BÎRANÎNA ŞEHÎD HUSEYÎN DENÎZ

LI SER BÎRANÎNA ŞEHÎD HUSEYÎN DENÎZ

Bi sedema salvegera 28. a şehadeta rojnameger, nivîskar, mamoste û Endamê PENê Huseyîn Denîz, tevahî şehîdên têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û bi biryara pênûsa wana ranewestînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Sala 1992 destpêka meha Tebaxê bû, li rojnameya Berxwedan a li Elmanya weşana xwe dikir dixebitîm. Êvarî telefona me lê da. Min ahîze hilgirt dest xwe; birayê min li ser xetê bû. Piştî silavdayînê got:“Polîs min dişopînin, gav bi gav li pey min in. Agahiyê bide hevalan ka ez çi bikim. Sê polîs in, her gav li pey min in…”Min got: “Heta ji dest te tê bi tena xwe dernekeve derve!”Piştî vê hevdîtinê bi du sê rojan dîsa telefonê lê da. Vê carê ji malê digeriyan û gotin ku ‘Kontrayan li birayê te dane.’Di bin çavderiya polîsan de du kontrayên endamê hizbulkontra ku rêxistina ji aliyê hêzên şerê taybet hatibû avakirin, Huseyîn Denîz di 9ê meha Tebaxa 1992an de li Sûka Serêkaniyê bi xafiltî şehîd kirin. Piştî guleberdanê bi birîndarî radikin nexweşxaneya Ruhayê, rojekê li wê derê dimîne. Bijîjk tevî hewildana malbatê û dostên wî, tişta ji destê wana were ji sedema çavtirsandina polîsan nakin. Dawî radikin nexweşxaneya Amedê û li devê deriyê nexweşxaneyê 10ê Tebaxê jiyana xwe ji dest dide.Kesên di kuştinê de hatine bikaranîn ji aliyê gelê Serêkaniyê ve tên nasîn. Di bûyerê de polîsan çavdêrî kirin û piştî bûyerê jî ti girtin an lêpirsîn ji aliyê dewletê ve çênebû. Di wê salê de gelek rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr, welatparêz û pêşengên gel bi vî awahî hatin şehîdkirin ku yek ji vana jî xalê Huseyîn Denîz Mûsa Anter bû; piştî şehadeta Huseyîn bi demeke kin di meha Îlonê de li Amedê hat revandin û şehîdkirin.Windahiya van her du pênûsên mezin ji bo gelê Kurdistanê windahiyeke cihê wê nayê dagirtin e. Huseyîn hîn di zaroktiya xwe de dest bi karê nivîskariyê kiribû û xwendin û nivîsandin ji bo wî ji karê rojane pêşdetir dihat. Evîndarekî xwendin û nivîsandinê bû. Hîn xwendevanê dibistana navîn bû li malê pirtûkxaneyeke wî ya ne kêmî hezar pirtûkan hebû.Hinek mirov hene ku merc û derfet wana dikin nivîskar, lê hinek mirov hene jî nivîskarî di xwîna wana de heye û jêhatiniyeke wan a xwezayî ye. Huseyîn Denîz jî ji wan kesan bû ku nivîskarî di xwîna wî de bi awayekî xwezayî hebû. Ji dema zarokî ve di dibistana navîn û lîse de bi dehan nivîsarên wî di kovar û rojnameyên Tirkiyê yên wekî Akbaba de hatibû weşandin.Pirtûka wî ya yekem, hîn dema diçû lîseyê, hat weşandin. Li ser zimanê Kurdî xebatên berfireh dikirin. Bi taybetî ji bo tegîhiştina zaravayên kurdî ferhengeke zazakî kurmancî amade dikir. Dîsa li ser Gotinên Pêşiyên Kurdan, Biwêjên Kurdî xebatên wî yên berfireh hebûn. Lê dijmin nehişt ku van xebatên xwe bibe serî…Huseyîn Denîz Li gundekî Nisêbînê Şabanê tê ser ruyê dinyê, lê belê li Sitilîlê mezin dibe. Hîn di zaroktiya xwe de malbata wana koçî Amedê dibin. Malbat li Amedê çend mehan dimîne şûn re, ji sedema têkiliya malbatê bi Mûsa Anter re bavê wî bi kuştinê tê tehdîtkirin û pêwîst dimîne mala xwe koçî Serêkaniya Ruhayê bike.Serêkaniyê deşteke bi xêrûbêr li ser tixûbê Rojavayê Başûrê Kurdistanê-Sûriyê ye.Li Serêkaniyê di nava bêderfetiyên dijwar de dest bi xwendinê dike. Di dibistanê de bi jîrbûna xwe bala mamosteyan dikişîne ser xwe û her sal di pileya pêşemîn de refa xwe derbas dike. Dema tê Dibistana Navîn derfetên malbatê dest nade zarokên xwe bide xwendin. Lê ji sedema jîrbûna wî mamoste napejirînin ku ji dibistanê were derxistin û mesrefên xwendinê mamoste hildigrin ser xwe. Bi vî awahî xwendina xwe didomîne. Di vê rewşê de jî qirûşek pereyê bikeve destê wî dida pirtûkan û bi şev û roj dixwend.Di dema bêhnvedana havînî ya dibistanê de pêwîstî bi kar didît û bi vê sedemê serî li Çiftlika Dewletê ya Ceylanpinar dabû. Midîrê çiftlikê ku paşnavê xwe Gokteûçar bû ev daxwaza wî nepejirandibû. Wê demê Huseyîn li ser wî pêkenokek nivîsandibû û ev pêkenok (fikra) di kovareke Tirkiyê de hatibû weşandin. Dema Gokteûçar ev pêkenok di kovarê de xwendibû bang lê kiribû û lêborîna xwe xwestibû, gotibû; “Min nizanîbû ku tu pênûsekî bi nirx î, biborîne,” û ew di lokala mamosteyan de ji bo sê mehên havînî bi cih kiribû.Piştî dibistana navîn ket ezmûnên dibistana mamosteyî û li Akşehîr a Konya yê dibistan xwend. Di van salan de li Ankara ya Tirkiyê tevgereke ciwanên Kurd li derdora Abdulah Ocalan dest pê dikir. Bi vê komê re têkilî û hevdîtinên xwe li pêş xistin. Di hatina vê tevgerê a Kurdistanê de wekî kadroyekî pêşemîn cih girt û bi taybetî di xebata perwerdekirina kadroyan de kar kir.Di salên dawiya 1970yî de bû mamoste û li gundekî Sêwerek a Ruhayê dest bi mamostetiyê kir. Li vê derê fêrî zimanê zazakî bû û di nava gel de li ser zaravayê zazakî lêkolîn kir. Piştî du salên li vê derê, pirtûkeke li ser zaravayê zazakî wekî ferhenga zazakî-kurmancî amade kir û biwêj û gotinên pêşiyên Kurdî yên ji nava gel berhev kirine wekî pirtûkekê ji bo çapê amade kir. Li vê derê du salên xizmeta pêwîst a berdêla leşkertiyê qedand şûn re derbasî gundê Xerêbbaba ya girêdayî Nisêbînê bû. Li vê derê armanca wî nêzî xalê xwe Mûsa bibe ku xebatên wêjeyî pêşdetir bibe. Daxwaza wî hebû ku bi xalê Mûsa bîranînên wî bide nivîsandin û herdem ev daxwaz jê re digot. Xalê Mûsa jî herdem digot; ‘Lawo hîn zû ye. Ka bila rewşa Tirkiyê hinekî xweş bibe, ezê bêjim tê binivîsînî!’Dîsa di van salan de têkiliya Huseyîn bi nivîskarên Kurd ên wekî M.Emîn Bozaslan û Medenî Ferho re hebû û di qada çapemenî û nivîskarî de naskirineke fireh çêkiribû.Li gundê Xerêbbaba ji sedema xebatên wî yên şoreşgerî, bi xwendevanan re axaftina bi kurdî, hişyarkirin û perwerdekirina gundiyan û hwd. bala dewletê û hêzên artêşê kişiya ser û ket bin lêpirsînê. Di van salan de di navbera kadroyên PKKê û KUK de pevçûneke dijwar dabû destpêkirin û li herêma Omariyan ev pevçûn bi xurtahî didomiya. Huseyîn di nava van pevçûnan de bi awayekî mîlîtanî xebatên xwe yên şoreşgerî û mamosteyî pêk re dimeşand. Gundiyekî hişyariya wî dikir ê bi navê Hesen ji aliyê kadroyên KUKê ve hat kuştin û ev wekî çavtirsandinekê sipartin Huseyîn. Lê Huseyîn qet gav paş de neavêt û dema pêwîst kir çek hilgirt milê xwe û di refa pêşemîn de li hemberî xiyanetkaran têkoşiya.Piştî demeke kin ji aliyê leşkerên Tirk ve hat girtin û li zindana Amedê di salên herî dijwar ên 12ê Îlonê de ma. Di zindanê de bi berxwedanî û xwedîderketina li hevalên xwe hat nasîn û bîranîn.Piştî ji zindanê derket li Serêkaniyê bi cih bû. Di wan salên piştî 12ê Îlonê de gelê Serêkaniyê ji aliyê dijmin ve hatibû çewisandin û çavtirsandin. Huseyîn bi kesayeta xwe ya gelêrî di nava gel de, di demeke kin de hişyarbûneke mezin da çêkirin. Bi vê yekê re, ji rojnameya Azadiya Welat, Ulke, Gundem û yên din re nivîsandin dinivîsand û bal dikişand ser pirsgirêka kurd û bi van xebat û hewildanên xwe jî bû kelema çavê dijmin.Huseyîn Denîz qasî nasnameya xwe ya rojnamevanî endamê PENa Navnetewî jî bû. Kesayetek pir alî û dihat hezkirin bû. Hebûna wî ya li Serêkaniyê ji gelê wê derê re çavkaniya wêr, coş û baweriyê, ji dijmin re ya xov û tirsê bû. Dijmin nedixwest ku gelê Serêkaniyê hişyar bibe û tev li têkoşîna azadiyê bibe, ji ber ku razandina wê ya herî mezin li çiftlika Ceylanpinar bû. Berya 12ê Îlonê li Ceylanpinar (Serêkaniyê) tevgera Apocî cara yekem şaredarî xistibû destê xwe û desthilatdariya dewletê ji ser gel rakiribû. Ji bo vê dewletê piştî 12ê Îlonê bi polîtîkayeke çewisandinê bi ser Serêkaniyê de çibû û çav li gel tirsandibû. Lê bi hatina Huseyîn û xebatên wî yên di nava gel de careke din hişyarbûnek û liv û tevgereke şoreşgerî û welatparêzî destpê kiribû. Bi vê sedemê rayedarên dewlet û artêşa Tirk, ên hêzên şerê taybet biryara kuştina wî dan.Huseyîn Denîz him nirxekî têkoşîna azadiyê, him nirxekî wêje û çanda gelê Kurd, him jî nirxekî rojnamegeriya cîhanê bû. Kuştina wî ne tenê windabûneke pênûsekê, windabûna pêşengekî gel, mamosteyekî gel jî bi xwe re anî. Kesayet û pênûsên wiha bi nirx di dîroka gelan de zû bi zû dernakevin holê. Li ser gora wî Mûsa Anter gotibû “Bila ew gule li min ketiba û ne li te ketiba!”Ev gotin tenê nirxê wî yê di têkoşîna gelê Kurdistanê de û di xezîneya pênûsên Kurd de diyar dike. Di salên ku bikaribe berhemên grîng derxe holê de dijminê Kurdistanê wekî bi dehan pênûs û kesayetên gelê me qir kirin ew jî kirin armanca şerê xwe yê bi qirêj.Îroj di ketina salvegera 23. a şehîdbûna Huseyîn Denîz de dijminên gelê Kurdistanê dîsa dest bi komplo, kuştin, qirkirin, sotin û gurkirina şerê qirêj kirine. Dîsa dixwazin gelê me bixin nava tarîtiyê, derfeta azadiyê ji dest derxînin, pêşengên wê qir bikin û Kurdistanê ji xwe re bikin pîkolgeh. Ev jî diyar dike ku di van 23 salan de dijmin hê jî negîhiştiye armanca xwe û xerabiyên xwe yên wê rojê îroj jî dixwaze bide kirin.Di van 23 salan de gelê me bêhtir nêzî azadiyê bû. Parçeyek ji welat bêhna azadiyê kişand cegerên xwe. Di çapemeniya Kurd de gavên mezin hatin avêtin. Televîzyon, radyo û rojnameyên Kurd çêbûn. Piştî MED TV ya bi kurdî dest bi weşanê kir, û radyoya dengê Mezopotamya şûn re li gelek bajarên Kurdistanê bi dehan radyo, televizyon û rojnameyên kurdî yên herêmî dest bi weşanê kirin. li ser netê bi dehan sîteyên kurdî hatin damezirandin û xebatên zimanê kurdî û wêje û çanda kurdî wekî lehiyeke pêşî nayê girtin bi lez û bez diherike. Gelê kurd bi van pêşdeçûnan gihişt pêngava îlankirina xweseriya demokratîk.Ji bo vê şehîd Huseyîn Denîz, Mûsa Anter û bi sedan şehîdên me yên têkoşîna azadî û wêjeya Kurdistanê di gora xwe de dikarin bi dilekî rehet bijîn. Pênûsa wana li erdê nemaye û dijminên gelê kurd çiqas êrîş dikin bila bikin, çiqas xerabî û qirkirin li pêş dixin bila bixin ev pênûs heta kurdek hebe we bilive û hibra xwe biherikîne ser rûpelên sipehî bi tîpên zêrîn… Şehîdên têkoşîna azadiya Gelê Kurdistanê bê mirin in!Pênûsên wêje û çanda xaka dergûşa mirovahiyê ti caran nayên rawestandin!Şehîd herdem di dilê me de, bi me re dijîn; ew rênîşanêrê jiyana me û pênûsa me ne! Hesen Huseyîn Denîz