Dijmino

Tu dikarî Kurdan bigirî, biavêjî zindanê

Tu dikarî wan sirgon û koçberî cîhanê bikî

Tu dikarî wan malwêran û talan bikî

Tu dikarî wan bi çek û gaz û bombe qir bikî

Lê tu nikarî wan tine bikî,

ger ew dev ji zimanê xwe kurdî bernedin.