê bang lê bike. Ku niha ez hinekî qala taybetmendiyên wê û weynê wê ya di nava civakê de bikim, bêguman gelek xwendevan wê bêjin, ‘Erê wele yeke wiha di gundê me de, li derdora me jî hebû’.

Belê li gundên Kurdistanê ango di civaka kurdan de jinên wiha ne kêm bûn û ev yek ji xweberdewamkirina çanda şoreşa neolîtîk dihat. Di vê çandê de jin xwedî paye û xwedî peyv bû. Jina kurd a roja me pêwîst e dîroka xwe vekolîne, taybetmendiyên vê jina azad binase û li vî mîratî xwedî derkeve. Şûna neftê bi ser xwe dake û bedena xwe bide ber agir, neftê bi ser kevneperestiyên olî û desthilatdarî dake û bandûr û zordariya sazûmana zilamtiyê bişewitîne.

Xaltîka Sarê di vî warî de nimûneyeke balkêş bû. Di wan rojên zaroktiya me de dibe ku me zêde wate nedida van meseleyên azadî û desthilatdariyê; lê dîsa jî me dizanîbû ku Xaltîka Sarê di nava tevahiya jinan de jineke navdar bû.

Zarokên wê ne bi navê mêrê wê, bi navê wê dihatin naskirin. Ji bo zarokên wê ti caran nedigotin ‘Birokê Sofî Şikrî’; herdem digotin ‘Birokê Sarê’.

Sarê di malê de rayedar bû; aboriya malê di dest de bû. Sofî Şikrî zilamê wê bû û çar zarok ji wana re çêbibûn, lê serê mehê dema meaşê xwe ji çiftlikê distend, bê ku bi ti cihî ve biçe û yek qirûş pere xerc bike, tevahî dianî û dixist destê Sarê. Zarokên wê jî li sûkê yekî himaltî dikir, yekî dibistan dixwend; yê himaltî dikir dîsa pereyên rojane digirtin êvarî dianî û dixist destê dayika xwe ku ji wan pereyan bê destûra dayika xwe li sûkê nediwêrî gezeke nan bikire bixwe. Sarê digot;

-Xwarina we li malê dikele, ger hûn birçî bûn, hûnê werin malê bi xwişk û birayên xwe re bixwin!’

Ev gotin fermanek bû û kesek ji endamên vê malê ango vê komunê nikarîbûn derkevin derveyî vê fermanê. Bi wan pereyan wê çi bihata kirîn, ji zarokan re an go ji malê re çi pêwîstî hebûn tev Sarê biryar dida lê ji aliyekî ve meşandina demokrasiyê jî jibîr nedikir. Dema biryara xwe dida bi mêrê xwe û bi zarokan jî dişêwirî, herî kêm biryara xwe dikir biryara wan û wiha pêk dianî. Ji xwe biryarên wê zêdetir li gorî berjewendiya giştiya komunê (malê) bû û bi vê sedemê mêrê wê û zarokên wê li dij dernediketin.

Sarê ne tenê di hundirê malê de, di nava cînaran de jî payedar û xwediyê rayeyekê bû. Ji cînaran kesekî nediwêrî xwe nêzî wê bikin ango bixin belaya wê. Ne ku bi wana re şer dikir an alozî derdixist. Na! Lê ji ser gotina xwe û parastina mafên xwe danediket xwarê.

Tê bîra min carekê di navbera wê û xwediyê xanî de gengeşeyeke hişk derket. Malbata Sarê di xaniyê kirê de bûn. Rewşa wana bi rastî feqîr bû û nikarîbûn ji xwe re xaniyekî bikirin. Ji xwe heta ku keça wana mezin nebû û nedan yekî rewşa wî ya aborî hinekî baş û qelen nesitendin, nebûn xwediyê xaniyekî û her di xaniyê bi kirê de man.

Belê nizanim ji çi sedemê bû lê xwediyê xanî dixwest wana ji xanî derxe, lê Sarê digot:

– Çi mafê te li me nîne ku tu me ji vê derê derxînî, şerm e ji te re!’

Zilam pê re nîqaş dikir û digot:

– ‘Tu bimrî jî ezê te ji vî xanî derxînim!’

Wê demê min Sarê nedît! Bi rastî ji deh zilaman xurtir meşiya nava hewşê û hat li ber boriya kaniya avê ya li ber deriyê wana rawestiya. Wê demê boriyên avê hîn nedihatin hundirê xaniyan û kaniya herkesî li ber deriyê wî bû. Borî di bin axê re dihat, li ber derî qasî metreyekê radibû jorê û ji bo ku netewe yan jî neşike bi singekî darînî ve dihat girêdan. Kaniyên me tevan wiha bûn. Singek di ber boriyê de hatibû çikandin û borî pê ve hatibû girêdan.

Sarê hat û li ber boriyê sekinî. Singê di ber boriyê de çikandibû hinekî bi ser boriyê diket û ji kevinbûnê rengê wî reş bibû. Sarê hat li ber sing rawestiya û destê xwe danî ser sing û got:

– ‘Ez Sarê me, min ev sing bi destê xwe di vir de kuta ye. Heta ku ev sing li vê derê be, ti kes nikare min ji vî xanî derxîne û kî ji pişta bavê xwe be wê were vî singî ji vê derê derxîne!’

Wiha got û meşiya çû mala xwe. Bi rastî ew gengeşe li wê derê qut bû û ew sing jî heta ez mezin bûm û çûm bajarên metrepolê xwendinê hîn jî li wê derê, li ber wê boriyê çikandî bû.

Belê di Sarê de hêza jina kurd a şoreşa neolîtîk afirandiye hebû. Jineke azad û serbixwe bû. Feqîr bû û dilbirehm bû. Gelek caran em diçûn cem û me ev dilbirehmiya wê didît. Bi me re mijûl dibû, pirsa rewşa me dikir, ger em birçîbana geza di devê xwe de derdixist dixist devê me. Libeke goza wê di binê kawarê de maba ji me zarokan venedişart. Lê ji aliyekî ve jî qitût (destgirtî) bû; hebûna xwe vala vala belav nedikir û nedirijand erdê. Hesabê gezeke nan û piçeke rûn jî dikir; ji ber ku dizanîbû ev bi çi zor û zahmetiyê tên bidestxistin.

Zilamê Sarê Sofî bû, Sarê bi xwe jî li mêj dikir û rojî digirt, lê ti caran min nedît ku xwe di nava çarşef û paçên reş de pêça. Herdem cilên kurdînî qasî derfetên xwe li xwe dikir û nîvê porê wê û zendên wê li derve bûn. Ti caran bi awayeke kevneperest nêzî meseleya olê nedibû. Jê bihata li mêj dikir, jê nehata nedikir. Li ser zarokên xwe jî bandûreke xurt nedikir ku îla li mêj bikin. Lê bandûr li ser wana dikir ku bixebitin û bixwînin.

Bi kinahî gelek taybetmendiyên jina azad di kesayeta Xaltîka Sarê de hebû. Zilamê wê rojekê tenê jî nediwêrî destê xwe lê rabike, yan jî dengê xwe lê bilind bike. Wê jî dilê zilamê xwe nedihişt û qasî dihat dîtin hez ji hev jî dikirin. Rojekê tenê jî dengê pevçûnê ji mala wana dernediket. Ger car caran aloziyek heba jî Sarê gotina dawî digot û herkesî li gorî wê jiyana xwe saz dikir, wiha pirsgirêk dihat çareserkirin.

Ez li jina di roja me de dinêrim û dibêjim xwezî ew jî weke xaltîka Sarê xwedî biryar û wêr bin. Xwekuştin belkî we ji vê zulmê rizgar bike, lê zarokên we, keçên we qet rizgar nake. Dema hûn agir berdidin bedena xwe yan jî xwe bi beştên xaniyan ve bi dar dadikin, gelo hûn difikirin ku hûn vê xwekujariyê ji zarokên xwe re jî mîrate dihêlin? Dibe ku mafê we li we hebe hûn jiyana xwe bi destê xwe bi dawî bînin, lê li gorî min ti mafê we li zarokên we nîne ku hûn xwekujariyê wekî mîratekê ji wana re bihêlin.

Em di qirnê 21. de jiyan dikin û li ser erdnîgariyeke weke Mezopotamya dijîn. Mezopotamya dergûşa mirovahiyê ye. Dayikên mirovahiyê mirovahî li ser vê xakê lorandine. Wê demê desthilatdarî tinebû, zilamtî ango jinitî tinebû; wekhevî, azadî û berhemdarî hebû. Dayikên mirovahiyê bi keda destê xwe him li ber xwezayê didan, him jiyan diafirandin. Ji zarokên xwe re şoreşa neolîtîk afirandin û diyariyê mirovahiyê kirin. Ti caran xwe bêçare nekirin û agir bernedan bedena xwe, laşê xwe bi dar danekirin. Li hemberî her aloziyê bi sebr û sebata jinê, bi berhemkarî û afiranderiya jinê, bi wêr û biryarîbûna ji hest û ramana azadiyê tê li ber xwe da, têkoşîn meşand û bi ser ket.

Di roja me de jina kurd pêwîst e li dîroka xwe vegere û van rûpelên spehî yên zêrînî bîne ber çavên xwe û li hemberî hemû zordariya ji desthilatdariya çînî, ya olî, ya sermayedarî, mêtingerî û ya zilamtî tê xwe bi rêxistin bike, têbikoşe û him di bîrûbaweriya xwe de, him di bîrûbaweriya civakê de bi biryara pêkanîna şoreşeke wekhevî û azadiyê heta gihiştina vê armanca xwe neraweste û di vê rêkê de ti caran nehizire ku agir berde bedena xwe, yan jî canê xwe bi dar dake. Na! Agir berde sazûmana desthilatdariya ji sermayedariyê, ji kevneperestiya olî û ji zilmdariyê, ji newekheviya di navbera jin û zilam de tê. Şûna tu dawî li jiyana xwe bînî, dawî li hemû bîrûbaweriyên kevneperest bîne. Ev hêz di jinê de heye û Xaltîka Sarê mînakek ji vê jinê bû.

Bêguman di civaka kevin a kurdan de Sarê mînakeke balkêş bû û xwediyê taybetmendiyên jina çanda neolîtîkê bû. Lê di roja me de jî jinên kurd ên mirov ji xwe re mînak bigre ne kêm in. Ew jinên ji sedemên bandoriyên neyênî yên civakî û desthilatdarî jiyana xwe bi destê xwe bi dawî dikin ku kêmekê li derdora xwe binêrin dikarin van jinên xwediyê jiyan û pratîka azad bibînin û di rêka wan de ber bi jiyaneke azad ve bimeşin.

Di Kurdistanê de û di nava civaka kurd de bi têkoşîna azadiyê ya di van sîh salên dawî de jina kurd ji nû ve xwe afirand. Xwe ne bi agirê xwekujariyê, bi agirê Newrozê û têkoşîna azadiyê ji nû ve anî ruyê dinyê. Bi dehan Leyla, Berîvan Berîtan, Zîlan, di vê têkoşînê de bûn mînaka jina azad a di qirnê hemdem de. Hîn jî bi sedan û bi hezaran jin ji mala xwe dûr, lê ewqasî jî ji bandora desthilatdariya sazûmanê û zilamtiyê dûr vê têkoşînê dimeşînin. Li cihê di malekê de, di bin bandûra zilamekî hovane de ji neçarî jiyana xwe bidin ber agir, li navsera çiyan parvekirina jiyaneke azad û wekhev bi rûmetir e.

Divê jina kurd êdî bes kul û kederên xwe biherikîne nava dilê xwe. Jina kurd êdî bila bes bi qedera xwe razî be. Jina kurd êdî bila serî ne ji civakê re, ne ji sazûmanê re, ne ji zilamtiyê re netewîne. Jina kurd bila xwe teslîmê kevneperestiyê neke. Jina kurd li hember hemû destdirêjiya dagirkeriya sazûmanê û ya zilamtiyê ku di her alî û her gava jiyana wê de pêk tîne êdî bila xwe tenê nehêle û di rûnê xwe de nekizire.

Jina kurd divê ji bîr neke ku nîvê civakê ye. Mafê nîvê din ê civakê nîne ku li ser vî nêviyê civakê desthilatdar û rayedar be. Rojekê dosteke jin ji min re got ku dema ji mêrê xwe veqetiyaye, hevalên mêrên wê xwestine têkilê jiyana wê bibin û ji vê rewşa wê ya nû sûd bigrin, xerîzeyên xwe têr bikin.

Belê zilamtiya desthilatdar wiha xerab e; him dil xerab e, him xwediyê ramana xerab e. Ji ber ku zilamtî nûnertiya desthilatdariya çînî dike. Dema şoreşa Neolîtîkê bi dawî bû û bi şoreşa bajarvaniyê re şaristanî li pêş ket û aborî di dest zilêm de kom bû, ji wê rojê û vir ve zilam bû desthilatdar û zilamtî û desthilatdarî bûn temamkerê hev. Ji bo vê li gorî bîrûbaweriya zilamtiyê, divê jin siya zilam be; ti mafê wê li hember zilam tinebe; xizmetê ji zilam re bike, xerîzeyên wî bi cih bîne û çi kul û kedera pê re hebe dernexîne derve, di kûrahiya dilê xwe de bifetisîne!

Lê divê were zanîn ku jin jî di encamê de mirov e, însan e. Însanek nikare li hemberî vê bêmafiya bi yek alî evqase sal bêdeng bimîne û bi helwesteke mazoşîstî zirarê her bi giyana xwe de. Êdî jina kurd divê ji vê rêkê derkeve û bikeve ser rêka jiyana azad, serbixwe, wekhev û rêxistinkar.

Dîsa divê neyê jibîrkirin ku di civakekê de nîvê civakê kole û nîvê din serdest be ew civak ti caran divê xwe azad nehesibîne, xwe demokratîk û wekhev bi nav neke. Heta ku zilam û jin jiyaneke hevpar azad û wekhev pêk re neafirînin, hemû zorî û xweşiyên wê parvenekin û pêk re nejîn, ne zilam dikare qala azadiyê bike, ne jî jin dikare xwe azad bibîne û wê xwekujarî û xwe dardakirin her bidome û her kezeba me bisojîne!

Êdî bila bes jinên kurd xwe bişewitînin û dardakin, bila ji bo bidestxistina mafên xwe, xwe zana bikin û ji bo rakirina zordariyê têbikoşin!

21 11 2006

PÊWÎSTÎ BI FELSEFEYEKE NÛ HEYE

Di roja rawestina li hemberî zordarî û bandoriyên li ser jinê tên kirin de, pêwîstî bi felsefeyeke nû ya ji bo azadî, wekhevî û bi vînbûna jinê heye. Ji qasî ku wekheviya di navbera jin û zilam de hatiye xerakirin heta roja me zêdeyî pênc-deh hezar salan dem derbas bûye. Evqas sal in nîvê mirovahiyê serdest, nîvê din jî bindest dijî! Mixabin ên serdest ji halê xwe razî ne û yên bindest jî ji bo ji vê rewşê xelas bin ne xwedî hêz û rêxistin in. Hêz û rêxistiniya wan a di vî warî de heye jî têrê nake ku dawî li vê bindestiyê bîne.

Di dîroka civakan de rewşa gelê kurd îroj li cîhanê çawa be, di dinyê de rewşa jinan jî wiha ye. Çawa ku tevahiya dinyê li ser bindestbûn, parçebûn û tine hesibandina kurdan li hev kirine û gihiştine yek biryarê; desthilatdariya cîhanê jî ango zilamtiya cîhanê jî, ji bo bindestî, parçebûn û tine hesibandina jinê li hev kirine û gihiştine yek biryarê. Ji bo gihiştina vê lihevhatin û biryarê pêwîstî pê nîne ku tevahiya dewletan werin ser maseyekê û peymanan destxet bikin. Sazûmana ku ava kirine, bîrûbaweriya(zihniyet) fêr bûne ji jinê re bindestî, ji zilam re serdestî wekî maf daniye û her yek li gorî xwe ji vê newekheviyê sûd digre.

Di vir de qasî bingehên vê newekeheviyê yên aborî, civakî, ramyarî, zayendî û sazûmanî; ji dîrokê û vir ve pejirandindayîna vê yekê ya bi jinê re jî sedemeke herî grîng e. Her sal di salvegerên rojên bîranîna mafên jinê de, gelek kes tên gel hev, gelek qîr tên dayîn, gelek dirûşme tên ser ziman, gelek nivîsar tên nivîsandin, gelek rêxistinên jinan dikevin tevgerê; lê kes nabêje ka em bi awayeke pratîkî vê zulm û newekheviya bi hezarên salan didome çawa di kesayeta xwe de rabikin ku dawî li vê yekê bînin. Herkes ji yekî/e din hêvî û daxwaz dike. Hinek ji dewletê, hinek ji zilaman, hinek ji jinan… bi kinahî her yek ji herkesî daxwaz dike ku newekhevî û bêmafiya li ser jinê were rakirin, lê di serî de jin û pey re zilam, kes ji xwe hêvî û daxwaz nake ku vê sazûmanê û bîrûbaweriya kevnare di kesayeta xwe de, di jiyana xwe de û di bîrûbaweriya xwe de hilweşîne, têk bibe.

Bêguman pêwîst e di serî de jin vê yekê bike; sedem jî eşkere ye. Rast e ku zilamtiyê jin ji xwe re kiriye kole, lê ev koletî jinê jî bi xwe xweş aniye. Di nivîsareke xwe de min gotibû ku jin di sazûmana zilamtiyê de bûye weke pisîka ber sobê ku tu wê bikujî ji cihê xwe nalive û gava xwe navêje ber bi zor û zahmetiya azadiyê ve. Dema zilam destê xwe di ser serê wê re dibe û du gotinên xweş jê re dibêje, yan diyariyekê jê re dikire, tevahiya zordarî û zulimdariya ji desthilatdariya zilamtiyê tê jibîr dike û xwe li ber sobeya zilêm dirêj dike! Dema zilam karê xwe diqedîne, dîsa dibe ew zilamê zordar, lê êdî ji dest jinê çûye û pêwîst dimîne bi qedera xwe razî bibe, heta ku careke din zilam hewceyî wê bibe û dîsa jê re du peyvên xweş bêje û destê xwe di ser serê wê re bibe.

Ev xwexapandineke herî ketî ya bi du aliyan e. Di têkiliyeke wiha de mafên mirovtî nînin, berjewendiya du aliyan heye. Zilamtî bi vê têkiliyê ajoyên xwe têr dike, jin jî dibe xwediyê maleke bi sobe û xwarin. Di navbera zilam û jinê de têkiliyeke wiha li ser madiyatê hatiye avakirin ku ev yek ji sazûmana zilamtiyê tê. 

Zilamtî ango sazûmana zilamtiyê ji bo bikaribe bibe leşker, artêş, hêz, rayedar, padîşah, key, qral, wezîr û hwd. pêwîstî pê hebû ku xwe ji karên malê yên mirov mijûl dikin û bi malê ve girê didin qut bike. Di dema koletiyê de ev yek bi koleyan diborandin. Her zilamekî xwedî mal bi dehan koleyên wî hebûn û van koleyan jê re xwarin çêdikirin, ava wî dianîn, baxçeyê wî diçandin, heta serê wî dişûştin û ajoyên wî jî têr dikirin.

Pişt re ji Spartakus û vir ve çavê koleyan vebû, serî hildan û ev sazûmana newekhev û bêmaf hilweşandin. Li cihê wê yekê, sazûmana feodalî hat avakirin; lê bi hilweşîna sazûmana koledarî re, sazûmana zilamtiyê nehat hilweşandin, tenê teşe(şikil) guhert. Di dema koledariyê de jî zilam serdest bû, di dema feodaliyê de jî serdestî dîsa bû ya zilêm.

Di dema feodaliyê de zilam ji bo bikaribe kar û xebatên xwe yên sazûmana zilamtiyê pêwîst dike bi cih bîne, pêwîstî bi malekê û di vê malê de bi xizmetkarekê dît. Dema ji karê xwe were malê, divê xwarina wî amade be, cilên wî şûştîbin, nivînên wî raxistîbin ku ajoyên wî werin têrkirin. Dema li ser kar jî li sewalên wî were nêrîn û baxçeyê wî were çandin…

Bi vê sedemê jin ji kirîn û firotina di sûk û bazaran de wekî koleyekê, derbasî malê bû û di malê de bû koleyê zilamekî. Berê koleyê civakekê bû, vê carê bû koleyê zilamekî. Herçiqasî di navbera jin û zilam de dadek(hiqûqek)e şûkirinê hatibe danîn jî, heta di roja me de jî, bê ev hiqûq çawa bi yek alî li gorî berjewendiya zilêm kar dike tê zanîn. Dema sazûman bi giştî ya zilamtiyê be, bêguman wê hiqûq jî li gorî berjewendiya vê zilamtiyê be. Di dema sazûmana sermayedariyê de û di dema sazûmana sosyalîzma pêkhatî de jî bêguman ev newekhevî û bêmafî nehat guhertin û her li aliyê berjewendiya zilêm domiya.

Di dîrokê de jin ji bo bikaribe vê bêmafî û newekheviyê hilweşîne cih bi cih yeko yeko, cih bi cih girseyî li ber xwe daye û hinek mafên ku bikaribe rûmeta xwe biparêze û di warê dadê de hinek maf bidest xwe bixe, ji sazûmana zilamtiyê veqetandiye. Lê ti caran vê yekê têrê nekiriye ku jin zordariya sazûmana zilamtiyê hilweşîne û li cihê wê sazûmana xwe ava bike. Bi vê sedemê, jin niha di cîhanê de bê sazûman e ango parçeyek ji sazûmana zilamtiyê ye. 

Ji xwe di bîr û baweriya olî de jin weke siya zilam tê hesibandin ku ol jî li gorî berjewendiya zilamtiyê hatiye damezirandin. Di demên berê de xwedayên jin û xwedayên mêr hebûn. Dema ku bi derbaskirina dema neolîtîkê, newekhevî hat xerakirin, xwedayên jin jî hatin rakirin û bi derbasbûna baweriya yek xwedayî êdî ew xweda bû zilam û zilamtî, jin jî bû siya wî! Wateya sîbûnê çi ye tê zanîn. Ger ew tinebe sî jî nabe! Yanî hebûna jinê girêdayî hebûna zilam e; ger zilam tinebe jin qet nabe hebûnek! Yanî wateya wê, ango peyama wê ji jinê re ev e ku dibêje; ‘Ey jin tu bi tena serê xwe tineyî, tenê ku bi hebûna zilam re tu dikarî hebî; ji bo vê zilam li ku derê be divê tu jî bi wî re bî û qet ji rêk û fermana wî dernekevî; jê re xizmetê bikî ku ew jî te bide jiyandin!’

Li gorî vê felsefeya ku jinê siya zilam ango tine dihesibîne bi hezarên salan e jin di malê de hat hepiskirin. Jin ji hemû kar û barên civakî hat dûrxistin. Jin ji fêrbûn û zanabûnê hat vekişandin. Jin ji rêvebiriyê, ji çareserkirina pirsgirêkên mirovahiyê hat veqetandin. Jin hat bêvînkirin. Jin hat bêhêzkirin. Jin hat bêrêxistinkirin.

Di sazûmana zilamtiyê de jin tenê ku bibe diraneke ji çarxa vê sazûmanê dikarîbû xwe fêr bike, erkdar û rayedar be, zane û xwedî hêz be. Jinên ku dibin serokwezîr û serokkomar jî tev li wana binêrin weke makêteke zilaman in ango karê dikin tenê domandina sazûmana zilamtiyê ye. Ka yek jinê bêjin ku bûye serokwezîr an serokkomar û desthilatdariya zilam û sazûmana wî hilweşandiye û li cihê wê sazûmana jinê saz kiriye! Yek mînak jî nîne!

Wê demê pêwîstî bi felsefeyeke nû ji bo jinê heye. Jin divê xwe ji hemû bandûriyên ji serdestiya zilam û sazûmana zilamtiyê tê rizgar bike. Rêxistinên femînîstî çiqasî xwe ji sîbûna sazûmana zilamtiyê rizgar kirine? Ger bi tevahî rizgar kiribana, ma rewşa jinê niha wê xwekuştin û xweşewitandin ba ya?

Birastî êdî mirov nema dil digre li çapemeniyê binêre; ji ber ku roj derbas nabe jin xwe nakujin, dardanakin, gule bera xwe nadin ango xwe di kevandeyekê re navêjin û jiyana xwe bi dawî nakin. Dev ji vê berde; roj namîne ku zilam destdirêjiya ser jinê nakin, goştê wê nafrişon, li ser tenê wê bazarê nakin, bi lêdanê laşê wê sor nakin, wê di xizmeta xwe û ajoyên xwe de ji ajalekê bêrûmetir bikar naynin!

Her roj bi sedan jinên ji feqîrtî xwe lo kolanan difroşin di nava destê polêsan de derdikevin ser ekranên televizyonan? Ger mirov bi rêzkirina van mînakan bikeve, rûpel têrê nakin.

Sedema vana tev desthilatdarbûna sazûmana zilamtî û neçirandina bîrûbaweriya ji pejirandina vê sazûmanê tê. Bi vê sedemê pêwîstiya jinê bi felsefeya ku ji vê sazûmana zilamtî û bîrûbaweriya ji pejirandina vê sazûmanê tê re bibe alternatîf û bi sazûmana li cihê wê ava bike, perspektîfên wê yê rêvebirina civakê bi awayeke demokratîk, wekhev, azad û dadmendî heye. Ji bo vê afirandina bîrdozî, rêzanî, rêxistinî û derbaskirina warê pratîkî li gorî vê felsefeya azadiya jinê ya ji sazûmana zilamtiyê re bibe alternatîf heye.

Dibe ku bi awayeke lokal li Kurdistanê û li her aliyê cîhanê raman, nêrîn û rêxistiniyên ev yek kiribin armanc hebin û kar û xebata xwe jî dikin; lê ev têrê nake ku jinê ji bindestiyê rizgar bike. Bi giyaneke nû, pêwîstî bi rêxistiniyeke ku tevahiya jinên cîhanê wekî neteweke bindest hilgire dest û bê cudahiya reng, netew, welat, nijad û ziman tevan li ser bingehê hilweşandina sazûmana zilamtî û avakirina sazûmana mirovahî birêxistin bike û derbasî çalakiyê bike heye û ev yek jî bi gihiştina bîrûbaweriya azadiya jinê ya pêwîstiya vê felsefeyê tê.

24 11 2006

LI HEMBERÎ ZORDARIYA LI SER JINÊ, DIVÊ HERKES DI KESAYETE XWE DE RAWESTE

Roj derbas nabe ku nûçeyeke dilê mirov disojîne di çapemeniyê de cih nagre û dernakeve ser ekranên televizyonan. Ji Efrîqa bigir heta Kurdistanê li ser erdnigariyeke gelekî fireh, her roj bi dehan jin jiyana xwe bi dawî dikin. Mînak;

ŞIRNEX / DÎHA – Di demên dawî de xwekuştina jinan dîsa zêde bû. Herî dawî duh li gundê Melîseya bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê, keçek 15 salî, ji ber sedemeke nediyar bi keleşa bavê xwe yê cerdevan, guleyek berî serê xwe da û xwe kuşt.

MEHABAD – Li Rojhelatê Kurdistanê di bajarê Mehabadê de jineke bi navê Tebîbe Rehîmî bi armanca ku zordariya li ser wê şermezar bike agir beda bedena xwe û xwe şewitand.

ÊLIH – Li gorî agahiyên hatine bidestxistin du roj berî niha li Êlihê di taxa Çamlicayê de jina ciwan ya bi navê Saliha D. (22) du roj berî niha di demeke ku kesek li malê nebûn de ji ber sedemên nediyar bi benekê xwe bi banî ve hilayîstibû.

ZAGROS – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe xwekuştinên jinan zêde dibin. Hate zanîn ku herî zêde li Rojhilatê Kurdistanê jin xwe dikujin yan jî tên kuştin.

Mirov bi sedan mînakên wekî vana dikare ji çapemeniyê bişopîne. Birastî gelek sedemên vê yên cûr bi cûr hene û di çapemeniyê de ev jî tên ser ziman. Lê di rastiyê de kesek û ti çapemenî li ser sedemên wê yên bingehîn ên ji dîrokê tên narawestin.

Sedema xwekuştina jinan a herî bingehîn newekheviya di navbera wê û zilam de ye. Zilam ji roja ku di dîrokê de aborî û rayedarî xistiye destê xwe, heta roja me sazûmaneke zilamtî ava kiriye û tevahiya cîhanê bi vê sazûmanê rêve dibe. Li gorî vê sazûmanê nîvê mirovahiyê li ser nîvê din xwediyê mafê desthilatdarbûn û zordarîkirinê ye.

Berya serdestiya zilam were avakirin jin di dema neolîtîkê de, tê zanîn ku di rêvebirina civakê de xwediyê hêz û peyvê bû. Dema zilam nêçîr dikir, jinê li ser erd tov çandin û aborî afirand. Bi afirandina aboriyê jin bû xwedî hêz û di malê de erk û weyna wê derket pêş. Ji xwe berya wê jî ji sedema berhemdariya jinê weyn(rol) û grîngiyeke jinê di civakê de hebû. Jin ji sedema anîna zarokan û dayîna şîr bi berhem dihat dîtin û vê yekê grîngiya wê derdixist pêş. Wekî berdewamiya vê yekê, di dema neolîtîkê de afirandina çandiniyê, jin bêhtir di nava civakê de kir xwedî hêz û grîngî. Di vê demê de xwedayên jin derketin pêş û mirovan bi xwedayên jin sond xwarin û heta roja me jî bandûra wê tê û mînak em kurd qasî ku bi sedên salan e ji vê baweriyê hatine dûrxistin jî, hê jî dema devê me vedibe em gazî Star dikin û dibêjin ‘Ya Star’! Tê zanîn ku Star ango Ishtar xwedayeke jin a di dema berhemdariya jinê de bû û weke xwedawenda evînî û berhemdariyê dihat nasîn.

Dema jinê hilberîn afirand û zilam ji çol û çiyan, ji geryana bi pey pezekî yan berazekî de veqetand û anî li malê zikê wî bi şînatî û goştê kedî têr kir, pê re zilam dît ku ji vê hilberînê hinek berhem zêde dimînin û êdî ajoya destdanîna ser vê hilberîna zêde pê re li pêş ket. Ji bo bikaribe hilberîna zêde bidest bixe pêwîstî bi hêzbûnê hebû û ji bo vê jî pêwîstî bi sazûmaneke hêzbûnê dît.

Ev yek destpêkê di Zîgûratan de (di malên xwedayan de) li pêş ket. Tê zanîn ku di her demê de mirovan dema xwe li hemberî hêza xwezayê lawaz dîtine pêwîstî bi alîkarîxwestina ji hêzeke derveyî xwe bihîstine. Pêdiviya Yezdan ango Xweda jî bi vê sedemê hatiye bihîstin. Ger mirov ji roja ji dayik bû, li ser tevahiya bûyîneyên xwezayî xwediyê bandûrekê ba ya, ti caran pêwîstî bi hêzeke derveyî xwe nedibihîst. Lê dema ku lehî rabû û ew û konê wan li ber xwe bir, an agirek hat ew şewitandin, an erdhejekê ew hilweşandin; wê demê li sedemên hêzên van bûyeran pêk tînin geriyan û di vir de xwe gihandin hêzeke derveyî xwe. Wiha hizirîn ku ji vê hêza li derveyî xwe re bergerê bikin û goriyan diyarî bidin, wê ew hêz li wana were rehmê û jiyana wan xweştir bike.

Ji bo vê zilamtiyê dema xwest hilberîna zêde bixe destê xwe û bi vê yekê sazûmaneke zilamtî ya li ser mirovahiyê û li ser jina berhemdar ava bike, ji vê lawaztiya mirovan sûd girt û di zîguratan de ango di malên xweda de, bingehê sazûmana xwe avêt.

Destpêkê mirov çi jin çi zilam di van zîguratan de kom kirin û weke komunekê, bi navê karkirina ji xweda re ew xebitandin. Hilberîna bi dest xistin tevahî herikandin kawarên xweda ango nûnerê wî yê li erdê, berpirsyarê zîgûratê ku weke keşe ango rahip û hwd dihat binavkirin.

Bi vî rengî hilberîn ji destê jinê ket destê zîgûratê û ji sedema ku keşeyê zîgûratê yê nûnerê xweda zilam bû, ket destê zilam û jin bi vî awahî ji hilberîna xwe hat dûrxistin. Êdî ti mafê peyvê li ser hilberîna wê nedima û ew tenê xizmetkareke li ber deriyê mala xwedê bû.

Pê re her ku zilam hilberîn û bi hilberînê re rayedarî xist destê xwe, ji bo parastina vê hilberîn û rayedariyê ji xwe re artêş û ji bo meşandina artêş û tevahiya kar û barên xwe jî dewlet saz kir. Ji bo vê artêş jî, dewlet jî parçeyek ango navgînek ji sazûmana desthilatdariya zilamtiyê ne. Ji roja artêş û dewlet derketine holê, jin hatine bindestkirin û bêmafkirin. Ji bo vê ger azadbûneke jinê hebe wê bi hilweşandina artêş û dewleta nûnertî ango navgîniya sazûmana desthilatdariya zilamtiyê dikin pêk were. Heta ku ev her du navgîn di destê zilamtiyê de bin, jin çiqasî xwe xwedî maf jî bibîne, tenê wê bikaribe di vê sazûmanê de ew jî bibe navgîneke têrkirina ajoyên zilamtiyê.

Bi vê sedemê di salvegera rawestina li dijî zordariya li ser jinê tê kirin de pêwîstî bi zanîna vê kurtedîrokê heye ku jin ji sedemên cûrbicûr êdî agir bernedin bedena xwe, gule bernedin laşê xwe û xwe dardanekin.

Jin di xwezayê de, di nava heyîneyan de, xwediyê estetîka herî pêşketî ye. Jin xwediyê hilberîn û berhemdayînê ye. Jin afiranderê jiyanê û nûbûnê ye. Lê ev jin a ewqasî bi jêhatinî, di destê sazûmana zilamtiyê de pêwîst dimîne ku her roj tenê xwe bide ser agir û weke qurmeke darê xwe bisojîne! Bêguman di vir de ne tenê jin, pêwîst e her kesê xwe mirov dibîne, dilê xwe biperitîne û ji xwe bipirse bê di kesayeta xwe de li ser jinê çiqasî desthilatdar û zordar e.

Gelo hûn dizanin şewata bedenekê çiqasî bi êş û bi jan e? Dema agir digihêje laşê mirov janeke çiqasî dijwar dide ser kezeba mirov, gelo hûn dizanin? Yên ku nizanin, ji kerema xwe re bila rahêjin hesteyekî pêbixin û tenê çirkekê(saniyeyekê) tiliya xwe di ser riviniya wê re bigrin; wê demê wê bi jana ew jinên ciwan ên bedena xwe didin ber agir bizanibin û belkî wê demê rehm bikeve dilê wana û ji zilamtiya xwe şerm bikin û di kesayeta xwe de lêpirsîna vê zulma bi hezarên salan li ser jinê tê domandin destpêkirin bidin.

Di malekê de, di civakekê de, ger mirovên wê malê, wê civakê agir berdidin bedena xwe û xwe disojînin û mirovên din li hemberî vê yekê di kesayeta xwe de sedemên vê sotinê lêpirsîn nakin, pêwîst e mirov ji mirovtiya wana gumanê bike ku di rastiyê de jî ti caran divê mirov zilamtî û sazûmana zilamtiyê wekî mirov an mirovahî nepejirîne û nebîne.

Zilamtî sazûmaneke dijmirovahî ye! Ev sedî sed wiha ye. Ji roja ku wekheviya di navbera jin û zilam de hatiye xerakirin û desthilatdarî ketiye destê zilamtiyê, ji xwe re li rewşa cîhana me û li halê xwezaya me binêrin:

Di bin rêvebiriya sazûmana zilamtiyê de, qasî ku dizanim ji 5 an deh hezar salên Berya Zayînê û vir ve li ser ruyê cîhana me bi fermana sazûmana zilamtiyê gelo hûn dizanin ku çend milyon mirov bi destê mirovan hatine kuştin? Dîsa bi destê mirovan çend welat bi çendê caran hatine talankirin, wêrankirin û sotin? Xweza çendîn caran hatiye sotin û tahrîpkirin? Çiqas xwîn hatiye rijandin? Li ser ajalan û li ser şînatiya xwezaya em tê de dijîn çiqase zulm û tinekirin hatiye meşandin? Va ye ji were pratîka rêvebiriya bi destê sazûmana zilamtiyê!

Mirov dikare van pirsan zêdetir bike; lê ev tenê jî têrê dikin ku mirov veciniqîne û ji mirovbûnê bide şermê. Ev tawan û guneh tenê bi navê parastina sazûmana zilamtiyê bi destê mirovan hatine kirin û di kirina vê de jin jî pê re hatiye pelixandin û bêvînkirin. Jin ti caran tev li biryarên kuştina mirovan û xerakirina welatan nebûye! Ev biryar zilamtiyê bi devê xwe daye û bi vê sedemê di roja me de ku mirovahî gihiştiye asta lêpirsîna xêr û gunehên xwe, divê vî hesabî ji zilamtiya xwe bipirse. –Jina tev livê biryarê bûbe jîne bi navê jinê, bi navê sazûmana zilamtiyê tev lê bûye-.

Ji bo vê çi bi destê jinê, çi bi destê zilam divê di kesayeta mirovahiyê de lêpirsîneke dîrokê were destpêkirin. Ger ev lêpirsîn neyê kirin bi mafdayînên li ser rûpelan, bi meş û çalakiyên protestoyî, bi avakirina hinek rêxistinên feminîstî yan mafparêzî dibe ku hinekî bêhn li jinê were firehkirin,; lê ti caran mirovahî ji qirêj û gemara xwe û ji destê xwe yê bi xwîn rizgar nabe û wîcdanê wê/wî rehet nabe. Ger mirovahî dixwaze wîcdanê xwe rehet bike, divê lêpirsîna pratîka sazûmana zilamtiyê ya qasî deh hezar salan e desthilatdar e bide destpêkirin û êdî vê zulma bi yek alî ji ser jinê rake ku jin êdî careke din tenê xwe nedin ber agir û jiyana xwe nesojînin!

Jina li hember zulm û zordariya zilamê xwe, yan bira û bavê xwe agir berdide bedena xwe, zanibin ku ew di rastiyê de agir berdide sazûmana zilamtiyê; lê ji ber ku jin di bin zordariya sazûmanên zilamtiyê de bê hêz, bê teqat û bê rêxistinî hatiye hiştin, vîna wê nagihêje sazûmana zilamtiyê bisojîne û bi vê sedemê jiyana xwe disojîne. 

Yanî bi vê sotinê dixwaze bêje ku, ‘Ey sazûmana zilamtiyê ya jiyan li min herimandiye û cîhan kiriye zîndan; vîna min têrê nake ku ez we hilweşînim, lê vîna min têrê dike ku ez êdî ji ajoyên we re xwe nekim navgîn û alav! Êdî hûnê nikaribin li ser laşê min bazarê bikin! Êdî hûnê nikaribin tenê min bifroşin hevûdû! Êdî hûnê nikaribin vîna min binpê bikin!’

Belê ger guheke zilaman hebe û di wî guhî re dengên jinan derbas dibe, jin bi xwesotin û dardekirinê van gotinan diqêrin. Û ger di sedsala 21. de dilekî zilaman hebe, divê ev dil wekî agirê jin berdidin bedena xwe bisoje û were îmanê ku ji zilamtiya xwe şerm bike û dev ji domandina vê sazûmana peritî berde.

Birastî êdî divê dawî li vê sazûmana zilamtî were. Jin û zilam wekî du mirovên mirov bi hev re di nava aştî, wekhevî, azadî, demokrasî, rêzdarî û hevaltî de bikaribin jiyanekê parve bikin û bijîn. Ger zilam bêje, ‘hêza min nagihêje ez vê sazûmana zilamtiya bi destê zilam hatiye avakirin hilweşînim’, wê demê bila ji kesayeta xwe destpê bike. Hêza te nagihêje sazûmanê, ma qasî jineke agir berdide bedena xwe jî vîna te nîne ku tu di kesayeta xwe de zilamtiyê bikujî û bibî mirov(însan).

Zilamtî ne mirovtî ye; zilambûn tiştek e û zilamtî tiştekî din e. Divê zilam vê yekê jî tevlihev nekin û xwe di warê zilambûnê de nerme nekin û bi vê yekê nekevin vê carê rêyeke şaştirîn. Hinek zilam jî wiha xwe bi nermekirinê dibêjin qey xwe nêzî jinê dikin û wê bikaribin bi vê yekê rewşa jinê baştir bikin. Na! Ev jî çewtiyeke din e. Ya ku rewşa jinê û rewşa mirovahiyê xera kiriye ne zilambûn, an ne jinbûn; zilamtî ye û sazûmana li ser desthilatdariya zilamtiyê hatiye avakirin e. Ji bo vê çi zilam, çi jin; herkesê di hundirê vê sazûmanê de erk digre û weyn (rol) dileyize dikare bibe navgîneke sazûmana zilamtiyê. Gelek mînak hene ku jin bûne serokwezîr û serokkomar û ji zilamekî dijwartir nûnertiya sazûmana zilamtiyê kirine û bi pratîka xwe ji zilaman zêdetir nav û deng dane. Ev li ser navê jinan şermek e, lê gelek jin bi vê yekê nizanin û dilê xwe dibijînin cihê wan jinên navgîna sazûmana zilamtiyê.

Bi sedema rojeke wiha grîng divê careke din mirov bi bîr bîne ku hemû jin û zilamên ji ber dijwarî û bêmafiya sazûmana zilamtiyê li ser serê mirovahiyê bi hezarên salan e didomîne, jiyana xwe ji dest dane û pêwîstê xwekuştinê bûne jan û hestên wana jiyan bike û her kes di kesayeta xwe de sedemên wê lêpirsîn bike û ger dilekî wî/wê hebe bisojîne û qiyametê li ser serê xwe rake ku careke din nebe navgîneke sazûmana zilamtiyê.

Ji bo vê xwegihandina bîrûbaweriya pakkirina ji sazûmana zilamtî û xweşûştina ji hemû qirêj û gemariyên ji zîhniyeta zilamtiyê tê pêwîst e. Ger zilamtî were kuştin, wê di cîhana me de tovên mirovtiyê werin çandin û bi zîldayîna van tovan re wê jin jî, zilam jî ji nû ve vejîn bibe û wê bikaribin bi hev re wekhev û azad bijîn û xwezaya me jî biparêzin û hişîn û zindî bikin.

24 11 2006

RÊVEBIR Û XEBATKARÊN HÊJA Ê RADYOYA DENGÊ MEZOPOTAMYA

Qasî ku derfetên me rê didin dem bi dem be jî em li weşanên we guhdarî dikin û bi bîhistina dengê we em gelekî kêfxweş û serbilind dibin. Bernameyên we xweş in û em berdewamiya weşanên we û serkeftinên we dixwazin. Lê di vê derê de ku destûra we hebe û hûn dilê xwe negrin dixwazim di derbarê bikaranîna zimanê kurdî de rexneyekê li we bikim û rastkirina şaşitiya heye bixwazim. Ev demek e min dixwest ji we re binivîsînim, lê her carê min digot, ‘Belkî bi xwe kêmasiya xwe ferq bikin û hewce neke ez bînim bîra wana’ û min nedinivîsand. Lê dawî min dît ku hûn bi xwe ne di ferqiyê de ne û bi vê sedemê ger hûn dilê xwe negrin ez dixwazim bînim bîra we.

Destpêkê ez dixwazim di derbarê şaşitiya tê kirin de hinekî li ser taybetmendiyên zimanê kurdî bi kinahî vegotinekê bikim ku rexneya min cih bigre.

1 – Di zimanê kurdî zaravayê kurmancî de peyvên kit û kom û bikaranîna wana ji zimanê Tirkî sedî sed cudatir e. Kesên zimanê kurdî zaravayê kurmancî ji dayika xwe fêr dibin vê cudahiyê dizanin û di bikaranbînê de nakevin nava şaşitiyan. Lê kesên zaravayê kurmancî ne ji dayika xwe, ji devereke din fêr dibin, ango asîmîle bûbin û pişt re dema kurmanciya xwe bikar tînin bi mejiyeke tirkî bikar tînin, vê rêzikê şaş bikar tînin. Bi taybetî spîkerên me yên rojnameyên Tirkî bê wergera nivîskî dixwînin û di cih de bi devikî vedigerînin kurmancî zêde dikevin nava vê şaşitiyê. Di zimanê Tirkî de hevok çawa hatibe nivîsandin, bi wî mejiyî vedigerînin kurmancî û şaşitiyeke rêzimanî dikin.

Mînak; di rojnameyeke Tirkî de dibêje, ‘Gençler yürüdü’. Hevalê me yê lı ser radyo an Tv nû,eyan dıxwîne- yan jî rojnameyan werdigerîne, v; hevok; bi Tirkî difikire û wiha werdigerîne:

‘Ciwanan meşiyan’

Di dil wî hevalî de ku wiha bêje, ev hevok dibe hevokeke kom. Lê di zimanê kurdî zaravayê kurmancî de sazkirina hevokeke wekî ‘Ciwanan meşiyan’ xelet e. Rastiya wê wekî ‘Ciwan meşiyan’ e. Peyva Ciwan a di vir de paşgira kombûnê pêwîst nake ku bigre. Di rewşên wiha de ji xwe lêkerê paşgira kom ‘an’ girtiye, hacet nîne peyva ciwan jî wê paşgirê bigre.

Di zimanê kurdî zaravayê kurmancî de navên hevenav tev dema sade werin nivîsandin, yanî bê paşgir û bê pêşgir werin nivîsandin wateyeke kom jî, wateyeke kit jî dikarin bidin û didin. Kombûn û kitbûna wan mirov ne ku paşgirê bîne paşya wana, mirov li lêkerê dinêre û wiha dizane. Di rewşên rengdêrek tê berya navdêrê de, wê demê navdêr paşgira kombûnê digre.

Mînak: ‘Ciwanên DTPyî meşiyan’. ‘Ciwanên xwendekar meşiyan’, û hwd.

Ez hewce nabînim ku ravekirin û mînakan dirêjtir bikim, lê ku hevalên me di vê kêmasiyê de israr bikin ezê ji we re nivîsareke ne kêmî deh pelan ku vê rêzikê rave dike binivîsînim. Bi taybetî li ser TV hevalê Mehmûd û di radyoya Dengê Mezopotamya de jî hevalê Kazim Robar di kirina vê kêmasiyê de bala min zêde kişandine û ji kerema xwe re ger ne di vê ferqiyê de bin, bila biçin dewreyeke perwerdeya kurdî zaravayê kurmancî pişt re nûçeyan bixwînin ango wergerînin. Divê ev heval û hevalên wekî vana zanibin ku her roj bi sedhezaran kurd bernameya wana guhdar dikin û vê şaşitiyê ji wana fêr dibin û dibêjin qey rastî wiha ye. Weyn (rol) û grîngiya radyo û tv di vegirtina ziman de tê zanîn. Ger tu ziman şaş buikar bînî, wê guhdar jî şaş fêr bibin, ger tu rast bikar bînî wê rast fêr bibin. Bi taybetî em kurd ji ber ku dibistanên me yên fêrbûna ziman nînin, radyo û TV bandûreke mezin li ser me dike û di wir de çawa were bikaranîn em dibêjin qey ew rast e. ji bo vê hevalên vî karî dikin divê ziman sedî sed rast bikar bînin û ger nizanibin, rêvebir rê nedin wana ku şaşitiyên xwe bidomînin, ji wana re derfeta perwerdeyê vekin û piştî fêrbûna bi awayê rast bînin ser wî karî.

Bi taybetî şaşitiyên di warê rêziman de nayên pejirandin û em hêvîdar in ku rêvebirî li ser vê yekê raweste.

Ji bo ku şaşitiyên tên kirin bi awayeke pratîkî hûn bibînin ezê ji nûçeyên Radyoya Dengê Mezopotamya çend hevokan binivîsînim:

Roja 20 / 11 / 2006 Nûçeyên saet di 09.35ê sibehê de. Werger hevalê kazim Robar

Nûçeyan bi tevahî ezê nenivîsînim divê tekstên wê li gel we hebin û hûn dikarin ji wê derê bişopînin.

‘…di wir de hin xalan hatine bicihkirin…’

‘…ewan sûcdaran jî bêne cezakirin…’

‘…malbatan radigihînin…’

‘…malbatan dibêjin…’

‘…jina 70(1) salî kurekî wî di girtîgehê de heye…’

‘…makezagon…’

21 / 11/ 2006 eynî heval eynî saeta nûçeyan

‘…bi balyozan deriyan şikandine…’

‘…pêkutî…’

‘…êdî bes e, ji ber ev operasyonan, ji ber ev pevçûnan…’

‘…145 kesên van qursan xelas kirin, mezûn bûn…

23 / 11 / 2006 dîsa eynî heval û eynî saeta nûçeyan

‘…PJAK ev nûçe derew derdixe…’

‘…Ehmed Tanriverdî ya ku li vî gundî radiweste…’

‘…ji bo wê hatine girtin ewan kesan…’

‘…sanciyên Tirkiyê heye ev derdixe pêş…’

Niha ezê ji we re yek bi yek çi yê van hevokan şaş in bi tîpên stûr diyar bikim û rastiya wan binivîsînim:

Hevoka; ‘…di wir de hin xalan hatine bicihkirin…’ şaş e; rastiya wê divê wiha be: ‘… di vir de hin xal hatine bicihkirin…’

Hevoka ‘…ewan sûcdaran jî bêne cezakirin…’ şaş e, rastiya wê divê wiha be: ‘..- ew sûcdar jî bên cezakirin…’

Hevoka ‘…malbatan radigihînin…’ şaş e; rastiya wê divê wiha be: ‘…malbat radigihînin…’

Hevoka ‘…malbatan dibêjin…’ şaş e; rastiya wê divê wiha be: ‘…malbat dibêjin…’

Hevoka‘…jina 70(1) salî kurekî wî di girtîgehê de heye…’ ji warê bikaranîna zayendê şaş e. peyva jin navdêreke mê ye, cînavka wê jî ne ‘wî’ ye, divê ‘wê’ be. Ji bo vê rastiya vê hevokê divê wiha be: ‘…jina 70(1) salî kurekî wê di girtîgehê de heye…’

Peyva ‘…makezagon…’ ji cihekî hatibe girtin jî şaş e; ji ber ku mak di wateya ‘dayik’ de ye, ne di wateya ‘bingehîn’ de ye. Di nûçeyê de ji bo ANAYASA ‘Zagona Bingehîn’ hatibû bikaranîn. Peyva ‘ANA’ ya di ‘ANAYASA’ yê de ne di wateya ‘DAYIK’ ango ‘MAK’ de ye, di zimanê Tirkî de di wateya ‘ESAS’ ango ‘TEMEL’ de ye ku ev jî di zimanê kurdî de peyva beramber ti caran nabe ‘MAK’. Ger ji hinek cihan hatibe fêrbûn jî şaş e û divê bi armanca zagona bingehîn ango anayasa ya Tirkî neyê bikaranîn.

21 / 11/ 2006 eynî heval eynî saeta nûçeyan

Hevoka ‘…bi balyozan deriyan şikandine…’ şaş e, awayê wê yê rast wiha ye: ‘…bi balyozan(keraneyan) derî şikandine…’

Peyva ‘…pêkutî…’ di wateya ‘zordarî’ de hat bikaranîn ku ev peyv ji ku hatibe girtin vê wateyê nade. ‘pêkutî’ wateya alaveke ku pê lêdan were kirin dide, wateya zordariyê nade.

Hevoka ‘…êdî bes e, ji ber ev operasyonan, ji ber ev pevçûnan…’ ji aliyê cînavkên nîşanî ve şaş hatiye sazkirin, rastiya wê divê wiha be: ‘…êdî bes e; ji ber van operasyonan, ji ber van pevçûnan…’

‘Hevoka …145 kesên van qursan xelas kirin, mezûn bûn…’ şaş e, rastiya wê divê wiha be: ‘…145 kesên ev qurs xelas kirin, mezûn bûn…’

23 / 11 / 2006 dîsa eynî heval û eynî saeta nûçeyan

Hevoka ‘…PJAK ev nûçe derew derdixe…’ şaş e, rastiya wê divê wiha be: ‘…PJAK vê nûçeyê derew derdixe…’

Hevoka ‘…Ehmed Tanriverdî ya ku li vî gundî radiweste…’ şaş e, ji ber ku Ehmed navdêreke ne mê ye ku paşgira ‘ya’ sitendiye, divê paşgira ‘yê’ a zayenda nêr hatiba bikaranîn. Rastiya vê hevokê wiha ye: ‘…Ehmed Tanriverdî yê ku li vî gundî radiweste…’

Hevoka ‘…ji bo wê hatine girtin ewan kesan…’ şaş e, rastiya wê divê wiha be: ‘…ji bo wê ew kes hatine girtin…’

Hevoka ‘…sanciyên Tirkiyê heye ev derdixe pêş…’ ji gelek aliyan ve şaş e, rastiya wê divê wiha be: ‘Sanciyên (janên) Tirkiyê yên hene derdixe pêş…’ ango ‘…ev, sanciyên Tirkiyê yên hene derdixe pêş…’ ango ‘…sanciyên Tirkiyê yên hene, van derdixe pêş…’  êdî di kîjan wateyê de hatiye bikaranîn li gorî wê dikare wiha were nivîsandin.

Hevalên hêja;

Li min biborînin ku di vî warî de min ev kêmasî anîn ser ziman û we rexne kir. Lê ku em neynin ser ziman û we rexne nekin wê ev kêmasî her bidomin. Yên ku di vê ferqiyê de ne û van hevalên wiha şaş bikar tînin rexne nakin ango naynin bîra wana ew jî şaş in û esas divê ew werin rexnekirin. Bila kesek nebêje, ‘Ma tîpek an peyvek şaş were bikaranîn wê çi bibe?’ 

Na! Mesele ne ew e; di van xalên min dan diyarkirin de ji serî heta binî şaş bikaranîna rêzimanê kurmancî heye. bi taybetî di warê peyvên kit û kom de û di warê cînavkên mê û nêr de ewqase şaş bikaranîn heye ku bi rastî min nikarîbû tevan binivîsînim.

Ez vê nameyê bi armanca serastkirina wî hevalî ji we re rêdikim û hêvîdar im ku bi lez ew heval xwe perwerde bike û ger derfeta we hebe di vî warî de hevalê Mehmûd ê li TV jî hişyar bikin wê baş be; ji ber ku ew jî dem bi dem van şaşitiyan dike.

Ji bo ku guhdarên we jî zanibin ev şaşitî di ziman de hatine kirin û rastiya wan divê bi çi awahî be, hêvîdar im ku hûn buikaribin vê nameyê di saeta wergera nûçeyan de anons bikin û di saeta bernameya li ser ziman de jî biweşînin.

Li gel silav û rêzên xwe yên hevaltî û germ, berdewamiya weşana we û serkeftina we dixwazim û silav û rêzên xwe ji tevahiya xebatkar û kedkarên radyoya Dengê Mezopotamya re rêdikim.

24 11 2006

DESTKEFTIYÊN HENE DIVÊ WERIN PARASTIN

Di van rojên dawî de li her çar aliyên Kurdistanê dîsa senaryoyên neyaran yên têkbirina destkeftiyên kurdan tên lidarxistin. Serokwezîrê Tirkiyê bi lez çû Îranê û di wir re derbasî Sûriyê bû. Pi‏‏stî wê Koordînatorên li dijî PKKê hatine damezirandin li Ewropa civîna xwe bi awayeke vesirtî pêkanîn. Di vê navberê de rapora wezîrê berê Yê Amerîkî ya di derbarê Iraqê de hat eskerekirin û bi taybetî ji aliyê kurdan ve bi helwesteke tund hat pêswazîkirin. Ji xwe li Tirkiyê tecrîta li ser birêz Ocalan, berdewamkirin û dijwarkirina operasyonên li dijî gerîlan, êrîsên li ser gel û li ser sazî û rêxistinên civakî bi xurtahî didomin..

Dema mirov van bûyeran yek bi yek hilgire dest wekî bûyerên asayî dikarin werin sîrovekirin. Lêbelê dema mirov bi berçavkeke gistî li vana binêre, dibîne ku ev pê‏sketin tev bi hev ve bi awayekî organik girêdayîne û sedema vana tev di xalekê de digihêje hev ku ew jî xwesteka neyaran a têkbirina destkeftiyên kurdan e. bêguman divê xwesteka têkbirinê de weynê yekem ê sereke sazûmana Tirkiyê û rêvebirên wê dileyizin.

Rêvebirên Tirkiyê wekî feqîrên li kolanan destên xwe li ber her dewletê vedikin û bi berger daxwaz dikin ku bi nave kurd û Kurdistanê rê nedin ti destkeftiyan.

Di  rojeva Iraqê de parçebûneke li gorî kêmenetew û olan di rojevê de ye. Ji aliyekî ve ya rast jî ew e. Di lihevdûhatina Lozanê de û bi peymanên pi‏stî Lozanê re ew nex‏seyên li ser tinehesibandina Kurdistanê hatine xêzkirin pêwîst e tev werin rakirin û ji nû ve werin çêkirin. Çi Iraq, çi Îran, çi Sûriye û çi Tirkiye mafê yekê ji vana jî nine li hemberî azadbûna xaka kurdan li ber xwe bidin û astengiyan derxin. Tevahiya cîhanê dizane ku di peymana Lozanê de bêmafiyeke pirr mezin li kurdan hatiye kirin û welatê wana hatiye çarparçekirin. 

Wê demê ger îroj li Iraqê rew‏sa avabûna dewleteke kurdî ya federe derdikeve hole, mafê rayedarên Tirkiyê nine ku bêjin, ‚Bila xaka Iraqê parçe nebe!‘ çima dema xaka Kurdistanê hat parçekirin we negot `Em li dijî parçekirina xaka Kurdistanê ne!‘

Niha wekî av biçe binê wana rayedarên Tirkiyê baz didin Îran û Sûriyê û ji wana re dibêjin ‚Eman ha, rê nedin ku Iraq parçe bibe! Er Iraq parçe bibe wê dewleteke kurdî derkeve hole. Ger li Iraqê kurd bibin xwedî dewlet wê dor were me û kurdên di nava me de jî dewletbûnê bixwazin. A ba‏s, em dest bidin hev û vî agirî bitemirînin!‘

Belê birêz Tayyip Erdogan bi vê sedemê revî revî derbasî Îran û Sûriyê bû. Dîsa bi vê sedemê tevî agirbesta KKKê operasyonan didomînin û sizaya hucreyê didin birêz Ocalan ku çima banga astiyê kiriye. Yanî ku tu ser bixwazî tu azad î, lê ku tu astiyê bixwazî tu li sizaya hucreyê rast tê. Wateya wê jî ev e: Jib o kurdan ceribandineke tinekirinê dîsa di rojeva neyaran de ye. Careke din hemû derfetên xwe tînin ser hev û dixwazin hêza gelê kurd û destkeftiyên wê tine bikin. Ji bo bikaribin vê senaryoyê biser bixin jî, bi nave kurdan banga astiyê jî be napejirînin û bi darezandinê dibersivînin.

Rapora wezîrê Amerîkî ya di derbarê Iraqê de hatiye amadekirinjî li gorî berjewendiya vê senaryoya sazûmana Tirkiyê hatiye amadekirin ango bi zîhniyeteke peymana Lozanê yan jî bi zîhniyeteke desthilatdarî hatiye amadekirin. Tê de nêrîneke demokratîk a mafên gelan û azadiya gelan bide ber çav nine. Wekî tifa xwe bialêse dîsa dixwaze endamên partiya Baas bike desthilatdar ku careke din jahra kîmyewî bi ser kurdan de bibarînin. Li gorî zîhniyeta vê raporê ne dûr e ku Sadam ji zîndanê berdin û Iraqê dîsa bidin dest wî û bi vî awahî tifa xwe bialêsi. Belê zîhniyeta raporê ev e û wê demê ji Tirkan re jî rêka destdirêjiya(mudaxaleya) hundirê Iraqê ango Ba‏sûrê Kurdistanê vedike. Ji xwe artêsa Tirk ji doh ve dil diavêje ku jê re derfeteke ketina Iraqê vebe. Bi zîhniyeta vê raporê ev rêk li ber vedibe.

Wê demê hedef rasterast destkeftiyên kurdan ên di van salên dawî de hatine bidestxistin in. dixwazin van destkeftiyan ji hole rakin.

Tevî hemû danûsitendinên bi Yekîtiya Ewropa re tê dîtin ku Tirkiyê di ware naskirina nasname, çand û zimanê kurdî de gavên grîng navêje, berûvajî wê bi êrîsên leskerî û yên li ser civakê dixwaze tista heye jî têk bibe. Yekîtiya Ewropa jî di vî warî de hîn zîhniyeta peymana Lozanê di xwe de neçirandiye. Jib o pirsgirêka Qibrisê qiyametê radikin û her du lingên Tirkiyê dixin pêlavekê, dinyê lê teng dikin. Bas e ma qey Kurdistan û pirsgirêka kurd qasî Qibrisê bi qiymet nine? Çi ji aliyê xaka xwe ve be, çi ji aliyê mirovên li wir dijîn be Qibris qasî riba Kurdistanê nayê, lê Yekîtiya Ewropa demokratîkbûna Tirkiyê anî û di vekirina Balafirgeh û Ke‏stîwaran de ku jib o firoke û kestiyênRûmên Qibrisê re veke ve girê da. Yanî ku Tirkiyê rê bide kestî û firokeyên rûman werin av û hewaya Tirkiyê bikar bînin, wê Tirkiyê bibe democrat!!!! Zîhniyeta Yekîtiya Ewropa ev e; li aliyê din nabêje, ‚Ya tu her roj li Kurdistanê Operasyonan li dar dixî. Jin zilam, zarok mirovên kurd qetil dikî. Te zimanê wana qedexe kiriye û bi vî awahî tu qirkirina ramanî li ser nijada kurd pêk tînî, bes van kiryarên dij mirovî bike!!‘ ji qirkirina kurdan a bi her awahî re çavên xwe diqurmiçîne, lê belê doza mafê gera kestî û firokeyên Rûman wekî bingehê demokratîkbûnê dide pês. Ev durûtiyeke ecêb e.

Bi kinahî div ê dema dîrokî û xetar de ku li ser sere gelê kurd leyistok û senaryoyên qirêjî yên bingehê xwe ji peymana Lozanê digrin tên leyistin, pêwîst e kurd ji her demê zêdetir hisyar û çalakger bin. Dive kurd ne bi hasten xwe bi his û ramana xwe tev bigerin. Dive kurd yekîtiya xwe xurt bikin û sere wan jî tê de biçe, ji destkeftiyên xwe gavekê tenê jî pas de gav neavêjin.

Çi li Bakur, çi li Rojhilat, çi li Rojava û bi taybetî jî li Ba‏sûrê Kurdistanê destkeftiyên hatine bidestxistin ne ji ber xwe ve, bi encama xwîna bi sedhezaran jin, zilam, zarok û ciwanên kurd hatine bidestxistin. Ger pêwîst bike bi dayîna bedîleke ji vê zêdetir be jî gelê kurd wê li van destkeftiyê xwe xwedî derkeve û leyistoka neyarên xwe div ê demê de jî vala derxîne û bike bingehê pê‏debirina destkeftiyên xwe.

Tirkiyê çiqasî jî xwe tir‏ û tal bike Ba‏ûrê Kurdistanê di rêka dewletbûnê de ye û bi sedema parçebûna Iraqê be jî wê ev yek pêk were û pêwîst e pêk were.Ji bo tevahiya parçeyên Kurdistanê ev rastî derdikeve hole: Heta azadbûneke serbixwe li pês nekeve, sazkirina yekîtiya bi gelên desthilatdar re zahmet e û wê herdem kurdan wekî zarokê jinbavê bihêle. Jib o ku kurd ji vê rew‏a zarokbûna jinbavê xwelas bin, pêwîst e veqetîneke azad jiyan bikin, pi‏tî tamkirina jiyana azad jib o yekbûn an neyekbûnê bi vîna xwe ya azad biryara xwe bidin. A rast ev e û pêwîst e dost dijmin herkes ji vê re rêz bigre û kurd jî jib o bikaribin vê armancê pêk bînin dev ji tevahiya aloziyên di navbera xwe de berdin û yekîtiyeke netewî ya mezin a wekî di dema Kyakser de ku konfederasyonên Med ava kirin û pê dawî li zilma Dehaq anîn, ava biki û serkeftinê bi dest bixin. Ger div ê dema dîrokî de kurd yekîtiya netewî a mezin ava bikin wê ev yekîtî wana bibe avakirina Kurdistana mezin û serkeftina mezin.

12 12 2006

JI BO SERBESTBÛNA ZIMAN, BIKARANÎNA ZIMAN PÊWÎST E

Di van salên dawî de di nava kurdan de xwedîderketina li zimanê xwe yê zikmakî û daxwaza serbestbûna wê li pêş dikeve. Di vî warî de demekê fêrgeh hatin avakirin û ji aliyê xwendevanan ve daxwazname hatin pêşkêşkirin. Di roja me de jî gelek kes xwesteka perwerdeya bi kurdî tînin ser ziman û ji hukûmetê daxwaz dikin. Ev tev pêşketinên grîng û baş in, lê têra çareserkirina vê pirsgirêkê nakin.

Li ber azadbûn û bikaranîna zimanê kurdî du cureyên pirsgirêkan hene: Yek; pirsgirêkên çavkaniya xwe ji der ve, ango ji sazûmana desthilatdar digrin ku qedexekirina zagonî û zordarî ya li ser zimanê me ye. Ya duwemîn jî; pirsgirêkên çavkaniya xwe ji kesayeta kurdan distînin ku li ser xwe qedexekirina bi destê xwe pêk tînin û pêkneanîna pêwîstiyên bikaranîna zimanê xwe yê zikmakî ye ango meşandina oto-asîmîlasyona li ser xwe ye.

Pirsgirêkên çavkaniya xwe ji sazûman û helwesta dijmin distînin, mirov dikare bi têkoşîneke demokratîkî yan zagonî bi demê re ji holê rake; ango dijmin dikare rojekê were ser rastiyê û van qedexeyan ji ber xwe rake. Li gorî min ev cureyê astengiyê astengiyeke teknîkî ye û hinekî bingehê xwe ji helwesta kurdan jî distîne. Ya grîng derbaskirina astengiyên cureya duwemîn e. Yanî qedexekirin û astengkirina kurd li ser xwe dimeşînin e. Em hinek mînak bidin:

Ciwanên kurd li hev kom dibin û civînekê lidar dixin. Em di televizyonê de li salona wan a civîn tê de lidar xistine temaşe dikin. Bi dehan pankart hatine daliqandin û dirûşme li ser hatine nivîsandin. Lê em dibînin ku yek ji wana jî bi kurdî nehatiye nivîsandin, tev bi tirkî nivîsandine. Bi taybetî nivîsara li pişt dîwanê ya ku navê civînê dide diyarkirin dema bi tirkî tê nivîsandin, bi min gelekî ecêb û şaş tê.

Li meydanekê girseyeke rewşenbîr û nûnerên saziyên civakî ên kurdan kom bûne, di derbarê mijarekê de daxuyaniyê didin. Yekî dengweş daye ber devê xwe û belavoka di dest de bi tirkî dixwîne û axaftina xwe bi tirkî dike.

Nûnerên partiya nûnertiya kurdan dike li meydanekê bangî gel dike. Bi hezaran kurd civiyane, lê guhdarî dikin û gelek ji wê girseyê bi tirkî jî nizanin. Di destê gelek kesan de pankart hatine bilindkirin. Nivîsandinên li ser wana dîsa bi tirkî hatine nivîsandin û nûnerê partiyê yê bangî gel dike jî bi tirkî diaxive.

Ev dîmen her roj tên ser televizyona me ya kurdî û em bi çav dibînin û bi guh guhdarî lê dikin. Ên di van dîmenan de weynekê hildigrin dîsa bi zimanê tirkî daxwaza azadberdana zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî dikin.

Bêguman hewildanên wan û daxwazên wan grîng in û pêwîst in; lê çawa ku Marks diyalektîka Hegel girt û serûbin kir a rast derxist holê, pêwîst e mirov van hewildanên kurdên nûner û pêşeng jî bigre û serûbin bike bixe ser rêka rast. Çawa?

Her kurdek divê xwe pêwîst bibîne ku her kar û xebata xwe bi kurdî bike, tevahiya nivîsar û pankartên xwe bi kurdî binivîsînin, bangên xwe bi kurdî bikin. Dema di televizyonê de dîmena salona wan a civîn tê de lidar xistine derket, ew nivîsandina navê civînê ya li paş dîwanê bila bi kurdî be ku bêhneke kurdî ji wê civînê were û sazûmana tirk zanibe ku kurdî heye. Dema pankartek di kombûn an meşekê de hat hildan bila bi kurdî be ku çavên tirkan û yên kurdan nivîsareke bi kurdî bibînin û zanibin ku zimanekî wiha jî heye.

Xwestina rast û ji dil, bi bikaranîneke pratîkî pêk tê. Niha hinek dikarin bêjin ku; ‘Em di civînan de pankartan bi kurdî binivîsînin, wê dewlet di derbarê me de darezandinê li pêş bixe,dozan veke!’

Rast e, lê ji xwe tu ti karî nekî jî sirf ji bo tu kurd î her roj di derbarê te de lêpirsîn û darezandin tên lipêşxistin û doz tên vekirin. Bila çendek jî ji bo ziman werin vekirin û meşandin ma wê qiyamet rabe?

Li Tirkiyê niha di çerxa sazûmana komarê de krîza zimanê kurdî heye. Rayedarên dewletê newêrin kurdî serbest berdin. Baş dizanin ku zimanê kurdî zimanekî herî kevnare yê vê herêmê ye û zimanekî bingehîn û bi bingeh e. Ji her alî ve zimanê kurdî ji yê tirkî dewlementir e. Ger kurdî azad were bikaranîn wekî pêla lehiyê wê bi ser yê tirkî bikeve û tirkî li siya xwe bihêle. Rayedar û zimanzanên tirkî vê rastiyê dizanin û ji bo wê di her derfetê de dixwazin kurdî lawaz û tine bidin diyarkirin ku bifetisînin. 

Lê têkoşîna azadiya gelê kurd di warê ziman de gihiştiye qonaxeke wiha ku dewlet pêwîstê azadberdanê dibe. Ev pêwîstî derketiye holê bes hîn bi encam nebûye, ji bo ku bigihê encamê divê kurd destpêkê di pratîkê de pêk bînin.

Ma qey pir zahmet e ku her kurdek di tevahiya jiyana xwe ya rojane de çi di fermiyetê de û çi di nefermiyetê de bi kurdî biaxive? Yanî balkêş e; dadikevin kolanan bi keviran û sîngên tazî li hemberî tank û panzêran têdikoşin, lê dirûşmeyên xwe bi tirkî diqêrin!

Di bin zext û zora polîs û leşkeran de kombûnekê yan meşekê li dar dixin, bi dehan ji wana lêdan û girtinê didin ber çav, bes axaftina xwe bi tirkî dikin, pankartên xwe bi tirkî hildidin. Ya, ji xwe tê lêdanê bixwî û bikevî zindanê, qe ne bi kurdî bipeyive û binivîsîne bila wateyeke xwe ya mezintir hebe!

Ne tenê ev; ev dîmenên di televizyonan de tên ber çavên me ne. Dîmenên nayên ber çavên me jî hene:

Dema kurdek diçe dikana kurdekî ku tiştekî bikire, bi tirkî dixwaze û firoşger jî bi tirkî difiroşe:

-Kekê elma qaçadir?

-Wele îkî lîredir.

-Hele bîr kîlo vêr…

Dîsa bi ajokeran re jî diyalogên wana bi tirkî ne:

-Baba benî daxqapiya goturîsen?

-He, swar be!

Mirov dikare van mînakan di her alî û her warê jiyanê de bide. Dema ku rastiya kurdan ev be, rayedarên dewletê jî di binê simbêlan re dikenin û dibêjin: ‘Zaten benîm asîmîlasyon polîtîkam kurtlerde sonuç almiş, bunlar artik bu dîlî kullanma geregî duymuyorlar. Bîrkaç tane çatlak ses arada bîr çikip kurtçe serbest birakilsin diyorlar, onlari da kulakardi ederîz kapanir gîder, daha da olmazsa gunde bîr saat serbest birakiriz, bunlar da etkîsîzleşîr…’

Bi kinahî, em kurd divê çavê xwe zêde nedin ber destê dewletê û xwe bi xwe vê oto-asîmîlasyonê ji ser xwe rakin. Tevahiya salonên xwe bi nivîsar û dirûşmeyên kurdî bixemilînin. Di her qad û dema jiyanê de bi herkesî re bi kurdî bidin û bistînin. Heta pêwîst bikin ku tirkên bi me re dijîn ji bo bikaribin bi me re diyalogê ava bikin, xwe fêrî kurdî û axaftina bi kurdî bikin. Dema em daketin kolan û meydanan ji pankartên bi kurdî hatine nivîsandin bila hestên me yên netewî bicoşin. Dema rayedarên tirk li kurdekî binêrin di her xebat û çalakiya wî de şopeke zimanê kurdî bibînin ku ji qedexekirin û astengkirina xwe bidin şermê û valaderketina polîtîkaya xwe ya asîmîlasyonê bibînin û zanibin ku derfeta biserketina wê êdî nîne û ew hêviya wan bişikê.

Em wiha bikin ku kurdî di her war û dema jiyanê de bi bikaranîneke neferme were azadkirin êdî tenê azadkirina wê ya zagonî ya bi awayê teknîkî bimîne, ku ew jî di rastiyê de hebe nebe zêde ne grîng e û ji xwe wê demê bê wate dimîne. Yanî dema kurdek di her warê jiyanê de kurdî bikar bîne û dewlet nikaribe pêşî li vê yekê bigre, ma di zagonê de qedexe be çi ye, ne qedexe be çi ye? Çi wateya wê zagonê namîne,ji ber xwe ve ji holê radibe. Ya grîng, em bi bikaranîna zimanê xwe hêviya rayedarên tirk bişkînin ku zanibin polîtîkaya asîmîlasyonê bi ser nakeve.

Kurd dikarin vê vînê şanî dost û dijminan bidin. Ev vîn di kesayeta kurdan de heye. Ev sê hezar sal in zimanê kurdî derfeteke azad nedîtiye ku xwe pêk bîne, lê dîsa jî nemiriye û zindî maye, xwe nû kiriye. Ev ne tiştekî biçûk e. Di van sê hezar salan de bi hezaran ziman hatin qirkirin û ji holê rabûn. Zimanê kurdî li ber xwe da û bi ser ket. Niha mafê vî zimanî heye ku vê serkeftinê bi azadbûneke pratîkî bigihîne asteke bilintirîn. Werin em her kurdek biryarê di kesayeta xwe de bigrin ku li gorî vê berxedana zimanê me, em tevbigerin û têbikoşin. Her derê bi nivîsar û peyvandina kurdî bixemilînin û dagrin. Bila çavê tevahiya mirovahiyê tije nivîsara bi zimanê kurdî bibe! Sala 2007 bila bibe saleke bikaranîna zimanê kurdî ya di her war û dema jiyana ferme û neferme de.

Silav û rêzên kurdînî

22 12 2006

Ji bo rêvebirî û endamên PEN-KURD NAMEYA PÊŞNIYARI YA PIŞTGIRIYÊ

Li Tirkiyê komek (322 kes) nivîskar, hunermend, akademisyen, rêvebirên avahiyên civaka neferme, wezîrên kevin bi armanca çareserkirina pirsgirêka kurd û rawestina şer ê li Kurdistanê belavokek weşandine û çareseriyeke lezgîn ji rayedarên Komara Tirkiyê xwestine.

Helwest û daxwazeke bi vî rengî di cih de ye û divê ev helwest û daxwaz bi piştgiriyeke xurt were destekkirin û pêşdebirin. Li welatê me bi salan e xwîn dirije û desthilatdariya Tirk tevî hemû hewildanên aliyê kurd ên ji bo aştiyê, di rêka şer de israr dike û naxwaze rastiya kurd û Kurdistanê binase. Divê helwesteke wiha xurt û hevbeş were diyarkirin ku aliyê Tirk xwe pêwîstê hatina ser rêka çareseriya demokratîk û aştiyane bibîne. 

Nivîskar û rewşenbîrên kurd ên endamên PEN-KURD jî di warê azadbûna zimanê kurdî û azadiya gelê kurd de gelek hewildan kirine û eza kişandine. Bi vê sedemê destekkirina gavên bi vî rengî wekî berê jî dihat kirin, ez pêşniyar dikim ku vê carê jî bi xurtahî were kirin û wekî organîzasyon PEN-KURD ji bo xurtkirin û serkeftina vê gavê hewl bide.

Bi vê armancê belavoka 322 kesan weşandine li jêrê ji bo endamên PEN-KURD wergera wê ya bi kurdî heye û pêşniyar û hêviya piştgiriya vê gavê ji we birêzên delal dikim.

Li gel silav û rêzên germ.

Hesen Huseyîn Denîz

BELAVOKA 322 KESAN WEŞANDINE

“Ne zimanê şer, ê aştiyê em biaxivin. Bi sedemapolîtîkayên dijwariyê me gelek tişt winda kirin. Bisalan e gelek mirovên me mirin, tevna me ya civakî tahrîb bû. Biryara rawestina çalakiyên bi çek, ji bo bidawîbûna rewşa pevçûnê, emwekî vebûneke cidî dibînin. Ji bopêşveçûna dînamîkên çareseriya neferme,emtev bi hev re dikarin vê rewşê binirxînin, divê binirxînin. Lêbelê ji bo bi tevahî bidawîbûna rewşa pevçûnê, divê di çalakiyê de, di ramanê de û di dilan de bi tevahî çek bêdeng bibin. Êşên em jiyane, windahiyên cihên wana nayên dagirtin diyar kirine ku, dijwarî çareseriyê naîne. Ji bo bicihbûna bîrûbaweriya rêzaniya demokratîk redkirina her cureyê dijwariyê û devjêberdana zimanê şer pêwîst e. Polîtîkaya ewlekariyamîlîtarîst a bi gotina ‘Heta yek terorîst nemîne…’ destpê dike, xwînê narawestîne, gotina kîndar xwedî dike û girêdana bi hêzên hesabên wana li serherêmê hene zêdetir dike. Lê pirsgirêk pirsgirêkame ye; bi hewildanên me tevan tenê dikare liser van xakan were çareserkirin. Pêşemîn em ji saziyên dewletê vebûneke ne pevçûn û mirinê, jiyanê dixe navenda xwe daxwaz dikin. Berpirsyariya çareseriyê, divê vîna siyasî hilgire ser xwe. Ji bo avakirina rewşeke ewle ya jiyana mirov bingeh digre, gava divê were avêtin, çêkirina sazkirinên zagonî yên tevlêbûna ciwanên li çiyan ji jiyana civakî-rayagiştî re pêk bînin e. Ji bo bi tevahî bidawîbûna rewşa dijwariyê û pêşîgirtina li windakirina jiyana ciwanên li herêmê leşkertiyê dikin jî ev vebûn bi lezgînî pêwîst e. daxistina benda hilbijartinê ya ji sedî deh a biriqîna parlamentoyê ya vîna beşeke fireh a gelheyê asteng dike, wê bibe gaveke grîng a di nûnertiyê de dadmendiyê pêk tîne. Wekî ya hemû çandan, astengên zagonî yên li pêşiya  tevlêbûna nasname, ziman û çanda kurdî ji hemû qadên jiyana giştî re werin rakirin, azadiya xwevegotin û rêxistinkirinê bê kêmahî were pêkanîn. Şikandina destrêşka bêhêvîbûna bi feqîrtî û tinetiya kûr tê, bi destpêkirina pêngaveke nû ya ji bo derbaskirina newekheviyên aborî û civakî ya dinavbera herêman de bi mefer e. her kesê dixwaze azad û di nava ewlehiyê de bijî, em dawetî ramandina li ser sedemên dijwariyê diafirînin û bi awayekî ji dil, rûbirûhatina bi tiştên me kirine û nekirine re dikin. Ji bo bi hêvî pêşerojeke hevpar himbêz bikin, em pêwîstî dîtina girêdayîna hişkehişk bi hev ve a qederên me ne. windahiya yekî ji me, me tevan kêmdike. ne zimanê şer, ê aştiyê embiaxivin. Di çareseriya neferme de em hev bibînin.

YÊN DESTXET KIRINE

Selma Acuner, Cîgir.Doç. Hülya Adak, Prof. Fikret Adaman, Selma Ağabeyoğlu, Adalet Ağaoğlu, Müslüm C. Akalın (serokê baroya Ruhayê), Prof. Asaf Savaş Akat, Ömer Akat, Ezel Akay, Tuncay Akgün, Nebahat Akkoç (serokê KA-MER), Üstün Akmen, Prof. Nazan Aksoy, Bijîjk Cengiz Aktar, Prof. Gülen Aktaş, Cîgir.Doç. İlker Aktügün, Yusuf Alataş (serokê İHD), Orhan Alkaya, Ahmet Alp (serokê baroya Çewlîkê), Necmiye Alpay, Şahin Alpay, Şamil Altan, Cîgir.Doç. AyşeGül Altınay, Prof. Kuban Altınel, Çağatay Anadol, Prof. İbrahim Anıl, Prof. Hacer Ansal, Nevzat Anuk (serokê baroya Colemêrgê), Müjde Ar, Fahri Aral, Prof. Yeşim Arat, Prof. Sadun Aren, Ruşen Arslan, Hüseyin Atabaş, Sabih Ataç, Akın Atalay, Bijîjk Adem Avcıkıran (serokê odeya bijîjkên Amedê), Abdullah Aydın, Zekeriya Aydın, Ergun Babahan, Ayşe Semiha Baban, Prof. Selim Badur, Metin Bakkalcı, Prof. Yaman Barlas, Celal Başlangıç, Oya Baydar, Ali Bayramoğlu, Saadet Becerikli (serokê İHD ya Îlohê), Şahismail Bedirhanoğlu (serokê GÜNSİAD ), Mehmet Bekaroğlu, Cengiz Bektaş, Bahri Belen, Prof. Murat Belge, Sevim Belli, Prof. Halil Berktay, Prof. İlhan Berktay, Celal Beşiktepe, İbrahim Betil, Şefik Beyaz, Ayhan Bilgen (serokê MAZLUM-DER ), Akın Birdal, Tuncay Birkan, Kemal Birlik (nûwênerê dema 18.), Cîgir.Doç. Hale Bolak, Tanıl Bora, Gaye Boralıoğlu, Adnan Bostancıoğlu, Abdülkadir Budak, Prof. Ayşe Buğra, Celalettin Can, Prof. Reşit Canbeyli, Caner Canerik, Arif Ali Cangı, Zeynep Casalini, Gülsüm Cengiz, Fırat Ceweri, Aydın Cıngı (serokê SODEV), Ergin Cinmen, Bilge Contepe, Ayhan Çabuk (serokê baroya Wanê), Önder Çakar, Prof. Ahmet Çakmak, Yrd.Doç. Koray Çalışkan, İpek Çalışlar, Oral Çalışlar, Musa Çam, Süleyman Çelebi (serokê DİSK ), Cîgir.Doç. AyşeBetül Çelik, Aziz Çelik, Murat Çelikkan, Fethiye Çetin, Hikmet Çetinkaya, Bijîjk Metin Çılgın (serokê odeya bijîjkên Mêrdînê), İhsan Çölemerik, Aydın Çubukçu, Özlem Dalkıran, Meral Danış, Abdulhakim Daş (serokê platforma DGD), Timur Demir (serokê baroya Agirî), Necmettin Demiralp, Şeyhmus Diken, Adalet Dinamit, Doç. Zeynep Direk, Erdal Doğan, Orhan Doğan (nûwênerê dema19.), Levent Dönmez, Alican Ebedinoğlu (serokê odeya  esnaf û zanatkaran ê Amedê), Prof. Alp Eden, Tahsin Ekinci, Berzan Ekinci, Bijîjk TarıkZiya Ekinci, Adnan Ekmen (wezîrê kevin ê dewletê), Nurşirevan Elçi (serokê baroya Şirnexê), Prof.Mehmet Elbistan, Aydın Engin, Yılmaz Ensaroğlu, Şükrü Erbaş, Prof. FazılHüsnü Erdem, Prof. Sema Erder, Neşe Erdilek, Prof. Kadir Erdin, Aslı Erdoğan, Prof. Nergis Erdoğan, Barışta Erdost, Prof. Doğu Ergil, Prof. Nazım Ergin, Yalçın Ergündoğan, Prof. Büşra Ersanlı, Bijîjk Tülay Ertan, Prof.Mustafa Ertaş, Tuğrul Eryılmaz, Prof. Ayşe Erzan, Prof. Selçuk Esenbel, Oktay Etiman, Seydi Fırat, Prof. ŞebnemKorur Fincancı, Bijîjk VedatÜnlü Gedik (serokê odeya bijîjkên Îlohê), Yüksel Genç, Gündüz Gençay, Güngör Gençay, Prof. Fatma Gök, Aslı Göksel, Prof. Günay GöksuÖzdoğan, Prof. Melek Göregenli, Bijîjk Zeki Gül, Hülya Gülbahar, Prof. Cengiz Güleç, Mehmet Güleryüz (serokê komeleya zanatên plastîk ên navnetewî), Ayşe Günaysu, Berat Günçıkan, İhsan Gündoğdu, Mahir Günşıray, Prof. Ayla Gürsoy, Prof. Gencay Gürsoy, Mahmut Güven (serokê baroyaMêrdînê), Yaşar Güven, AyşeBerktay Hacımirzaoğlu, Üstün Hakman, Ziya Halis (wezîrê xebatê yê kevin), Prof. Şükrü Hatun, Prof. Sibel Irzık, Prof. Gürol Irzık, Prof.Ahmet İçduygu, Doç. Mahmut İlhan, Pınar İlkkaracan, Prof. Nihal İncioğlu, Prof. Ahmet İnsel, Bijîjk Necdet İpekyüz, Şükran İrençin, İbrahim İspir, Hicri İzgören, Mahmut Kaçan, Murat Kalaycıoğlu, Bijîjk Vedat Kalender (serokê odeya bijîjkên Ruhayê), ÖzgürUlaş Kaplan (serokê baroya Dêrsimê), Canol Karagöz, Ercan Karakaş (wezîrê çandê yê kevin), Prof. Erol Katırcıoğlu, Osman Kavala, Salman Kaya (nûwênerê dema 19.), Yıldırım Kaya, Atilla Kaya, Yaşar Kemal, Doç. Ferhat Kentel, Filiz Kerestecioğlu, Doç. Ferda Keskin, Muammer Ketencioğlu, Prof. Çağlar Keyder, Prof. Fuat Keyman, Doç. Dursun Kırbaş, Erol Kızılelma, Muhsin Kızılkaya, Önder Kızılkaya, Vasıf Kortun, Nedim Köroğlu, Doç. Ruhi Köse, Prof.Oya Köymen, Mustafa Köz, Pınar Kür, Prof. Kuvvet Lordoğlu, Beral Madra, Perihan Mağden, Mıgırdıç Margosyan, Çiğdem Mater, Tayfun Mater, Nadire Mater, Orhan Miroğlu, Murathan Mungan, BijîjkEsra Mungan, Gündüz Mutluay, Cîgir.Doç. Özgür Müftüoğlu, Yrd.Doç. Berna Müftüoğlu, Prof. Ali Nesin, Turgay Oğur, Yılmaz Onay, Prof. Baskın Oran, Ahmet Öcal (serokê MÜSİAD êAmedê), Prof. Ayşe Öncü, Hüsnü Öndül, Yavuz Önen (serokê TİHV), Seyfi Öngider, Doç. Nadir Özbek, M.Ali Özel (serokê baroya Sêrtê), Doç. Ahmet Özer, Mehmet Özer, Sedat Özevin (serokê baroya Îlohê), Zozan Özgökçe (seroka komeleya jinê ya Wanê), Noyan Özkan, Fadıl Öztürk, Mesut Öztürk, Prof. Süleyman Özyalçın, Adnan Özyalçıner, Bijîjk Murat Paker, Prof. Şevket Pamuk, Prof. Jale Parla, Bijîjk Ali Kemal Parlak, Özdem Petek, Barış Pirhasan, Macit Piruzbeyoğlu (nûwênerê dema 21.), Yıldız Ramazanoğlu, Prof. Nihal Saban, Necmettin Saloz, Hasan Saltık, Turabi Saltuk, Suzan Samancı, Prof. Mithat Sancar, Prof. Serpil Sancar, Gülnur Savran, Vecdi Sayar (serokê PENê), Prof.Piraye Serdaroğlu, Özgen Seçkin, Prof.Burhan Şenatalar, Pınar Selek, Sait Sever (serokê baroya Mûşê), MehmetEmin Sever (nûwênerê dema 19.), Sennur Sezer , Doç. Cem Somel, Doç. Semra Somersan, Hale Soygazi, Müge Sökmen, Prof. Nesrin Sungur, Elif Şafak, Ümit Şahin, Aydın Şimşek, Hakan Tahmaz, Prof. Betül Tanbay, Sezgin Tanrıkulu (serokê baroya Amedê), Nimet Tanrıkulu, Prof. Turgut Tarhanlı, Tevfik Taş, Zerrin Taşpınar, Melek Taylan, Mebuse Tekay, Latife Tekin, Ahmet Telli, Ece Temelkuran, Sezai Temelli, Mahmut Temizyürek, Doğan Tılıç, Prof. Taner Timur, Doç. Nilgün Toker, Prof. Gülay Toksöz, İsmail Hakkı Tombul, Rojbin Tugan, Prof. Rezzan Tuncay, Prof. Mete Tuncay, Aliİbrahim Tutu (nûwênerê dema 19.), Deniz Türkali, Vedat Türkali, Ali Uçansu, Yrd.Doç. Ufuk Uras, Yeşim Ustaoğlu, Doç. Tanay Sıtkı Uyar, Mehmed Uzun, Vedat Ülger, Ferda Ülker, Ahmet Ümit, A.Haluk Ünal, Prof. Zafer Üskül, Prof. Füsün Üstel, Coşkun Üsterci, İlknur Üstün, Cîgir.Doç. Nazan Üstündağ, FatmaNevin Vargün, Doç. Gündüz Vassaf, Eşber Yağmurdereli, Feridun Yazar, Doç. Mesut Yeğen, Doç. Zafer Yenal, Prof. Nurhan Yentürk, Prof. Tahsin Yeşildere, Nihat Yıldırım, Güler Yıldız, Bijîjk Murat Yılmaz, Dt. Celal Yıldırım, Uğur Yücel, Cîgir.Doç. Deniz Yükseker, Prof. Şahika Yüksel, Mesher Yürek (serokê baroya Bedlîsê), Taner Yüzgeç (serokê odeya avakarî û muhendisan), Ragıp Zarakol, Prof. Yusuf Zeren.

23 12 2006

2007 LI GELÊ KURD PÎROZ BE!

Her saleke nû, bi xwe re raman û hestên nû diafirîne. Mirov hest û ramanên di sala derbasbûyî de nikaribû pêk bîne, hêvî dike ku di vê sala nû de biserxîne.

Ji bo me kurdan her çiqasî her sala tê wekî ya derbasbûyî bi êş û jan be jî, em kurd di cîhanê de mirovên herî zêde xwedî xeyal, hest û raman in. Sedemên vê yên dîrokî û yên roja me hene.

Mirov çiqasî înkar bikin jî ev rastî ti caran nayê veşartin û wê neyê veşartin: Kurdistan xak û warê kurdan e. Ji destpêkirina bicihbûna mirovahiyê ve bapîr û dapîrên kurdan li ser vê xakê jiyane. Zêdeyî pazdeh hezar salan e ku hebûna kurdan a li ser vê xakê tê zanîn. Ev xaka bi navê Kurdistanê ji aliyê dagirkerên Tirk, Ereb û Faris ve bi erêkirin û alîkariya desthilatdarên Ewropî di navbera wan de hatiye çarparçekirin. Gelê kurd ji bo azadiya xwe bi dehan serhildan lidar xistine û ji aliyê neyarên wê ve ev serhildan bi xwînê hatine temirandin. Serhildana herî dawî ev sîh sal in hê didome…

Li Başûrê Kurdistanê îroj rewşeke ber bi azadbûnê ve derketiye holê û ev yek rûmeta giştiya kurdan e. Li Rojhilatê Kurdistanê zarokên kurdan têkoşîna azadiyê bi buhayê canê xwe dimeşînin. Li Rojavayê Başûrê Kurdistanê gel li ser piyan têkoşîna azadî û demokrasiyê dide. Li Bakurê Kurdistanê Têkoşîna azadiyê bi parastina gerîlan û berxwedana gel re didome.

Dagirkeriya Tirk a di warê leşkerî, aborî, civakî û jiyanî de hê li ser tevahiya Kurdistanê xwedî bandûreke neyênî ye, rê nade kurdên li parçeyên din dijîn jî, bigihên azadî û serxwebûna xwe. 

Zêdeyî sêsed hezar leşkerên xwe, şêst hezar cerdewanên xwe, sed hezar tîm û polîsên xwe li Kurdistanê bi cih kirine û bi tanq, top û firokeyên şer li ser gelê kurd terora herî dijwar a di dîroka mirovahiyê de dimeşîne. Ji vê zêdetir, terora herî mezin a di warê ziman, çand, wêje, kevneşopî, dîrok, mîratê dîrokî, nirxên civakî û erdnîgarî de li ser gelê kurd û xaka Kurdistanê ji aliyê dagirkeran ve tê meşandin. 

Bikaranîna zimanê kurdan hîn qedexe ye. Zarokên kurdan bi zimanê dayika xwe nikarin bihizirin, bipeyivin, binivîsînin, bixwînin, heta bikenin û bigrîn. 

Reqs, dîlan, sitran û govendên kurdî tev hatine talankirin û kirine malê xwe. Bi kurdî girtina govendekê, reqisandina di dîlanekê de, gotina sitranekê qedexe ye. Lê ji kurdan dizîn û bi zimanê tirkî, erebî, farisî gotina wana serbest e.

Bi kurdî nivîsandina pirtûkekê, derxistina rojname yan kovarekê sedema lêpirsîn, girtin û rasthatina darezandin û ketina zindanê ye. Kesek nikare eşkere li mala xwe pirtûkên kurdî bicivîne û bixwîne. 

Cejn û irf û adetên kurdan derfeta xwebilêvkirinê nabînin. Newroz a bibû cejna gelên herêmê ya nîşana azadbûna wan a ji bin bandûra koledarî û zordariyê, di her pîrozkirina xwe de li rastî astengkirin, îşkence, lêdan û girtinan tê.

Dîroka gelê kurd bi zanistî tê veşartin û çewtkirin. Ji desthilatdaran her yek bi xwe ve girê dide û wekî ji xwe dide diyarkirin ku bikaribe tine bihesibîne. Li gorî wana kurd û dîroka kurdan nîne; tirk hene, ereb hene, faris hene…

Talankirina sererd û binerdê Kurdistanê ne bes bû, niha jî di bin navê avakirina bendav û projeyên aborî de nirxên dîrokî yên kurdan dixin bin avê ku nivşên nû rabin tiştekî ji dîroka xwe li derdora xwe nebînin, derveyî selemên ataturk.

Bi eziyetdayînê û birçîhiştinê kurd ji taybetmendiyên wan ê civakî dûr dixin û dixwazin bêkesayet bikin ku nikaribin li ti nirxên xwe xwedî derkevin. Bi vê rêbazê dixwazin vîna gel bişikînin û bi dayîna kilûjan bi xwe ve girê bidin. Napolyon digot: ‘Ger hûn dixwazin gel bixin destê xwe, pêşî tişta di dest de bi darê zorê jê bistînin û pişt re hêdî bi hêdî bidinê’. Dagirker îroj vê polîtîkayê li ser serê kurdan dimeşînin.

Xaka kurdan bi qereqol, mayin, bombe û sotinê tev kirine çol û warê mirinê. Wiha bi serê vê xakê anîne ku mirovên wê jê birevin û nikaribin lê jiyan bikin. Warên jiyanê jî pirahî bi darê zorê vala kirin û dan ber agir, kirin xwelî…

Bi milyonan kurd ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Bi deh hezaran kurd ji bo daxwaza azadiya gelê xwe û xaka xwe dikirin hatin kuştin û zêdeyî wan jî di binê zîndanan de hatin rizandin. Kurdistan tev li kurdan kirin zîndaneke servekirî û tenê rêka xweînkarkirinê dan pêşiya kurdan. Ger tu xwe înkar bikî, mafê te yê jiyanê heye; lê na ku tu hebûna xwe bînî ser ziman, tu dibî ‘xayin’, ‘terorîst’, ‘bolucu’ û mafê te mirin an zîndan e.

Belê kurd bi van rastiyan sala 2007an pêşwazî dikin. Lê qasî van  rastiyan hest û ramanên kurdan ên rabûne ser piyan jî hene:

Kurd dihizirin ku di vê sala nû de, di navbera hêzên li her çar parçeyî nûnertiya gel dikin de, hevkarî û hevalbendiyeke xurtir saz bikin. Hêzên Kurdistanî tev li hev rûnên û ber bi yekîtiya netewî ve gavên grîng biavêjin. 

Ji her demê zêdetir di jiyana rojane de zimanê dayika xwe bikar bînin. Bi kurdî biaxivin, binivîsînin û bixwînin. Hijmara rojname û kovarên kurdî zêdetir bikin û hijmara xwendevanên wan jî zêdetir bibin. Zêdetir dibistan û akademiyên kurdî werin vekirin û gelek kurd di van dibistanan de fêrî zimanê xwe bibin. Radyo û televizyonên nû ên kurdî werin sazkirin û di înternetê de bêtir zimanê kurdî were bikaranîn.

Kurd ji her demê zêdetir li xaka xwe, li dîroka xwe û li mîratên dîrokî yên xwe xwedî derkevin. Ji bo parastina vana rêxistinên civakî ava bikin û di van rêxistinan de têkoşîna xwe xurtir bikin.

Li çand, wêje û kevneşopiyên xwe xwedî derkevin. Bi sedan hunermend û nivîskarên nû û xurt biafirînin û bi berhemên wana mîrata civaka kurd hilgêvin qada navnetewî, bi tevahiya cîhanê bidin nasîn.

Kurdên li her çar parçeyî dijîn bi awayekî bêtir zanistî û rêxistî têkoşîna xwe ya azadî, wekhevî û demokrasiyê bilintir bikin û encamên berbiçav bi dest bixin. Kurdên li derveyî welêt dijîn hêviya wan a vegera welatekî azad zêdetir berbiçav bibe û derfetên borandina hesreta welêt derbikeve holê.

Neyarên gelê kurd di vê salê de zêdetir têbigihêjin ku êdî bi darê zorê û bi polîtîkayên înkarkirin û tinekirinê nikarin kurdan ji ruyê erdê biqelînin û bi vê sedemê werin îmanê, pêwîst bimînin hebûna kurdan û nasnameya kurdan bipejirînin.

Belê, di vê sala 2007an de ev hest û ramanên me bilêv kirine ne wekî kehanet, lê wekî encama têkoşîna gelê kurd a ji sedên salan û vir ve didome wê derkevin holê û pêk werin. Gelê kurd ji bo jiyaneke azad û bi rûmet bikaribe bijî, qasî lehiyan xwîna xwe da rijandin, qasî çiyan bedenên xwe gorî kirin. Bi dayîna vê buhayê kurdan jî heq kirine ku li ser xakeke bê dagirkerî azad û wekhev di nava aştiyê de bi sazûmaneke demokratîk bijîn û ji berhemên mirovahiyê sûd bigrin. Hêvîdar im ku ev sal wê bibe sala zêdetir gihiştin û pêkanîna van mafan. Divê em kurd zêdetir yekîtiya di navbera xwe de saz bikin û têkoşîna xwe bi awayekî hevpar bilind bikin; wê demê wê ev hêvî bibe rastî û dawî li êş û jana kurd dikişînin were, di cihê birînan de kulîlkên azadiyê bibişkivin!

2007 li gelê kurd pîroz be!

28 12 2006

XWEZÎ BI WAN ROJAN!

Ez li welêt digeriyam û mal bi mal, sazî bi sazî, kolan bi kolan li rastî bûyerên balkêş dihatim. Niha ku ez vebêjim, hûnê maf bidin vegotina min bê çiqasî balkêş û ecêb e!

Ez di kolanê re dimeşiyam; du zarokên neh deh salî bi hev re sihbet dikirin û wiha digotin:

– Min ji xwe re biryar girt û bi hevala xwe jî da pejirandin, êdî di jiyana rojane deemqet derveyî zimanê dayikê bi ti zimanî neaxivin ku zimanê me li pêş bikeve. 

Hevalê wî dikeniya û wiha bersiv didayê:

– Ma ew jî tiştek e? Ê me, malbata me tev ev biryar sitendiye û me bi cînaran jî daye pejirandin.

Çavên min li nava sere min bel vebûn û min ji xwe re got: ‘Dibe ku ev her du ciwan ji civakeke din hatibin.’ Lê min bala xwe baş da ser wana û dît ku bi rastî bi kurdî dipeyivîn. Wiha matmayî min ew derbas kirin û çûm dikanekê ku hinek pêxwarinî bikirim. Lê hîn min devê xwe venekiriye, yê dikandar got:

– Ger tu bi kurdî neaxivî, ez tiştekî nafiroşim te. Min biryar girtiye ez li topê bikevim jî, kesê bi zimanê dayika xwe neaxive, ez mal nafiroşimê!

Yekcarê mat mam û min bi kotekî got:

– Wele te biryareke baş sitendiye. Ku polis û leşker werin tê çi bikî? Dikandar hers bû û got:

– Mal male min e, ez bi çi zimanî bixwazim, ezê bi wî zimanî bifroşim. Yê li hesabê wî tê wê bikire, yê li hesabê wî neyê kêfa wî dizane. Ger li welatê kurdan dijîn, pêwîst e leşker û polîs jî xwe fêrî zimanê dayika kurdan bikin. Çawa ku em diçin welatê wana bi tirkî diaxivin, dive ew jî li ser xaka me bi zimanê dayika me biaxivin.

Min hinek tişt kirîn û derketim derve. Min destê xwe rakir ku teqsiyek raweste û biçim heta qonaxa hukûmetê. Teqsî rawestiya û ajoker di şibakeyê re sere xwe dirêjkir, got: 

– Ger tu bi kurdî biaxivî fermo siwar bibe, ango tu deh zêran jî bidî min ez te gavekê tenê jî nabim.

Ez wiha mat mam û min ji xwe re got: ‘Sedî sed ez mirime û çûme dinyayeke din. Li wê dinyê ji ber ku desthilatdarî nîne, kurd wiha bi coş zimanê xwe bikar tînin.’ 

Li tqesiyê siwar bûm û ajoker kaseta Aram Tîgran danî ser. Sitrana “Zimanê kurdî zimanê me ye…’ destpê kir. Di ber re ajokergot: 

– Me sendîkaya ajokeran biryar girtiye ku heta tevahiya qedexeyên li ser zimanê me ranebin em yek rêwingiyê bi kurdî neaxive, gavekê tenê jî siwar nakin û nabin derekê, tu dixwazî reîsîcumhûr be!

Min jê re got:

– Helal be ji te re! Û li ber deriyê Qonaxa Hukûmetê peya bûm. Li ber derî nobedar ez bi peyva ‘fermo’ pêşwazî kirim. Min nekir xem û ji xwe re got: ‘Ger ez nemiribim jî ev xewnek e, ne rastiye!’ 

Lê dema derbasî hundirê qonaxê bûm  û gengeşeyeke bi kurdî tije guhê min bû, ez mat mam. Ji gengeşeyê ev peyv gihiştin guhê min.

– Qeymeqam beg, ez bêguman bi Tirkî dizanim, lê zimanê dayika min kurdî ye û ez êdî dixwazim bi zimanê dayika xwe xwe bilêv bikim.’

– Ben bû dîlekçeyî alamam kardeşîm ya turkçe konuşursun ya dîlekçenî Kabul edemem. Yasalar boyle.

Yasa tev bi yekalî ne qeymeqam beg. Çawa tu parastina zimanê dayika xwe dikî ji zimanê dayikame re jî rêz bigre, ku em jî ji yê te re bigrin.

– Qeymeqam beg ger tu daxwaznameyan negrî jî emê bi kurdî biaxivin. Êdî me biryar girtiye ku em di daîreyên  hukûmetê de bi zimanê dayika xwe biaxivin. Yan ji me re wergeran bînin, yan jî xwe fêrî kurdî bikin. Ev heştê sal in em fêrî tirkî dibin heşt salan jî hûn xwe fêrî kurdî bikin ma wê qiyamet rabe?

Bi lez min li wê derê karê xwe qedand û derketim derve. Divîbû biçûma dibistanê ku xwarziyê xwe bînim male. Ji ber ku dayika wî bi bavê wî re diçû fêrgeha perwerdeya zimanê kurdî, anîna kurik di stuyê min de hiştibû. Dema derbasî hewşa dibistanê bûm, min ji dîtina çavên xwe û bihîstina guhên xwe bawer nekir. Zarok tev li hewşê kom bibûn, mamoste tev li ser sere wana civiyabûn û xwendevanan tev bi hev re sirûda ‘Ey Reqîb’ dixwendin. Wiha rawestiyam û li hêviya bidawîbûna sirûdê mam. Dema sirûd bi dawî bû, xwendevanek derket pêş û belavkek bi kurdî xwend. Qasî tê gihiştim, digot: ‘Ji îroj pê ve me biryar sitendiye, ger mamoste bi kurdî dersê nedin me, emê ji nava xwe mamosteyekî derxin û xwe bi xwe dersan bimeşînim.’

Êvarî dema hatim malê û min TV vekir şaşbûna minî rojê qat qat zêdetir bû: Ciwanên kurd meşek li dar xistibûn û li ser pankartên xwe bi kurdî nivîsandibûn; ‘Ziman rûmeta me ye!’ pişt re rayedarek ji DEPê di li ser maseya civînê diyar bû û wî jî bi kurdî civîn dameşand. Kamera li hundirê salonê geriya û li ser dîwêr nivîsar û dirûşme tev bi kurdî hatibûn  nivîsandin!

Êdî evqas zêde bû; sedî sed ez yan ne li Kurdistanê bûm, yan jî çibûm wê dinyê. Min destê xwe avît laşê xwe û qurîncekek da xwe ku binêrim ka ev tişt tev rastî ne yan na. Bi êşa laşê xwe veciniqîm û min dît ku di hundirê otobusê de raketî me. Zilamê li kêleka min vegriya ser min û got:

– Çi ye qardeşim di xewna xwe de jî tu qîr didî, bi kurdî biaxivin, bikurdî biaxivin. Ya sen bîzî tutuklatmak mi îstîyorsun. halla halla. 

Di wê bêhnê de ajoker kaseteke Îbo ya ‘Mavî mavî masmavî’ danî ser û ciwanên li kursiyê pêşiya min rûniştî dest bi xwehejandina di ber mûzîkê re kirin. Li kursiyê kêlekê, yekî rojnameyeke tirkî dixwend û di ber re dikir mirmir digot: 

– Kuro gerçekten jî bûnlar terorist. Dibêjin kurtçe serbest olsun. Ê qardeşim hadî serbest oldu, êdî bu imirden sonra mektebe gîdîp talebe olacagiz mi? Way halimize!’

Nû têgihiştim ku li Kurdistanê û dinava kurdan de me; min careke din çavên xwe li xewê girtin û xwest biçim xewna xwe ya gava din bidomînim. Her çiqasî xewn be jî xweş bû û serê mirov ji ber bilind dibû.

Xwezî bi wêroja ku xewna min bibe rastî.

Ji her kurdê li her çar aliyê cîhanê dijî û bi taybetî yên li Tirkiyê dijîn hêvî û tika dikim; di tevahiya çalakiyên xwe de bi kurdî biaivin û bila pankartên we bi kurdî werin nivîsandin ku çavê civakê fêrî dîtina nivîsandina kurdî bibe; ma wê qiyamet rabe!?

29 12 2006

Mirov 

bi 

bikaranîna zimanê dayika xwe 

bûye mirov

Zimanê dayika xwe 

bikar bîne 

li mirovbûna xwe 

xwedî derkeve

ZIMANÊ KURDÎ

ZIMANÊ ME YE

EW NASNAME

Û

HEBÛNA ME YE

“…Tê zanîn ku Tirkitî li Rojhilata Navîn û Anatolya çêbûneke çêkirî ye, ne xwezayî ye; li ser tinekirin û înkarkirina gelên herêmê hatiye çêkirin. Ji bo vê li hemberî gelan bi kîn û dijminatî dagirtiye. Ev kîn û dijminatiya xwe bi sazûmana 12ê Îlonê ku heta roja me jî bi awayeke sergirtî tê meşandin, di asta herî bilind de bi ser gelan de û bi taybetî bi ser gelê kurd de barand.

Hîn birîn û êşên ji wan rojan mane li ser laşê me diyar in…Hîn laşê me bi êşên wan rojan dijene, disoje, diêşe…

Sûcê me tenê ‘kurdbûn’ bû û îroj jî sûcê me tenê ‘kurdbûn’ e. Lê em wê rojê jî ji kurdbûna xwe nehatin xwarê, îroj jî emê ji kurdbûna xwe neyên xwarê. Mirovê xwe înkar bike, bi kêrî kesekî din jî nayê.

Divê mirov vê dîrokê jibîr neke. Her kurdekî qasî serê derziyê hesteke netewî pê re heye, hesteke mirovtî pê re heye, pêwîst e vê dîroka xwînxwar a tirkan ku ji kurdan re kirin êş û jan, ti caran jibîr nekin…”