Evîna dilê perpitî
ez te vedişêrim
di goristana evîna dilê xwe
yê te şikandiye de
û diçim
bi te
an bêyî te
ber bi nediyariyeke domdar
an bê dem ve
bi xwe re dibim
an bi te re dihêlim
xewn û xeyalên xwe
hêvî û hesretên xwe
hezkirin û evînên xwe …
min bisoja hinava dilê xwe
bi hesreta dîtina te
li ser agirê veqetînê
û danîba ber te kêlî bi kêlî
ne xem bû
lê te li min zêde dît
roniya bîbikên çavên xwe …
ger vegerim rojekê
bi hemû kul û kederên xwe
û diyariyekê bînim ji te re
ji gulîstana evîna dilê xwe
tê çi bikî gelo
wek îroj
an cudatir
2006