Sersala we pîroz be!

Ez hêvî dikim sala 2020an bibe saleke damezirandina dewleteke Kurdistanê ya her çar parçeyan dike yek û jiyaneke azad, demokratîk û bi rûmet dike para hemû Kurdan. Tenê ev yek dikare êş û jana dilê Kurdan hinekî bide rawestandin. Êdî ji koletiya di bin destê Tirk, Ereb û Farisan re bes e. Divê em jî û axa me jî azad bibin. Kê di vê riyê de ked û can daye hezar silav li wan û kî wê di riya Kurdistanê de bimeşe, hûn bi xêr hatin sala 2020an a azadbûna Kurdistanê. Sersala we pîroz be. Hesen Huseyîn Denîz