2021

Em îro ketin saleke nû, sala 2021ê. Ez hêvî dikim, ev sal hinek hêvî bide gelan û bi taybetî gelên di bin zilm û zordariyê de.

Sala 2020ê ji imrê me çû, em wiha bihesibînin, ku me ev sal nejiya, nedît û derbas nekir. Saleke pir dijwar bû, ne tenê ji ber virusa koronayê, ji ber şer û pevçûnên li Kurdistanê ên ji aliyê dewleta tirk ve û nakokiyên navbera hêzên Kurdistanî. Koronayê jî bi ser van de jiyan li herkesî herimand.

Li giştiya cîhanê, di warê pêşketinên mafên mirovan de, paşdeçûneke berbiçav hat jiyîn. Destkevtiyên sedsalan di vê salê de têk çûn. Mirov ji tirsa virusa koronayê, di malên xwe de hepsî man. Gelek dewletan hebûna koronayê ji bo têkbirina bikaranîn û pêşdebirina mafên mirovan wek mertalekî bi kar anîn. Ji her aliyî ve mafên mirovan ên bingehîn asteng kirin. Mirovan jî ji tirsa vê virusê çavên xwe li vê yekê girtin û dev ji bikaranîna mafên xwe berdan. Di sala 2020an de ya bi ser ket ne korona, zihniyeta kolekirinê ya dewletên desthilatdar bû.

Niha em derbasî saleke din dibin. Korona hîn di rojevê de ye. Lê mirov jê bêzar bûne. Êdî mirov naxwazin di mala xwe de rûnin û guh bidin ser fermanên bêwate yên rayedarên bi kêrî pîvazekê nayên. Di bin navê bergiriyan de, astengkirina jiyana mirovan tê meşandin. Karker nikarin daxwaza mafên xwe bikin, xwendekar jî wisa, mirovên din jî wisa. Kes nikare ji dewletê daxwaza ti mafê xwe bike. Kes nikare li ber xwe bide. Kes nikare bê destûr derkeve derve. Derketina kolanan jî qedexe ye. Jiyan herimî ye! Gelo ev yek di sala 2021ê de wê çawa be? 2021 wê dewama van bêmafiyan be, yan tevî hebûna koronayê mirov wê li mafên xwe xwedî derkevin?

Divê li ciyekî dengek bilind bibe! Divê mirovahî ne bi paş de, lê bi bêş de biçe! Çawa ku li Amerîkaya Latîn jinan mafê kurtajê tevî korornayê bi dest xistin, divê ev yek mohra xwe li pêşketinên sala 2021ê bide. 2021 divê dîsa bibe salên têkoşînê, salên bilindkirina ala azadiyê.

Ev hêvî, hêviya sala 2021ê ye. Bila vegire giştiya mirovahiyê û bibe rastî.

Tu bi xêr hatî 2021 û bihêle em te bijîn, nebe saleke mirî, bibe saleke zindî.