Rondika hêvîdar

bi te re 

çiqas xweş e jiyan

bi te re 

hesret dibe hevdîtin

dûr dibe nêzîk

çol dibe avî

dil dibe evîndar

evîn dibe tu

tu azadî û pêşeroj

tu xewn û xeyalên zaroktî

yên di dil de kom bûne

ji Med û vir ve

agir bi te bilind dibe

li navseran

bi te hişîn dibe giya

bi navê te distirên

kew û bilbilên zozanan

rengê xwe ji te digrin

kulîlkên nîsanê

tu xwîn î

di hemû dilan de dikelî

tu xema zindiyan

qibleya şehîdan

bêriya te dikim

di roj û şevan de

tu rondika 

ji çavê min dibarî

ser perîkên 

kevoka baskşikestî

tu lêvkeniya zarokên pêxwas

terisîna keziyên hûnandî

zaroka 

di sînga dayikê de

berba bûye 

li cîhanê yî

gul ji te digire bîna xwe

roj şadiya dilê te

şev keserên nava te ne

av zelaliya peyvên te

ba mizgîniya hêviyên te

bi xwe re tîne

tu li ku yî îroj

kî dizane

di hilma tê kêşandin de

di giyana dide jiyandin de

di ramana bi hestan hûnandî de

di ku de

di tevan de

an di bîr û baweriyan de

gelo kî dizane

dîrok an pêşeroj

mirov an xweza

yan jin dizane