Navê min Helepçe
li hêviya hatina biharê bûm
berf nû diheliya
kanî û robar nû der dibûn
giya nû şînatiya xwe digirt
ser xaka pîroz
refên kewan
pêl bi pêl xwe didan berpalan
bilbil û şalûlên rengîn
li ser latan diloriyan
moriyan
dest bi paqijiya kunmalên xwe dikir
pezê me cêwîk dianîn
bi kar û berxan
dayika min
firo dikeland ji me re
birayê min
pêxwas derketibû derve
ji bo bi awirên xwe yên kesk
tîrêjên germîn
hembêz bike
xwişka min kulîlk berhev dikir
ji sosin, nêrgiz û beybûnan
ku tacekê diyarî min bike
ji bo Newroza nêz …
di wê kêliyê de
bi carekê re qurmiçî
hinava dilê min
dirêjî ser sînga dayika xwe bûm
di destê
bavê xwe de …
cemidî bû
pêsîra dayika min
û rondikek mabû
li ser hinarka ruyê wê
derfet nedîtibû
bibe lehî
wiha çavkaniya wê
hatibû ziwakirin
û daliqandî mabû
hesretek
û hêviyek
di kûrayiya
bîbikên çavên wê de …
min xwest ramûsînim
wê rondika
bi hêvî û hesret
lê di wê kêliyê de …
bi sedan dest dirêjî qirika min bûn
û ez fetisandim
ji bo awirên min
di terisîna rondikê de
daliqandî bimînin …
êdî …
min careke din
nedît
dîlana kew û bilbilan
û min
nebihîst
deng û awazên wan …
nizanim
gelo mezin bûn
kar û berxên me yên cêwîk …
şînayî
bilind bû gelo
bejnekê
tev li nêrgiz
û sorgulan …
dayê …
gelo hîn nekeliyaye
firoyê biharê
ezê
bang li birayê xwe bikim
bila lingê wî necemide
li der ve …
gelo ji ber çi
xwişka min venegeriya …
kî dizane …
kî dizane
ku navê min Helepçe
û dayika min Kurdistan …
kî dizane
nehiştin
ez bigihêjim
pîrozkirina Newrozê
da bidim serê xwe
taca rengîn
a xwişka min
ji kulîlkên biharê
berhev kirî
û bi hêvî û hesretên xwe
hûnandî …