JI KURDAN RE ÇIMA DEWLETEK DIVÊ?
Kurd ji berê ve li ser vê axa îro bindest e, dijîn. Hemû dîroknas, lêkoler, arkeolog û zanyarên bêalî vê yekê dibêjin. Ger di dîrokê de Kurd biqeliyana, pêwîst nedikir îro mirov li ser wan, axa wan û mafên wan bipeyiviya. Lê Kurd neqeliyan û heta roja me jiyan.
Rewşeke balkêş e. Gelekî ku du hezar û pêncsed salan bê serdarî maye, dîsa jî li ber xwe daye, hebûna xwe parastiye û neqeliyaye. Îro li ser axa wek Kurdistan tê nasîn û di seranseriya dîrokê de wiha nav lê hatiye kirin, ne kêmî sih milyon Kurd û li welatên derdorê û cîhanê jî ne kêmî deh milyon Kurd dijîn. Dibe ku ev hijmar zêdetir an kêmtir be, lê bi dehê milyonan Kurd îro dijîn û bêdewlet, bêwelat, bênasname, bêziman, bêmaf û bêhêz in, di fermiyeta cîhanê de.
Ev fermiyeta cîhanê çi ye?
Di encama her du şerên cîhanî yên di salên destpêka qirnê 19an de sînorên welatan di bin navê dewletbûnê de ji nû ve hatin xêzkirin. Gel an netewên wek dewlet hatin pejirandin, di fermiyetê de gihiştin mafê serdariya li ser axa xwe û rêvebirina mirovên li ser wê axê. Gel an netewên bêdewlet hatin hiştin jî, kirin bindestê miletên xwedîdewlet.
Kurd ji van yek in ku bêdewlet hatin hiştin û radestî Tirk, Îngilîz, Faris û Fransizan hatin kirin. Lê piştre, piştî şerê cîhanî yê duyê Fransiz û Îngilîz ji Rojhilatanavîn xwe vekişandin û li ciyê xwe Ereb wek desthilat erkdar kirin. Bi vî awayî Kurd bi awayekî jiberxwe bûn bindestê ereban jî. Axa Kurdan a di navbera Osmaniyan û Persiyan de hatibû duparçekirin, bi vî awayî bi desthilatdarbûna ereban dabeşî çar parçeyan bû.
Gava Fransiz û Îngilîz ji Rojhilatanavîn vekişiyan, dikarîbûn Kurdistanek damezirandana û Kurd jî bikirana serdarê axa xwe. Lê wan biryara xwe di aliyê ereban de dan. Sedemên vê yên aborî, siyasî, dîrokî çi ne, dibe ku di pêşerojê de ew bi xwe diyar bikin. Lê li gor min hîn jî ne zelal e, bê çima du dewlet ji ereban re hiştin, lê ji Kurdan re tenê kuştin û mirin rewa dîtin. Di arşîvên van dewletan de wê hin pelikên di derbarê vê yekê de hebin, lê ka ewê kengî û çawa derkevin holê, êdî dem dikare vê yekê eşkere bike.
Em werin roja me. Îro hêzeke têkoşer a Kurdan heye. Kurd mafên xwe yên heta îro hatine xwarin, dixwazin. Ev daxwaz mafê Kurdan e? Erê. Rewa ye? Erê.
Baş e, Kurd çawa dikarin bigihêjin mafên xwe yên bingehîn?
Di zagonên navdewletî û navnetewî de mafekî bingehîn ê ji bo hemû gelan hatiye naskirin heye: Diyarkirina qedera xwe ya bi destê xwe.
Ev zagon dibêje: Mafê her gelî heye, di derbarê qedera xwe de bi xwe biryarê bide. Gava hûn pêlî girêdanka li jêr bikin, hûn dikarin xwe bigihînin vê agahiyê.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mafê_Çarenûsê
Li wir wiha dibêje: Hemû gel dikarin pêşeroja xwe û statûya xwe ya siyasî, aborî, civakî û çandî bi îradeyeke azad tayîn bikin û divê hemû dewlet jî li himber vê îradeya azad rêzdar bin. Ev pênasiya mafê çarenûsê ye. Li gorî vê; mafê ti gelî tine ku îradeya xwe li ser gelekî din ferz bike. Hemû gel bi her awayî xwediyê heman mafî ne. Gel ku hebe ev maf jî wê hebe. Ev maf wekî nasnameya gelî bi gelî ve girêdayî ye. Înkarkirina vî mafî înkarkirina gel û pêşeroja gelî ye.. Ji bo her gelî doza mafê çarenûsê mafekî xwezayî û rewa ye. Hemû gel di biryardayîna çarenûsa xwe de xwedî heman mafî ne.
Niha divê mirov êdî ji sazî, rêxistin û hêzên Kurd ên li ser navê Kurdan têdikoşin, bipirse. Gelo hûn çima ji bo ji vî mafî sûd bigirin, serî li Neteweyên Yekbûyî nadin?
Bêguman serlêdan bê amadekarî nabe. Di vî warî de çi amadekariyên we hene yan hebûn?
Gelo hûn ji vê yekê ditirsin? Gava em serî li stendina mafê xwe yê diyarkirina qedera xwe bidin û vî mafî bidin me, emê çi bikin? Em dewletê naxwazin û nikarin dewletekê bi rê ve bibin?
Divê hemû hêzên Kurd bi awayekî eşkere nêrîna xwe diyar bikin. Hûn dixwazin Kurd qedera xwe bi destê xwe diyar bikin, an dixwazin bindestî û koletiya heye bidome?
Ger hûn diyarkirina qedera xwe ji vî gelî re dixwazin, wê demê riya vê damezirandina dewleteke Kurdî ye. Ji ber ew vî mafî nadin hêzeke xweser an lewaz.
Hinek hêz dikarin bibêjin, em li hember dewletbûnê ne. Em ji wê pêşdetir çûne û demokratîkbûna herêmê dixwazin. Ev jî ramanek e. Lê wê demê divê tu dewletê ji ti kesî re nexwazî. Ger tu ji bo Kurdan naxwazî, ji Ereb, Faris û Tirkan re jî nexwaze.
Lê ger tu bibêjî bila dewleta Tirkan, Ereban, Farisan hebe, lê ya Kurdan tine be, ev yek çareseriyê nayîne, berûvajî, pirsgirêkê aloztir dike. Ji ber ku ev hêz desthilat û dagirker in, ewê ti carî bi xweşkarî nebin demokrat û serdariya xwe bi Kurdan re parve nekin, herdem wê li riyên qirkirin û asîmîlekirina Kurdan bigerin.
Kurd ji bo karibin wan biguherînin jî, divê bibin xwedîdewlet.
Kurdên bindest û bêhêz nikarin dewletên bi hêz û serdest biguherînin, lê Kurdên bi hêz û xwedîdewlet wê karibin van desthilatên hov jî bînin ser riya heqiyê.
Yanî Kurd dikarin dewletbûnê wek pêlikeke gihiştina armancên xwe yên berfireh bikar bînin.
Gotineke dapîr û bapîrên Kurdan heye, dibêje: Li dijminê xwe binêre û ji xwe re jê aqil bigire.
Dijminên me çi dikin? Hemû bêmafî, êrîşkarî, zordarî, dagirkerî û qirkirina dikin, bi navê dewletbûnê pêk tînin û di rayagiştî ya cîhanê de vê yekê ji bo xwe wek maf didin pêş, dibêjin, êrîşek li hember serdariya me ya dewletî heye, ji bo wê em xwe diparêzin.
Em Kurd jî xwe bikin dewleteke bi hêz û êdî em li şûna bêmafiyê dadmendiyê, li şûna êrîşkariyê aştiyê, li şûna zordariyê, aramiyê, li şûna dagirkeriyê azadiyê û li şûna qirkirinê jiyanê diyarî gelan bikin. Lê ji bo vê divê dewleteke Kurdî ya bi hêz û dewlemend hebe.
Ji bo vê divê serê sedî sed dewleteke Kurdî hebe. Ji bo ev dewlet bi hêz be, divê Kurdên her çar parçeyî bibin yek. Ew hêza xwe, zanebûna xwe, hêvî û armancên xwe bikin yek. Li ser bingeh û daxwaza damezirandina dewleteke Kurdistanê li hev bikin. Berjewendiyên partiyên xwe biavêjin aliyekî û berjewendiyên neteweya Kurd derxin pêş.
A baş hemû partiyên Kurdistanî di Kongreyekê de werin ba hev û di wê rojê de hemû partî xwe fesh bikin û bi navê Dewleta Kurdistanê bibin yek. Hemû di bin sîwana Dewleta Kurdistanê de bibin yek. Hemû partî xwe fesh bikin û tenê di bin konê Kurdistanê de bê berjewendiya şexsî, malbatî, partî, rêxistinî, parçeyî bibin yek. Gava ev yek pêk were û dewleteke Kurdistanê çêbibe, wê demê wê dostên Kurdan jî zêde bibin û Kurd wê karibin derdora xwe bikin demokratîk û azad.