Ez eşheda xwe li wan tînim
Dibêjin jineke bi navê Zerê carê diçû mala xalê Mûsa, da alî wî firaxan bişo, ji ber mêvanên wî pir dihatin, diviya hinekan alîkarî bikira.
Xalê Mûsa ji Zerê re digot, ev sabûn e û ev jî ava germ e, bila qenc kef bide û wiha paqij bike. Lê Zerê dil nedikir, sabûnê û ava germ xerc bike û firax didan ber ava cemidî.
Rojekê dîsa wilo mêvan pir hatine û piştî xwarin û vexwarinê, dor tê şuştina firaxan. Zerê tê firaxan dibe mutbexê û dest bi şuştinê dike. Xalê Mûsa tê dinêre, ku ew dîsa firaxan dide ber ava cemidî. Xalê Mûsa avê germ dike û deterjanê berdide navê, da kef bide û pê bişo. Zerê dibêje: Heyf û xebîneta ewqase kef, kekê Mûsa, ma çi hewce dike?
Xalê Mûsa dibêje, « Ne bi kefê û ava germ be firax paqij nabin.“
Zerê dibêje: «Ma çima gû bi wan ve ye, ku paqij nabin, ji xwe ez li bin avê digirim û eşheda xwe li wan tînim.»
Di dil Zerê de, ku te eşhed lê anî, êdî ew paqij dibin!