SÊ TÊGIHÊN ÇÊKAR Û NEREWA : TIRK, TIRKÎ, TIRKIYE

Di rastiyê de li ser axa Anatoliya tirk tine ne. Mustefa Kemal ji bo tirkan çêke, gotiye: “Kî ji xwe re bibêje: “Ez tirk im”, tirk ew kes e. “ Di zagona bingehîn a Komara nerewa Tirkiyê ya sala 1924an de di benda 88an de ev yek wiha tê nivîsîn:(Madde 88. – Türkiye’de din ve ırk ayırdedilmeksizin vatandaşlık bakımından herkese “Türk” denir. )- Bê ku nijad û ol were cudakirin, ji herkesê li Tirkiyê dijî re wek hemwelatî dibêjin tirk.

Yanî tu ji çi nijadê dibî, ferq nake, xwe înkar bike û bibe hemwelatiyê tirk.


Bêguman tirkitî hat çêkirin û Mustafa Kemal bi gotina „Ne mutlu Turkum diyene“ -Çi bextewar e, yê bibêje ez tirk im-. tirkitî bilind kir ji bo kesên bixwazin li Anatolya bijîn, tenê bi riya tirkbûnê karibin bijîn. Ji bo ew fikir bi ser keve jî, kurd, ermen, asûr, laz, çerkez û gelên din qir kirin û biçûk dîtin. Ji bo Kurdan gotin, „Ew di şikeftan de dijîn û terî bi wan ve ye û gelê xwe wiha bawermend kirin. Gava li Kurdistanê qirkirin pêk anîn jî ji Ewropiyan re digotin, em li hember kevneperestiyê şer dikin.

Wiha li mirovan kirin, ku mirov ji tirs û birçîbûn û bêkariyê, eslê xwe înkar bikin û bibêjin: “Ez tirk im”. Bi vî awayî ji kesên eslê xwe înkar kirin, komek bi navê TIRK çêkirin û ew dixwazin vê koma xweînkarkirî bikin miletek bi esil û fesil û dixwazin bi riya zanyarên sexte bi me jî bidin pejirandin. Lê di rastiyê de TIRK, TIRKÎ û TIRKIYE navên kes, ziman, û dewleteke çêkar e, esl û feslê van tine ye. Kurdek xwe înkar dike, dibêje ez tirk im, û dibe rêvebirê, stranbêjê, nivîskarê tirkî û Tirkiyê, lê gava vegere ser eslê xwe û bibêje ez kurd im, wê demê van statuyên xiyanetî ji dest digirin û wî perîşan dikin. Kes ji bo perîşan nebin, dibêjin, ez tirk im. Lê di rastiyê de ew kes ne tirk e û zimanê wî jî ne tirkî ye. Xwe înkar dike, dibe tirk, zimanê xwe înkar dike, bi tirkî diaxive.

Li ser bingehê vê xweînkarkirinê, bi deste kesên xweînkkarkirî, ji bo TIRKitiyê wêje, çand, huner, sînema, stran, dîrok, cejn û şahî û kevneşopî hatin dizîn û çêkirin.

Hema bibêje hemû stran û goraniyên ji soranî û zaravayên din ên Kurdî hatin dizîn, melodiya wan hiştin, bi gotinên tirkî ji nû ve li hev anîn û wek muzîka xwe dan diyarkirin.

Yaşar Kemal, ji bo Tirkan, çîrok û serpêhatiyên Kurdan bi tirkî nivîsî û ew kirin xwedîwêje. Yilmaz Guney bi filmen xwe yên ji mijarên êşên gel Kurd ew kirin xwedîsîneme û huner. Îzzet Altinmeşe, Birahîm Tatlises, Muslum Gurses û bi hezaran stranbêj ji bo karibin li Tirkiyê bijîn, diziya çanda gelê xwe kirin û ew pêşkêşî tirkitiyê kirin û ji tirkan re huner û stran çêkirin. Herî dawî cejna Newrozê jî kirin roją derketina xwe ya ji Ergenekonê, ka bê çi têkiliya wan bi hev re heye? Lê bi riya zanyarên sexte, her tiştî li gor armanca xwe diguherin. Kurd kirin tirkên hov ên li çiyan ji şaristaniyê dûr mane û navê Kurdan ê qedîm kirin kart kurta berfê. Ewqasî bêwijdan û bêrûmet tevgeriyan li humber gelê Kurd. Gava Ingilîzan Hindistan dagir kirin, qe ne digotin, em dagirkerê Hindistanê û hindûyan in. Nedigotin Hindû Ingilîzên şaşomaşo ne. Li hember çanda Hindûyan rêz digirtin. Lê ev tirk ji ber ku bê esl û fesl in, wan li hember Kurdan qet rêz negirtine û her awayê înkar û xerabiyê ji wan re rewa dîtine.

Ji bo zanîna dîroka kambax a bi destê tirkitiya çêkar hat çêkirin pêwîstî bi zanyariyê jî nîn e, rastî wek ronayiya rojê li ber çavan e:

1- TIRK : Navê koma kesên eslê xwe înkar dikin e. Kî eslê xwe înkar bike, ew wek tirk nav li xwe dike. Kî ji xwe re bibêje, ez tirk im, tirk ew e. Yanî îro almanek, fransek, ingilîzek jî bibêje ez tirk im, ew dibe tirk, bes ku eslê xwe inkar bike û ji tirkitiyê re hizmete bike. Mustafa kemal kesekî ji Selanîkê bû, bi eslê xwe ne tirk e. Ismet Inonu ji Melediyê ye û ne tirk e. Îro kesên Tirkiyê bi rê ve dibin: Erdogan bi eslê xwe gurcî ye (https://de.wikipedia.org/wiki/Georgier), Kemal Kiliçdaroglu bi eslê xwe kurdekî alevî yê ji Dêrsimê ye.(https://de.wikipedia.org/wiki/Kemal_Kılıçdaroğlu)

2-TIRKÎ: Ji van kesên xwe înkar dikin re zimanek lazim bû, ji nav zimanên van kesan peyv bi destên wan hatin dizîn û zimanek hat çêkirin û xistin devê wan, gotin, êdî hûn mecbûr in bi vî zimanî biaxivin. Şiyara wan jî ev e: Bi tirkî biaxive, pir biaxive. Ziya Gokalp kurdekî zaza yê ji tirkan re bingehê zimanê tirkî û herwiha nijadperestiya tirkitiyê çêkiriye ye. (https://de.wikipedia.org/wiki/Ziya_Gökalp)

3- TIRKIYE: Bi riya dek û dolabên Mustefa Kemal, îsmet Înonû û ekîba wan û bi riya xapandina Kurdan erdekî mezin, ku nîvê wê axa kurdan, nîvê wê ya lazan, beşek a romiyan, beşek a çerkezan û dîsa piçûpiç erdê gelên din, li Lozanê bi dest xwe xistin û ew jî li ser van kesên di nav vî sînorê çêkar de mane ferz kirin, gotin, çawa ku hûn ji xwe re dibêjin tirk û bi tirkî diaxivin, hûnê bibêjin ez ji Tirkiyê me, qedexe ye ku li ser nasnameya we ji bilî peyvên TIRK, TIRKÎ û TIRKIYE hebe.

Wisa bi vî awayî wan kesan sê têgihên çêkar, sexte, nerewa û bêmaf li ser qirkirin û înkara gelan saz kirin û xistin nav cîhanê, niha jî dixwazin bi riya zanyarên sexte û xwefiroş, tirkan bikin milet û netewek, zimanê tirkî bikin zimanekî ji nav malbata zimanan û erda Tirkiyê jî bikin welatê tirkan. Lê ev tev derew û xapandin in.
Miletek bi navê Tirk, ku bi zimanekî tirkî diaxive, li ser welatekî bi navê Tirkiye di dîrokê de nebûye.
TIRKIYE NE WELATÊ TIRKAN E.
TIRKÎ NE ZIMANÊ NETEWEKÊ YE.
TIRK NE NETEWEK IN.
Dubare bibêjim, kî eslê xwe înkar bike, tirk ew e û ew mecbûr e, bi tirkî biaxive û bibêje ez ji Tirkiyê me.
Divê em kurd vê rastiyê zanibin û vegerin ser eslê xwe. KURD NETEWEK IN û ji salên berî zayînê bi hezarên salan ve li ser vê axa ku tirkan parçeyek jê ji xwe re dizîne û dixwazin wek welatê xwe bi me bidin pejirandin, jiyane.
KURDÎ zimanekî bi esl û fesil û dewlemend e, ku mirovên neolîtîk afirandine bi vî zimanî peyivîne. Divê em Kurd ji bo berjewendiyên şexsî dev ji zimanê xwe bernedin û bi dû tirkî ya çêkar û sexte nekevin.
KURDISTAN welatek e ku Kurd, ermen, asûr û gelên din bi hezarên salan e li ser vê axê jiyane û ev der ji xwe re kirine welat û xwe lê himandine. Kurd divê xwe ji Tirkiyê nebînin, welatê Kurdan Kurdistan e. Zimanê Kurdan Kurdî ye, kurd Kurd in.

Di dawî de dixwazim vê yekê bibêjim, ku hebûna dewleta Tirk li ser axa Kurdistanê nerewa ye, yanî nemeşrû ye. Axavtina bi zimanê tirkî ne şarezayiyek an meziniyek e, berûvajî nîşaneya xweînkarkirinê ye. Bûyîna ji welatekî bi navê Tirkiyê, ne rastiyek, lê xapandinek e. Miletek bi navê Tirk, zimanek bi navê tirkî, welatek bi navê Tirkiyê di dîrokê de nebûye, ku Kurd îro xwe bikin pîneyek ji vî nav, ziman û dewleta çêkar re.

Kurd divê vegerin ser rastiya xwe. Kurd çendî xwe ji tirkitiyê, tirkî û Tirkiyê dûr bigirin, ewçendî wê azad, serbixwe, bi rimet û hêja bibin.

Jibîr nekin, gava Kurd, Kurdî û Kurdistan li ser axa Mezopotamya û Anatolya hebû, tiştekî bi navê tirk, tirkî û Tirkiyê li ser ruyê cîhanê jî tine bû.


Bi silavên germ, sala nû bibe sala Kurd, Kurdî û Kurdistanê.

Admin