DIVÊ PEYAMA DEWLETA TIRK BIBE HIŞMENDIYA AŞTÎ Û YEKBÛNA NAVXWEYÎ

Hesen Huseyîn Denîz 21.07.2022

Dewleta Tirk ji roja damezirandina xwe û vir ve tinekirina hebûn û heyîneyên kurdan ji xwe re kiriye bingeh û armanc, ku sedema vê, damezirîna wê ya li ser înkara kurdan e. Pêwîstî bi vegotina vê ya hûrgulî tine ye, her kesê xwedîraman, vijdan û ronak be, dikare vê yekê bibîne û bipeyitîne.
Ger em werin roja me, di roja salvegera komkujiya Pirsûsê de (di 20ê Tîrmeha 2015ande teroristên tirk ên bi navê DAIŞê li pirsûsê bûbûn sedema kuştina 33 ciwanên çalakgerên piştgiriya têkoşîna li Kobanê dikirin), li Başûrê Kurdistanê, li Perex a Zaxoyê li ciyekî wek seyrangeh dihat bikaranîn bi topên hawinan ên ji qereqola tirk hatine avêtin kesên sivîl ên hatibûn seyranê hatine kuştin û birîndarkirin. Berî nirxandina peyama dewleta Tirk a bi vê komkujiyê, ez dixwazim balê bikişînim ser eniya kurdan û şîroveyên tên kirin:
Li ser çapemenî û tora medya civakî ya Kurdan şîroveyên li ser kesên hatine kuştin tên kirin û ev yek rastiya bûyerê dide çewtkirin. Ji bo bertekên civaka Kurdan hin kes dibêjin, „Ji ber ku kesên hatine kuştin ereb in, Hikûmeta Herêmê û derdorên Kurdan bûyer şermezar kirin, ger ew ne ereb bûna ev bertek şanî nedidan“.
Divê nirxandina vê komkujiyê ne li ser kes û daxuyaniyan, li ser erdnîgariyê were kirin. Ciyê hatiye bombekirin axa Kurdistanê ya herî ewle ye, ku gerok ta ji Necefê rabûne hatine wê derê seyranê bikin. Li wê derê ne hêzên gerîla hene, ne hêzên çekdar hene û ne jî êrîşek an çalakiyek li hember dewleta tirk hatiye kirin. Yên hatine kuştin ji kîjan miletî dibin bila bibin, êrîş li ser axa Kurdistanê û bi armanc hatiye kirin, ya girîng ev e. Gelo ev armancên dewleta Tirk dikarin çi bin:
Yek: Dibe ku wezareta tûrizmê ya Tirk ji artêşa tirk re gotibe, çi îş û karê tûrîstên ereb li Kurdistanê heye? Di vê kelkela havînê ya dema tûrîzmê de, divê tûrîst tev werin Tirkiyê, da dolarên xwe li vir bihêlin û em karibin şerê li hember kurdan fînanse bikin, du sê bombeyan biavêjin wan deran, ku tûrîst neçin Kurdistanê û werin Tirkiyê“. Ev ne gumaneke ji aqilan dûr e. Dewleta Tirk ji bo berjewendiya xwe dikare hemû xerabiyê bike, di dîrokê de gelek mînakên vê hene. Sererkdarê MITê bi xwe digot, gava em bixwazin li ciyekî aloziyê derxin, emê du sê topan biavêjin wir û bixin stuyê kurdan û wiha bi kar bînin. Vê carê jî em dibînin, ku li ber çavên cîhanê Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje, „Tirkî li hember kuştina sivîlan e, Hikûmeta Herêmê û ya Iraqê di bin bandora rêxistina PKKê de tawanbariyê li me dike, me komkujiyeke wiha nekiriye“ û naxwaze bûyerê bigire ser xwe. Ji ber ku ew jî dizane li wê derê hêzên çekdar tine bûn û armanceke wê çavtirsandina kesên hatine seyrangehê bû. Dewleta Tirk ji serê salê ve û ji berê ve li Herêma Başûrê Kurdistanê ji Şengalê bigir heta Mexmûrê û bigihêje Hewlêr û Ranyayê bombekirinên teroristî dike, li siwareyên sivîlan dide, kesan direvîne, dikuje, bi balefir, top, çek, çi ji dest were dikuje û bi piranî digire ser xwe jî, lê vê carê naxwaze bigire ser xwe.
Du: Rojek berî vê komkujiyê li Tahrana Îranê Serokomarê Tirkiyê, Rûsyayê û Îranê hatin ba hev û li ser qedera kurdan dijmintiya heye heftbare peyitandin û armancên nû dan pêşiya xwe. Dibe ku yek ji van encaman xerakirina ewlehiya Herêma Başûrê Kurdistanê be, ji bo rê li ber destdirêjiya Dewleta Tirk û dewleta Îranê were vekirin. Tê zanîn, ku dewleta Îranê bi riya Haşdî Şahbî destdirêjî li ser Başûrê Kurdistanê kir û ciyê herî girîng Kerkuk , Tûzxurmatû û hin ciyên din ji dest Kurdan derxist. Ev pêngava yekem bû, û ne dûr e, ku di pêngava duyem de ciyên nêzî sînorên Tirkiyê yan yên çiyayî bê ewlehî bikin û ji aliyê Tirkan û Haşdî Şehbî ve

werin dagirkirin. Ji xwe ku dagirkeriyeke wiha bi pêş bikeve, hêza Hikûmeta Herêmê ya pêşî li vê yekê bigire tine ye, ji ber ku, di dema dagirkirina Kerkukê de ev yek hat dîtin. Tirkiye ji xwe bi salan e, axa Başûr ji bo xwe wek hewşa xwe bi kar tîne hemû êrîşkariya li ser Başûr dike ne bes e, saziyên xwe yên saloxdarî li vir bi cî kirine, ji buroya MITê bigir heta xebatên JITEMê karên herî qirêj li vir bi awayekî serbest û nîv-serbest dimeşîne. Li giştiya Tirkiyê û Ewropayê li hember Fethulahiyan têdikoşe, lê li Başûrê Kurdistanê bi sedema asîmîlasyonê destûrê dide hebûn û bipêşdebirina Xwendegehên Fethulahiyan. Helwesta rayedarên hikûmeta herêmê li hember van xerabiyan çi ye, ne çi ye, ew ne mijara vê nivîsê ye, ji ber ku ya girîng helweste li hember serweriya netewî ya berbiçav bûye ye. Gelo wê Kurd tevî hemû nakokiyên navxweyî, li ser serweriya Kurdistanê xwe bikin yek, an berberiya hev bidomînin.
Ya sêyemîn, dewleta tirk dixwaze axa Kurdistanê bike çolistan. Her roj agahiyên birîna daran li daristanên Bestan a Şirxanê tên û li hember vê Kurd bi rastî jî bê bertek in. Di lîteratûra xwezaparêziya cîhanê de birîna darekê û kuştina mirovekî wek hev tê girtin. Kesên li welatên Ewropî jiyane vê yekê dizanin û kes newêre çiqulekî dareke şîn jêke. Lê li Kurdistanê daristan tev ji kokê ve tên birîn, ew erdên bêserûber ên têrdar niha dibin çolter. Aliyekî vê yê talanê heye aliyekî vê yê rûtkirina cî û warên gerîlan heye. Li aliyê din Heskîf li hember çavên me tevan wek Samsatê û gelek deverên din di bin avê de hat hiştin. Tirkan bi vê yekê jî xwestin kurdan bêdîrok bihêlin. Ger Kurdan li hember vê qirkirina daristanên xwe, li hember bin-av- kirina dîroka xwe dinya li serê tirkan kiriba tara bêjingê, wan îro nediwêrî li Zaxoyê komkujî bikira. Ew bi vê komkujiyê dixwazin berteka Kurdan, a Ereban, a gelên din ên herêmê bipîvin. „Ka ez van bikujim, bê çi bertek tê“. Ger bertek wek heta niha tên wiha lewaz bin û lewaz bidomin, ji tirkan ne dûr e, ku sibe, dusibe bajarekî Başûrê Kurdistanê bidin ber bombeyan û piştre bi tenê xwe yan jî bi Haşdî Şahbî re û bi çeteyên bermayiyên DAIŞê re dagir bikin û ev bajar çima ne Kerkuk be? Ji xwe tê zanîn ev demek e Tirkan destdirêjiyeke mezin li ser Kerkukê kirine, Tirkmenên li wir çekdar dikin, nav wan tije endamên MITê û JITEMê dikin û hebûna gelheya Kurdan a li wir her diçe kêmtir dikin, di warê aborî û jiyanî de cî li Kurdan didin tengkirin, ku Kurd ji wir birevin û ew der di dest tirkmenan ango tirkan de bimîne. Çeteyên DAIŞê di bin parastina artêşa Tirk de hîn jî li derdora Kerkukê çalak in, Haşdî Şahbî ji xwe li wê derê ye, piştî du-sê bûyerên din ên wek komkujiya li Zaxoyê ji aqilan ne dûr e, ku dewleta Tirk wê derê bi serê xwe yan bi riya çeteyên xwe bi dest xwe bixe û mixabin, ti planekî ne yê Kurdan ne yê hikûmeta herêmê li hember vî planê dijminane yê tirkan tine ye. Xala çaremîn û dawîn a vê komkujiya li Zaxoyê peyama dewleta Tirk ji raya giştî ya cîhanê û hêzên serwer ên li Kurdistanê yên wek Amerîka û Ewropayê re ye jî. Dewleta Tirk dixwaze ji Amerîkayê re bibêje, desteka xwe ji Kurdan vekişîne, ez li vê derê heme, ez desthilat im û ger tu desteka xwe bidomînî, ezê bi piştgiriya Rûsya û Îranê eniya li dijî te bidim xurtkirin û herêma di bin ewlehiya te de bidim lewazkirin, da ku cî ji te re jî nemîne. Amerîka di warê siyasetê de ne zarok e û ewê vê peyama Tirkiyê binirxîne û berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyê re û bi Kurdan re bixe çavikên mêzênê û binêre, ger çavika tirk tê de ne girantir bikeve, wê li hember vê bûyerê bêdeng û bêalî bimîne, lê na ku çavikê kurd tê de ne giran bikeve, wê demê wê ji dewleta tirk hesabê vê gava avêtiye bixwaze. Çawa ku di sala 2003an 3yê Tîrmehê de li bajarê Silêmaniyê leşkerên Amerîkî çewal xistin serê leşkerên tirk û çong li wan dan erdê û hîn birîna tirkan ji vê kiriyarê heye, vê carê jî, yan wê Amerîkî li hember êrîşên tirkan ên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê bertekeke tund wek qedexekirina qada hewayî, banga rawestandina operasyonên leşkerî, vekişandina hêza leşkerî û hwd. bikin, an jî wê bi riya bêhelwestmayînê hêza tirkan a li Rojhilata Navîn bidin xurtkirin. Ev yek wê di rojên pêş de zelaltir bibe, ji ber ew dîplomasî û helwestên xwe wek Kurdan hîn hêk nehatiye ber qûna mirîşkê nadin der, tenê em Kurd hîn me ti gav neavêtiye, em yan bi hev dikevin û yan dibêjin,

me ev amadekarî kirine, emê van gavan biavêjin û wiha em dijminên xwe şiyar dikin û bi salan e, gavên em dixwazin biavêjin ji ber vê yekê nikarin biavêjin.
Wek encam, divê em eniya Kurd li hember vê bûyerê û di kesayeta vê bûyerê de li hember hemû êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa Kurdistanê û li hember hemû destkevtî û heyîneyên Kurdan çi bikin û çawa tevbigerin.
Divê Kurd zanibin heta desthilatiya dewleta Tirk ji ser axa Kurdistanê neyê rakirin, bi wan re jiyaneke hevbeş a biratî, dostanî yan bi awayekî din ne mumkun e. Kengî tirkan leşkerên xwe vekişandin ser axa xwe û ji Kurdistanê derketin, çûn, êdî mirov dikare bi wan re li ser tiştekî hevbeş rûne, yan bazarekê bike. Gava tu li ser erdê piştpişkî dirêjkirî bî û potîna dijmin li ser zengelora qirika te be, tu nikarî jê biratî, dostanî, hevbeşî, hevjiyanî yan rehmetê daxwaz bikî. Riya yekane ya derxistina hebûna dewleta Tirk a ji Kurdistanê jî YEKÎTIYA HEMÛ KURDAN e. Hemû Kurd raman, hest, fikir, siyaset, bîrdoziya wan çi dibe bila bibe, tu dixwazî yek faşîst, tu dixwazî yek komunist, tu dixwazî yek musilman, yek cihû, yek xiristiyan, yek êzdî, tu dixwazî yek li başûr, yek li bakur, yek li rojava yek li rojhilat an yek li derveyî welat li ser xaleke jiyanî ya „KURDISTAN WELATÊ ME TEVAN E“, ew dayika me ye, bê Kurdistan ti wateya hebûna me tine ye. Em îro bimirin buhistek axa me ya azad tine ye, ku bi dilrehetî serî deynin ser. Dijmin heta bi goristanên me bombebaran dike. Em hemû nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo azadî û rizgariya kurdistanê dest bidin hev, yekîtiya netewî saz bikin, dagirkeriyê ji ser axa Kurdistanê derxin û pişt re yan em bi hev re bi xwişkûbiratî bijîn yan em bihevkevin. Lê berî her tiştî divê em bibin yek û welatê xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin. Heta axa mirov azad nebe, mirov nikare azad bibe. Riya azadkirina axê yekîtiya netewî ye. Li dîroka giştiya gelên cîhanê binêrin, bê yekîtî kî azad bûye?