KELIZ ÇI YE?

Li Nisêbînê, aliyê Omeriyan gundê Stilîlê heye. Stilîlî gundiyine pir henekhez in. Roj şev karê wan qerfan bi hev dikin.

Li Sitilîlê peyveke bi nav û deng heye. Gava tiştekî bixwin, xweşbûna wî tiştî bi kelizê didin ber hev. Dibêjin, «Eeww, tu dibêjî qey keliz e.», yan dibêjin, «Weleh, qasî kelizê xweş bû»… 

Yanî pîvana xwarina xweş li gundê Sitilîlê keliz bû, lê gava te dipirsî keliz çi ye, tenê digotin, «Tiştekî herî xweş e», lê em nizanin çi ye. Bi rastî çi ye, keliz?

Rojekê fermandarê qereqolê li pêş, qeymeqamê Nisêbînê û Valiyê Mêrdînê li paş tên bexçeyê xalê Mûsa. Piştî hinek sihbet qeymeqam dipirse dibêje, «Mûsa, rehme, ev gundiyên we pir qala kelizê dikin, gelo ev keliz çi tişt e? Em dibêjin, ka em bixwin, binêrin, bê bi rastî xweş e, tev dibêjin, em nizanin çi ye, lê em dizanin ku xweş e.»

Xalê Mûsa di ber xwe de dibeşişe û dibêje, «heyra metika min Hilwa ji me tevan mezintir e, imrê wê di ser ê me re ye. Ger zanibe, wê ew zanibe. Divê em ji wê bipirsin.»

Carekê mereqa kelizê ketiye dilê qeymeqam û walî û fermandarê qereqolê û kesên bi wan re jî mereq dikin, bê ev tişta pir xweş, keliz çi ye?

Birek zilamên girgire, Walî, Qeymeqam, Fermandarê qereqolê, çend leşkerên ewlekariya wan digirin, tev bi xalê Mûsa re diçin ber deriyê Hilwa. Heta ew digihên wê derê ji xwe gundî agahiyê didin Hilwa û ew jî derdikeve ser şaneşîna ber deriyê malê û wiha ji jor ve dinêre, ku birek mirovên bi qerewat û girgire hatine li ber malê rawestiyane. Ji jor ve bang dike, dibêje; «Keko Mûsa te xêr e, evqase qerase dane pey xwe û hatiyî, tu çi dixwazî?»

Xalê Mûsa dibêje, «Hilwa, ev camêrina hatine dixwazin bipirsin, bê keliz çi ye? Min got, ger kesek zanibe, wê meta Hilwa zanibe. Ji bo wê hatine ba te. Divê tu ji wan re bibêjî bê keliz çi ye?

Hilwa destê xwe dibe ber devê xwe û dibêje, «Wîîî pepû Mûsa, niha evqase girgire û qerase ji bo guyê min hatine ber derî? Ma Keliz çi ye?  Keliz guyê min e!

Anonim….