Divê qada hewayî ya Kurdistanê ji balefirên Tirk ên şer re were qedexekirin
Ji raya giştî ya cîhanê re, ji hemû sazî, rêxistin û dezgehên mafên mirovan re, ji hemû dewletên demokratîk, mafparêz û hemdem re, ji saziyên navdewletî Netewên Yekbûyî, Dadgeha Mafên Mirovan û dezgeha NATOyê re, bi yatbetî ji Hevpeymana Navnetewî ya li hember DAIŞê re
Gelî birêzan ji aliyê dewleteke hemû teknîka modern a kujêr û balafirên şer ên bi mirov û bê mirov û çekên giran di dest de, bombebarandin, lêdan û kuştina gelek û miletekî bê çek, bê teknîk, bê balefir bêmafiyeke berbiçav a bi ti hincetê divê neyê pejirandin û temaşekirin e.
Bi salan e û herî dawî doh 01.02.2022 dewleta Tirkiyê ya artêşa wê endamekî Nato yê ye, bi balefir û teknîka di dest de a ji vê dezgehê stendiye li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li Wargeha Penaberan Mexmûrê, li Perezgeha pîroz a olî Şengalê, li rojavayê keleha berxwedanê ya li hember teroristên DAIŞê bombardimanên hovane pêk anî û di encama van bombardimanan de kesên bêguneh, bê çek û bê derfeta xweparastinê hatin kuştin.
Gelê Kurd li hember teroristên DAIŞê bi hevpeymana navnetewî re şerekî mezin da û berî çend rojan êrîşeke van teroristan bi dayîna berdêleke 121 şehîdî têk bir. Ev têkoşîna Kurd li hember DAIŞê dimeşînin, tekoşîna selametiya giştiya mirovayiyê, ya giştiya dewletên demokratîk û ya NATOyê bi xwe ye.
Tevî vê dewleta Tirk bi balefir û bombayên kujêr êrîşî gelê kurd dike û kesên bêguneh dikuje. Êdî raya giştî ya cîhanê û dewlet û saziyên demokratîk û bi taybetî NATO divê ji vê zilm û kujêriya yekalî re bidawîbûnekê bîne.
Axa Kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, divê ji balefirên şer ên dewleta Tirkiyê re werin qedexekirin. Bi ti awayî nabe dewletek bi balefirên şer sivilan bikuje û raya cîhanê ya giştî li vê temaşe bike û bê helwest bimîne.
Em ji hemû kes, sazî, rêxistin, dewlet û dezgehên demokratîk, mafparêz û têkildarê mijarê daxwaz û hêvî dikin, ku li gelê kurd ê bêguneh xwedî derkevin, rê li ber kuştin, birîndarkirin û koçberkirina wan û li hember bikaranîna hêza giran a yek alî bigirin û parastineke hewayî ji bo axa kurdan bixin rojeva xwe û pêk bînin.
Bi hêviyên jiyaneke ewle ji bo kurdan jî