JI BO BÎRANÎNA -30 SALIYA ŞEHÎDBÛNA- HUSEYÎN DENÎZ

Di salvegera 30emîn a şehadeta rojnameger, nivîskar, mamoste û endamê PENê Huseyîn Denîz de, bi armanca jiyandina bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê û bi taybetî şehîdên çapemeniya azad ên kurdî, me hewl da berhemên wî yên di jiyana xwe de weşandibûn, careke din bigihînin gelê xwe. Bi vê xebatê, me xwest peyamekê bidin ku pênûsên azad nemirine û wê nemirin. Ewê bi berhemên xwe yên nemir her dem kelemên çavên neyaran û sorgulên di dilê gelê xwe de bin. 

Pirtûka Huseyîn Denîz a bi navê «Gotinên Pêşiyên Kurdan», çîrokên wî yên bi navê «Ji Nav Ajalan» û pirtûka biyografiya wî ya di 20 saliya şehadeta wî de bi navê «Huseyîncan û Can Huseyîn» hatibûn nivîsîn, ji nû ve û bi çend zimanan hatin weşandin û di van rojan de ji hevalên wî û saziyên kurdî re hatin diyarîkirin. 

Kujêrê Huseyîn Denîz wek gelek bûyerên di salên 1990î de, hêzên tarî yên dewletê bi xwe bûn.

Di bin çavderiya polîsan de du endamê hizbulkontrayê, di 9ê meha Tebaxa 1992an de li Sûka Serêkaniyê bi xafiltî ji paş ve gule berdidin serê wî. Piştî guleberdanê Huseyîn bi birîndarî radikin nexweşxaneya Ruhayê, rojekê li wê derê dimîne. Bijîjk û rayedar tevî hewildana malbatê û dostên wî, tişta ji destê wana were ji sedema çavtirsandina polîsan nakin. Dawî wî radikin nexweşxaneya Amedê û li devê deriyê nexweşxaneyê 10ê Tebaxê,Huseyîn jiyana xwe ji dest dide.

Di wê salê de gelek rojnamevan û  nivîskar hatin qetilkirin. Halit Güngen, Hafız Akdemir, Çetin Ababay, Yahya Orhan, Yaşar Aktay, Mehmet İhsan Karakuş, Halit Kapçak, Kemal Kılıç, Nazım Babaoğlu, Ferhat Tepe, Seyfettin Tepe, tenê çend nav ji van bûn.

Xalê Huseyîn, Mûsa Anter jî piştî şehadeta wî bi demeke kin di meha Îlonê de li Amedê hat revandin û qetilkirin. 

Di sala 1994an de çeka Huseyîn pê hat kuştin li ser endamekî Hizbûlkontra yê bi navê Mehmet Şah Bakir hat dîtin. Bi wê çekê ne tenê Huseyîn 12 kesên din jî hatibûn kuştin. Lê piştî demekê ev kes serbest hat berdan û wek qatilên din ên bûyerên bi vî awayî ti hesab ji kesî nehat pirsîn.

Windahiyên salên 1990î ji bo gelê me windahiyeke cihê wê nayê dagirtin e. Ekîba Agar û Çiller a wê demê serdest bûn, digotin: Ji bo em pêşî li têkoşîna Kurdan bigirin me hezar operasyon pêk anîn. Kuştina Huseyîn yek ji van hezar operasyonan bû. Hikûmeta Agar û Çiller hîn jî hesabê vê yekê nedane.

Huseyîn evîndarekî xwendin û nivîsandinê bû. Hîn xwendevanê dibistana navîn bû li malê pirtûkxaneyeke wî ya ne kêmî hezar pirtûkan hebû.

Pirtûka wî ya yekem, a ji sê çîvanokên zarokan pêk dihat, bi navê «Ji Nav Ajalan» hîn dema diçû lîseyê, di sala 1977an de, hat weşandin. Ji bilî vê li ser zimanê Kurdî xebatên berfireh dikir. Bi taybetî ji bo tegîhiştina zaravayên kurdî ferhengeke kirmanckî – kurmancî amade dikir. Dîsa li ser Gotinên Pêşiyên Kurdan, Biwêjên Kurdî xebatên wî yên berfireh hebûn. Di sala 1991ê de pirtûka wî ya bi navê «Gotnê Pêşyê Kurda» bi du zimanan derket, ku beşek jê jî bi kirmanckî bû. Wekî din ji nav gel berhemên wek serpêhatî, çîrok, çîvanok, biwêj, metelok, pêkenok, qerf û hwv. kom kiribûn, bi dehan kaset dagirtibûn û dixwest van jî bik pirtûk. Lê dijmin nehişt ku van xebatên xwe bibe serî…

Huseyîn Denîz ji Sitilîlê ye, lê ji zaroktiya wî ve malbat koçî Serêkaniya Ruhayê dike.

Serêkaniyê deşteke bi xêrûbêr li ser tixûbê Rojavayê Kurdistanê ye.

Ew li Serêkaniyê di nava bêderfetiyên dijwar de dest bi xwendinê dike,  piştî dibistana navîn dibistana mamosteyiyê li Akşehîrê dixwîne. Di van salan de li Ankarayê bi tevgera ciwanên kurd re hevnasîna wî çêdibe û di hatina vê tevgerê ya welêt de wekî kadroyekî pêşemîn bi taybetî di xebata perwerdekirina bîrdozî de cî digire.

Ew di salên dawiya 1970yî de li gundekî Sêwerek a Ruhayê dest bi mamostetiyê dike. Li vê derê hînî zimanê kirmanckî dibe û li ser ferhengeke zazakî-kurmancî dixebite. Piştre derbasî gundê Xerêb ê girêdayî Nisêbînê dibe. Wî dixwest li vê derê li nêzî Mûsa Anter karibe xebatên wêjeyî bipêşdetir bibe. Daxwaza wî hebû ku bi xalê Mûsa bîranînên wî bide nivîsandin û herdem ev daxwaz jê re digot. Xalê Mûsa jî herdem digot; ‘Lawo hîn zû ye. Ka bila rewşa Tirkiyê hinekî xweş bibe, ezê bibêjim, tê binivîsî!’

Huseyîn li wê derê ji ber xebatên wî yên kurdî piştî demeke kin ji aliyê leşkerên Tirk ve hat girtin û li zindana Amedê di salên herî dijwar ên 12ê Îlonê de ma. Di zindanê de bi berxwedanî û xwedîderketina li hevalên xwe hat nasîn û bibîranîn.

Ew piştî ji zindanê derket li Serêkaniyê bi cih bû. 

Huseyîn Denîz qasî nasnameya xwe ya rojnamevanî endamê PENa Navnetewî jî bû. Kesayetek piralî û dihat hezkirin bû. 

Ew him nirxekî têkoşîna azadiyê, him nirxekî wêje, çand û rojnamegeriya kurdî bû. Kuştina wî ne tenê windabûneke pênûsekê, windabûna pêşengekî gel, mamoste, nivîskar û rewşenbîrekî gelêrî jî bi xwe re anî. Kesayet û pênûsên wiha bi nirx di dîroka gelan de zû bi zû dernakevin holê. Li ser gora wî Mûsa Anter gotibû “Bila ew gule li min ketiba û ne li te ketiba!”

Wek gelek hevalên wî yên çapemeniya azad Huseyîn gava hat kuştin, li pey xwe malbatek bi çar zarokan hişt. Zarokên wî bê ku bavê xwe bibînin mezin bûn.

Îro Huseyîn Denîz, Mûsa Anter û bi sedan şehîdên me yên têkoşîna azadî û rojnamegeriya kurdî dikarin di gora xwe de bi dilekî rehet vehisin. Pênûsa wan li erdê nemaye û wê nemîne: dijminên me çendî êrîş dikin bila bikin, çendî xerabî û qirkirin bi pêş dixin bila bixin, ev pênûsa azad heta Kurdistaniyek hebe we bilive û hibra xwe biherikîne ser rûpelên sipehî bi tîpên zêrîn bîranîna wan bidomîne …(Heval, dost û hezkiriyên Huseyîn Denîz ên pirtûkên wî negihiştine destê wan, dikarin ji ser emaila hhd@hotmail.chdaxwaz bikin.)

Ev nivîs roja 08.08.2022 di rojnameya Xwebûnê de hat weşandin. https://xwebun1.org