Hêviya azadiyê

wê roj bê

emê careke din dakevin

deşt û bajaran

careke din emê hev bibînin

di rojên azad de

li hev binêrin

di bîbikên çavên hev de

bîranînên xwe bînin ser zimên

ji hev re 

û

hesret û hezkirinên xwe 

yên di dil de mane

û nehatine ser zimên

18 cotmeh 2004