Azadî li ber me ye
Ger em jibin yek kurdino
Azadî li ber me ye
Ger em piştgiriya hev bikin kurdino
Azadî li ber me ye
Ger em hesûdiya hev nekin kurdino
Azadî li ber me ye
Ger em ne ji dijminan re ji xwe re bixwazin kurdino
Azadî li ber me ye
Ger em lingên hev neşemitînin kurdino
Azadî li ber me ye
Ger em li hev xwedî derkevin kurdino
Azadî li ber me ye
Bes ku em destê xwe dirêj bikinê
Wê benê me yên koletî û bindestiyê biqetin
Û azadî wê bibe ya me
Kurdistan wê bibe ya me
De ka em dest bidin Rojhilat
De ka em dest bidin hev
De ka em pişt li dijminan bişikînin
De ka em bibin lehî û biherikin Rojhilat
Em ne li bendê bin heta dijmin dipelixîne
Em bi hêz bikin Rojhilat
Ji bîr neke
Gava azad bibe Rojhilat
Azad dibe Kurdistan
Azad dibe tu.
De rabe
Dest bide hev
Xîret bike
Biwêre
Û bi dest xwe bixe azadiyê
Bi dest xwe bixe Kurdistanê.
Bila Kurdistan bibe ya te
Ne ya Tirk, Ereb û Farisan
Bijî dewleta Kurdistan
Biqêre û bi dest bixe!
Û azadî wê bibe ya me