Di 29saliya şehadeta Huseyîn Denîz de

Di 29saliya şehadeta Huseyîn Denîz de

Berî 29 salan li kolana sûka Serêkaniya Rihayê, ji aliyê kesên bi navê Hizbilkontra yên di bin parastina hêzên ewlekariya Tirkiyê de, di bin çavdêriya polîsên Tirk de hatin ji paş de bi xafiltî gule berdan Denîz. Denîz birin nexweşxaneya Rihayê, li wir bijîjkan nikarîn ji tirsa dewletê mudaxaleya pêwîst bikirana. Malbat û hevalên Denîz ew rakirin Amedê, lê bi rê de jiyana xwe ji dest da.

Li welatekî, ku kesên ji parastina te berpirsyar, li kuştina te bigerin, ji bo kuştina te rêxistinên terorîstî saz bikin, çekan bidin dest wan, çavdêriya wan bikin û wan bişînin kuştina te, bêguman li nexweşxaneyên wê jî, bijîjk wê newêrin te derman û sax bikin.

Li welatekî dagirkirî rewşenbîrbûn zehmet e. Ger tu rewşenbîrê welatekî dagirkirî yî, zindan û kuştin dibin hevalên te yên qederê. Ew her dem wek siya te bi te re ne. 

Ji ber tu bê welat î, tu bê dewlet î, tu bê ziman î, tu bê nasnameyî. Her tişt ji dest te hatiye sitendin. Her tişt ji te hatiye dizîn. Her tişt ji ber te hatiye veşartin. Her tişt li ber te hatiye şaşkirin.

Ew dibêjin tu tine yî. Tu ne li ser rûyê vê cîhanê yî. Tu li xwe dinêrî, tu xwe dibînî. Tu bi germiyê, bi sariyê dihisî. Ba li rûyê te dixe. Baran te şil dike. Tav rûyê te dişewitîne. Lê ew dibêjin, tu tine yî.

Tu têkoşîna hebûnê didî. Tu dibêjî, ez heme. Binêrin, pênûsa min dilive. Ez dinivîsim. Raman ji serê min dertên ser kaxezê.

Ew dibêjin, na, kesekî tine be, nikare binivîse jî.

Tu israr dikî.

Ew israr dikin.

Û ew dawî hêza dewletbûnê li hember te bi kar tînin, ji bo te bêdeng bikin, te tine bikin. Ew guleyan direşînin ser bedena te ya, ew dibêjin, tine ye. Ger tine ye, çima gule lê dikevin, qet ji xwe napirsin.

Ew bi vê yekê dixwazin te car din û car din tine bikin. 

Lê tu ji nû ve dijî, di qêrîna gel de, di rondikên çavên zarokan de, di lêvkeniya ciwanên keç û xort de, di rengîniya kulîlkên biharî de, di terisîna keziyên hûnandî de, di xêza pênûsên nayênrawestandin de.

Huseyîncan, dagirker wiha dihizirin, ku ew li ser rûyê vê cîhanê bidawî ne û wê bêdawî hebin. Lê bawer ke yê bêdawî tu yî, pênûsa te ya bîranînên te xêz kirine, şarezayiya te ya di lêvkeniya te de rehên xwe berdane nav dilê gel e. Hest û ramanên te yên azadiya bindestan e.

Roj wê were, dagirkerî bi dawî bibe, wek xweliya tev li erdê bibe, wê qet qala wê jî neyê kirin. Lê her ku mirovek hilma azadiyê bikişîne hinava xwe, wê te û bi hezaran, bi milyonan pênûsên wek te bi bîr bîne û bi serbilindî, bi dilxweşî li siberojan binêre.

Bi hezkirinên bêdawî.

09.08.2021

Hesen Huseyîn Denîz