Fîlmê ji bo azadiyê

Derhunêr Ersîn Çelîk fîlmê xwe yê bi navê Ji bo azadiyê, The End will be Spectacular li sînemayên Ewropayê pêşkêş dike. Min li fîlm temaşe kir û dixwazim çend nêrînên xwe yên li ser fîlm bi we re par ve bikim.

Ev cara yekê ye li ser têkoşîna azadiya Kurdistanê hîn bûyer germegerme ne, fîlmek tê çêkirin. Berê di ser re sal derbas dibûn û kesî ti fîlm çênedikir, bûyer jî dihatin jibîrkirin. Di demên pir kevin de dengbêjên Kurdî hebûn, gava bûyerek çêdibû, wan ev yekser dikirin çîrok û digotin, bi vî awayî bûyer nedihatin jibîrkirin. Di roja me de mixabin dengbêjî qels ketiye û berhemên nû naafirîne, yên kevin dubare dike. Sedema vê dibe ku derketina navgînên teknîkê û ragihandinê be. Wê demê divê ev navgînên teknîk û ragihandinê erka dengbêjiyê bigirin ser xwe. Xuya ye Ersîn Çelîk di vî warî de gavek avêtiye û hîn di germegermiya bûyerên Sûrê de ew derxistiye ser perdeya spî. Em hêvî dikin, her bûyereke têkoşîna azadiyê bibe fîlmek û dakeve ser perdeya spî, ji ber her bûyereke têkoşînê bi serê xwe efsaneyek e.

Gava mirov derketina vî fîlmî dibîne, bi rastî kelecanî dibe û bi hêvî û hestên cuda tê dorpêçkirin. Berxwedana Sûr, Cizîr, Nisêbîn û ciyên din ji bo çi bû gelo? Di fîlm de ji xwe bi daxuyaniya heyeteke ji gel wiha tê gotin: Em naxwazin êdî ji Ankarayê werin rêvebirin. Em dixwazin xwe bi xwe rê ve bibin. Ev daxuyaniya bi Kurdî diviya cewherê fîlmê Ersîn Çelîk bûya. Kurd dixwazin xwe rê ve bibin. Ji Kurdistanê rê ve bibin. Ji bajar, gund û taxên xwe rê ve bibin. Baş e, ev Kurdên li gund, bajar û taxên Kurdistanê xwe rê ve bibin, gelo bi çi zimanî wê xwe rê ve bibin? Zimanê rêvebirina xweseriyê wê çi be? Di daxuyaniyê de diyar e, wê bi Kurdî be. Ev yek serbilindiyek e û mafê Kurdan e. Lê bûyer û hûnandina paşê di fîlm de tê rêzkirin, vê hêviyê qels dike.

Ev çawa gerîla û zarokên Amedê ne, ku ji bo azadkirina taxa xwe û rêvebirina xwe canê xwe didin, bi Kurdî diaxivin, lê nizanin an naxwazin straneke bi Kurdî bibêjin, dirûşmeyeke bi Kurdî binivîsin, rojnivîsa xwe bi Kurdî binivîsin?

Di seranseriya fîlm de propagandayek zimanê tirkî heye. Piraniya tiştên berxwedêran bi tirkî ye: Stran, rojnivîs, dirûşme … Qe ne we axavtinên di navbera têkoşeran de jî bi tirkî bikira û ser dagirta.

Bêguman Ersîn Çelîk xwestiye tiştekî baş bike, lê encameke xerab jê derketiye. Lê ez vê yekê tenê sûcê vî camêrî nabînim. Ev fîlm nod û pênc ji sedî li Kobanê hatiye kişandin. Gerîla û xebatkarên partiyê tê de cî girtine û sedî sed perspektîv û nêrînên wan jî tev lê bûne. Fîlm berî dakeve ser perdeyê, wan lê temaşe kirine, yan gava hatiye kişandin, dîtine û bûne şahidê tirkiya di fîlm de derketiye pêş. Lê çima kesekî ji wan ji Ersîn Çelîk re negot, kekê Ersîn ev fîlm li ser navê têkoşerên Kurdan wê li çar aliyê cîhanê û li çar parçeyê Kurdistanê were temaşekirin. Gelên cîhanê û Kurd bi xwe wê bixwazin bi riya vî fîlmî Kurdan, têkoşîna Kurdan, armanca Kurdan, sedema kuştin û mirina Kurdan nas bikin. Kesên biyanî û Kurd wê bipirsin: Gelo Kurd çi dixwazin? Yek wê bersivê bide. Ew zimanê xwe, azadiya xwe, xweseriya xwe dixwazin. Kesê biyanî û Kurd wê dîsa bipirsin. Ew bi çi zimanî diaxivin? Bersiv: Ew bi Kurdî diaxivin. Pirs: Wan bi çi zimanî strana xwe got? Bersiv: Bi tirkî. Pirs: Ew têkoşer bi çi nivîsê rojnivîsa xwe dinivîse? Bersiv: Bi tirkî. Pirs: Ew dirûşmeya Son muhteşem olacak bi çi zimanî ye? Bersiv: Bi tirkî. Kesê biyanî û Kurd ên pirsan dipirsin û bersivan digirin cara dawî wê bibêjin: Ersîn Çelîk de ka te bîr nebir, têkoşîna Kurdan bi Kurdî pêşkêş bikî, ji bo nirxê fîlmê te û têkoşîna Kurdan bêmaf nebe, lê ma qey ji lîstikvanan, ji temaşevanan, ji fîguran, ji hawîrdorê kesekî bi aqil tine bû, ji te re bibêje, li kolanên Kobanê ev çi stran û dirûşmeyên tirkî ne? Ger tu ji bo zimanê xwe, çanda xwe xweseriyê dixwazî, ma li kolanên Sûrê gava te canê xwe dida, dewleta tirk ji te re digot strana xwe bi tirkî bibêje? Yanî di nav stranbêjiya Kurdî de straneke bi Kurdî ya bikeve wî fîlmî tine bû, qeliya bû û hûn pêwîst mabûn straneke bi tirkî bixinê?

Bi rastî ev xal nirxê wî fîlmî dadixînin. Heyf û mixabin, têkoşîneke ewçendî bi lehengî bi van gotin û nivîsên tirkî hat qelskirin.

Wekî din, ji naveroka fîlm jî diyar dibe, berxwedana şerê bajaran bê amadekarî, bê desteka ji derve a bijîşkî, çek, xwarin, desteka gerîla û hwd. hatiye kirin. Tu li hember dewleteke serkêşê Natoyê yê xwediyê milyonek çekdarê xwe û teknîka herî modern û piştgiriya dewletên Nato pê re dikî û tu dizanî ev dewlet li hember Kurdan qirker û bêrehm e. Ji bo hêstireke Kurdan li serê çiyê karibe bikuje helîkopter û firokeyan radike û bi tanq û topan guleyan dibarîne. Tê rabî 60-70 ciwanên delal ên têkoşer bixî kolanên bajarekî, ji bo li hember dewleteke wiha xwînxwar têkoşîna mirin û mayînê bidin, lê wê destekeke wan tine be û beytarek ji wan re bijîşkiyê bike! Gelo ev bi serê xwe ne mijara rexnedayîneke xurt û vekirina dozeke dadî ye. Ew kesên ji bo destpêkirina şerê li bajaran a wiha bê amadekarî biryar dane, divê carê werin hesabê vê yekê bidin. Kesên di wê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane lehengî û egîdî derxistine holê, lê kesên biryara vê têkoşînê dane qet dijminê xwe nas nekirine û ji bo ewlehiya canê van lehengan amadekariyên pêwîst nekirine. Ma navê ku hesabê vê yekê were pirsîn û dayîn. Ka heta niha kê hesabê destpêkirina şerê li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û ciyên din da? Ger li ciyekî hatibe dayîn û hayê gel jê tine be, divê ev yek bi raya giştî re were par ve kirin, ji bo dilê gel hinekî aram bibe. Dilê gel li ser lehengên di van têkoşînan de şehîd bûn diêşe û dixwaze berpirsyarên tedbîr negirtine hesabê vê yekê bidin.

Ji bo derxistina vê rastiyê ya holê, fîlm nirxdar e. Diviya tunela bin avayiyan ne piştî destpêkirina têkoşînê, berî destpêkirinê bihata lêkolînkirin. Diviya herî kêm çend bijîşk û têra mehan derman di bin erdê de hatibana civandin. Diviya ne bi pey mirîşkeke riya xwe şaş kiriye de bibeziyana, xwarin û vexwarina têra mehan di bin avayiyan de depokirî ba. Diviya rê ya tunela danûsitendina bi gerîla re ji berê ve hatiba amadekirin û qut nebû ba. Wê demê wê dawî muhteşem bûba, wê demê ne dilê gelê Kurd, lê wê dilê rayedar û xwînxwarên tirkan bisojiya.

Hîn gelek xalên din ên li ser vî fîlmî û pê ve girêdayî nirxandina şerên bajaran werin gotin hene. Gotineke birêz Ocalan hebû. Digot şerê Hilwan û Sêwrekê di kozikan de hat windakirin. Gerîla şerê kozikan nake. Gerîla lê dide û ji holê winda dibe. Şerê kozikan şerê artêşên nîzamî ne. Gava du artêş werin beramberî hev ew dikarin kozikên xwe bikolin û şerê hev bikin. Lê lukseke gerîla a wiha tine. Heta em gerîlayekî çêdikin pir bi zor û zehmetî ye. Ji bo wê hûn nikarin bibêjin guşş û xwîna xwe bi carekê re birijînin.

Ji bo wê dîrok wê rojekê vê nirxandinê bike. Gelo ev şerê bajaran bi taktîkên şerê kozikan bû, yan bi taktîkên şerê gerîla bû. Amadekariyên wê têra destpêkirinê dikirin an nedikirin. Kesên biryar dan di ferqiya encama wê de bûn yan nebûn… û gelek pirsên din ên bersivên wan werin dayîn.

Bi hêviya fîlmên sedî sed Kurdî, ji Ersîn Çelîk û kesên di fîlm de cî girtine û ked dane re serkevtin.