Rojeva gelê kurd bi çewtiyên xwe dagir nekin!

Ji sernivîsa mijarê jî diyar dibe mijara vê nivîsê Şivan Perwer û Mithat Sîncar e. Birastî ji bo li ser van her du kesan nenivîsim, min pir li ber xwe da, lê dawî dilê min rehet nekir, gava êrîşek li ser gelê mazlûm hebe û mirov bêhelwest bimîne xweş nabe.

Gelê me yê êzdî di nav Kurdan de mirovên herî zêde bi qirkirinê re rû bi rû hatine û ev qirkirin herî zêde ji aliyê muslimanên sunî ve hatiye kirin. Herî dawî DAIŞ bi navê mezhebê sûnî qira êzdiyan anî, bi hezaran keç û jinên êzdî kirin kole û li bazaran firotin û ev yek bi navê musilmantî û sunitiyê kirin. Pêşmergeyên Hikûmeta Herêmê gava bê ku li hember DAIŞiyan şer bikin, ji Şengalê vekişiyan, ji ber ku gelê Şengalê êzdî bû û pêşmerge musilman û sunî bûn, wek bibêjin çi bi serê wan de tê bila were û bê şer xwe vekişandin û bi hezaran êzdî di nav destê çeteyên DAIŞê de hiştin. Li Başûrê Kurdistanê hîn gelek malbatên sunî û musilman ên Kurd hene, ku bi êzdiyan re xwarinê naxwin. Ev çend rastî tenê têrê dikin, bê êzdî çima keçên xwe nadin kurên musilman û sunî. Ger Şivan Perwer vê rastiyê nizane, ew ji nepolîtîkbûna wî ye. Bi salan e li şûna dema xwe bi çûna virde wirde derbas kir, dikarîbû hinekî li ser civak û ola êzdîtî lêkolîn bikira. Herî kêm gava li Başûr li ba PDKê bû, dikarîbû biça serdana Laleşê û bi gelên êzdî re çend mehan bi hev re bijiya, dibe ku bi saya vê, vegeriya ser kurdîtiya xwe ya salên 1980yî.

Di salên 1980 yî de Şivan Perwer di nav civaka Kurd de bi stranên xwe weynekî giring lîst û di dilê gel de ciyekî şoreşgerî girt. Bi bilindbûna têkoşîna azadiyê re gel zêdetir qiymet da Şivan. Şivanê bi alîkariya tevgera azadiyê ya bakurê Kurdistanê derket derveyî welêt, li şûna hunera xwe bi pêş de bibe, ji ser xwe çû. Dest bi jiyaneke taybet a ne li rê kir û vê yekê qiymetê wî yê hunerî li ber çavê gel daxist. Ji ber sedemên bi vî rengî piştre ew û tevgera azadiyê ya Bakurê Kurdistanê li hev ketin û Şivan berê xwe da tevgera Başûrê Kurdistanê, xwest li wê derê ji bo xwe ciyekî bibîne; ji ber navbera herdu tevgeran ne baş bû. Lê kesekî hunermend dikarî bû li ser lingên xwe rawestiya û bêalî bimaya, wê ev yek ji bo hunermendekî rûmetir ba. Lê wî wiha nekir. Ger partiyek cî nede, ewê here ba partiyeke din, ger bi wê partiyê re meş çênebe ewê vegere ba partiya din. Ev ji bo hunermendekî ne ti rê ye. Bi hunermendî dide windakirin. Bêguman wî bêîstîkrar dike.

Gelê Kurd ji Şivan Perwer herdem huner hêvî kir. Kesekî ji wî tevlêbûna polîtîkayê nexwest, kesekî ji wî re negot bibe alîgirê filan an bêvan partiyê. Kesekî jê re negot, li ser rewşa civakê û olan yan li ser tiştekî din nirxandinên bîrdozî û felsefîk bike. Ji ber ku Şivan zanîngeha bîrdozî û felsefeyê nexwendiye, ew nikare van nirxandinan bi awayekî zanyarî bi pêş de bibe, tenê bi hestên xwe nirxandinan dike. Siyaset û felsefe bi hestan nameşe ji bo wê jî bi Şivan dide windakirin.

Ez ji we re ji dîroka gelê kurd çîrokeke kin bibêjim, piştre em nirxandina xwe bidomînin.

Dibêjin li gundekî kesekî bi navê Elî hebû, lê ji ber li gund kesî giranî û qiymet nedida wî jê re digotin Elîko. Gundiyan Elîko tev li civata xwe nedikir, bi wî re sihbet nedikir, di lîstikên xwe de cî nedidanê û wilo wilo Elîko hatibû jibîrkirin, hebûn û tinebûna wî êdî nediyar bû. Lê ev yek ne li gor Elîko bû, Elîko dixwest mirov li ser bipeyivin, qala wî bikin û navû dengê wî derkeve pêş û li ser zimanan bigere. Rojekê ponijî, ponijî û sibehê zû hîn kes hişyar nebûye çû ser kaniya mizgeftê û silek tê de berda. Sibehê gava gundî hişyar bûn û çûn ser kaniyê destmêj bigirin, dîtin waye zirsilek di nav kaniyê de ye û çawa bîn dide. Hema pozê xwe digirin û ji hev dipirsin gelo kê kiriye. Kêliyeke din derdikeve holê û navê Elîko li ser zimanê herkesî cî digire, êdî rojeva gund tev dibe Elîko. Kî li kê rast tê dibêje, Te bihîstiye Elîko çi kiriye, û pê de diçe.

Îro di nav civaka Kurd de du mijar serkêşiyê dikin. Yek bûyera Şivan û ya din jî a Mithat Sincar e. Bi gotin û kiryarên wan niha navûdengê wan li ser zimanê hemû kurdan e.

Mithat li ser navê Kurdan diçe meclîsa tirkan û di roja bîranîna qirkirina kurd û gelên din de pesnê meclîsa tirk û Mistokemalêê qirker dide. Dibêje meclîsa yekemîn pir demokrat, pir delal, pir mafparêz bû û wiha li ber me şêrîn dike, ger em nizanibin emê hema yekser bibin Mistokemalcî û hemû qirkirinên li Kurdistanê bi fermana wî pêk hatine ji bîr bikin û herin Anitkabirê ser gora wî, xwe biavêjin bextê wî.

Qaşo Mithat Sincar xwendegeha Bilind xwendiye. Qaşo li ser navê gelê Kurd bûye serokê partiya kurdan û gel ew şandiye meclîsê ji bo mafê gelê Kurd biparêze, lê ew diçe mafê Mistokemal û meclîsa wî diparêze. Ma tu nizanî, ku di wê meclîsa yekem de çend kesên ji gelên din vexwandin, ji bo ji Ewropa û dewletên din re bibêjin ti mafên van tine û ev ti mafî naxwazin, emê tev di meclîsa Tirkiyê de bi hev re bin, ji bo wê ka şiyandariya vî welatî bidin destê me û gava em bûn şiyandar êdî emê li ser koka van rûnin. Û hema du-sê sal piştî wê meclîsê, ku çawa li Lozanê peyman îmze kirin, dest bi qirkirina wan gelan kirin. Ev yek ji destpêkê ve bi plan bû. Te hîn tirk nas nekirine? Tirk gava lewaz û ketî bin, xwe di bin lingên te de dikin erd, lê çawa ber lingên xwe dibînin, wek marê kor hema bi te vedidin. Ew meclîsa yekê jî derbaskirina çem a heta peymana Lozanê bû. Marî divîbû li ser pişta gelên li Kurdistan û Anatoliyê çemê Lozanê derbas bikira. Çawa av qut kir û çem derbas kir êdî bi wan veda. Hêvî dikim tu vê çîrokê dizanî? Ger tu nizanî ji gelê Kurd bipirse, ewê ji te re bibêjin. Bibêje mar çawa li ser pişta zilêm çem derbas dike û çawa pê vedide.

Ev tev di serpêhatiyên kurdan de hene. Ger tê seroktiyê ji kurdan re bikî, divê tu êş û janên kurdan nas bikî. Dewleteke ev sed sal in, kurd înkar, îmha û tine kirine çawa dikare bi rojeke avakirina meclîsekê pak û hêja were derxistin. Hûn dixwazin çi bikin? Bi hêza kurdan, bi pereyê kurdan, bi nan û avê kurdan hûn dixwazin hiş û mejiyê kurdan û bîrûbaweriya kurdan bidin çewtkirin. Tu çawa radibî meclîsa dagirker û qirker a xwînxwar wek demokratîk nîşan didî û pesnê Mistokemalê qira kurdan aniye didî? Divê tu jî ji gelê kurd lêborîna xwe bixwazî. Ti kes nikare dagirkerî, qirkirin û xerabiyên dewleta tirk ji serî heta roja me li ber çavê gel tine bide hesibandin. Ma ne ji qirkirna ermeniyan hatin wê meclîsê? Tu dibêjî şerê rizgariya milî! Şerê çi, rizgariya çi, miliya çi? Hişê te li serê te ye gelo? Gava te qala şêrîniya meclîsa Mistokemal kir, ma te çima qala fermana wî ya qirkirina Zîlan, Koçgirî, Agirî, Dersim û bi sedan ciyên din nekir? Hinekî biaqil bin û bi hêza vî gelî, bi nirxên vî gelî bi av û xwarina vî gelî ranebin bi qedera vî gelî nelîzin.

Dîsa vegerim ser Şivan Perwer, divê ev camêr tiliya xwe nexe nav pirsgirêkên civakî, siyasî, bîrdozî û olî, tenê hunermendiya xwe bike. Ji te çi ye kî keça xwe dide kê, kî nade kê? Ger gelê êzdî kevneşopiyên xwe neparastiba, niha wek gelek Kurdên musilman wê biba tirk, ereb û bihiliya. Herî kêm wan bi vê riyê çanda xwe, zimanê xwe parastin. Kurdên te yên sunî yên musilman bi hezaran û milyonan îro ji xwe re dibêjin tirk û li Ewropa te jî bi zarokên nû jidayik dibin re bi tirkî dipeyivin, lê êzdiyên me hîn jî bi zarokên xwe re bi saya bîrûbaweriya xwe bi kurdî dipeyivin. Divê ji vê yekê re hurmeta herkesî hebe.

Ev yek bêguman kuştina ti mirovî mafdar dernaxe. Lê her roj li Tirkiyê, li Îranê bi dehan jin û ciwanên kurd tên qirkirin, çima tu wê dernaxî pêş û li ser wê nabêjî „ev çi felsefe ye yaw, ev faşîzm e“. Li Îranê bi sedan jin bi keviran hatin kuştin, bi sedan ciwan bi vîncan dardakirin, qet rojekê me ji devê te peyva faşîzm nebihîst. Dewleta Tirk her roj jin û zarokên kurd dikuje qey rojekê te negot ev çi felsefeye, ev faşîzm a musilmanan e. Tu ewçendî li Başûr mayî, bi sedan keç û jinên kurd ji ber suneta jinan jiyana xwe jidest dan, qet te rojekê got ev faşîzm e. Niha çi bi te hatiye, ku ji bo êzdiyan keçên xwe nedane suniyan, tu wan wek faşîst îlan dikî. Sunîtî mezhebekî xwînrij e, sed keçên min hebin, ezê jî nexwazim yekê tenê jî bidim xwînrijan. DAIŞ bi navê sunitiyê were min qir bike, kole bike û piştre tu bibêjî, tu çima keça xwe nadî suniyan tu faşîst î. Te hişê xwe bi nan û penêr xwariye, çi bi te hatiye? Jibîr neke, ku Kerdogan bi navê sunitiyê û musilmantiyê Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê dagir kir. Pirayî kurdên sunî û musilman jî li hember vê zilmê bêdeng man.

Bi kinayî ez ji we herduyan jî hêvî dikim, her yek ji we tenê bi karê xwe re bin. Şivan Perwer tenê hunerê bike. Hunereke bêalî. Hunereke êş û azara gelê kurd a bindestiyê tîne ser zimên û riyên rizgarbûnê derdixe pêş. Pirsgirêkên civakî, olî, eşîrî dikarin piştî rizgarî û azadiyê bi riya perwerde û hînkariyê werin çareserkirin. Gelekî şûr li ser serê wî be, tu çareserkirina pirsgirêkên civakî nikarî jê bixwazî. Gelek xwendekarên min ên êzdî hene, wek cewahir û zêr in, mirov dibêje hema li ber wan rûne û hurmetê ji wan re nîşan bide, ewçendî pak, dilpak, welatparêz, zane û hişyar in. Tu li darekê dinêrî lê tevayiya daristanê nabînî, ji comerdiya xwe hinekî li dûrayiyê binêre, da tu hemû daristanê bibînî. Civaka êzdî tevî hemû kêmasiyên xwe, civakeke pîroz a kurdîtî ya di bin xetareya şûrê qirkirina musilmanên bi navê DAIŞê de ye. Gava tu van nirxandinên xerab li ser wan dikî, tu dibî alîgirê wî şûrî û cesaretê didî wan. Wiha meke. Îro dîsa xwînxwarên DAIŞê li dora Şengalê kom dibin û li derfetekê digerin, da bi navê musilmantî û sunîtiyê êzdiyan qir bikin, talan bikin û li ser mal û milkên wan rûnin. Te helbestek li ser vê çêkiriba wê hîn birûmetir ba.

Mithat Sancar jî, divê zêde li ber bayê komara demokratîk nekeve û pesnê Mistokemalê qirker û xwînxwar nede. Dewleta tirk ti carî nabe demokrat. Sedema wê jî bindestiya kurdan e û pesnê tirkitiyê ye. Tu zanî gelo wateya peyva „tirk“ çi ye? Ji hemû kesên eslê xwe înkar dikin re dibêjin tirk. Ango berê tirk li ser vê axê tine bû. Piştre gotin emê peyvekê çêkin bi navê „tirk“. Baş e, kî wê tirk be? Kî xwe înkar bike û ji xwe re bibêje ez tirk im, ewê bibe tirk û kî xwe înkar neke û xwe bi eslê xwe bi nav bike emê mafê jiyanê nedin wî. Ew bi xwe dibêjin vê yekê, ne ku ez ji ba xwe derdixim. Ew dibêjin kî xwe tirk hîs dike, ew tirk e. Yanî tu kurd î, lê ger tu xwe tirk hîs dikî, tu dibî tirk. Di rastiyê de tirk tine ye, lê kî eslê xwe înkar bike divê navekî bigire û ev nav jî „tirk“ e. Tirkitî kombûna kesên eslê xwe înkar kirine ye. Mirovên eslê xwe înkar bikin, ji destpêkê de bi xwe re ketine nav xiyanetê. Tu ji kesên xiyanet li xwe û li eslê xwe kirine re dibêjî, werin bibin demokrat. Ev çi aqil e? Ger ew bibe demokrat ji xwe ewê vegere ser eslê xwe û êdî wê ji xwe re nebêje tirk, ewê bibêje, kurd, laz, rûm, ermenî, çerkez û filan û bêvan, lê gava wiha bibêje tirkbûn li holê namîne. Lê tirkbûn desthilatî ye, xwarina ji ser sifreya şiyandariyê ye. Tu çiqasî bibêjî ez tirk im, tu dikarî ewqasî ji ser vê sifreyê zikê xwe û bêrîka xwe dagirî. Ango li Tirkiyê xweînkarkirin riya parlamentoyê, riya, dewlemendbûnê, riya şiyandariyê li ber te vedike. Mînak, ger Kemal Qiliçdaroglû bibêje ez kurd im û mafên kurdan dixwazim, gelo dikare çirkeke tenê jî li ser wî kursiyî bimîne? Mînaka vê ya herî balkêş Ehmed Kaya bû. Bi salan ji wan re got ez tirk im û stranên tirkî got û wan jî bi kêf û şahî xwe li ber hejand, camêr roja ferq kir, ku ne tirk e û xwest vegere ser eslê xwe û got ez kurd im, ew lînc kirin û filtî filtî di Ewropa re derket û li wir tisqa lê ket jiyana xwe ji dest da. Hadê em bibêjin te dîroka kurdan a kevin û nû nizanî bû, ma te ev yek jî nizanî bû ku tu radibî meclîsa tirko demkrat û şêrîn, Mistokemal jî mafparêz û dilbirehm nîşan didî. Ji comerdiya xwe bi hiş û mejiyê me nelîzin û ji xwe re biaqil bin. Gel ew kursî xistiye bin we, ne ku hûn xwe bi tirkitiyê şêrîn bidin xuyanîkirin. Dev ji vê yekê berdin, hûn hingiv jî di xwe de bidin, hûn nikarin xwe li ber dilê tirkan şêrînkirin bidin. Tişta rast. Hûn dagirkerî, qirkerî û xwînxwariya dewleta tirk li ruyê wê bidin û bibêjin em Kurd jî dixwazin azad û serbixwe bijîn, ne ku li şalê we bibin pîne. Ev sed sal in em bi hev re dijîn, we her dem em di bin piyên xwe de pelixandin. Niha em ji bin piyên we derdikevin û êdî emê li ser lingên xwe rawestin. Li şûna dewleteke tirkan a demokratîk hebe û di wê dewletê de hîn xwelîseriyekê bidin kurdan, bila kurd dewleta xwe bi xwe çêkin û vê dewleta xwe bikin demokrat, çima ji tirkan re emê dewleteke demokratîk çêkin, çima emê ji xwe re çênekin? Tevgera azadiya kurd zêdeyî pêncî hezar şehîd da ji bo kurd azad, serbixwe û wekhev bijîn. Li ser axa xwe, bi nirxên xwe bijîn. Van şehîdan Kurdistaneke azad xwest, ne pîneyek li ser şalê tirkan.

Ez cardin hêvî ji we dikim, hûn ji gelê kurd lêborîna xwe bixwazin û xwe ji dagirkirina rojevê derxin. Rojeva me kurdan îro divê pirsgirêkên azadî, yekîtiya netewî, rizgariya Kurdistanê, rakirina dagirkeriya li ser herçar parçeyên Kurdistanê be, wekî din ti rojev divê nekeve pêş kurdan.

Hesen Huseyîn Denîz